Beş û Ecolên FelsefêPhilosophia

Felsefa Çandê (Philosophy of Culture, Kültür Felsefesi)

Felsefa Çandê (Philosophy of Culture, Kültür Felsefesi)

Felsefa çandê (kulturê), bineşaxeke felsefê ye û bi awayekî giştî li gewher, wesf, naverok, avahî û berfirehbûna çandê vedikole. Meriv dikare bibêje ku hinek mijarên (qadên) vê şaxê û felsefa dîrokê, hevpar in. Herçuqasî binavkirina navê felsefa çandê nû be jî, xebatên li ser vê mijarê di dema philosophên berîya Sokrates da jî, hatine dîtin. Helwesta cudakirina ên surûştî û derxwezayî, ku wê demê li cem sofîstan hatibû dîtin, wekî destpêka vê çalakîyê (rahişmendî) dihê dîtin û pejirandin.

Ligel vê yekê, felsefa çandê (fr: Philosophie de la culture, tr: kültür felsefesi), di felsefa sedsala 18an da, gihêjtiye maneya xwe a esasî. Di sîstematîzekirina vê felsefê (philosophy, felsefe) da, bêguman rola Diltheyî gellekî mezin e. Li cem philosophên wekî Rousseau jî, ev philosophia vediguhere rexnekirina çandê û redda wê. Bi felsefa Nietzsche ra jî, ev qesidîn (meyl) berfirehtir dibe.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button