‘Şêx Ferz e, Pîr nisan e. Ferz e birayê axirete, ferzeke giran e. Sêxê me birayê me. Pîre me destdarê me. Xwedaye rebî ye her du dinyayê, tu pasaye min î.’ (1)
Êzdayetî (êzîdîtî), bawerî û dînekî kurdan a kevnare ye û dînekî (ol) yekxwedayî ye. Di nav bawerî û dînên kurdan de, yek ji wan dînê ku pirtûkên wan yên pîroz bi kurdî ne, dîsa dînê êzdayetiyê ye. Du pirtûkên wan yên pîroz hene, ku ew jî ‘Mishefa Reş’ û ‘Cilwe’ ne. (2) Li gor bîr û baweriya bawermendên êzdî, ew êzdî dihêne dinyayê, ku bi vê nêrînê re êzdayetî dibe dînekî nîjadî a kurdan. Lêbelê, hinek bawermendên êzdî jî, xwe wekî kurd nabînin û kurdayetiyê qebûl nakin. Bêguman, meriv dikare têbigihêje sebebên vê yekê û ev mijar, di siberojê de divê bi awayeke zanistî were vekolandin û bêtir zelal bibe. Wekî din, lêkolanên dawî nîşanî me didin ku îro, hinek erebên êzdî jî hene û ku bawerîya xwe, bi dînê êzdayetîyê dihînin.
Herweha, divê em bi awayeke misoger vê yekê jî bibêjin ku tu têkiliya êzdayetî, bi wan wesfên ku olperestên din li wan bar kirine re, qet tune. Bêguman kesên ku nexwestine têbigihêjine bawerî, felsefe û dînê êzdayetiyê, bi awayeke bêrawest êzdayetîyê, reş û xirab nîşan dane. 74 caran fermana kurdên êzdî rakirine, wan kuştine, mizginîya bihûştê dane kûjerên wan, keç û jinên wan rewandine, işkence û tehde li wan kirine û çi tiştên xirab hebûye, wan li êzdayetiyê bar kirine. (3) Berê, bi sed hezaran êzdî li her herêmên cuda yên Kurdistanê dijiyan. Mixabin a niha, hejmara wan daketiye çend hezaran. Çimku, pirraniya wan koç kirine Ewropayê, bûne penaber û mehkûmê jiyana mişextiyê. Niha, li her dera dinyayê belav bûne, di bin şert û mercên dijwar de, helw didin ku bi awayeke serbest ferzên çand û dînê xwe bijîn. Jiyana bajarî û Ewropayî, bi awayekî bêrawest jiyana wan diguherîne. Ne tenê li gundan, êdî li bajaran û metropolên mezin jî êzdî dijîn. Jiyana kozmopolît, bivênevê hinek rê û rismên wan diguherîne. Çimku wekî dînê îslamê mizgeftên wan, yan wekî dînê xiristiyanan, dêrên wan tune nin. Berê, ayîn û îbadetên xwe, li mala şêx yan pîrên xwe, pêk dianîn. Lê li metropolên mezin, îmkaneke wan a bi vî rengî, pir jî ne zêde ye. Lewma jî, bivênevê hinek rê û rismên wan, adet û toreyên wan, ferzên dînê wan dihêne guherîn, ku yek ji wan jî Saziya Birayê Axretê ye.
Sabiha Banu Yalkut civaknaseka hêja ye û bi salan, di nav êzdiyan de maye. Li civak û dînê wan, vekolaye. Xebatekê wê ya girîng jî, kitêba ‘Melek Tavus’un Halkı Yezidiler’ (Êzdiyên Gelê Tawisî Melek) e. Di vê gotarê de, bi awayekî giştî zanînên di kitêba ‘Êzdiyên Gelê Tawisî Melek’ hatine bikaranîn. Sabiha Banu Yalkut, derbarê Saziya Birayê Axretê de wiha nivîsandiye:’Di bin şert û mercên diasporayê de, saziya birayê axretê jî hatiye guherîn. Ji bo êzdiyên ku li çolter û gundan dijîn, saziya birayê axretê pir girîng e. Wekî komên ku ji hev dizevicin, têkiliyên di navbera çîna ruhban (oldar) û êzdiyên ku ne ji çîna ruhban in, sererast dike. Meriv dikare bibêje ku wekî saziya kirîvatiyê, xwediyê wezifeyekê ye. Çawa ku di kirîvatiyê de qedexeya zewacê hebe, di biratiya axretê de jî qedexeyek wiha heye. Ji ber ku biratiya axretê wekî biratiya esîl (rast, resen) dihê dîtin, têkiliya zayendî qedexe ye û wekî, têkiliyeke ensestê dihê dîtin. Ji ber vê yekê jî, pirraniya êzdiyan birayê xwe ê axretê, ne ji kasta (tebeqe, kom) xwe, ji kasteke biyanî hildibijêrin.
