Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Mahabad Felat ra

Hevpeyvîn: Alî Gurdilî

‘Heya em nezanên dîrok û çîroka xwe bin; heya em xwe bi çîrokên dagirkeran ên li ser dizî û derewan hatine honan ve pîne bikin û paxav bi rastiya xwe û rastiya kurd nekin, em ê her bindest bin, di nav wê bêrûmetiya bindestiya xwe de bigevizin û ber bi tunebûnê ve biherikin. Jîyan hilbijartin e. Hilbijartinên mirov çi bin mirov jî ew e. Yê bêrûmet û tune dike jî, yê birûmet û serbilind û şanaz dike jî, ev hilbijartinên me ne.’

Mahabad Felat

1- Em dizanin ku di avakirina medenîyêtê da, tesîra dîn û rituelên dînî, gelekî zêde ye û loma jî, meriv dikare bibêje ku dîn, medenîyetan ava kiriye. Lêbelê, em dibînin gelek medenîyetên ku bi tesîra dîn ava bûne, roja îro hê jî di tarîya Serdema Navê de ne û rêya xwe, şaş kirine. Gelek welatên rojhilatî, nimûneyên berbiçav in ji bo vê rewşe. Li cîhana rojavayê jî piştî şerên dînî ên sedê salan, bi rêya renaissance û reformê, rojavayîyan dewletê û karûbarên dînî, ji hev cuda kirine û piştî demajoya secularizationê, arîşeyên xwe ên dînî çareser kirine. Herçuqasî dêr û dîn hebe jî, em dibînin ku nema dikare destê xwe dirêjî jiyana civakî û ferdî bike. Mixabin, hem li Rojhilata Navê û hem jî, li Kurdistanê, ev cudahî heta a niha rû nedaye û dewlet, dewletên dînî ne. Girêdayî vê xalê em dibînin di van çend salên dawî de, li gelek deverên Kurdistanê jî, bizavên îslamî ên radîkal, bêtir xurt dibin. Gelek caran jî, wekî sembolekî behsa Selahaddînê Eyûbî dikin û xizmeta wî, dipesinînin. Gelo em kurd, ma em jî mecbûr in ku wekî ên berê bikin û bûyera dîn, wekî havêyna netewetî û netewkarîyê bikar bihînin? Yanî, qey rêyeke din tune gelo?

Bersîv: Me her tim bi awayekî erênî qala şaristaniyê kiriye. Ev ne tiştekî şaş e, lê kêm e. Belê gelek pêşkeftinên grîng û mezin li ser bingeha şaristaniyê bûne, reng û teşe dane jîyanê, mora xwe li ser dîrok û çîroka mirovahiyê xistine. Lê şaristanî bixwe jî ne bêyî kêmasî û ne jî ji sedî sed erênî ye. Loma divê bi çavekî rexneyî jî bikaribe bê nirxandin. Ji bo vê eger mirov li vedîtin û çêkirina amûrên şer, zanista ku ketiye bin bandora desthilatdariyê, derfetên ji bo desthilatdarî û dagirkeriyê ava bûne, encamên van û rola dîn di van hemû pêvajoyan de lêbikole û bibine, wê mirov vê rastiyê jî hîn zelaltir bibine. Belê, di avabûna şaristaniyê de dîn xwedî bandoreka mezin e. Lê şaristanî ne ji ber pêdiviyeka dînî, lê di bingeha xwe de, ji ber pêdiviyeka civakî û bi herikîna pêşkeftina civakê re xwe daye der û bi pêş ketiye. Ango ji ber pêşkeftina jîyanê û pêdiviyên jîyanî ên ku nikare rê li ber bê girtin daye der. Ol, ji bo xwe di nav civakê de bikaribe bi cî bike, li paş vê pêşkeftinê nemine, di vê herikbariya pêşkeftina civakî de li qerexan nekeve û ji civakê qut nebe, ji destpêka dîroka tê zanîn û heya niha ve û di her dem û serdemên dîrokê de dîn jî, neçar maye hin gavan bavêje, ango xwe lê bîne. Lê ev rastiya dîn binixumîne jî, ji holê ranake. Bi tenê mirov bikaribe û biwêribe li binê tiştên nuxumandî binêre û lê bikole. Lewre ev xwelêanîneka ne ji dil e, lê manîpulatîf e. Xwe lê tîne, ji bo derfeta lixweanînê bibine, an biafirîne. Ango xwe lê tîne ji bo bikaribe li xwe bîne: Îroj jî ev rastiya dîn neguheriye. Yan na, di nav pêşkeftinên civakî û şaristaniyê de, ji ber tirs û pirsên mirovan, dîn bi temamî wenda nebe jî, wê zede ne xuyayî û ne bi bandor be jî. Heya carekê ku derfeteka din bibine. Bandora dîn a li ser şaristaniyê zelal e, lê ev bandor bingeha xwe ji vê rastiyê digire. Tişta nayê guftûgokirin jî ev rastî bixwe ye. Lewre ev rastî li ser xeteka pir zirav e ku pire caran nayê dîtin, an nikare bê dîtin.  Loma jî, pire caran encamên pir objektif ji gotûbêj û nîqaşên li ser dîn û bandora dîn dernakevin. Ev yek pişta olê xurt dike. Piştî diqewime, ango careka din derfet bi destê dîn dikeve, dîn wê demê bandora xwe nîşan dide û ne tene nîşan dide, lê li ser civakê jî ferz dike. Bi gotinê nebe, bi şûr ferz dike.

Dîn, ji bo bikaribe hebe, pêdivî bi civakê dibine û ji bo bi hêz û mayende be jî pêdivî bi tirsên civakê dibine. Civakê û li gel hemû fenomenên xwezayî, di nav dogmatîzma xwe de difetisîne. Dîn, her dem di nav hewldan û keftelefteka mezin de, hewl daye li gor nêrîn, daxwaz û armancên xwe reng û teşe bide civakê û ji fenomenên xwezayî re bersivên li gor xwe û ji derî zanistê bibine. Ji bo bikaribe di vê de bi ser bikeve, her tim an desthilatdar bûye, an jî hevpar û hevkarê desthilatdariyê bûye. Îroj jî di bingeha xwe de tiştekî neguheriye. Li Ewropayê jî, hebûn û bandora Vatîkanê ya li ser civak û siyasetê vê rastiyê piştrast dike. Hin deman, di nav hemû olan de hin guherîn bûne, bandora wan a li ser civakê jî li gor van guherînan kêm an zede bûye, lê di armanc û daxwaza wan a reng û teşedayîn û birêvebirina kes, gel û civakê de tu tiştekî neguheriye. Dîn, rê li ber pirsên mirov û civakê digire, civakê bi bersiv û alternatîfên xwe ve bi sînor dike. Civak, ji ber tirs, nezanî û pê ve girêdayî newêrekî û lawaziyên xwe, xwe bi dîn û bersiv û alternatîfên dîn ve girê dide û piştî demekê jî êdî civak dîle dîn e.

Dîn pirsan li civakê qedexe dike, lewre pirs mamê gur e û bi tene hêza dîn pê dikare (!) Loma jî, li gor dîn, bersivên rast ên hemû pirsan ji aliye dîn û nûnerên dînî ve dikare bê dayîn.

