Philosophia

Di Dijberîya Fîlozofên Îslamê û Mutekellîman de Helwesta Ehmedê Xanî

Dr. Muhammet Gözütok

Ehmedê Xanî bêtir ji hêla wêje û ramanên xwe yên siyasî ve bala ramyar û lêkolînerên Kurd kişandiye. Lê belê ramanên wî yên felsefî zêde bal nekişandiye. Li ser ramanên wî yên felsefî çi mixabin kêm berhem hene û her wisa berhemên heyî jî di vî warî de xwedî ramanên ji hev cihê ne. Bîrewer û lêkolînerên Kurd li ser mutesewwûfbûna Ehmedê Xanî hevbîr in. Di xebatên heyî de li ser vê mijarê zelaliyek heye. Lê belê heman tişt ji bo ramanên wî yên felsefî nayê gotin. Di vê nivîsê de em ê ewil di nav berhemên Kurdî yên li ser Ehmedê Xanî de ramanên li ser helwesta felsefî ya Ehmedê Xanî nîşan bidin. Paşê ji bo ku helwesta felsefî ya Ehmedê Xanî fêm bikin, em ê bala xwe bidin rewşa bizavên sereke yên ramyariya Îslamî, ango em ê berê xwe bidin dijberiya felsefeya Îslamê û kelamê. Piştî wê jî em ê li ser wê mijarê rawestin ka Ehmedê Xanî di nav kîjan bizavan de cih girtiye û dijberiya kîjan bizavê kiriye.

Wekî ku me got kesên ku li ser Ehmedê Xanî lêkolîn kirine, bêtir li ser aliyên wêjeyî yên berhemên wî rawestiyane. Kesên ku ji hêla felsefeyê ve fikr û ramanên Ehmedê Xanî nirxandine bêtir Ehmedê Xanî wek feylesofekî Îslamî bi nav kirine. Îzeddîn Mustafa Resul yek ji wan kesan e. Li gor Îzeddîn Mustafa Resul, Xanî bi temamî bi bizavên felsefî yên beriya xwe re girêdayî nebûye û her wisa Xanî bi temamî bizaveke felsefî jî red nekiriye (Resul, 2007: 225). Her wisa ew dibêje ku Xanî di destpêka Mem û Zînê de dema ku qala pêvajoya afirandinê dike di navbera ramanên fîlozof, mutekellîm û mutasawwûfan de diçe û tê (Resûl, 2007: 233). Eger qesta Îzeddîn Mustafa Resul ji feylesofan, fîlozofên Îslamê be, di van gotinên wî de nakokiyek pêk tê. Lewre di cîhana ramyarî ya Îslamê de di navbera bizava kelam û fîlozofên Îslamê de dijberiyek pêk hatiye û êdî wisa lê hatiye ku zanyarek nikare di nav herdu bizavan de cih bigire. Ji ber vê jî Xanî di nav van herdu bizavan de diviya helwestek daniya û bi baweriya me jî wî helwestek daniye û bûye piştgirê yek ji wan bizavan.

Îzeddîn Mustafa Resul dema ku dibêje di navbera fikr û ramanên Ehmedê Xanî û fîlozofên Îslamê de gelek nêzîkahî hene ew vê nêzîkahiyê di nav konseptekê de nîşan nade. Ew, tenê şibîna hin raman û têgehan wek delîl nîşan dide (Resul, 2007: 234). Li gor wî, Ehmedê Xanî di mijara hin wesfên xwedayê afirîner de bi temamî wekî Îbnî Sîna difikire. Lê belê ew, ji bo vê gotinê tu delîlek nîşan nade. Wexta ku em li xebatên din ên li ser Ehmedê Xanî dinihêrin em dibînin ku Abdurrahman Durre jî xwedî ramaneke wisa ye. Durre di berhema xwe ya bi navê Şerha Dîwana Ehmedê Xanî, Felsefe û Jiyana Wî de li aliyekî bi awayekî mafdar dibêje ku Xanî di navbera ra û dîtinên felsefî û baweriyên cûr bi cûr de hespê xwe bezandiye, lê wek mutesewwûfekî Îslamî nexwestiye ji daîreya fikra Îslam û fehma Quranê derkeve (Durre, 2002: 69).

