Sociology

Sîstema Kastê di Civaka Êzidîyan de

Alî Gurdilî

Her civak, xwediyê wesfên cuda yên madî û manewî ye û li gor wesfên xwe, xwe birêxistî dike. Avahiyên bingehîn (jêr) yên madî, pirî caran dibin destnîşankarê avahiyên jorîn. Sîstema aborî û awa (terz) hilberandina civakî, avahiya raser (jor) ya manewî destnîşan dike û saziyên jorîn yên wekî ol, kultur, ehlaq, zewac û hwd. di bin bandûra avahiya jêr de dimînin û bi vî awayî xwe didin der. Lêbelê, carinan hin xususiyet hene ku ne li gor vê qanûna civakî (sosyolojîk) in. Di vê rewşa beravajî de jî, avahiyên civakê yên jor ên wekî dîn û kulturê, di civakê de bêtir xwedîbandûr in û wisa dikin ku bi awayekî bêgav, civak li gor wê taybetmendiyê xwe birêxistî bike û wiha jî jiyana xwe bidomîne. Di civaka êzdiyan de jî, saziyên civakê yên jor (bilind) yên wekî dîn û kulturê, wisa xwiya dike ku bûne destnîşankarê saziyên bingehîn yên wekî aborî û karbeşiyê û meriv dikare bibêje ku civaka êzdiyan jî, xwe li gor vê yekê birêxistî kiriye. Divê neyê jibîrkirin ku civaka êzdiyan bêtir civakek dînî ye û bandûra rê û rismên dînî, di civakê de gelekî zêde ye. Di nivîsa xwe ya berê de, me bala we dabû ser ‘Saziya Birayê Axretê’ û em bi awayekî berfireh li ser vê saziyê rawestiyabûn.

Di vê nivîsê de jî, em ê li ser tebeqebûna civakî û sîstema wan ya kastê (pergala pileyan) rawestin û hewl bidin ku xwe bighînin hindek zanînîyên bingehîn yên resen. Lêbelê ji ber ku civaka êzdiyan, rastê zilm û zordestiyan hatiye, piştî demekê xwe ji derve re girtî ye û bûye wekî civakeke nenas yan jî civakeke ku nayê zanîn. Kêmbûna xwendin û nivîsandinê û qedexeyên li ser xwendin û nivîsandinê, rê li ber gihêjtina zanayiyên resen girtiye û qewlên wan yên resen, bûne wekî çavkaniyên bingehîn bo lêkolîneran. Lewma jî meriv dibîne ku di dewsa çavkaniyên wan yên nivîskî de, folkloreke wan a zengîn, qewlên wan yên hezar salan û kultureke wan ya devkî (zargotin) heye û vê zengînîyê, xwe bi vî rengî gihandiyê ta roja me ya îro.

Di destpêkê de divê em bibêjin ku cemeeta êzdiyan, ji ‘kast’tan’ (pergala pileyan) pêk dihê. Ev hiyerarşîya (pergal) pileyan, meriv dikare bibêje ku cara ewil di nav cemeetên serdema kevnare de hatiye dîtin. Lê di serdema me de, di cemeeta êzdiyan de hê jî hebûna xwe didomîne. Li jora herî bilind a pramîdê, ‘Mîr’ heye. Mîrîtî, ji bavan derbasê lawan dibe. ‘Şêx’ di cemeeta êzdiyan de, niha qasî 300 malbatî ne. Serokê şêxan, ‘Babê Şêx’ e. Wekî serokê ruhanî ye û alîkarê, Mîr e. Ji aliyê Mîr ve, tê wezîfedar kirin. Yek ji wan wezîfeyên Şêx ew e ku li Lalişa Nuranî û warên din, amadekirina şahî û dêlindêzên dînî yên cemeetê ye. Pîr, alîkarîya kar û barên, Şêx dikin. Ji Pîrên civakê yekî hildibijêrin, ku jê re Babê Çawiş dihê gotin û ev mirov, ji parastina Lalişa Pîroz berpirsiyar e. Qedrê Babê Çawiş di cemeetê de mezin e, lê zewac ji bo wan qedexe ye. Pîr, axlebî bi kar û barên revebirina civakê re mijûl dibin û di wextên xwe yên mayî de jî îbadetê dikin. Qewal, kalo ye, zilamên oldar yên rûspî ne. Li Lalişa Nûranî, beyt û qewlên êzdayetî dibêjin û li gundan, sembola Tawisî digerînin. Axlebî, ji malbatên Başika û Bahzaniyan dihên hilbijartin. Dema ku Qewal diçe gundekî, mîrê gund li mala xwe odeyekî jê re amade dike.