Dîn, şaristaniyê timî weke diyariyeke xudayî, nirxandiye û hemû bersivan jî bi vê ve girêdayî, di vê çarçoveyê de daye. Pêdivî bi rê û rêbazên rexneyî nediye. Vê wek gunehbariya herî mezin nirxandiye û daye ber gel û civakê. Lewre di dîn de lêpirsîn nîne, lêpirsîn kufr e. Ji bo dîn, baweriya mutleq a bêyî pirs û lêpirsîn û lêkolan, girêdan û baweriya herî maqûl e ku ev jî rengekî din û ya herî erjeng a dîlbûn û dîlgirtinê ye. Lewre piştî wê dîn êdî li ser vîna mirovan desthilatdar e. Lewre dîn dogmatik e û ji vê pêve tiştekî din nîne. Ew rastiya ku di navbera pêşkeftinên şaristanî û rêlibergirtin û astengkirinên olî de weke paradoksek derdikeve holê jî, dogmatîzma dîn e. Loma jî, dîn nikaribe rê li ber tiştekî bigire, an tune bike, hewl dide bike bin bandora xwe, bikar bîne, pîç û pûç bike, reng û teşe bidê û bi civakê bide xwarin. Bi vî rengî rê li ber pêşkeftina civakê ya bi vîna azad a li gor rêbaz û zagonên xwezayî tê girtin. Civaka ku ji xwezaya xwe hatiye bidûrxistin, êdî ne li hişê xwe ye, gêj e û loma jî ne wekî xwe ye. Dîn, tevgera herî mezin a bêhişkirin û gêjkirinê ye. Ev yek di kesayetiya dagirkerî û desthilatdariyê de jî heye û yek ji hevpariya herî mezin a navbera dîn û desthilatdariyê ye. Lewre armanc yek be, rê û rêbaz jî yek in û li ser wan jî hevparî û pêre jî hevkarî diafire. Caran ji ber parvekirinê û baweriya bi hêza xwe di navbera wan de nakokî û heya şer jî derkeve, ev vê rastiya wan naguhere, di encamê de dîsa li ciyekê digihêjine hev û li hev dikin. Lewre yek bêyî yê din kulek e. Û ev yek, tariyeka ewçendî mezin afirandiye ku ev pirs jixwe nayêne bîra me jî; “eger ne dîn buna wê mirovahiyê alternatîfeka çewa biafirandana? Ev alternatif wê di pergal, exlaq, rêxistinî û pêşkeftina civakî de xwedî bandoreka çewa buna. Ango bêyî dîn dikaribû alternatîfeka din bê dîtin? Ev dê ji dîn û bandorên dînî erênîtir û baştir buna an na?” û gelek pirsen di vê çarçoveyê de hîn jî li bersivên xwe diğerin. Lê heya pirs neye kirin, bersiv xwe nade der. Ji bo pirsê jî wêrekî û zanîn divê. Lewre zanist û wêrekî cêwiyên heman hêkê ne.

Zanist pirs e. Pirs hêz e. Dîn tirs e û tirs lawazî ye, loma ku naafirîne, ava nake, bi pêş naxe, stewr e û difetisîne. Tirs û pirs weke şev û rojê ne. Yek hebe yê din tune dibe. Û dîn tarîtî û pere jî dogmatizm bixwe ye. Dikare bi zeraqa sibê re hebe, lê zede najo û bi derketina rojê re bi temamî wenda dibe. Aha hebûna dîn a destpêka şaristaniyê jî ev e, ango heya zeraqa rojê ye.  Ji ber van hemiyan e ku her çendî dîn di şaristaniyê de xwedî bandor be jî, li gor armanc û xwezaya xwe, piştî demekê êdî difetisîne. Serdema Îngîzîsyonê (Inquisition) ev bû û ronesans (renaissance), di nav wê serdema tarî de bû hilmek, bû çirûskek, bû zeraqa rojê û bû encamek ku Ewropa li ser wê encamê şîn û geş bû. Di navbera xirîstiyanî û îslamiyetê de 600 sal heye. Dema xirîstiyanî 1400 salî bû, di dema xwe ya herî tarî de bû. Vatîkan û hemû dêrên pêve girêdayî, bi tenê zilm vedireşiyan bi ser Ewropayê ve. Komkujî, bi êşkenceyê parçeparçekirin û bi xweşî şewitandina mirovan û bi taybet jî ya jinan êdî tiştên ji rêzê û rojane bûn. Ev heya sedsala 1700î jî berdewam kir. Derz, di çaryeka pêşîn a sedsala 1500î de bi Martîn Luther û tevgera protestan re li pergala îngîzîsyonê ket û piştî ronesansê û şoreşa îndustiriyê, ev pêla erjeng û kambax şikest, lê bi sedê salan ajot û bû sedema gelek rûdanên dermirovahî. Mijar dirêj e, lê pirs ne li ser vê mijarê ye û ev nayê wê wateyê ku ji bo civaka musulman jî bikaribe ronesansa xwe bijî divê 200-300 salên din jî derbas bibin. Na! Heya armanc û bandora îslamî ya împeryal neşikê, heya îslamiyet ji bo gelek dewletan sedema hebûn û dewlemendiyê be, hezar salên din jî derbas bibin wê ev şer û ev nakokî pêl bi pêl bi ser civaka Rojhilata Navîn ve werin. Heta îroj rîska ku xwe berî ser Ewropayê jî bidin ne kêm e êdî. Bi şer, koçberî û penaberiyê re, Ewropa êdî ne bi tenê cî û warê xirîstiyanan e, hejmara musulmanan, camî û îbadetgehên musulmanan îroj li Ewropayê jî pir zede ye. Bi dehhezaran kes li Ewropayê, di van camî û îbadetxaneyan de, bi polîtîkayeka navdewletî tên birêxistinkirin û diçin tevlî rêxistinên çekdar ên cîhadîst dibin. Li Ewropayê jî di gelek êrîşên çekdar de gelek sivîl hatine kuştin. Welatekî wekî Swêdê îroj radeya rîska êrîşên terorî derxistiye ser 4an ku ya herî bilind 5 e. Çima? Di bingeh û destpêka îslamiyetê de şûr, talan, dagirkerî, înkar û tunekirin heye. Ev di destpêk û bingeha xirîstiyaniyê de tuneye. Herçendî nêrînên Petrûs bandoreka mezin lîstibin jî, Piştî navenda xirîstiyaniyê bû Roma-Vatîkan, şûr dane kêleka încîlê. Her tişt encama xwe diafirîne. Petrus jî, ji bo bikaribe li ber zilma Romayê li ber xwe bide hin tişt gotin, lê ew jî di ber zilma Romayê re çû.

Baş e çare çi ye? Li gor min çare li gel xwedîderketin, parastin û bipêşxistina rastî, nirx û rûmetên xwe yên resen, pirrengî, sekularîzm û tolerans e. Lê ev jî bêyî hişmendiyeka pêşketî ya li ser bingeha rastiya gel û civakê û bi rê û rêbazên xwezayî û zanistî şînbûyî, ne pêkan e. Loma divê bi taybet jî em kurd bixwînin, pir bixwînin, him xwe û hin cîhanê, jîyanê binasin, jê nerevin, lê xwe lê bînin, di her warî de bi pêş bixin, bi pêş bikevin. Ev jî bi xweşibandina dagirkerên xwe ve ne pêkan e, lê rîska herî mezin e ku pîç û pûç û tune dike. Wekî din jî; bavê min digot, “xelq li dînê xwe siwar bû û bû dewlet, me dînê xelqê li xwe siwar kir û em bûne kole”. Aha kurteçîroka me û îslamê jî, Selehadînê Eyyubî jî di nav de, ji vê pêştir tu tiştekî din nîne. Loma ku em divê xwe ji vî kirasî rizgar bikin. Ji bo baweriya kesekî tiştek nabêjim, lê ev kiras li me nayê. Ev kiras bi darê zorê li me hatiye kirin û di nav sedan salan de êdî bêyî vî kirasî jimetirê em ê tazî bimînin. Lê ev kiras e ku timî ketiye ber lingên me, em litimîne û bi dev û rû li devê kevir û zinaran ketine! Roja me dev û dest ji xwedayê xwe berda, xwedê jî dev û dest ji me berda û em, li bazarên herî gemmar, li ser dezgehên herî gemmar, bûne malên bazarê.

