Philosophia

Zagrosrêzî, Gudearêsî yan Demokrasî?

Fêrgîn Melîk Aykoç

Bêguman ji pêşketinên cihanê sûd wergirtin, cihana mirov gewre dike, ev jî rasterast dibe bingehê dewlemendiya têgîhîştina civak û tekakesan. Bes, dîroka xwe nenasîn, her tiştî bi pêşketin û têgihîştinên derve ve girêdan, wê werêç û hikariya zanyariya xwe ya li ser wan pêşketinan nedîtin, ne rast e, xwe inkar e. Mixabin ku ev helwesta şaş mîna gelek warên jiyanê di mijara demokrasiyê de ji xuya dike. Bi rastî ez nizanim, nikanim fêm jî bikim, çima em bingehê demokrasî û filozofiyê teqez li der, di bîra biyaniyan de digerin! Dema filozofi û rengê demokrasiya tê zanîn di nava jiyana Girê Mirazan de pelqijî, hê Grekistan, Ewropa û deverên din tarî, mij û moran bûn, çerm tinebû ku bi kêmasî wekî peştemal bikarbînin. Zanyarî û têgîhîştina li Girê Mirazan pir girîng e, heta bingehê hemû zanyariyan e. Li Girê Mirazan 20 perestgeh hene, ne santîmkî kêm ne yek zêde tev de bi qasê hev mezin in, hemû bi heman şêweyî hatine lêkirin. Ji rolyefên li ser stêlên wir wek bingehê nivîsên hiografî hatine bikaranîn, tê fêmkirin ku her yek yê malbat yan jî ezbetekê ne. Ev jî rasterast wekhevî û ji nirxên hev re rêzgirtinê destnîşan dikin. Ma demokrasî û felsefeya bîra demokrasiya destpêkê ne ev e? Wêçaxe çima em vê li der digerin? Rast çima?

Li aliyê din, tişta herî girîng ew qanûn yan jî yasaya ‘Gudea’ya li ser ‘Loxa /silindira Gudea’ xal bi xal hatiye nivîsandinê ye. Ew nivîsên mixî yan jî qanûna despêkê raberî me dike ku bi saftiya destpêkê jî be, ew yasa li ser bingehê têgîhîştina wekhevî û demoqrasiyê hatiye amadekirin û pêkanîn. Çima em ji bo vê rastiyê ‘Gudeamenî / Gudearêsî / Zagrosanî’ nabêjin, di cihê wêda peyva grêkî ‘demokrasiyê’ bikartînin? Li gel wê em îro êdî baş dizanin ku Key Aştiyagoyê serwerê Med bi xwe xwendekar yan jî şagirtekî Zerdeştê roştî bûye, (Her kesê bixwaze dikane xebata rêzdar Ezîzê Cewo ya bi navê ‘Zerdeşt Peximber û rûpelên dîroka wendabûyî’ bixwîne ji ber wê fîlozofiyê jî nexwastibû kole hebe, li pey wekheviyeke anegorî demê hê virnî bû, bû. Ew kesekî zalim nebû, lema wendakir. Îro di cihê navê Med û medyayê de mixabin ku ‘Persiya’ tê bikaranîn. Lê çi bû kîjan bager li me geriya, em di nava toz û gemara çolstanê de bê henase hîşt? Divê mirov piştî Kambîs I. ê dekbaz (ev ne iddia mine. Kriopedea“ Xanephon bixwînin, hûnê vê rastiyê di wir de bibînin. Xanephon ji ber wî rengê Kambîs I. dekbaz ti têkiliyekê di navbera Kuroş û Kambîsê bavê wî de danayne. Tenê bi mezinahiya Key Aştiyago pesna Kuroş dide.

