Nietzsche: Xurtemerd, Redda Îdea, Cogito, Numen, Vîn û Aqil
Friedrich Nietzsche, dijberîya tevahîya kevnoşopîya Felsefeya Rojavayê û metafizîka wan kiriye. Lewra li gor nêrîna wî, dîroka wan bi şaşî û têgihiştinên çewt, dagirtîye. Loma jî, em dibînin ku arîşeya ‘nirxandina nû a nirxan’ xwe daye der. Ji ber ku metafizîka Rojavayê, bi sedê salan li dorhêla heqîqet û hebûnê pîyase kiriye, ji dema Sokrates ve rêya dijberîya jiyanê daye ber xwe. Li cem Platon îdea, li Serdema Navînî aqil, li cem Descartes cogito, li cem kant numen, li cem Schopenhauer vîn û li cem Hegel jî, geîst. Xalên li jorê, bi tevahî ew rapeyv in ku nirxên jiyanê kêm û bêqîmet dikin in û bi kêrî vê yekê, dihên. Em dizanin ku di navenda mirina Xwedê de, arîşeya nihîlîzmê (hîçparêzî) heye û bi vê yekê, nirxên ku hene bi, tevahî maneya xwe wenda kirine. Lewra heta dema Nietzsche zemînê maneyê rapeyvên mîna Xwedê, îdea, numen, cogîto, numen, vîn, aqil û geîst in.
Bi mirina Xwedê re, tevahîya rapeyvên ku hene maneya xwe wenda dikin û nihîlîzm, dibe sebebê krîz û kerasetên mezin. Rêya xwerizgarkirina ji wê krîzê a ku nihîlîzm dibe sebebê wan, hatine ‘Jormirovî’ ye, hatine ‘Xurtemerd’ e. Lewra encax jormirovî dikare nirxên nû, nirxên me yên mirovî biafirîne. Encax ew dikare nirxên me yên nû, deyne şûna berê yên kevneşopî ku nirxên koletîyê ne. Lewra ev yek, bi nirxandinên metafizikî û teorîyên dinyayekê din, çênabe. Ew bûhran, dê bi hatina Jormirovî (Xurtemerd) ji holê rabe, ku Jormirov xwedîyê ‘vîna hêzê’ ye û bi awirekê erênî, li ‘vegera bêdawî’ mêze dike.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 26.04.2023