Lixweveger xîret e, rûmeta herî mezin û rêya hebûn û mayîna me ye.

2- Di peyameke xwe a di malpera facebookê da, tu behsa tesîra ‘mêjiyê stalînîst a salên 70/80´yî’ dikî û wiha dibêjî: ‘Ji bo vê hilbijartinê pir tişt dikarin bêne gotin. Bi hêrs û xemgîn im, ne ji ber lîstik, dek û dolab û hewldanên dagirkeran, ew karê xwe dikin. Ya şaş û malxirabî ku hêviyeka piçûçik jî ji wan were kirin e. Lê ji ber rebeniya me bi hêrs û xemgîn im, pir! Lewre hezar mixabin ku ew mêjiyê stalînîst ê salên 70/80´yî, ji derî xwe tu tiştekî din ne dipejirîne ne jî xweş dibîne, rexne û pêşniyazan jî wekî êrîş û xiyanetê dinirxîne. Yê dibe talo dîsa xwediyê rexne û pêşniyazan e, ew her dibêjin “êzingê min”! Tiştek neguherî mixabin.’ Gelo mejîyê stalînîst a salên 70/80’î, çi tesîrê li bizava kurdan kiriye?    

Bersîv: Hişmendiya stalînîst bi tene mînakek e, lê mînakeka bi bandor e. Ya grîng, divê bê dîtin ku, “dar li ser koka xwe şîn dibe”. Mirov dikare ji dîrokê, ji bûyerên dîrokî dersan bigire, mînakan hilîne, encaman jê derîne. Lê divê mirov wan li rewşa xwe, li civaka xwe, li serdema xwe, li armanc, hêvî, xiyal, bendewarî û li rastiya xwe ya civakî bîne, lewre ev in yên divê bingeh bene girtin, lewre ew rah û bingeh bixwe ne. Dûrketina ji wan, ji bo çi, li ser navê çi, bi çi rengî dibe bila bibe, dûrketina ji xwe, ji rastî û hebûna xwe ye ku ev jî nabe tu çareserî lê dibe malxirabî û tunetî. Lomaye ku divê mirov xwe bingeh bigire, nebe dûvik an jî kopiyeka xirab a îdeolojî, nêrîn, bawerî û tevgerên ji derveyê rastiya me ya civakî. Eger mirov bibe çi dibe? Mirov ji bikaranînê re heya dawî vekirî ye wê demê. Wê demê wê hêz û girêdana gel a bi ked û xwînê, lehengî û fedakariya mezin jî, heya ciyekê têre bikin. Keda li ser zeviya xelqê cenanî ye. Têkoşîna ji bo zeviya xelqê xulamî ye.

Yan ji bo xwe yî, yan tune yî. Yan kurd î, yan ne tu tişt î.

Felsefe û nêzîkayiya li rastiya kurd û bindestiya kurd ne ev be, encam malwêranî ye. Ji bo van hemiyan jî zanîn û têgihiştina li ser bingeha dîrok, çîrok û rastiya gel û welatê xwe grîngtirîn in. Lewre ev zanîn û têgihiştin bi xwe re bîr û boçûna netewayetî, hev û du dîtin û pejirandin, tolerekirina cudahiyên navxweyî, bipêşxistina berjewendiyên hevpar ên netewî û hevkariyeke li ser bingeha van rastiyan derdixe holê. Ya ji me kêm e jî, hezar mixabin ku ev e. Lewre em ne bi tenê di bin bandora stalînîzmê de mane, lê em pir zede di bin bandora kemalîzmê û ummetiyê, ango îslamiyetê de jî mane.

Palan li hespê nayê û jixwe hesp jî palan li ser xwe nagire. Lê me, kirasên ne li ser me hatine dirûtin, ne motif û ne rengên me ne, ji xwe re pejirandine, loma em wisa mane bêreng û bê teşe.

Rast e di mercên tevlîheviyên civakî û şer de hin tişt ne pêkan in, rewşa heyî destura hin tiştên mirov xiyal an hêvî dike nadin, ev ne ecêb e. Lê dema tu pirrengî û demokrasiya ku ji bo wê şer dikî, bedel didî, daxwaz û hêvî dikî di nava xwe de pêk neynî û hemû kesên ji derî xwe jî wekî dijber û dijmin bibînî, binirxînî, wê demê tu cudahî di navbera te û oldarekî, an mirîdekî de namîne. Ew jî herkesên ji derî xwe wekî kafir dinirxînin. Kesên ne musulman bin, nikarin herin bihuştê û heta bi hetayê wê di agirê dojehê de bişewitin. Êdî ne grîng e li vê dinyayê çendî baş û bi kêr û pak û paqij bûne. Ne musulman be, bes e ji bo bişewite. Heta li vê dinyayê jî qetla wan tê helalkirin û bi rengekî herî erjeng, ev tê pêkanîn jî. Tu ji bo gel heyî, xizmetkarekîyî, ne serdestê gel û nirx û rûmetên gel î. Lê ku çi bejin ew rast be û wekî din her tişt derew û dijminahî be, ev herî kêm bi qasî dîn dogmatîzm e.

Stalînîzm jî dikare li gor serdema xwe bê nirxandin, lê pîvan û kiryarên wê, ji bo civak û serdema wê ne. Pêkan e ku ji bo wê demê û bi taybet wê civakê ew nêrîn û ew kiryar divêtiyek jî bûne û bi kêr jî bûne, lê ne serdem ew serdem e û ne jî civak ew civak e. Di salên 1960-70-80’yî de asê mane û difetisin, difetisînin.  Jîyan guherîn e, pêşketin e. Tişta tê kirin, dijayetiya vê dîyalektîkê ye, lê tu hêzek nikare xwe li ber vê diyalektîkê bigire, yan diguhere, yan tune dibe. Tişta nayê têgihiştin jî ev e mixabin. Ev ji bo hemû nêrîn û îdeolojiyên din jî derbas dibin.

Dîn û îdeolojiyên ji derî rastiya civaka kurd kodên civaka kurd hack kirine, bername nemaye. Axir û hezar mixabin giyayê hewşê tal e, lê ya rastî, ne ji giyayê hewşê be, me ne tu hal e. Beriya her tiştî hişmendiya netewî, paşê çanda demokrasiyê, lihevborîn, hevkariya li ser hevpariyan û tolerans, rêya serkeftin û azadiyê ye.

3- Di nivîsa xwe a ‘Awiek û Sofî’ da, tu behsa tesîra sofîzma jiyana kurd’ dikî û dibêjî, li ser bingeha sofîzma jiyana kurd, fîlosofîya xwe bi pêş xistine û jiyana wan jî, geş bûye û bi pêş ketiye. Ji kerema xwe, tu dikarî vê ramana xwe hinekî bi berfirehî şirove bikî?