Wergera pirtûka Xanephon ya ji grêkî bo almanî Reiner Nickel li ser Key Aştiyago vê şiroveya girîng tîne ku di wêne de orjîna wê xuyadike:

‘Dijberî Herodot Xanephon`ê di navbera 107 -122 de li ser kalikê Kîros Aştiyago`yê keyê Medan wiha dinivîse: Ew kalekî sempatîkê ku bi dilnermî û şadî nêzîkê neviyê xwe Kuroş dibe û rê nîşanê wî dide. Ew xwedanê kerekterekî kemilî û kalekî rugeş e. (Kalokagatos) Bi wî salê xwe jî, nirxeke pir giran dide paqijî û xweşik xuyana xwe. Gelek bi ananeyên xwe ve girêdayî ye…’

Em vê carê jî ji pisporên baweriya Zerdeştî Kurt Scharf çend mînakan bidin, lewra ew di vî warî de dazanînên gelek girîng pêşkêş dike: ‘Magiyên navê wan ji eşîreke konfederasyona Medan tê, wê weke sêhrbazî dîtin, ji têgîhîştîna xiristiyanên destpêkê tê. Lê em baş dizanin ku baweriya zerdeştiya rast tişteke din e û demeke dirêj nasname û baweriya gelên Arî bû. Gelê Îranê xwe weke Arî bi nav dikirin…’ (1-a) Fîlosofî rastiya xwe di pirs û li bersivên pirsan gerînê de dibîne. Cihê pirs û derfetên pirsînê tinebe, fîlozofî û demokrasî jî nabe. Di baweriyên Samîyan de bi giranî pirs û pirsiyarî nayên pejirandin, heta guneh tê hesibandin. A di wir de fîlozofî û têgîhîştina demokrasiyê difetise, cih ji rengê demokrasiyê re jî namîne, dogmatîzm destpêdike. Dema em li ferzên Gatayê û naveroka wan dinêrin, dibînin ku bi pirsiyarî hewl dide ku bigîhîje rastiyê. Ango pirs û pirsiyariyê weke bingehê baweriyê û gihîştina rastiyê dibîne. Em mînakek ji ferzên Gata`yê bigirin:

‘Ez ji te dipirsim:

Ey Rebê alemîn, çi ezman li jor erdê li jêr digire?

Kê û çi av û riwêkan dihewîne?

Kê hêzê dide ba û ewran?

Zana û xwedayê baqiliyê kî ye?

Kê wate da tarîtî û ronahiyê? ….’ (1 – b)

Rêzdar Kurd Scharf li ser Zerdeştiyê bi Persan û rojhilatê Persan ve girêdanê wiha dinivîse ku ev bi aliyê hemû lêkolîner, zana û belgeyên ve tê piştrastkirin: ‘Encamên arkeolojiyayên dawiyê şopên bawewriyê ne li Rojhilat û Persiyayê li Bakrrojavayê Îranê yanê li welatê Medan, li deverên îro jê re Azerbeycan dibêjin, raberî me dike. Belgeya herî zelal jî ne rasterast bi nav bike jî, nivîseke mixî ya Asûran heye. Tê de radigîhîne ku ev bawerî li ‘rojavayê Împaratoriya Pers e. Di nivîsê de radigîhîne ku di sedsala 7 (heft). Berê mîladê bawermendên Ahûra Mazda li Medyayê dijîn.’ (1 – a, b, c)

Ji gotara min a ‘Yektiya Dijberan ya Herakleitos e, yan ya Zerdeşt e?’ ya ku di malpera Philosophia Kurdî de hatiye weşandin: ‘Em wek mînaka yekem bandora Zerdeştî ya li ser fîlozofê Grêkê ‘Anaximenes’ vekin. Ev filozofê bi nav û deng Ἀναξιμένης Anaximénēs; tê nasîn, Girêk e. Ew li Îyonya (dora Simîrnî/ Îzmîrê) di sala 585 an dema şerê di navbera Med û Lidyayiyan de tê dunê. Di xortaniya xwe de gelek di bin bandora vegotinên lidyayî ji Medan fêrbûne û baweriya Zerdeştî de dimîne. Heta peyva ‘Aşa’ yanê ‘hewa û cihê giyanên pîroz li ezman’ ya di baweriya zedeştiyê de heye, bê guhertin bi awayê ‘Achee’ werdigire û bikartîne.