Ev sazî, pirî caran ji aliyê destûrmendên almanî ve nehatiye têgihiştin û hişê wan tevlihev bûye. Di serîlêdanên penaberiyê de, pirî caran ji ber vê sebebê tevlihevî derketine. Pirraniya êzdiyan zarokên birayê xwe ê axretê, wekî pismamên xwe ên nêzîk yan jî wekî zarokên xwe qebûl dikin û dixwazin ku wesayeta wan jî bigirin ser xwe. Ev rewş, ji aliyê destûrmendên dewletên Rojavayî ve baş nayê têgihiştin, fam nakin û ev yek, pirî caran di serîlêdanên pênaberiyê de dibe sebebê arîşeyan. Wekî kirîvatiyê sazîya biratiya axretê jî, li dîasporayê bûye bela serê êzdiyan. Biratîya axretê, di dema dêlindêzên definkirinê de roleka girîng dileyîze.’ ‘Ezdîyekî bi navê Cengizxan jî di qeyda bandê de, van zanînan dide me (Qeyda Bandê: 1994, Berlîn. Vegotina Cengizxan): ‘Di dema gorkirina cenazeyan de, birayeke axretê amade ye. Divê her kes birayekê wî/wê ê axretê hebe. Ger tu mêr bî, divê xweheka te, yan tu jin be, divê birayekî te ê zilam hebe û dibe ku, du bira jî bibin birayên hev yên axretê. Li cem me, birayê axretê pirr girîng e. Çimku em wiha bawer dikin ku meriv carekê din vedigere jiyanê. Teorîya reenkarnasyonê, ji bo dînê me gelekî guncan e. Mirov, xwediyê wê serbestiyê ye ku bi her awayî dikare birayê xwe ê axretê hilbijêre.
Mâfê her kesî heye ku ji bo xwe, keç an lawekî birayê axretê hilbijêre. Di vê xalê de ya girîng, ew e ku divê birayê we yê axretê miroveke baş, nefbiçûk, dilsaf be û divê miroveke pêbawer be jî, da ku meriv bikaribe baweriya xwe pê bihîne. Divê miroveke xwedîrehm be, alîkariya feqîran kiribe, kesî nekuştibe û xelkê, aciz nekiribe, be. Mirov dikare bi birayê xwe ê axretê re, tevgerên xwe yên baş û xirab, parve bike. Ji xwe, wateya birayê axretê jî ev e. Wate, meriv çi dike bi birayên xwe ê axretê re dike. Li milê din jî, hem tu jê berpirsiyar î û hem jî, ew ji te berpirsiyar e. Birayê axretê, destnîşankarê jiyana te a vegerê ye. Yanî, biratiya axretê kifş dike ka tu yê bi çi şeklî carekê din vegerî jiyanê. Yek jî, rola wî/wê a di civakê de gelekî girîng e. Birayê axretê, dema ku mirî dihê şûştin divê li wir amade be. Heke mirovek beyî ku birayê xwe ê axretê hilbijartibe miribe, şêx dibe birayê wî (wê) ê axretê. Mirîdek, birayê xwe ê axretê axlebî ji malbatên şêx yan jî mîr hildibijêre. Lewra, ji xwe bi wan re nikare bizewice û ev yek, wekî tabuyeka ensestê ye. Di dema hilbijartina birayê axretê de jî, em dêlindêzeke (merasîm) pêk dihînin.
