Tesîra tevgera Hebûnparêzîyê (Egzîstansîyalîzm), li ser nêrîna Postmodern yan jî Postmodernîzmê heye. Ê baş e, bi çi şeklî yan jî bi kîjan ramanên xwe, tesîrê li Postmodernîzmê kiriye? Di Hebûnparêzîyê de, du têgihên sereke hene, ku ew jî hebûn (heyîn, varlık) û çêbarî (mahîyet, wesf) ne. Hebûn, objekta heyî pênase dike. Mînak: Çêlek, heyînek e, hebûnek e û çêbarîya (mahîyet) wê jî, ji heyînên din cuda ye. Lê şîrê wê a ku tê dotin, dikare bibe çêbarîya (mahîyet) wê. Hebûnatî, ji tunehîyê behsa bûyînê dike. Mahîyet jî, bi ‘çawanî’ê re têkildar e. Li gor nêrîna Hebûnparêzîyê ji bilî mirovan, tevahîya heyînên din cara pêşî mahîyeta (çêbarî) xwe pêk dihînin û piştre, hebûnatîya wan pêk dihê.
Ji bo mirovan jî, pêşî hebûnatî pêk tê û mirov, mahîyeta xwe jî bi destê xwe, pêk dihînin. Pêşî di hişê (zêhn, mind) xwe de, tesewir dikin û piştre jî, mahîyeta xwe pêk dihînin. Lewma jî hemû pêhatî (olay, event) û bûyerên (olgu, fact) civakî (sosyal) yên mîna îdeolojî, dîn, zanist, huner û felsefe, hilberên keda mirovan û çêbarîya (mahîyet) wan in. Bi gotineke din: Kesên ku heqîqetê pêk dihînin, mirov bi xwe ne. Bi wan dîtinên xwe re, meriv dikare bibêje ku Hebûnparêzîyê tesîrekê mezin li Postmodernîzmê kiriye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 30.04.2023