Philosophia

‘Yekitiya dijberan’ felsefeya Herakleitos e, yan a Zerdeşt e?

Fêrgîn Melîk Aykoç

 Ji ber ku ev mijara „yekitiya dijberan„ rasterast zewaca Serwerê Med Aştiyago û Alyanîsê (Zeyna Alîsê) tîne bîra mirovan, divê ez berê ku têkevim nava vê mijareyê, serdema jiyana Zerdeştê rojtî, rastiyeke ji bîr û boçûnê Zerdeştê rojtî û mijara zewaca Aştiyago vekim. Rêzdar Ezîzê Cewo di behema xwe ya „Zerdeşt Peximber û rûpelên dîroka wendabûyî“ de serdema jiyana Zerdeşt û mijara Kavî Vîştaspa pir baş zelal dike. hemû lêkolînên min, wê xebata rêzdar Ezîzê Cewo piştrast dike. Yê ku berfirehiya mijarê bixwaze dikane li wê berhemê binêre.

Anegorî daneyên berdest Zerdeştê Rojtî di navbera salên 650 – 588 û de jiyaye. Wî bingehê zanîn û felsefeya xwe di Mihrgehên Magan de wergirtiye. Li gorî daneyan wî li Raga di nava malbateke Magan de çavên xwe li cihanê vekiriye. Di dibistanen Magan ango „mîhrgehan“ de mijareya „dijberan û şerê di navbera dijberan de“ mijareyên sereke bûne. Ev di zerdeştiyê de bi rengê, „tarîtî û ronahî, xirabî û başî, derew û rastî û şiroveyên wan hatiye dayîn. Belê Mîhrgehên Magan! Hê hetanî salên heftêyî jî li devera Torê di nava Kurdên êzdî de ji cihê perestinê re „mîrgeh /Mîhrgeh“ dihate gotin. Heta van salên dawiyê li nêzîkê Amasya (bajarê tirkiyê) jî bingehê mîhrgeheke ji serdema Medan ve maye, hate dîtin. Ev jî nîşanê me dide ku pêlên têgîhîştina Zerdeştî ta wê serdemê de li Anatolya berbelav e.

Êdî em dizanin ku Zerdeştê rojtî di qesra Rojê (Ya Medan) de ders daye Aştiyago û zarokên rêveberiya Med, zarokên xişasitra (rayedarên Med). Her wiha ji ber vê egerê tê zanîn ku Aştiyago li aliyekê jî ji ber wê felsefeya Zerdeştî (kesî neêşîne, koleyan bibexşîne û û) wendakir. Piştê vê şiroveya kurt, em niha jî têkiliya Medan, Zerdeştî û bandora wê ya li ser fîlozofiya Egeyê û Grêkan vekin. 

1 – Em wek mînaka yekem bandora Zerdeştî ya li ser fîlozofê Grêkê Anaximenes vekin. Ev filozofê bi nav û deng Ἀναξιμένης Anaximénēs; tê nasîn, Girêk e. Ew li Îyonya (dora Simîrnî/ Îzmîrê) di sala 585 an dema şerê di navbera Med û Lidyayiyan de tê dunê. Di xortaniya xwe de gelek di bin bandora vegotinên lidyayî ji Medan fêrbûne û baweriya Zerdeştî de dimîne. Heta peyva „Aşa“ yanê „hewa û cihê giyanên pîroz li ezman“ ya di baweriya zedeştiyê de heye, bê guhertin bi awayê „Achee“ werdigire û bikartîne. Ev filozof jî hewayê wek bingehê fîzîkê pêşkêş dike û agir pîroz dibîne. Ev bi serê xwe têkiliya Medan bandora baweriya Medan (Zerdeştiya destpêkê ya bi zanîna Mihrgehan), ya li ser mîrîtî û çandên Egeyê destnîşan dike.