Bi rêya dêlindêzên cenazeyan, irf û adetên me yên civakî bêtir bihêz dibin û xwe nû dikin. Ji ber vê çendê jî, guherînên ku di dêlindêzên cenazeyan de pêk dihên, di pergala me ya civakî de jî, dibine sebebê guherînan. Hiyararşîya ku di navbera kastan de heye, di dema definkirina miriyan de xwe dide der. Dema ku mirî dihê şûştin, şêx, pîr û birayê axretê li wir amade ne û dûayan dikin. Ev yek di şeklê dêlindêzeke de pêk dihê. Pîr, avê li laşê ê (a) mirî dike û şêx jî, dişo. Birayê axretê jî, ‘girêya serî’ girê dide. Em miriyên xwe, bi kefen dikin û kefen jî, li aliyê serî ve tê girêdan. Avêtina vê girikê, wezîfeya birayê axretê ye.Tiştekî din jî heye, bi mirinê re, mal û milkê mirove ku mirî ye, wekî diyarî ji şêx re dimîne. Bi wî awayî, mirîd û mezinekî dînî, dema ku dertêne pêşiya Tawisî Melek dibine wekî hev, yanî dibin wekîhev. Heke mirovek beyî ku ji xwe re birayekê axretê hilbijêre, çûbeber heqîya Xwedê, wê demê şêxê ku laşê ê (a) mirî dişo, dikeve dewsa birayê axretê û dibe, birayê axretê. Di vê rewşê de, avêtina girêka serî jî, dibe wezîfeya wî. Di rewşa dîasporayê de, ev tiştên ku em behsa wan dikin, dikarin ji aliyê papaz (keşîş) yan jî meleyekî ve jî werin kirin.’ (Qeyda Bandê: 1994. Cengizxan)
Li ser vê mijarê Sabiha Banu Yalkut serî li fikrên Şêx Cengizxan jî daye, ku wî jî li ser vê mijarê wiha gotiye: ‘Li gor baweriya min, dêlindêzên li welêt û yên li mişextîyê (sirgûnê), cihêreng in. Ez, cihêtiyeke dixime navbera wan. Çimku ez di wê qeneetê de me ku dînê êzdayetiyê dînekî şolwar e û di bajaran de, zêde berfireh nebû ye. Ev raman, dîtina min e. Ez dibêjim ji ber vê yekê ye ku îbadetxaneyên me tune nin. Yanî, ne dêr û ne jî wekî mizgeftan, îbadetxaneyên me tune nin. Heke li gund, şêx yan mîrek hebe, ku axlebî li her gundê me şêx û mîrekî me heye, kar û barên dînî û pîrozbahiyên me, li malên wan pêk dihatin. Ji bo şûştin û kefenkirina miriyên xwe jî, me pêdivî bi cihekî din nedîdit. Lê êdî em, ne li ser axên xwe ne. Mesela li Berlînê, em kêmnetewokek (ekaliyetek) biçûk in. Em nikarin, hemû li taxekî an li kolanekî rûnin, bibin niştecî. Li vir divê em bi awayekî cuda, xwe organîze bikin. Yanî ji bo me sazî, dem û dezge lazim in. Hebekî din, divê em bi awayekî profesyonelî bifikirin.
Gorên (tirb) xwe jî, wekî berê em êdî nikarin çêbikin. Merasîmên (dêlindêz) ji bo miriyan û demên sersaxîyê (serxweşî), divê hemû biguherin. Dema ku em li gundên xwe bûn, wextê me hebû û me hemû ferzên xwe, bi temamî bicîh dianî. Çawa ku min berê jî gotibû, mesela dema şûştina miriyekê, divê şêx, mîr û birayê axretê, li wir amade bin. Pîr, avê li laşê ê (a) mirî dike, şêx dişo û birayê axretê jî girêya serî diavêje hindava serê ê (a) mirî. Lê li vir, hema tu şêx yan jî mîrekî bibinî bo şûştina miriyekê xwe, tu bisiûd î. Wê demê, ew wezîfeya her se kesan jî, bi cih dihîne. Mînakeke din jî, meriv dikare derbarê şîngirtinê de dertê holê. Li gundan, demekê dirêj me şîna miriyên xwe digirt û em, bi rojan wiha nedixebitiyan. Gundî, diciviyan û me, şîna xwe digirt. Li vir (Berlîn) îmkana me tune, ku em tiştekî wiha bikin. Wate, wext û îmkana me tune. Heçî carinan êzdî ji bo şahî yan şînên xwe, ji bo mehekî an du mehan, odeyekî kirê dikin. Lê meriv nikare ji bo demekê dirêj tiştekî wiha bike. Divê meriv, li gor şert û mercên Almanyayê tevbigere û dêlindêzên xwe jî, li gor van şertan pêk bihîne.‘ (Qeyda Bandê: 1994- Şêx Cengizxan)