Lê belê digel vê jî A. Durre di heman berhema xwe de dibêje ku Xanî carna hespê xwe bi Farabî, Îbnî Sîna, Îbn Ruşd bezandiye (Durre, 2002: 71). Ango li gor A. Durre, Ehmedê Xanî bi fîlozofên Îslamî re hesp bezandiye, hin ramanên wan parastine. Halîl Rahman Açar jî bizavên kelam û Arîstoparêziya nû di bin banê felsefeya Îslamê de bi cih dike û bi vî awayî di ser kelam û Arîstoparêziya nû re Ehmedê Xanî bi felsefeya Îslamê re girê dide (Açar, 2008: 104). Ango ew jî kelam û felsefeya Îslamê dijberê hev nabîne û fikr û ramanên Ehmedê Xanî di nav van herdu bizavan de rave dike.

Eger em, gotinên van her sê lêkolîneran binirxînin, em dibînin ku ji ber ku fîlozofên Îslamê û Ehmedê Xanî heman têgeh bi kar anîne, an jî di hin mijarên ne girîng de wekî hev fikirîne, Ehmedê Xanî wekî fîlozofekî Îslamê yan jî mîratxurekî wê felsefeyê bi nav kiriye. Her wisa, wan ji ber heman rê û rêbazê di navbera fikr û ramanên Ehmedê Xanî û yên mutekellîm û bizava ehlî Sunne de peywendiyek daniye. Bi ya min ev rê û rêbaz dê rê li ber encamên çewt veke. Mirov dikare di navbera bîrewerên gelek ji hev cihê jî peywendiyek dayne. Lê ev peywendî dê tu car nebe peywendiyeke sereke. Lê belê kesên ku Ehmedê Xanî ne wek fîlozofekî Îslamî, lê belê wek mûtekellîmek bi nav dikin jî hene. Mûrad Cîwan yek ji wan kesan e. Wî di berhema xwe ya bi navê Ahmedê Xanî de “Medresa Meşşaî”  fîlozofên wekî Kindî, Razî, Farabî, Îbn Sîna ku di cîhana Îslamê de Arîstotî, Platonî û Platoniya nû parastina wek “Medresa Meşşaî” bi nav dike û her wisa jî ji bo endamên vê medreseyê jî fîlozofên dinyaya Îslamê dibêje. Ciwan di berhema xwe de bal dikşîne ser dijberiya van fîlozof û mutekellîman û dibêje ku Ehmedê Xanî ehlê Kelamê ye û bi taybetî jî fikra medreseya Eşarî parastiye (Ciwan, 1997: 148-149).

Her wisa Kadrî Yildirim jî di Nûbehara Biçûkan, Ehmedê Xanî Kûllîyati de dibêje ku Ehmedê Xanî ji hêla mezheba îtîqadiyê ve girêdayî Sunî-Eşarî ye (Yildirim, 2008a: 19). Kadrî Yildirim jî Kîndî, Farabî û Îbn Sîna wek fîlozofên Îslamê bi nav kirine û mîna Mûrad Cîwan bal kişandiye ser dijberiya Kelam û felsefeya Îslamê (Yildirim, 2008b, 72). Her wisa wî di şîroveya gelek beytên Eqîdeya Îmanê de nîşan dide ku Ehmedê Xanî wekî mutekellîman difikire. Le belê Kadrî Yildirim di berhema xwe ya bi navê Ehmedê Xanî Mem û Zîn de dibêje ku ramanên Xanî yên li ser ontolojiya olî wekî gelek felsefevanên Îslamê ye. Lê li vir diyar nîn e ka ew felsefevan, fîlozofên Îslamê ne an na (Yildirim, 2010: 107).

Bi baweriya me yek ji egera wek fîlozofekî Îslamê binavkirina Ehmedê Xanî, tevliheviya kategorizasyona feylesofên Îslamê û bizava kelamê ye. Van herdu kategoriyan di rastiyê de dijberê hev helwest daniye û wisa kiriye ku ramyarên cîhana Îslamê di vê dijberiyê de bibin alîgirê yek ji van herdu bizavan. Niha em ê bala xwe bidin pêkhatina bizavên serekî yên ramyarî yên Îslamê. Lê pêşî em binihêrin ka felsefe, ango felsefeya Yewnanê çawa gêhiştiye şaristaniyeta Îslamê, ango çawa gêhiştiye Rojhilatê.

