Sociology

Sazîya Dêrê, Guhêrîna Civakî û Arîstoteles

Alî Gurdilî

Piştî hilweşîna împaratoriya Romayê, bi armanca parastin û pevgihandina komên xiristiyan, saziyek birêxistî mabû ku ew jî dêra xiristiyan bû. Piştre, dêr ji bo ku bikaribe li ser navê pevgihandinê rolekê bilîze, bivênevê xwe têkilî kar û barên dinyayê kir. Di destpêka dînê xiristiyan de, wisa hatibû diyarkirin ku dê ev dîn (religion) li hemberî dînê (1) mûsawîyan (cihûtî) raweste, ku di bingeha feraseta vî dînî de xwepesendî û tolhildan hebû. Herweha, xiristiyanî dê hezkirinê wekî hîmê her tiştî bibîne û ji bo armanca pêkanîna pergal û sazûmanekê jiyaneke rast, tevbigere. Bi demê re, di avahîya dêrê de cudahîyên doqtrînî xurt bûn û saziya dêrê di hemû serdema navînî de avahîya feodal xiste bin tesîra xwe û ev avahî, jê ketumet bû. Li gorî bîr û baweriya xiristiyanîya pêşîn, hebûnî (serwet, wealth) hevpar bû û di încîlê de hemû bawermend li cem hev dijîyan û mal û milkên wan jî, hevpar bû. Bawermendên dînê xiristiyanîyê, di destpêka dînî de, mal û milkên xwe difirotin û li gelê xwe belav dikirin.

Di wê demê de, em dikarin bibêjin ku dînê xiristiyan, yek dil û yek rih bû ku kesekê ne digot ev mal û milkê, min e. Di nav cemeeta wan de feqîr gelekî kêm bûn. Lewra, bi armanca alîkariya feqîran hemû xanî û zeviyên xwe difirotin û perê ku distandin jî, diavêtin bin lingên pêxemberên xwe. Di vê bicîhkirina ravekirina nû de û ji bo adaptasyona vê ravekirinê, kesê xebatekê baş kiriye û xwedan tesîr e, xoşewîstê Thomasê Aquînoyî (1225-1274) ye. Xoşewîst Thomas, dîtinên nû yên ku li gor dogmeyên dêrê bûne, wan xurt kiriye û di vê xebata xwe de, ji desthilatên felsefeyê yên mezin sûd wergirtiye. Di vê mijarê de niqteyekê girîng û giranbiha heye ku ew jî ev e: Dogmeya xiristiyanîyê, ji bo bikaribe wajbawerîyên xwe li gor aqil şirove bike (bi aqil ve girê bide) ji roja pêşî ve pişta xwe dabû desthilatên mezin yên felsefeyê. Di vê lodê de, Platon û Arîstoteles, feylesofên sereke bûne. Di destpêkê de ev desthilat Platon (Eflatun, Plato) bû û piştre, di dewra geşbûna skolasîzmê de rêzanê wan dibe Arîstoteles (Aristo, Aristotle). Lêbelê em qet nikarin bibêjin ku skolastîkan ji Arîstoteles û ji felsefeya wî, bi awayekî rast fam kirine. Lewra, (2) skolastîkan li gorî berjewendiyên xwe felsefeya wî bikar anîne. Lê piştî ku felsefe û îman yan em bibêjin skolasîzm û zanînî, bi hev dihesin, felsefeya skolastîk ji felsefeya Arîstotelesî dûr dibe. 

Lê aşkere ye ku ji bo wajbawerî û xwendandina dêrê, Arîstoteles hatiye bikaranîn. Ji ber vê yekê, dema tevgera ronesansê li hemberî skolastîkê radibû, ev tevger bivênevê dibû tevgerekê li dijê Arîstoteles jî. Di tevgera ronesansê de, dijberiya Arîstotelesî ji vê niqteyê dihat û tevgera ronesansê, wiha xwestiye ku bi lez û bez, xwe ji Arîstoteles rizgar bike. Piştre, ev dijberî hedî hêdî vediguhere lihevhatin û fêmkirinekê nû. Dawî, Arîstoteles di nav gavên tevgera ronesansê yên pêşverû de tê bikar anîn. Di tevgera ronesansê de, wiha dihat xwestin ku dethilat tunebin. Çimkî, mirov êdî ne organîzmeyeka mezin, lê mîna dinyayeke biçûk ‘microcosmos’ dihatine dîtin.