Bersîv: Di çand û baweriya kevnar a kurdî de gotinên mîna xwedawend, kal, pîr sofî, gotinên nav û nîşanê, yên rûmetdayîn, rêzgirtin û roldayînê ne. Ango kesên sofî, kal, pîr, an xwedawend, di nav civaka kurd de xwedî rol û berpirsyarî ne. Rêberiya civaka xwe dikin, ronakbîr in, pêşeng in, civakî ne, li pêşiya civakê ne, lê ne li ser civakê re ne, loma jî têne hezkirin, guhdarkirin, pêkanîn, ku jixwe raza vê jî di vir de ye. Lewre sade û saf in, spî û pak in. Çikû ew zanyarên gel in. Bi nefspiçûkî, wêrekî, şêwaz, reng û teşeya xwe ya jîyanê ve, civaka xwe li hev digirin, bi pêş dixin. Kesên wiha di çanda sumeran de jî rola xwedawendiyê lîstine, ango wisa hatine binavkirin. Hêza wan, şarezayî û zanîna wan e. Zanîn û şarezayî payeyên herî bi nirx bûn ku di civakê de jî hêz û rola sereke didane xwediyên xwe û ev navên mîna xwedawend, pîr, kal, sofî li van xwediyên zanîn û şarezayiyê dihatine kirin. Ev kes, afirînerên felsefeya jîyanî ya civaka xwe bûn. Ew afirînerên koden civakî bûn, loma ku xwedawend bûn. Yewnanan ji Kevana Zêrîn, ji ser axa bav û kalên kurdan pir tişt bi xwe re birin welatê xwe. Philosophî û mîtolojî du tiştên sereke û herî grîng bûn ku ji ser wê axê girtin û li rastiya civaka xwe anîn, li gor rastiya xwe reng danê, guherandin. Bi saya wan gelek tişt gihîştibe roja me jî, di bingeha xwe de înkariyekê jî dihewîne. Lewre ew bi xwe jî li zeviya me çêriyan, lê îroj yên bêxwedî û nezan em in. Heya sedemên vê yekê rast neyêne lêkolan, xwendin û zanîn, wê çareserî jî ne pêkan be.

Bi mîtolojiya yewnanî re, îroj jî ev gotina “sofî” li seranserê cîhanê, di wateya felsefeya jiyanî ya kûr de tê bikaranîn û bi heman navî li dibistan û zanîngehan wekî ders tê dayîn. Li ser bingeha sofîzma jiyana kurd, philosophiya xwe û jîyana xwe bi pêş xistin. Ne ji vê philosophiyê bûna, ronesans nedibû û ne ji ronesansê bûna rewşa bi taybet welatên Ewropayê dê ne ev bûna.  Her tişt bi hev ve girêdayî ye û li ser hev bandorê dike. Ji bo têgihiştina îroj, divê mirov li xeleka destpêkê binêre. Çewa her tiştên me pîç û pûç kirin, bi kodên me lîstin û me ji rastiya me bi dûr xistin, vî navî jî wisa di nav me de pîç û pûç kirin û “sofî”, bû bernavkê kesên oldar ên mêjîgenî yên jiyanê dikşînin nav bîreka tarî, kûr û gemar.

4- Di nivîsa xwe a ‘Êzdatî, Şivan û Awiek’ ku di malpera Amîda Kurd da hatiye weşandin, te wiha nivîsîye: ‘Cudahiya ola êzdîtiyê ev e ku ew rêzik û rêbaz bi giranî li gor armanc, pêdivî û şêwaza jiyana civakî teşe girtine û felsefeya xwe ya jiyanî afirandine. Ango ne rê û rêbazên li ser civakê têne ferzkirin in, lê rê û rêbazên ji nav jiyana civakî derketî û teşegirtî ne. Rîtuel, çand, kevneşopî, rêzik û rêbazên bingehîn li ser vê bingehê şîn bûne û ev hemî bi hev re bûne kodên civaka êzdî.’ Gelo, ew qodên ku te behsa wan kiriye, roja îro bi çi rengî dikarin tesîrekê erênî li ser kurdên misilman û êzdîyan bikin? Em dizanin piştî pejirandina dînê îslamê, cudahî û dûrketineke dînî, ramanî û civakî ketiye nevbeyna kurdên misilman û êzdîyan. Gelo ew qodên behskirî, bi çi awayî dikarin bibin sebebê hevpejirandin, xweşdîtin û toleransê, di navbeyna kurdên misilman û êzdîyan da?

Bersîv: Kodên civakê, rastiya wê civakê ne ku di nav xwezaya xwe de li ser şîn bûne, reng û teşe girtine. Ew kod, di nav xwe de nirx û rûmetên civakî dihewînin û civakê digihêjînine hev, li hev tînin, bi hev tînin. Ango kodên civakî, şîrêza civakê ne, dema kod dişkên, şîrez xwe berdide û tiştên bi hev ve girêdayî ji hev belav dibin. Kurd gelekî kevnar e, xwedî rahên pir kûr û pir xurt e û pirreng e. Di her warên jîyanê de cudahiyên me hene, ev ne rastiya civaka me tenê ye. Civakên ku cudahiyên navxweyî wekî dewlemendî dibînin û dinirxînin, bi pêş dikevin. Ya rastî, xwedîderketin û parastina cudahiyan jî dîsa ji gele kurd dest pê kiriye. Di dîrokê de, Gotî, Xorî, Mîtanî û bi taybet jî Împaratoriya Med, di vî warî de mînakên pir grîng in. Lewre di felsefeya jîyana kurd de aştiya bi xwezayê û hemû rûdan û berhemên xwezayê re heye. Ev felsefe, beriya Zerdeşt jî, di nav civaka kurd de heye û bi Zerdeşt re sîstematîze bûye, bûye xwedî şiroveyeka nû. Ew şirove, mora xwe li ser împaratoriya Medyayê xistiye ku bûye sedema têkçûna wê jî. Lê dîsa ew e ku dê bibe sebeba hebûn, lihevhatin û yekîtiya navbera hemû cudahiyên me jî. Tenê em destûrê nedine xêrnexwaz, dagirker û dijminên gele kurd ku bi van cudahiyan bilîzin, li ser wan nakokiyan biafirînin û bikin egera jihevxistina civaka kurd. Tişta heya niha kirine û bi giranî bi ser jî ketine ev e, loma tişta divê em li dij rabin û destûr nedinê jî, dîsa ev e.  Em divê li ser hevpariyên xwe, hevkariyên xwe saz bikin, biafirînin, bi pêş bixin. Wekî din çi bê kirin, niyet çi dibe bila bibe wê ne di xizmeta berjewendiyên gele kurd de be. Em bi tene destên ku ne destê me ne û ne ji xêra me re di nav me de ne ji nav xwe derînin, ew şarezayî û kapasîteya me ya ku adana xwe ji koka xwe digire heye ku em birînên xwe û yên hev û du bikewînin.

5- Di nivîsa xwe a ‘Awirek Li Ser Ezdayiyê’ – (Amîda Kurd) da te wiha nivîsîye: ‘Olên Semawî, li ser dijminahiya hev û bi tenê ji bo xwe û desthilatdariya xwe hebûne. Felsefe û zanist tune di van olan de. Çîrokên basît in hemî. Qanûn û felsefeyên wan ên heyî jî dîsa ji Ezdayiyê û beşek ji Qanûnên Hemûrabî hatine girtin û çelexwarîkirin. Jibo berdewamiya desthilatdariyekê jî, armanca yekem û sereke rêlibergirtina pêşkeftina civakî ji aliyê zanîn û zanistê ve ye, ango kirina nav tirs, qalib û hêviyên “buhuşt û dojeh”ê ye. Civak çendî nezan be, temenê desthilatdariya wan ewçendî dirêj e. Di rastiya xwe de yekane û sereke felsefeya olên Semayî ev e. Demek pir dirêj Yahûdîtî ango Mûsewîtî (2550 sal) û Xirîstiyanî (2017 sal) di nav heman tariyê de bûn, bi taybet piştî salên 1700 û 1800î pêşkeftin û guherînên radîkal bûn di nav van olan de, lê ev rastiya wan a li jor naguhere. Tenê li hember demê neçarî guherînên radîkal man. Îslamiyet, bi temenê xwe yê 1400 salî, hîn serdema Engîzîsyon (Inquisition) a Xirîstiyaniyê dijî.’