Di destpêkê de Qewal peykerê minyaturî a Tawisî Melek li ser cihekî bi cîh dike û peykerê mezin ê Tawisî Melek jî, ku li di nav gund de tê parastin, datînin kêleka a biçûk. Her senceqên (peyker) Tawisî Melek, navekî wan ê cuda heye. Navê navçe û heremên êzdiyan, li wan kirine. Wekî Zozan, Sincar, Moskow, Şêxan, Tebrîz û hwd. Dihê gotin ku di salên dawî de Qewal diçin welatên wekî Almanya, Holanda û Swisreyê jî û zikatê (xêrê) dicivînin. Ya rast, bi temamî kes nizane ku civandina zikatê kengê dest pê kiriye. Lê dihê gotin ku di sala 1840an de, osmaniyan baca ku ji mîrên êzdiyan distandin, zêde kirine û li ser wê biryarê, êzdî gelekî ketine tengasiyan. Piştî wê rojê jî, ji bo rojên teng û tarî, zikat hatiye civandin. Zikata ku hatiye civandin jî, ji bo avakirina cih û warên pîroz û parastina wan deran, hatiye bikaranîn. Di civaka êzdiyan de, tebeqeyeke din jî Feqîr in. Feqîr, xirqeya reş li xwe dikin. Şaşika reş li serê xwe girê didin. Wextê xwe bi piranî ji dua, îbadet û weazan re vediqetînin. Her tim di nava civakê de digerin û pirsgirêkên civakî yên ku derdikevin holê, çareser dikin. Feqîrî ji bavan derbasî lawan dibe û her feqîr xirqeya pîroz ku li xwe dike, heta mirinê dernaxe. Lêbelê, di cemeeta êzdiyan de tebeqeya herî balkêş, tebeqeya Koçeka ye. Koçek, derwêşên oldar in.

Ev nav ji peyvên ‘guh’ û ‘çak’ pêk hatiye. Wisa dihê bawerkirin ku ew bi razên dînî dizanin. Şîretan li gel dikin, weazan didin û gelê xwe perwerde dikin. Ji nav kesên ku ji gelek aliyên Kurdistanê hatine û li Lalişa Pîroz niştecih bûne, dihêne hilbijartin. Koçek, tirba Şêx Adî diparêzin, bi qewalan re sembola Melekî Tawus a çarmil a tûncîn û bi meşaleyên ku ji çirayan hatine çêkirin li gundan, li nav gel digerînin. Û bi vî awayî, gel li dora baweriya êzîdîtiyê dicivînin. Ji bilî vê yekê,  peydakirin û temamkirina her cure pêdiviyên Lalişa Nûranî jî, di nav peywîra koçekan de ye. Xilmetkar, tê wateya xizmetkar. Xilmetkar, xizmetên perestgehê pêk dihînin. Bi paqijî, spîkirina qubeyê û hwd. re mijûl dibin. Bi amadekirina donê dînî û pîroz re mijûl dibin. Xilmetkar, zêdetirîn ji gundên Başîk û Bahzan tên û vê xizmetê dikin. Feqra, jinên dîndar in û zewacê, li xwe heram kirine. Li Lalişa Pîroz dijîn. Li perestgehê qendîl û tiştên wekî fitîlên qendîlê çêdikin. Ji wan re ‘Dayê Kebanî’ an jî ‘Dadê’ dihê gotin.

Pîr, di merasîmên dînî de alîkarê şêxan in. Rê û rêzaniya êzîdiyan dikin. Ev peywîra wan e. Ji aliyê hurmetê ve, piştî şêxan tên. Di şûştina cenazeyan de, avê li destê şêxan dikin. Micêwir, ji tirbên li gundên êzîdiyan û ji Lalişê, berpirsiyar in. Di cemeeta êzdiyan de yên mayî jî, Mirîd in. Mirîd, bawermendên dînê xwe ne û bi kar û barên xwe re, mijûl in. Piştgiriya avahiya bilind (raser) ya dînî dikin. Helbet meriv dikare bibêje ku pergala pileyan (kast) a cemeeta êzdiyan, kêm be jî di dema me de hebekî hatiye guherîn. Lêbelê, divê ji bîr nebe ku civaka êzdiyan a kevnare û rê û rismên wan yên dînî, bi rêya vê pergala pileyan baştir hatiye parastin û bi wî hawî, zindî maye.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button