Li gorî nêrîna Xoşewîst Thomas; hemû sazî, divabû li gor şeklê bikaranînê bihatana nirxandin. Di vê çarçoveyê de, mulkiyeta xwemalî (özel mülkiyet, private ownership) hêlên cuda yên bikaranîn û birêvebirinê ye. Ango, rol û wezîfeya mirovan, ji hev cuda ye û pêdivî, bi parastina wan heye. Xoşewîstê Paulas jî; piştî mirina Hz. Îsa, dînê xiristiyanîyê birêxistî kiriye û hewl daye ku li hemberî lêpirsînên qanûnî xiristiyanan biparêze. Ji bo parastina bawermendên dînê xwe, ji bawermendan dixwaze ku ew, li hemberî rêvebir û desthilatdaran ranebin û stûyên xwe xwar bikin. Lêbelê, ev sitûxwarkirin ne tenê sitûxwarkirineke li hemberî rêvebir û desthilatdaran bû. Herweha, hemberî newekhevîxwaziyê jî, sitûxwarkirinek e. Bawermendên xiristiyan, dema li hemberî împaratorîya Romayê bi rê û rêbazên veşartî, xebat û çalakîyên xwe pêk dihînin; bi armanca parastina yekîtiya xwe ya dînî û li hemberî tahdeyên zorkeran û ji hewcedariya xweparastinê; ji aliyê misyoneran ve, dêr hatine damezrandin. Di destpêkê de xwiya dike ku dêr, sazîyên veşartî bûne. 

Lêbelê, Piştî Mîladê di sala 378an de, sazîya dêrê bi awayekî fermî hatiye pejirandin. Piştî vê qonaxê; di dêrê de cewaziyên mîna serpereşt, mamoste, metran (pîskopos) û hwd. derketine holê û ku ev cewazîbûnî, lêgerîna desthilatiyekê destnîşankirî bû. Di avahîya dêrê de, bi derketina cewaziyan re struktûrekê hiyerarşîk yekê newekhevîxwaz derketiye holê. Alimên dînî (zilamên dêrê), berî vê cewazîyê dengê hemû xiristiyanan bûn. Lê piştre, tayîn û navnîşandan dest pê kiriye. Pîskoposên sereke yên Romayê jî, mîna wekî rêxistina Romayê, peyîvîn û gotin ku pîskoposên Romayê, ji yên din rasertir in. Piştî wan îdîayan, hinek pîskoposan bi piştgirîya Romayê, navê ‘Patrîk’ê li xwe kirin. Piştî bi awayekî fermî qebûlkirina dînê xiristiyan, gelek nêrînên cuda derketine holê; ku ji wan nêrînan yek jî nêrîna Arîusê Misrîye. Li gor dîtinên Arîusî; (3) ‘Bavxwedê’, berîya ‘Kurxwedê’ dihat. Lê tevahîya alimên dînî, yekê qebûl nekirin û li gor nêrîna wan jî; ew wekhev in û di heman astê de ne. Di encama vê niqaşê de, konseya dêrê ya giştî, cara pêşîn civiya û biryaran girt, ku ew biryar ne bi dilê aligirên Arîusî bûn. Lewma jî, ew biryar nehatin pejirandin. Ji teybetîyên Arîusiyan yek jî ew bû ku gelên Germen kiribûn xiristiyan. Di civîna xiristiyanan de, cewaziya herî mezin di nav gelên latînîaxêv û yewnanîaxêv de, derketiye holê. Di encama wê cewazîyê de, (P.M.) di sala 1054an de dêra rojhilat û rojava, ji hev cuda bûne û di dawîya wê demajoyê de, mezhebên katolîk û ortodoksî derketine qada dînî.  