2 – Heraklîsê (Herakon) bavê Blyson, kalikê filozof Herakleitos e. C. Meier vê mijarê wiha dinivîse „Yan Herakon yan jî Blyson bavê Herekleitos e.“ (1) Yanê yek kalik, yek bav e. Ji malbata mîrên Efesê bûn. Belê Heraklîs yan jî Herakon ders dida kurê Alyattesê II. (Ev di gelek çavkaniyan de heye, hin wî û Blysonê kurê wî têklihev dikin). Belê rast e, weke fîlozof Herakleitos fîlozofê yekem e ku mijara Dialektikê aniye rojevê fîlozofiya Îyonyayê. Her wiha mijara „yekitiya dijberan“ li fîlozofiya Grêkan zede kiriye. Lê li gor belgeyan û zanista heyî ev mijara „yekitiya dijberan“ ne bîr û boçûna wî ye, berê bi aliyê Zerdeşt Spitamayê roştî ve hatiye zelalkirin, yane boçûneke kurda ye. Filozofên Îyonya û Thalasê Mîlatî vê ji baweriya Zerdeştî /Medan fêr bûne. Pişt re ev bi awayê teorî derxistine pêş. Li gor daneyan em dizanin ku Thalesê Mîlatî û filozofeke Îyoniya bi navê Herales /Herakon (dibe ku kalikê Herakleitos Heraklis /Herakon be) ders daye kurê Alyattes II. Kroisos û ew bi serfermandarê Medan yê hatiye Alyanîs biriye re axivîne, li ser van mijareyan ketine nava gengeşiyên fîlozofîk. Em vê ji ku dizanin? Di hin daneyên Lîdyayiyan de tê ragihandin ku serbazekî Medan yê bi navê Madaheas (Min di romana xwe ya bi navê „Serwerê Med Aştiyago“ de navê wî weke „Medhêz“ bikaraniye) Ew ji malbata Xişasitra yanê malbateke ji rêveberiya Medan e. Aştiyago tenê bi wî bawerbûye û ew wek serokê heyetê şandiye ku bûka Medena Alyanîsê (Zeyna Alîs) bîne.

Em ji xebata Ezîzê Cewo û hin çavkaniyên dîrokî dizanin ku Zerdeştê Roştî di qesra Medan de ders daye zarokên rêveberiyê û Aştiyago. Madaheas û Aştiyago ji Zarokatiyê bigire hetanê xwendina ber destê Zerdeşt bi hev re mezin bûne. Ev di destana Memê Alan de ku destana zewaca Aştiyago û Alyanîsê ye jî, bi awayê destbirakê Memê „Bangîn“ derbas dibe. Di wê destanê de dibêje: „Bangîn fermandarê 1500 leşkerî ye.“ Lema jî Aştiyago tenê bi wî bawer e û wî weke serokê heyeta bûkanînê dişîne Sardes ê. Fîlozofên li qesra Alyattesê II.yên wek Thalesê Mîlatî, Herakon û yên din ji baweriya Zerdeştî haydar in, vê hatina kesayetiyeke di wê astê de weke firsendekê dibînin û bi dibekuyeke mezin di wê firsenda hatina heyetê de, li gel Madaheas rûniştine. Ev awa rasthevhatin û di dewetan de li hev rûniştin tişteke xwezayî ye. Hele kesayetiyekî di wê asta payeberz de û ji welatê Zerdeşt….

Berê ku ez romana xwe ya bi navê „Serwerê Med Aştiyago“ binivîsînim, xwerû li aliyekê li ser Lîdyayiyan, qesra lîdyayiyan, bajarê Sardesê, kevnebajarê li dora Gola Marmarayê (Manîsa) ketim nava lêkolînên kûr, Divê vê jî lê zêdebikim,dema min li Manîsa-Demirciyê dixwend, ez bi pola xwe re û çend caran jî bi hin hevalan re çûbûm, li nav kevnebajarê Sardesê geryabûm. Wêneyê wê hîç li ber çavê min wenda nebû, di cihê Cizîrê de Sardes, di cihê çemê Tîr de çemê Sartsê dihat ber çavê min. Li aliyê din, bi kesayetiyên Grêk yên weke Dr. Sariyanîdîs, mamosteyê filozofiyê Paulos û Mamosteyê dîrokê Dîmîtrî re ketim nava gengeşîyên kûr. Xwerû jî em li ser têkiliya Lidyayiyan û Grêkan, felsefeya Îyonya û ya Grêkan û têkiliya wê felsefê û baweriya Zerdeştî rawestiyan. Bes mijara bandora felsefeya Zerdeştî hinek li hestê wan ên nijadî nedihat, di hin gengeşiyan de li hemberê min diketin nava tengasiyan.

Weke encam: Her çendî Herakleitos jî „yekitiya dijberan derxistibe pêş jî, çavkaniya „yekitiya dijberan“ ne Herakleitos e, baweriya Zerdeştî ango Med û dibistanê Magan e.

  • Fêrgîn Melîk Aykoç
  • 02.05.2023

 Çavkanî:

  • – Christian Meier: Kultur, um der Freiheit willen: Griechische Anfänge – Anfang Europas? München 2009, S. 281. (1)
  • – Lêkolînên min yên di vî derbarî de.
  • – Çavkaniyên Romana Serwerê Med Aştiyago.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button