Gêhiştina Felsefeya Yewnanî Ya Ji Bo Şaristaniyeta Îslamê

Wekî ku tê zanîn piştî ku dibistana felsefeyê ya li Atînayê ji hêla Împaratoriya Bîzansê di despêka sedsala 6.an de hate girtin, fîlozofên wekî Damascius, Simplicius, Priscien de Lydie, Hermias, Diogene û Isidore de Gaza ber bi deverên Rojhilatê reviyan û piraniya wan li Heranê bi cih bûn û li wir xwedî li kevneşopiya felsefeyê derketin (Libera, 2005: 30). Dema ku di navbera salên 630-640’an de artêşên Ereban Heran bi dest xist li vir li rastî vê kevneşopiya felsefeyê hatin. Di navbera Yaqubî, Nesturî û Xrîstiyanên din ên vê deverê de mîrata Arîsto hatibû parastin. Bi taybetî jî li dêrên Suryaniyan keşîş ji bo ku dirûveke rasyonel (eqlî) bidin teolojiya Xrîstiyanî fikr û ramanên Arîsto bi kar dianîn (Libera, 2005: 97).

Di dema Ebasiyan de bi taybetî jî di dawiya sedsala 8.an de bi saya wan zanyarên Suryanî yên devera Heranê hin nivîsên felsefî yên Yewnanî ji bo zimanê Suryanî û Erebî hatin wergerandin. Wekî ku Corbin jî dibêje Sûryaniyan rola ragîhandina felsefeya Yewnanî ji fîlozofên Îslamê re pêk aniye (Corbin, 2010: 51).  Di sedsala 9.an de jî êdî werger ji Yewnanî ji bo zimanê Erebî hatin kirin. Di navîna sedsala 9.an de êdî Erebî li dewsa zimanê Suryanî bû zimanê tebabet û felsefeyê. Xelîfe Memnûn di sala 830’an de li Bexdayê bi navê Beytu’l Hîkme (Mala Hikmetê) saziyeke wergerandinê ava kir. Di vê saziyê de kesên wekî Hecac îbn Matar, Yahya îbn el-Bitrîk û gelek wergêrên Suryan ên ku bi fikr û ramanên Arîsto perwerde bûne berhemên felsefî yên Yewnanî wergerandine Erebî (Lîbera, 2005: 78-80). Di serdema Beytu’l Hîkmeyê de hemû berhemên Arîsto ji bo Erebî hatine wergerandin. Berhema girîng a bi navê Dewletê ya Platon û çend berhemên wî jî ji bo Erebî hatin wergerandin. Lê belê wê serdemê hemû berhemên Platon ji bo Erebî nehatin wergerandin. Her wisa gelek beşên Ennead’ên Platînos jî ji bo Erebî hatin wergerandin (Libera, 2005: 81-84). Bi vî awayî ji bo ku di nav cîhana ramyarî ya Îslamî de kevneşopiya felsefeya Yewnanî pêk were pirtûkxaneyeke dewlemend a bi zimanê Erebî pêk hat.

Kelam

Wekî ku tê dîtin felsefe (philosophie) him ji bo Ereban him jî ji bo gelên şaristaniyeta Îslamê qadeke biyanî bû û ji derve ve kete nav vê şaristaniyetê. Lê belê teolojiya Îslamê (îlahiyat), ango kelam ji derve ve nehatiye, ta di salên ewil ên derketina Îslamê de bi alîkariya hin hêmanên felsefî derketiye û ev teolojî ango kelam di sedsala 8.an de pêş ketiye. Di zimanê Erebî de wateya peyva kelamê peyv an jî nutq e. Mutekellîm, tê wateya kesê ku dipeyve û mutekellîmûn jî piraniya peyva mutekelîm e û tê wateya kesên ku bi zanista kelamê mijûl dibin (Corbin, 2010: 205).