Di civakeke hema bêje bêrexistin de, dêrê nexweşxane û dibistanan vedikir û alîkarîya belengazan dikir. Hema bêje hemû kar û barên, dewletekî pêk dianî. Piştî hilweşîna împaratoriya Romayê, dêr hêdî hêdî li çanda antîk xwedî dertê û vê çandê diparêze. Herçuqasî vê parastinê bi rêbaza xiristiyanîkirinê pêk anîbe jî, dîsa jî bi vê parastinê re çanda antîk veguhastiye serdema nû. Bi taybetî, girîngiyekê mezin, dane perwerdeya zimanê latînî. Rêvebirên wê demê, ango begên feodal; wextên xwe yên ku ji şer dima, bi gelemperî di nêçîrê de derbas dikirin û piraniya wan ji nivîsandina navên xwe jî bêhay bûn. Ev neperwedehî, di nav kom û komikên jêr de, bi awayekî aşkere dihate dîtin. Lê di vê demê de, gelek rahîbên ku baş perwerde bibûn jî hebûn. Di rewşekê wiha de, dema meriv li ser wê neperwerdehîyê difikire, wê demê meriv çêtir têdigihêjê ku rahîb çima û çawa, bûne rêvebir û karger. Bi vî awayî; ji kîjan neteweyî an ji kîjan çîna civakî bin bila bin, hinek kes derketin holê ku di esasê xwe de ji ber sebebên perwerdehîya xwe, ew êdî ne endamê dinya kevin, lê ew endamê civaka gerdûnî bûn, ku ew civak jî li ser hîmê nîrxên rûhî hatibû damezrandin. Kes û kesayetên ku me qala wan kir, bi wesfên xwe yên hînder û tesîrdar, bi biryarên xwe jî, tesîrekê mezin li civakê kirine. Di heman demê de, nivîsevanî jî bi destê alimên dînî (zilamên dêrê, kilise babaları) dînî pêk dihat. 

Ew alimên dînî ku me behsa wan kir; ji feraseta xwe ya dînî dest pê kirine û perdeyeke ji tûlê kişandine ber bûyerên civakî. Alimên dînî yên wê demê, di hemû bûyerên civakî de bûyeran nerm kirine û sazîya dêrê jî mîna saziyeke bêhêz nîşan dane. Heta ew erdên ku dêr xwedî û berpirsiyarê wan bû, wan jî mîna sedeqeyekê nîşan dane. Mirovên laîq jî, di tevgera civakê de xwedîyê rolekê girîng bûn.Lê, di nava wan de jî, beşekê mezin ku bi xwendin û nivîsînê nizanibûn, hebûn. Lewma jî, wan bi devkî û bi zimanê gel, gelek raman û vegotinan anîne zimên. Lê ji ber sebebê bikaranîna zimanê latînî, ku zimanê dîrokê ye; gelek rêvebirên ku bi vî zimanî nizanibûn, diketin rewşekê nezanîyê. Carinan jî; ji ber sebebên şaşîyên jiberkirinê, di bûyerên mîna hev de biryarên cuda dihatin girtin. Xiristiyanîya ku di destpêkê de jiyanekê hevpar diparast, bi demê re bi bexşên bêxşkarên dîndar re; ku gelekên wan bêzarûzêç bûn, bêtir zengîn dibû. Piştî wê guherîna ku di warê mulkîyetê de derket, di warê bazirganîyê de jî, gelek guherîn derketine holê. 

Di destpêka dînê xiristiyanîyê de an di salên serdestpêk de, li cem xiristiyanan faîz û bazirganî, wekî karên xirab dihatin hesibandin. Wiha bawer dikirin ku yên bi karên bazirganîyê mijûl bibin, dê ji Xwedê dûr bikevin û dê rêya xwe şaş bikin. Herweha, mirovên ku bixwazin fazîletdarîya xwe biparêzin, divabû bi çandinîyê (tarım, agriculture) mijûl bibin. Gelek ramanên bi vî rengî, di destpêka serdema navînî de, hatibûn pejirandin. Encax piştî ku seferên xaçdaran dest pê kir, ev sefer bi encam û bi nakokîyên xwe yên navxweyî yên avahîya feodal re, cewaziyên girîng derxist holê. Dîn û dêr, bi vî awayî; li gor wan guhertinên civakî û aborî ku di civatê de derketibûn holê, xwe guhêrtin. Piştre hat dîtin ku dêr bûyê xwedîyê erdên çandiniyê, yên herî fireh (mezin). Wisa bibû ku dêr di navbera 1/3 û 1/2 an de, bibû xwediyê erdên çandinîyê. 