Li ser vê xalê pirsa min ev e: 1- Misilman dibêjin dînê îslamê, dînê herî dawî ye, nema dîn nazil dibin û Qûr’an jî, kitêba herheyî a naguhêr e; çimkî kitêba Xwedê ye. Loma, gelek caran pêdivîyê bi lêgerîn û pirsîyaran nabînin û ji bo çareserîya arîşeyan, serî li Qûr’anê didin. Gelo ew zanînên amadeyî û li ber destî, ma nabin asteng li ber guherîn û dîtina rastîyan? Di rewşekê wiha da, gelo mirov dê çawa bikanibin serî li dengê hiş û aqilê xwe bidin û ji zanînên kitêbî bikevine şikê? 2- Gelo meriv dikare bibêje ku dînê îslamê jî dê rojekê xwe reformîze bike û destê xwe, ji jiyana mirovan a komelî û şexsî, bişo?  

Bersîv: Yahûdî dibêjin “em gelê hilbijartî û taybet in, em qewmê xwedê ne”. Li hember vê angaştê, Ji bo xirîstiyanî li heman herêmê bikariya ji xwe re cî çê bikira, diviya tiştek ji wê zêdetir bigota û Îsa jî got “eger hûn qewmê xwedê bin, ez kurê xwedê me, xwedê ez bi giyana xwe afirandime”. Dîsa li heman herêmê ji bo dînekî din bikaribe ji xwe re cî çê bike diviya ji herdu olên beriya xwe bi bandortir tiştek bigota û îslamiyetê jî got “xwedê ev gerdûn bi temamî û bi tenê ji bo xatirê Muhammed afirandiye”. Ew jî têre nekir, got “ev dîn dînê dawî ye, piştê vê, xwedê nema êdî peyamber û pirtûkeka pîroz dişîne, lewra yê herî dawî û herî rast Kuran e, loma jî gotin li ser gotina Quranê zêde ye û gunehkariya herî mezin e”. Loma jî, hemû pirtûkên piştî Quranê hatine nivîsîn, naverok çi dibe bila bibe, nelê û ne li rê ne, li gor dînê îslamê. Bi vî awayî rê li ber hişmendî û pêşkeftinê hatiye girtin. Zanyarên di nav civaka îslamê de jî, ji bo bikaribin ilmê xwe pêk bînin, bêne pejirandin û bi kêmasî neyêne kuştin, hemû ilm û zanyariyên xwe birine bi îslamê ve girêdane, li ser navê îslamê kirine. Kesên mîna Helacê Mansûr jî ku hema piçek jî xafil ketine, hatine gurandin.

Di nêrîn, ol û îdeolojiyan de bingeh, sedem, serdem, pêdivî û armanc rolên sereke dilîzin û ew dibin reng û teşe ji wan re. Cudahiya ola Ezdayiyê ku ji dîn zêdetir dîtin, şêwaz û felsefeyeka jîyanî ye ku li ser bingeha fenomenên xwezayî û dîsa bi xwezayê ve girêdayî bi pêdiviyên jîyanî şîn bûye, reng û teşe girtiye, rê, rêbaz û rêzikên wê li ser vê bingehê, bi rengekî xwezayî bi pêş ketine. Dîsa ezdayî, li ser bingeha çanda dayîksalarî, bi giyana dayîksalarî şîn bûye, bi pêş ketiye. Loma ku ji mirovperweriyê jî wêdetir jîyanperwerî ye ezdayî. Di ezdayiyê de li hember hemû aktorên jîyanî û bi taybet jî li hemberî hemû hebûnên zayok, berhemdar, jîndar, rêzdariyeke mezin heye û ev di jîyana ezdayiyê de xwedî bandor û rolên sereke ne. Çand, kevneşopî, têkilî, nêrîn, bawerî, tevger, bi van ve girêdayê pîrozbahî û pîroziyên civakî jî li gor vê rastiyê û li ser vê bingehê şîn û geş bûne û bûne nirx, rûmet û şewaza jîyana civaka êzdî. Piştre bi Mîtraîzmê re, paşê bi Zerdeştiyê re, hindek bi Manîzmê re û herî dawî jî bi Şêx Adî re ev rewş û rastî, guheriye, rengên nû girtine û di roja me de dikare bê gotin ku ji phîlosophiya xwezayî ber bi çîrokên li ser bingeha hişmendiya bavsalarî, bi mîstîzma olên semawî yên li ser derew û diziyê hatine honan ve veguheziye. Ev çîrok jî dîsa ji me hatine dizîn. Çîrokên me yên li ser bingeha jîyana me ya rastîn û fenomenên xwezayî hatine honan, şirovekirin û ravekirin, bûne malê diziyê û hemû fenomenên xwezayî bi xiyal û derewan hatine çelexwarîkirin, bi hêzên xiyalî, bûyerên nebûyî, nebînayî ve hatine girêdan û li ser wan derewan olên xwe afirandine. Paşê ew derew dane ber me û gotine divê hûn jê bawer bikin, an na em ê seriyan li ser laşan nehêlin, wisa jî kirine.

Li vir ez dixwazim pirtûka Andrew Collins “Ji Xweliya Ferişteyan, Mîrateya Qedexe ya Nîjadeka Gunehkar / From the Ashes of Angels: The Forbidden Legacy of a Fallen Race” pêşniyaz bikim ku bi belgeyan piştrast dike ka olên semawî ev çîrok çewa dizîne, dizan çewa ji dizan dizîne, çewa li xwe û civaka xwe anîne, pîç û pûç kirine û paşê çewa ol û baweriyên xwe li ser wan derew û manîpulasyonan honane. Sedem û encam bê guman dikarin bêne guftûgokirin, lê wekî gelek ol û baweriyên din, Ezdayî jî ji rastiya xwe ya destpêkê bi dûr ketiye. Dikare bê gotin ku ev encama xwezaya pêşkeftina jîyanê ye, ango ev encamên rastiya jîyanê ne. Lê ez dibêjim na. Lewre dema bêyî destlêwerdan, lê di nav xweza xwe de, li ser rahên xwe şîn bibe, şax û mêwe bide, adana xwe ji rahên xwe bigire û veguhere, wê demê veguherîn û pêşkeftineke xwezayî ya li gor dîyalektîka jîyanê ye. Lê gelek hêz, gel û ol, bi armancên pir cuda ên li dijî giyana ezdayiyê, destê xwe di jîyana me werdan. Bi xap û kapan, bi dek û dolaban, nebû bi şûr, talan, destdirêjî, înkarî, komkujî, dizî û piziyan xwe di nav jîyana me werdan gemara xwe li nav me belav kirin.