Lê li gor belgeyan û zanista heyî ev mijara ‘yekitiya dijberan’ ne bîr û boçûna wî ye, berê bi aliyê Zerdeşt Spitamayê roştî ve hatiye zelalkirin, yane boçûneke kurda ye. Filozofên Îyonya û Thalasê Mîlatî vê ji baweriya Zerdeştî /Medan fêr bûne. Pişt re ev bi awayê teorî derxistine pêş. Li gor daneyan em dizanin ku Thalesê Mîlatî û filozofeke Îyoniya bi navê Herales /Herakon (dibe ku kalikê Herakleitos Heraklis /Herakon be) ders daye kurê Alyattes II. Kroisos û ew bi serfermandarê Medan yê hatiye Alyanîs biriye re axivîne, li ser van mijareyan ketine nava gengeşiyên fîlozofîk. Em vê ji ku dizanin? Di hin daneyên Lîdyayiyan de tê ragihandin ku serbazekî Medan yê bi navê Madaheas (Min di romana xwe ya bi navê ‘Serwerê Med Aştiyago’ de navê wî weke ‘Medhêz’ bikaraniye.) Ew ji malbata Xişasitra yanê malbateke ji rêveberiya Medan e. Aştiyago tenê bi wî bawerbûye û ew wek serokê heyetê şandiye ku bûka Medena Alyanîsê (Zeyna Alîs) bîne…. (2)

Demokrasî çi ye? Bingehên Demoqrasiyê çi ne?

Hin kes û serkarî di jiyana xwe û pergala xwe de demokrasiyê pêkneyne jî, êdî herkes dizane ku peyva ‘demokrasiyê’ peyveke grêkî ye û tê wateya; ‘serkariya gel’ Yanê di demokrasiyê de hêza serdest û bi biryar gel bi xwe ye. Biryarên bingehîn jî bi aliyê gelê wê pergalê ve tê dayin.(di şiroveyan de wer tê gotin, lê rastî tiştek din e). Zanyarê polîtikayê Manfred G. Schmidt demokrasiyê wiha şirove dike: ‘Di demokrasiyê de yasaya bingehîn ya dewletê ku serkariya wê rêya tevê serkariyêbûyînê li ser bingehê azadî, wekhevî û mafê din yên hemwelatiyan vedike….’

Di fermiyetê de jî bi giranî vê modelê pêşkêş dikin: ‘Hilbijartinên azad, parvekirina hêza serdest, tevlêbûna erk bûyîna gel, dad û mafê mirovan.’ A ji bo pêkanîna vê konsepta demikrasîyê pêdivî bi têgîhîştinek û baweriyeke rê nîşanê pergalê bide, gel li ser wê têgîhîştinê amade bike, dixwaze. Ev jî tenê di şiyar û şahadeta berê Zerdeştîyê û a zerdeştiyê de heye. Bê wê têgîhîştina Zerdeştiyê jî pêkanîna demokrasiyê, hima hima ne pêkan e.

‘Humata, Huchta, Huvarîşta!’ Yanê ‘ramanê baş, gotinê baş û karê baş’ dixwaze. Yekê xwedanê ramanê baş nebe, ji kes û mafê kesên din ra rêz nagire. Yekê gotinên baş bikarneyne, her kesî diêşîne û rêya wekheviyê digire. Yekê karê baş neke, ti kes bi wî bawer nake. Bi gotineke kurt li ti derê cihanê bê Ramanê qenc, gotinên qenc û karê qenc wekhevî nayê afirandin û demokrasî pêknayê. A fîlosofiya demokrasiyê, di vê rastiya şahadeta Zerdeştiyê de veşartîye.