Begên feodal jî, ji bo ku bikaribin ‘vasalên’ xwe zêde bikin; erdên xwe dabeş kirine û wisa dane kirê. Lê li hemberî vê yekê, di destê dêrê de jî erdên gelekî fireh û mezin hebûn. Dêrê, wan erdên xwe bi kirê ‘rand’ da begên feodal û bi vî awayî dêr bû ‘suzeren’. Ango dêr, bûye xwediyê erdên herî berfireh. Piştî wê pêşketinê, dêr raserê begên feodal bû û xwe gihand asûnekê wiha. Ji bilî vê yekê, dêrê wê valahîya siyasî jî dagirt ku li holê bû û wezîfeya siyasî jî hilgirte ser xwe. Dêrê têkilî û pêwendîyên şexsên civakê jî, dirist kir û bi vê gavê re, dêrê destê xwe dirêjê jiyana kesayetîyan jî kir. Herweha, dêr gelekî zengîn bû û gihêjte asta dewletîyê û dewletan. Kesên ku li hemberî zengînîya dêrê rabûn, ji aliyê dêrê ve bi sûcê rêşaşîyê (heretîk) sûvdar dibûn û cezayê didana wan. Carinan jî li gor sucên wan, ji wan pera distandin û bi vê yekê jî, rêçikên xiristiyan derketine hola civakî û dînî. Piştre, li hawirdorê dêran keşîşxane û li ba rahîban jî, keşîş peyda bûne. Keşîşxaneyên Basîla yewnan û St. Benedîctî, di vî warî de nimûneyên baş in. Bi demê re têkiliyên Papa, bi zengînên esîl yên romayî re xurt bû, herweha Papa bû sebebê nakokîyên di navbera wan de jî. Hasilê, bi wan têkilî û danûsitandinan, Papa rûmeta xwe winda kiriye. Piştre, alimên ku ne layîqê wê maqamê bûn, bûne Papa û ev gemarî, xwe gihandiye wan qedemeyên binî (jêr) jî. Rahîbtî eynî mîna peymana ‘Fîefê’, bû heqê zarokên wan jî.  

Gotinên pîskopos Gerbestus, nîşana wê gemarî û dejenerasyonê ye û ku wiha gotiye: ‘Min bi xêra zêran, meqamê pîskoposiyê bidest xist. Ez tu carê ji sitandina zêrên xwe jî natirsim, bes ku ez li ser bifikirim. Ez ê rahîbekî tayîn bikim û zêran jê bistînim. Wê ez ê zêran, ji alîkarê wî jî bistînim û bi vî hawî zêrên ku min dabûn, ez ê wan dîsa bi dest bixim.’ Di encama vê gemariyê de, rêçikên fransîsken û domînîkenêderketine holê. Cara pêşîn rêçika fransîsken û piştî pênc salan jî, rêçika domînîkenê, ji aliyê Papa ve bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin û naskirin. Damezranerê rêçika Fransîsken Ezîz (St) Francîs, ji bo karbidestên dînî mulkiyeta xwemalî (özel mülkiyet, private ownership) qedexe kiriye û piştî vê yekê, karbidestên vê rêçikê, hemû jiyana xwe bi sedeqeyan derbas kirine. Karbidestên rêçika fransîskenê yên pêxwas (parsek, ebeboz), ketin nav gel û dest bi waazên xwe kirin.