Ji ber vê taybetiya destpêkê ya ezdayiyê, wekî din ol ango dîn, heya bikaribe te bi xwe ve bi sînor bike, wê bikaribe hebe. Vê bandorê çendî zêde li ser civakê bikaribe bike, wê ewçendî jî li ser birêvebirin û teşedayîna civakê bi hêz û xwedî biryar be ku jixwe armanca sereke ya dîn ev e. Ji bo sînor bikaribin ava bibin, divê derfet kêm bin, ango bêne kêmkirin ku jixwe sînor jiholêrakirina derfetan û avakirina dîwarên bilind e. Û dîn sînor bixwe ye. Dema mirov hînê wan sînor û dîwaran dibin û li wan rûdinê, êdî ew sînor û dîwar dibin jîyana wan. Hiş û ramanên mirovan êdî nikare derkeve derveyê wan sînoran. Piştî demekê jî ew mirovnên li paş wan sînor û dîwaran, êdî hemû tiştên ji derî wan sînor û dîwaran wekî êrîş û dijminahî dibînin, dinirxînin û bertek nîşan didin. Heta hewl didin hemû kesî bikşînine nav sînorên xwe an jî tune bikin. Ev yek bi taybet di xirîstiyaniyê de ji serdema Roma/Vatîkanê heya serdema Ronesansê, ji hezar salî zêde û di îslamiyetê de jî ji destpêkê ve heya niha pir zelal û aşkere xwe daye der. Derketina ji derveyê qanûnên diyanetê kufir e û cezayê kufurê jî diyar e. Lêpirsîn, lêponijîn, lêhûrbûn, lêkolîn û hemû rengên cuda, di dînan de qedexe ne û gunehbariyên herî mezin in. Lewre ev wekî şika ji afirîner tê nirxandin û ev jî gunehkariya herî mezin e û cezayê wê li vê jîyanê kuştin û li cîhana din jî agirê dojehê ya heta bi hetayê ye. Ewçendî hişk didin ber mirovan ku tu kesek newêribe li ser vê biponije û îteatkariyeke mutleq nîşan bide. Ji bo hemû ol û baweriyên olî, zanîn mamê gur e. Ev herî xweşik jî di çîroka Prometheus de hatiye ziman. Li gor vê çîrokê, agir bi tenê dikare di destê xwedawendan de be û ji mirovan re qedexe ye, lewre agir sembola zanînê ye, ango agir zanîn bixwe ye. (Mirov vê bi wateya agir a di ezdayiyê re bide berhev, grîngiya phîlosophiya jîyanî ya ezdayiyê xweşiktir tê dîtin). Prometheus agir ji xwedawendan didize û diyarî mirovan dike. Ji bo vê jî ji aliyê xwedawendan ve bi rengekî erjeng tê cezakirin. Lewre zanîn, tunebûna xwedawendan e. (Ev dikare wekî tunebûna derewan jî bê xwendin).

Çi dane ber te tu dê wê bixwî û serê xwe jî bilind nekî!

Li dibistanên welatên pêşkeftî, pirtûkên dersan caran her sal, caran ji çend salan carekê diguherin. Lewre lêkolînên nû, vedîtinên nû, derfetên nû derdikevin holê û dibistan ji bo li paş van pêşkeftinên jîyanê nemînin xwe nû dikin. Ev bixwe re pêşkeftina hiş û mêjî û pêre jî ya civakî tîne. Ev pêşkeftin hêz û dînamîzma civakî derdixe holê, xurt dike. Di civakeka wiha pêşkeftî, modern û xwenda de cî li dîn yan teng dibe, yan jî qet namîne. Loma ku nezanî xwarin, vexwarin û adana dîn e. Li gor çîrokên olên semawî, Adem û Hewa 6 hezar sal berê hatine afirandin. Zanist piştrast dike ku, qilotê homosapîens ê heya niha rast lê hatine, 300 hezar salî ye ku dikare ji vê kevintir jî qilot hebin lê hîn nehatine dîtin. Aşkere ye ku dîn eger bixwaze bimîne divê xwe dûrî zanistê bigire. Zanîn tirsê lawaz dike. Tirs çendî lawaz be, ol ew çendî kulek û kêm e. Ji ber van hemû sedeman, ne pêkan e ku îslam an jî xirîstiyanî destê xwe di jîyana mirovan wernedin. Ev tunebûna wan e. Eger îroj xirîstiyanî di vî warî de baştir xuya bike jî, ev ne ji ber başiya wê lê ji ber bêderfetiya wê ye. Ronesansê wekî Prometheus, li Ewropayê agir belav kir, ev ne bi daxwaz, ray û gumana xwedawendên li Vatîkanê bû, lê bi wêrekiya Prometheusên ronesansê bû. Loma jî eger xirîstiyanî îroj jî rê û derfet bibîne, wê vegere ser rastiya xwe ya tarî.

6- Berîya demekê berhema te a bi navê ‘Ol û Desthilatdarî’ ji nav ‘Weşanên Ar’ê derket. Li ser xêrê be. Bi dîtina min, mijareke têra xwe baş e û di cî da ye, ji ber ku bi zarûzimanê kurdî, berhemên bi vî hawî gelekî kêm in. Gelo, sebeb û egerên te çi bûn di nivîsandina vê kitêbê da? A din jî, ji kerema xwe tu dikarî bi kurtasî be jî hinekî behsa têkilîya ol û desthilatdarîyê bikî?

Bersîv: Ji roja min xwe nas kiriye heya niha, min tu carî ji tu dînî bawer nekiriye. Bandora bavê min di vê yekê de mezin e. Wî her digot “çi hatibe serê me ji ber vî dînî ye, eger dînê me û yê dijminê me ne yek bûna wê tu hêz bi hêz û vîna kurd nekarîbûna, lê bi rêya dîn hêz û vîna me şikandin.” û gelek şîret û gotinên di vê çarçovê de me timî jê dibihîst. Bi 12ê îlonê re, yek ji tişta herî zêde li dijî civaka kurd hate bikaranîn dîn bû û me ji ber şîretên li me hatibû kirin, dizanî dagirker dixwazin çi bikin. Êşên pir mezin hatin kişandin. Ev yek bixwe re bertekek li dijî dîn afirand, lê nêrîn û nêzîkayiyek jî. Ji bo min ev hemî bûne sedema lêgerînan. Min Quran, Încîl û Tewratê xwend. Paşê Avesta ket destê min, min ew jî xwend û min li ser paganî, şamanî, hînduîzm, bûdîzmê jî xwend û li gelek fîlmên dokumanter ên li ser van ol û baweriyan temaşe kir.

Herwiha li ser dîroka desthilatdariyê, ji rahîbên sumeran heya Tudorê keyê îngilizan û Martîn Luther, destpêk û serdema îslamê, serdema emewî û ebasiyan û ya osmaniyan û mijara xelîfetiyê û rola wê ya di desthilatdariyê de û rola Vatîkanê bi taybet di serdema navîn de û encamên wan, li ser van mijara jî çi bi destê min ket min xwend û temaşe kir û notên xwe girtin. Di vê navê de nexweşîna hubrîsê pir bala min kişand û min van hemuyan bi pirs û encamên derketine holê re dane ber hev. Hubrîs nexweşîna desthilatdariyê ye. Dîsa li ser Homosapiens û Neandertalan, jîyan û têkiliyên wan û evulutionê xwend. Ev hemî bi derbekê re nebûn bê guman, salên dirêj girtin, lê bi her xwendin û lêkolînê re min notên xwe girtin û gotar nivîsîn û ew di malpera me amidakurdê de weşandin. Armanc ji destpêkê ve pirtûkek bû, lê her cara min tiştek dinivîsî, min li ber xwe nedida û di malperê de diweşand ji bo zûtir bêne xwendin.

Min di pirtûkê de bersiva pirsan nedaye û jixwe ev ne karê min e jî û ne qama min e jî. Lê min hewl da pirsên rast ji xwe bikim. Lewre her hewldaneka min a li ser ol û desthilatdariyê bi xwe re pirsek derxist holê û ez li ser wan pirsan bi rojan ponijîm. Herwiha ez bi çend dostên bi mêjiyê wan bawer im re bi saetan li ser telefonê axivîm, me guftûgo dikir. Ev hemî jî bixwe re pirsên nû nêrînên nû diafirandin, derdixistine holê û bi her pirsî re min didît ku ez çendî kêm im. Yek ji sebeba grîng jî bandora dîn a li ser civakê bala min dikişand û min hewl dida têbigihêjim ka çima û çewa dikare ewçendî bi bandor be ku reng û teşe bide jîyan û giyana civakê? Gelo dîn ji nav civakê derkeve wê çi bibe? An dîn qet nebûna wê alternatîf û encam çibûna? Wê baştir bûna an wê xerabtir bûna? Mirovahî niha wê li ku derê bûna? Û pirsên bi vî rengî hîn jî di nav mêjiyê min de li bersivên xwe digerin.