‘…Li Grekiya (Hellas) antîk derketina filosofiyê bi 600 sal berê mîladê ve tê girêdane. Piştî pêvajoya 200 salî ya ji A yê bigire hetanî Z yê di bin bandora felsefe û çanda ‘oryentalî /rojhilatî’ de (Zerdeştî) ma, hê rengê xwe yê dawiyê girt. Grêk bi têkiliyên xwe yên bi Misira Antîk, Mezopotamiya, Medan û Persan re fêrê zanyariya bijîşkî, astronomî û matamatîkê bûn ku ev bû bingehê filozofiya wan jî. Bêguman mirov dikane avahiya qanûna Fenîkeyan jî lê zêde bike. Filosofiya xwe bi vî awayî pêşxistin.’ (3)

Filosofê Alman Hegel jî di semînerên xwe yên Berlînê de (di navbera salên 1822-31 de) çendî car vê mijiareya bandora filosofiya Medya radigihîne xwendekar û guhdarên xwe…. (3 – b)

‘Fîlosofiya Pêş Sokratî ji gotara ‘Vorsokratiker’ (gotareke bi almanî ye):

Di sedsala 6. berê mîladê de bi Thalesê Miletî re çîroka bandora filosofiya rojhilatî dest pê dike. Dîtin û fîlozofiya wî jî weke yên din ên wê serdemê ne bi giştî tenê parçe parçe gihiştiye vê roja me. Li gel wî filosofên Îyonyayê yen weke Anaximander, Anaximanes û Heraklit jî hene…’ (4)

‘…Zanyarên baweriya Zerdeştî ji ber têgîhiştinên Sokrates û Platon her ragihandine ku mamoste û bingehê têgîhîştina van Fîlosofan têgîhîtina zerdeştîyê ye. Lê ev mijar bi dane û belgeyan baş zelal nekirine. Dema mirov raman û naveroka berhema Platon ‘Politeia’ û ramanên di nava ferzên Gata (beşa bingehîn ya Avestayê) dirûberîne vê rastiyê bi zelal dibîne. Mînakên wî û mîtolojiyên di nava Gatayê de sedî sed hev digirin…’(5)

Encam

Min ji dîtin û têgîhîştina xwe bêtir her hewl da ku ez bi dane û dîtinên Ewropiyan vê rastiya bandor û têkiliyên di navbera Fîlosofiya gelên Ari xwerû Zerdeştî û piştê wê hikariyê pêşketinên di nava fîlosofiya Grêkan de û li ser wan re ya Ewropiyan ji dev û danasînên zanyarên ewropiyan pêşkêş bikim. Ji ber ku nexweşiyeke me rojhilatiyan (bi giştî hetanî Çînê) ya bi gotin, ragihandina dane û danasînên rojavahiyan bawerkirin heye. Mixabin ku rojhilatî ti car naxwazin, yan jî newêrin (ji ber ku rojhilatî bixwe jî bawernakin) rastiyên xwe bibînin, tiştên ji wan hatine girtin, cardin vegerînin ser navê xwe. Bi hêviya ev bibe bingehê li rastiyên xwe gerînê, hemû şaşiyên bi navê zanyarî û dîrokê hatine kirin, sererastkirinê.

Bingehê ramana ‘demokrasiyê’ yan jî şahadeta demokrasiyê jî; ‘Humata, Huchta, Huvarişta’ yanê ‘ramanê baş, gotinên baş û karê baş’ tê. Ji xwe di civaka ev hersî hemanên bingehîn tinebe de rengê demokrasiyê jî nabe. Bi gotineke kurt; divê berê pergala demokrasiyê ev hersê hemanên bingehîn di nava civakê de rûnin. Bê wan ti car demokrasî nabe. Çima di baweriyên samiyan de ti rengê demokrasiyê tine, lewra di wan baweriyan de xwediyê fermanê û evdên di bin wê fermanê de hene. Lema jî li welatên ev baweriyana serdest e, demokrasî nabe. Her wiha ev ji bo hemû welatên cihanê derbas dibe. Berê Ramana qenc, gotinên qenc û karên qenc divê, hê piştê wê demokrasî pêkan e.

Çavkanî



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button