Li ser meseleya ‘Birayê Axretê’ Semiha Banu Yalkut, wiha berdewam dike: ‘Di gotinên Şêx Cengizxan de, wiha tê destnîşankirin ku êzdî heke bixwazin ku di ‘welat’ê xwe yê nû de cihê xwe saxlem bikin, divê ew bêgav in ku li gor şert û mercên Almanyayê xwe biguherînin. Niha, guherîneke mezin di civaka êzdiyan de xwe dide der û dema ku meriv ji xort û ciwanên êzdî ku li Almanyayê hatine dinyayê û mezin bûne, pirsa meseleya ‘Birayê Axretê’ dike, yan pê nizanin û yan jî, dibêjin ku wateya vê saziyê bo me nema ye. Dema ku ez li rewşekê wiha rast hatim, min serî li dê û bavê zarokan jî da û min derbarê vê mijarê de fikrê wan jî pirsî û derbarê vê mijarê de jineke êzdî wiha qala vê mijarê kir: ‘Li vir, tu îmkana me tune ku em wezîfeyên bi vî rengî bi cih bihînin. Şêxê ku miriyan bişo, ew dikare bikeve dewsa (şûna) birayê axretê jî. Ger şêx û pîr, tunebin jî divê meriv miriyan binax bike, divê meriv wan biveşêre. Îmkan tune ku em rabin hemû irf û adetên xwe, li vir jî bidomînin. Guman nîne ku li wê dinyaya din, dema em derkevin mehkemeyê pêşberî Tawisî Melek, wê ew jî têbigihêjê ku îmkana me a vê yekê tune bûye. Êdî, wê li gor vê rewşê me mehkeme bike.’
Li gor bîr û baweriya civaknasa Semiha Banu Yalkutê, sê sebebên mezin di guherîna saziya birayê axretê de xwe didin der. Yek ji van sebeban, di dema pirsên me yên derbarê vê mijarê de xwe nîşan dide. Meriv dibêje qey dema ku bi van hevokan dihesin, şerm dikin. Çimku, biratiya axretê êdî kevin bûye û bûye wekî adetekî demborî (demode). Wiha difikirin ku saziya birayê axretê, êdî ne li gor jiyana modern û laîk e. Sebebê duyem jî, qelsbûn yan jî tunebûna têkiliyên bi malbatên şêx an mîran re ye. Yanî wekî berê, têkiliyeke wan bi hev re tune. Mesela li Berlînê, dêlindêzên cenazeyan, ji aliyê mezinên civakê ve tê birêvebirin. Ji ber vê yekê jî, tu taybetmendiyeke têkiliyên wan bi şêx û mîran re nema ye. Ji ber ku, zewaca bi birayê axretê re qedexe ye û wekî tabuyeke dihê dîtin, êzdî naxwazin ku ji pismamên xwe yên ku dikarin bi hevdu re bizewicin birayên xwe yên axretê hilbijêrin. Di vî warî de, ji xwe gelek tabu (qedexe) hene û ne baş e ku meriv, wan qedexeyan berfirehtir jî bike. Sebebê sêyem jî ew e ku bala êzdiyan, êdî zêde ne li ser biratiya axretê ye. Mêriv dikare bibêje ku ev rewş dide xwiyakirin ku civaka êzdiyan wekî şêx, mîr û mirîdan, xwe birêxistî kiriye. Niha jî, di demajoya guherîneke mezin de ye. Dibe ku avahiya civaka êzdî, li dîasporayê xwe li gor şert û mercên wê derê biguherîne û adetê ‘Birayê Axretê’ jî, li gor vê rewşê biguhere.’ (4)
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 30.04.2023
Têbinî: Di ilmê sosyolojiyê de sazî, bi du wateyan dihê bikaranîn: Yek wekî dibistan, şirîkatî, mizgeft û hwd. Ya duyem jî wekî ol, ehlaq, malbat, siyaset û hwd. ku bûyerên civakî ne.
- Çavkanî:
- Yek ji wan Qewlên Êzdiya Ye. http://yeziden.de/forum/index.php?page=Index
- https://ku.wikipedia.org/wiki/%C3%8Azd%C3%AEt%C3%AE
- Newaf Miro: http://www.felsefevan.org/cima-peyva-neqenc-yan-azazil-li-ezdiya-kirine-bar.html
- Sabiha Banu Yalkut (Melek Tavus’un Halkı Yezidiler). Rp: 80-86. Weş: siyahbeyaz. Stenbol.