Rêçika domînîkenê jî, feqirî û belengazîyê mîna tiştekî xirab dihesiband û di dawiyê de, ev herdû rêçik di avahiya dêrê de bûne sebebê gelek guhertinan. Bi alîkariya wan rêçikan, dêr carekê din gihêjte wê girambarîya (rêzbarî) xwe ya berê û di Dadgehên Engîzîsyonê de cîhê xwe girtin. Di wê demê de, hinek rêçikên din jî derketine holê. Ew jî, li hemberî ramanên dêrê yên destnîşankirî radibûn û wisa dixwastin ku vegerin ser wê feqirî û rastiya dewra Hz Îsa. Li ser vê bûyerê, seferên xaçparêzan bi ser wan ve hatin şandin û dawiya wan anîn. Nimûne: Li bakûrê Fransayê, hemû bawermend an beşdarên tarîqata (rêçik) Ablînî hatine kuştin û ev komkujî, bûye sebebê hilweşîna rêçikên din jî. Bi damezrandina Dadgehên Engîzîsyonê re ‘P.M. 1233’ karê dadbarîyê (yargılama, judgment) jî, ji destê dewletê derket û kete destê dêrê. Ne tenê rêşaşîyên dînî, yên şexsî jî ketin bin kontrola Engîzîsyonê. Engîzîsyon xwediyê wê desthilatiyê bû ku dikaribû, şexs an komên ji rê derketî bi saxîtî bişewitîne. Bi vî awayî; bi hezaran kes bi hinceta ji rêşaşîyê, lê di rastiyê de ji ber ramanên xwe û beyî ku bikaribin mafên xwe yên parastinê bikar bihînin, bi saxîtî hatine şewitandin. 

Rêçikên domînîken û fransîsken jî, ji bo wan dadgehan; dadkaran (dadger, yargıç, judge) digihandin. Lewra di wê dewrê de, li keşîşxaneyan perwerdeyekê baş hebû û şagirt, baş perwerde dibûn. Piştî hilweşîna împaratoriya Romayê; di sedsalên 10 û 11an de, di civakê de çalakîyên nû dest pê kirin. Li mîrektîyên begên feodal û li yên pîskopostiyê, ji bo diristkirin û başkirina rewşa gel, xebatên birêxistî dest pê kirin û piştre jî, ji bo pêkanîna aşîtiyê xebat pêk hatin. ‘Aşitîya Xwedayî’ ya yekem, (P.M.) di sala 989an de, hate îmzekirin. Di vê dewrê de, dêrê hewl da ku jî nebaşî û gemarîyan, xwe rizgar bike û bigihêje erkên xwe yên resen. Bi saya wan xebatan, civakên xiristiyan xwe zindî kirin û rêya, seferên xaçparêzan hate vekirin. Seferên xaçparêzan (P.M.) di sala 1095an de, dest pê kir û dused (200) salan berdewam kir. Lêvegerandina rûmeta dêrê, armanca aşkere a wan seferan bû. Lê armanca veşartî jî; helandin û tunekirina nifûsa ku adapteyê sazûmana feodal nebibû, bû. Rizgarkirina warên pîroz jî (bajarên dînî û pîroz yên wekî Qudsê, tenê hincetek bû. 

Piştî sefera yekem a xaçparêzan, di bin rêvebirîya begên feodal de, artêşên nîzamî hatin damezrandin û rêderya, ji bo vê yekê hate hilbijartin. Biryara bikaranîna rêderyayê, bû sebebê geşbûn û pêşveçûna bajarên mîna Venedîk û Cenevîzê. Bi vî awayî, bajarên bazirganî û hunerwerîyê (sanayî, industry), xurt û fireh bûn û bi vê pêşketinê re, çanda çîna burjûvaziyê (bourgeoisie) dest pê kir. Ji dewra Romayê heta sedsala 11an, di warê erdên çandî de zêdebûyînek berbiçav nehatiye dîtin. Lê bi zêdebûna nifûsê re, bivênevê hemû erdên çandinîyê hatine çandin. Ji vê pêşketinê, xebatên çandiniyê jî sûd wergirt û di demekê kin de, tesîra xwe li bazirganîyê jî kir. Bi pêşengîya bajarên benderî, bazirganî xurt û fireh bû. Lewra di wê dewrê de, bazarên li derve jî, ji bo bazirganîya rojavayê, ji nû ve vebûn. Ev yek jî, encameke seferên xaçparêza ye.