Têkiliya ol û desthilatdariyê, wekî zewaca katolîkan a serdema îngîzîsyonê ye. Li hev nekin jî, ji hev nabin. Ji hev hez nekin jî, bi hev re radizên, zarokan çêdikin, hev û du li dijî êrîşên ji derveyê malê diparêzin û zarokên xwe li gor bawerî, armanc û berjewendiyên xwe perwerde û mezin dikin. Di îslamiyetê de sê telaq hene, eger ew bêne avêtin, zewac diqede. Di kotolîkiyê de ev jî tuneye, bi rêzikên pir hişk hatiye honan. Heya mirinê jî bi hev re zewicandî dimînin. Şerê desthilatdariyê di navbera wan de bibe jî, ew şer ji nav malê dernakeve û hêzeka ji derve têkilî wî şerî nakin. Di encamê de bi awayekî dîsa li hev dikin, neçarê hev in. Lewre tişta dîn û desthilatdariyê bi hev ve girê dide tirs e. Desthilatdar bi şûr û darê zorê, bi tirsandin, çewisandin, tepisandin, dek, dolab û xapandinan, ew jî nebe bi xwînê civakê di nav lepê xwede digire. Lê ew civaka di nav lepê desthilatdar de di heman demê de xewnereşka desthilatdar e jî, mirina xwe di hişyarî û pêşkeftina civakê de dibîne. Ev tirs e.

Ol, hêvî û bendewariyên civakê bi singa xwe ve girê dide û wê singê li ser zeviya tirsê dikute. Loma ku pêşkeftin û zanîna civakî, xewnereşka olê ye jî û ev jî tirs e. Loma ku tirs dibe peymana navbera ol û desthilatdariyê. Heya tirs hebe wê ev hevkarî jî bidome. Bi phîlosophiya jîyanê û zanînê re, tirs lawaz dibe, pêre ol û desthilatdarî jî. Roja tirs nemîne, dê ew jî nemînin.

7- Hema bibêje 20 sal in ku ez li ser hinek mijarên philosophic û sosyolojîyê dixebitim. Loma dikarim bibêjim ku di warên ilmî û philosophiaê da, kêmasîyêm me gelek in û demildest, divê em wan kêmasîyan çareser bikin. Dîsa meriv dibîne ku di salekê da bi sedan kitêbên çîrokan, roman, helbest, rêziman û hwd. dihêne weşandin. Ligel vê yekê, kitêbên ilmî û philosophic an tune nin, an jî gelekî kêm in? Bi dîtina te, sebebên vê rewşê çi ne û çi pêşnîyarîyên te hene, ji bo guherandina vê rewşê?

Bersîv: Zanist û philosophi bi armanca têgihiştin û hêsankirina jîyanê, xwe li ser pirsan bi pêş dixin. Li vir du gotinên grîng hene, pirs û têgihiştin. Pirsên rast bersivên rast tînin, bersiv têgihiştinê, têgihiştin bişkaftina girêkan û hêsankirinê tîne. Lê ji bo van hemuyan wêrekî divê. Daxwaza xwegihandina bersivên pirsan belê pir grîng e lê daxwaz bi tena serê xwe, bêyî wêrekiyê, têre nake.

Dagirker pêşî, êrîşê dînamîkên civakê dikin û yan tune dikin, yan jî dikin binê kontrola xwe, li gor xwe reng û teşe didinê. Lewra dînamîzma civakê potansiyela zanîn, karîn û wêrekiya civakê ye. Ya civakekê bi pêş dixe jî ev e. Dema welatek tê dagirkirin, gel û civak bindest dikevin û ev dagirkerî wekî rewşa welatê me pir dirêj dajo, êdî li civakê rûdinê. Metirsiya mezin a ber bi tunebûnê ve jî ev e. Dema tiştek li te rûnê, ew êdî rengê te ye. Çewa hat? Çima hat? Çi kir? Çewa kir? Çima kir? Çi bir? Bû sebebê çi? Ev pirs êdî nayêne bîra civakê jî. Ev rastiya xwe û xwewendakirin e, xwe ji xwe şûştin, jihevbelavbûn e. Civaka ku xwe wenda kiribe, bê hiş û gêj e, bihîstyariya wê civakê hatiye tevizandin, tepisandin, di destê wê civakê de ji hestên bêyî parastin û newêrek pêştir tu tiştekî din namîne. Loma ku helbestvanên me pir in, lê helbestên me sêwî û tirsonek in, rebenî ji wan dibare. Rebenî, giyana rebeniyê rewşa herî xerab e, bêkesayetîbûn e, tirs e û berhem û encamên rebenî û tirsê yek ji adana dagirkeriyê ya herî mezin e ku xwe li ser dijîne, xurt dike. Heya ew gel û ew civak li xwe negere, xwe nebîne, li xwe venegere, pirsan ji xwe neke, wan pirsan neke navenda jîyana xwe, nikare û newêre li tiştekî din jî bigere an bipirse. Pirs nekî nikarî bibînî. Nebînî, nikarî biafirînî. Neafirînî, nikarî xwe nû bikî. Xwe nû nekî, wê bêhna genî ji te bê. Tişta bi serê me ve hatiye ev e. Berhemên me yên jîyanê jî, baş an xirab an kêm, lê her li gor vê rastiya me xwe didine der. Xwendin zanîn e, zanîn wêrekî, wêrekî têkoşîn û têkoşîn lixweveger e. Kurd ji bingeha xwe ya li ser zanîn, hezkirin, girêdan, xwelêanîn, pêrebûn û pêbûna zagonên xwezayî ve xurt in.

Loma û dema li ser bingeha pirsên rast li xwe vegerin, êdî tu hêz wê nikaribe rê li ber gelê kurd, pêşkeftina gelê kurd û pêşengiya gelê kurd a di warê jîyan û zanistê de bigire.

8- Li gor dîtina te di peroseya xwenasînê da, philosophia bi çi rengî dikare tesîrê li ser jiyana me kurdan bike û bibe, faktorekê lixwevegera me kurdan? Gelo hebûna ramanên philosophic û ramîna aqilî û mantîqî, bi çi rengî dikarin rê li ber ramanên paşverû û dogmatîk bigirin, da ku em bikanibin xwe binasin?

Bersîv: Philosophia evîn û hezkirina zanîn û têgihiştinê ye. Ya ku bi mirovan re daxwaziyan diafirîne hezkirin e û mirov bi hezkirin û daxwaziyên xwe ve dikevin nav tevger û hewldanan. Ev, bi xwe re zanîn û têgihiştinê tînin. Jîyan, tevger, guherîn û veguhezîneka bêdawî ye. Em parçeyeka vê jîyanê ne. Em rawestin jî, ev jîyan ranaweste. Tişta dibe, em li dawî dimînin û bêyî hay, guman, vîn û daxwaza xwe, jîyan me vediguhezine tiştekî din. Wekî mirov cudahiya me ev e ku, dema em bi vîn û daxwaziya xwe bin, em dikarin bandorê li ser jîyana xwe, reng û teşeya jîyana xwe bikin. Em vê nekin, tiştên jîyana me dorpêç kirine dê ew ê vê bandorê bikin. Wê demê êdî em ne bi vîna xwe ne, kor û ker û lal in, bêhiş û gêj in.