Piştî sefera yekem a xaçparêzan ji ber bikaranîna rêyên deryayî, bajarên benderî yên îtalyan, gelekî zengîn bûn û bi vê yekê re, bazirganîya wî aliyê deryayê jî, dest pê kiriye. Danûsitandina bazarî, ku di navbera rojava û rojhilatê de pêk dihat, bi demê re di avahiya dêrê û a feodalî de, bû sebebê guherînên mezin. Hilberî û malên rojhilatî yên mîna biharat, îpek û misk, bi malên rojavayî re hatin pevguherîn. Bi saya vê yekê, li Îtalyayê bazirganîya rêderyayê xurt bû û ev yek, li bakurê Ewropayê bû sebebê Şoreşa Hunerwerîyê (Sanayi Devrimi, Industrial revolution). Bi geşbûna bazirganîyê, di civakê de ji bilî arîstokratan (aristocrat) ku ew jî xwediyê erdên çandinîyê bûn, tacîrên zengîn yên nû derketin holê. Endamên vê çîna nû ya civakî, li bajar û bajarokan diman.  

Ji ber vê yekê navê Burjûva ango, Esîlên Bajarî li xwe kirin. Bi demê re, mirovên burjûva li hemberî rêvebirîya çolwarî rabûn, serdestîya siyasî ji destê arîstokratan girtin û meclîsên xwe yên bajarî ava kirin. Ango komarên bûrjuvayî yên demokratîk, hatin damezrandin. Lê, ew meclîs ji hemû kesî re ne vekirî bûn. Encax mirovên tacîr, yan zengînên xwedan sermiyan dikaribûn beşdarê wê meclîsê bibûna. Encamekê seferên xaçparêzan yekê din jî, bikaranîna çêkên agirber (ateşli) e. Çekên agirber jî, bi tenê di hunerwerîyê de dihat hilberandin. Bi vê pêşketinê re, li wan bajarên hunerwerîyê; teknolojî jî xurt û geş bû. Herweha, li dijî şovalyeyan (knight), peyayên çekdar jî derketine holê. Di dawiyê de, beg û avahîya wan a feodal, cîhê xwe ji çîna burjûvazîya bazirgan re hiştin û ev çîna civakî, bû serwerê civakê.  

Jêder

1- Not û tekstên dersa dîroka Sosyolojiyê. Li zaningeha Egeyê.

2- Dîroka felsefeyê. Prof. Macît Gökberk. Pirt. Remzî. Rûpel: 141- 145.

3- Dengê felsefeyê- Ali Gurdilî- Weşanên DOZê – Rûpel: 108

Têbinî:

  • – Mûsawîtî: Mûsawîtî (cihûtî) jî, monotheîst e û wekî dihê zanîn; dînê xiristiyan bi gelek awayan ji dînê mûsawîtîyê derketiye. Tarîxa damezrandina mûsawîtîyê, 1500 salan berî Îsa Mesîh e. Dînê mûsawî jî, mîna çanda antîk, li dorhêla Behraspî û li dorhêla Fîlîstînê derketiye. Lê, dînekî neteweyî û qewmî ye. Ango, dînê qewmê îsraîlî ye. Bi vê taybetîya xwe, di nava yek civakekê de hatibû sînorkirin û li navçeyên din jî, belav nebibû. 
  • – Skolastîk: Koka bêjeya skolsatîkê ji zimanê latînî tê û di wateya ‘schola’ de ye. Wateya skolastîk jî; peywendiyekê dibistanî ye. Ango, ‘skolastîcus’. Ev felsefe, a dibistanê ye û ne lêger e û bi tenê felsefeyeke xwendandinê ye. 
  • – Bavxwedê û Kurxwedê: Sêmend, (Sêqolî, Trinitas, Teslis): Ev hêmanekê xiristiyanîyê ye û ji vê yekê re ‘yekîtiya sêmendî’ dihê gotin. Ango Xwedê, Kur û Ruhê Pîroz. 


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button