Philosophia li gel hemû encamên xwe û dogmatîzm li gel hemû encamên xwe wekî hebûn û “mirin”ê ne. Çendî di nav hev de bin jî, bi dijberiya hev dikarin hebin, bi hêz bin. Paradokseka mezin e, lê jixwe jîyan li ser zagonên dijberiyan ava bûye. Dîn bi hişê mirovan dilîze û xwe li ser dijîne. Loma ku ji mirovên jîr û têgihiştî, ji mirovên xwenda, xwedî vîn û raman hez nake. Philosophi dijberî vê ye. 1400 sal in, bi darê zorê an bi dil û daxwaziya xwe, me ola îslamê ceriband û encam li holê ye. Kî xêra gelê xwe û yê zarokê xwe bixwaze, divê berê xwe û yê wan bide xwendin, zanist û zanînê. Loma ku rola philosophiyê roleka sereke ye di rêlibergirtina tariya mirinê û pêşkeftina hiş û raman û pêre jî kesayetî û vîna azad a mirovan de. Lewre philosophia ronahî ye.

9- Heke ne şaş bim, damezranerê malpera Amîda Kurd’ê tu î? Amîda Kurd, kengê hate damezrandin û bi çi şeklî, karê xwe berdewam dike? Gelek caran jî, em dibînin ku weşana wê li Turkîyayê tê rawestandin. Di proseya weşanê da, gelo çi zehmetîyên weşana malperê hene? Piştgirî û mildaneke pozîtîv heye gelo ji bo berdewama malperê?

Bersîv: Di destpêka sala 2005an de, bi pêşniyaza kekê min Nîjad, ji bo kar û xebatên li ser ziman, dîrok, folklor, çand û wêjeya kurdî, komek rewşenbîr li Stenbolê kom bûn. Kekê min encamên wê civînê jî bi xwe re anî û hat Stockholmê. Li vir jî me civînek li dar xist, gelek kes hebûn di civînê de. Di encama her du civînan de, pêşniyaza komeleyekê û malperekê derkete pêş û biryar jî wisa hat girtin. Karê malperê dane ser milê min. Redaksiyona malperê hebû û hemû nivîs di kontrolê re derbas dibûn, eger pirsgirêkek hebuya dihate nîqaşkirin, biryareke hevpar dihate girtin û piştre dihat pêkanîn. Armanceka vê malperê jî, rêlibervekirina pênûsên ciwan yên nû bû û em di vî warî de jî bi raya min baş bi ser ketin. Komele jî dîsa di encama civîneke dûvedirêj de wekî prensîp hate damezirandin. Piştre me karên wê yên fermi pêk anîn û êdî komeleyeka me jî bi navê PERKURDê hebû. Dîsa li ser pêşniyazan ez bûme serokê vê komeleyê û di nav du salan de me gelek karên baş kirin. Wekî me çar caran ji welat şano anîn, me ji başûr û bakur û ji Swêdê zimanzan vexwendin, semînereke bi ber û bereket me li dar xist. Me bi navenda saziya 125 salî ya perwerdeyê ya Swêdê ABF re peymana hevkariyê îmze kir. Bi rêya wan me bi Zanîngeha Uppsala û ya Manchesterê re ji bo perwerdeyeke ji ser înternetê, bi kurmancî, ji dibistana sereta heya zanîngehê li hev kir û bawername dê ji aliyê van her du zanîngehan ve bihatana dayîn ku li her aliyên cîhanê xwedî rûmet in. Me bi TZP Kurdî, Kurdîder û Înstîtuya Stenbolê re peymanên hevkariyê îmze kir û em bi Şaredariya Bajarê Amedê re jî di têkiliyê de bûn. Her tişt amade bû û em ji bo meaşên mamosteyan û hin lêçûnên teknîkê, li benda alîkariyekê bûn, me projeya xwe dabû Palme Centerê, me xwe dabû nasîn, me çend civîn bi wan re li dar xist û em li benda bersiva wan bûn. Rojek beriya em peyman bi wan re îmze bikin, nûçeya ku dê kurd li derveyê welat ji ser înternetê dest bi perwerdeya zimanê kurdî bikin di rojnameya Zamanê de derket. (Sal 2005 bû). Dotira rojê, du kesên li ser navê komeleyê çûn ku peyman îmze bikin, Palme Centerê palan quluband, biryar guherand. Mijar bûbû sedema krîzeka dîplomatîkî di navbera Swêdê û Tirkiyeyê de. Ev hemî di nav salekê de bûn. Destpêka sala duduyan, hinekên ji me xwe bipaşve kişandin. Hîn em di destpêka sala duyem de bûn. Em mane pênc kes. Em sê kes ji Swêdê du kes jî ji welat mabûn. Her çendî ez derdikevim pêş jî, lê ya rastî em niha mane du kes. Amîda, keda 18 salan a bi dehan nivîskarên hêja ye. Piştgiriya herî mezin jî ev ked e ji bo me. Ne ji wan bûna, ev kar rojek jî li ser lingan nedima. Lê jixwe îroj êdî bi dehan malperên gelek hêja û pêşketî hene di rêya heman xizmetê de ku ev ciyê dilxweşiyê ye ji bo me. Gelek êrîş û tehdît bi ser me ve hatin û hîn jî tên. amidakurd.com du caran ji aliyê du dadgehên tirk ve hate qedexekirin, lê me amidakurd.net´ê vekir. Ew jî hate qedexekirin, me amidakurd.org vekir, ew jî hate qedexekirin û niha li bakur bi rêyên normal amîda venabe mixabin.

10- Jiyana li xerîbîyê, di jiyana te da çi guhêrt û tesîrekê, çawa li te kir? Pirsa min a din jî ev e: Ji kerema xwe, tu dikarî hinekî jî behsa proje û berhemên xwe ên destî da bikî? Yanî niha, tu amadekarîya çi berheman dikî?

Bersîv: Li jîyana xerîbiyê mirov yan ji xwe bi dûr dikeve, yan jî bêtir dikeve nav lêgerîna xwe. Ev li gor kes, armanc û hilbijartinan diguhere. Ez li xerîbiyê ji axa xwe ya pîroz bi dûr ketim, lê ez bêtir nêzî giyan, dîrok, çîrok û bêhna axa xwe bûm. Loma ku ez bêtir nêzî xwe bûm, min xwe bêtir nas kir û wê demê min karî xwe bêtir ji şaşî, kêmasî û qirêjiyên xwe pak bikim. Lewre xwenasîn pakî û çakî ye. Bixwevehatin û hişyarî ye. Xwenasîn, jîyanênasîn e. Ez ne şa me ku ji axa xwe ya pîroz bi dûr ketime, lê ew êşa min a kûr e. Ez di her kêliyên jîyana xwe de bi kurdbûna xwe serbilind û şanaz bûm jixwe. Li xerîbiyê ev hest û girêdan bêtir bi hişmendiyeke zanistî ve hat honan. Lê eger li welat jî bûma wê tiştekî neguheriya, heta dikaribû pir baştir jî be. Rast e zemîn û giyan reng û teşe didine hev, lê dema ez ji zemîna xwe qut bûm giyana min jixwe rengê xwe girtibû. Ya gîrîng ji bo min, li xerîbiyê min xwe û rastiya xwe wenda nekir, ev jî şanaziya min e.

Ez niha hewl didim pirtûka xwe ya Ol û Desthilatdarî wergerînime swêdî. Min beşek jê wergerandiye, lê piştî werger temam bibe jî, xebatek ji bo redaksiyon û sererastkirina ziman divê ku ji bo wê jî nivîskarek swêdî wê alîkariya min bike. Romana min a Zagros û Zerdeşt beşa duduyan hema bêje nîvî bûye, lê ev demek e ji ber wergerê ez nikarim li ser bixebitim. Ew jî wê di nav sala pêşiya me de temam bibe bawer im.

Jêder



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button