Mutekellîman di qada ramyariyê de analojî (qiyas) bi kar dianî û ramyariya bimantiq diparast. Ango kelam cureyeke fikirînê ye, xwedî rêbazên taybet e. Heta Libera dibêje ku Meymonîdes -Cihû bû û bi Erebî dinivîsand- ne tenê ji bo teolojiya Îslamê, lê belê ji bo teolojiya Cihû û Xristiyanan jî têgeha kelamê bi kar tîne û her wisa li gor wî koka kelamê digihîje wan ramanên Xrîstiyanên Yewnan û Suryanî yên dij li felsefeya bingehîn. Li gor Meymonîdes di sedsala 12.an de kelam dij li felsefeyê ramaneke yekgirtî pêk aniye (Libera, 2005: 98-99).

Bizava Mutezîle wek bizava sereke ya kelamê tê qebûlkirin. Vê bizavê li Basrayê, di serdema Ebasiyan de bi serkêşiya Wasil Îbn Ata dest pê kiriye. Ev bizav ji ber ku dijberê Emewiyan bû, ji hêla Ebasiyan ve hate piştgirîkirin. Li gor Corbin pênc ramanên sereke yên vê bizavê hene: Tewhîd (yekbûna xwedê), edaleta îlahî (li gor vê rêbazê mirov azad û xwedî berpirsiyariyê ye), Wehdên ji bo axiretê, gunehên navber (di navbera gunehan de tasnîfê dike), emr bîl-mar’ûf (ev rêbaz jî ne tenê edaleta şexsî, lê belê edaleta umetê jî diparêze) (Corbin, 2010: 213-217).

Bizava duyem a kelamê jî bi serkêşiya Eşarî (874-935) pêk hatiye. Eşarî jî ewil di nav bizava Mutezîleyê de cih girtiye, lê paşê ji wê bizavê qetiyaye. Li gor wî Qur’an ne kelama ezelî û neafirandî ya xwedê ye (Bizava Mutezîle digot ku Quran kelama ezelî û neafirandî ya xwedê ye) û xwedê di axiretê de dikare were dîtin. Her wisa li gor Eşarî mirov afirînerê kiryarên xwe ye, ew tenê wan kiryaran “kesb” dike, ango digire (Libera, 2005: 101). Ev bizav ji ber ku rêbazên “neqil” û “aqil” li hev anîne û nebûye dijberê tesewwûfê di nav Sunniyan de gelek pêş ketiye (Yildirim, 2008b: 107).

Fîlozofên Îslamê

Bêguman em ê li vir bi dûr û dirêjî qala felsefeya Îslamê û ramanên fîlozofên Îslamê nekin. Lê em ê tenê qala wan fikr û ramanên van fîlozofan bikin ku dijberê ramanên sereke yên kelamê, ango teolojiya Îslamê ne. Ango em ê balê bikşînin ser wan xalên ku bûne mijara dijberiya bizava kelamê. Feylesofê yekem ê Îslamê Kindî ye. Bi saya wî felsefe bûye parçeyekî çanda Îslamê. Wî wekî hemû fîlozofên din ên Îslamê hewl daye ku felsefeya Helenîstîk bi Îslamê re li hev bîne. Li gor Kindî felsefeya ewil ango metafîzîk zanîna sedema ewil e û di lêgerîna felsefeya ewil de rêbaz mantiqa îspatê ye. Piştî Kindî êdî mantiq di lêgerîna heqîqetê ya fîlozofên Îslamê de dibe navgîn. Kindî her çiqas feylesofê yekem ê Îslamê be û di gelek mijaran de di bin tesîra ramanên Arîsto de ma be jî di mijara qadîmbûna gerdûnê de wekî Arîsto nefikiriye û li gor wî gerdûn creation ex nihilo ango ji tunetiyê ji hêla xwedê ve hatiye afirandin (Ehvanî, 2000: 11-16).

Piştî Kîndî, Farabî jî gelek girîngî daye mijara mantiqê. Wî bêtir berhema Arîstoteles a li ser mantiqê ango Organon şîrove kiriye. Farabî jî wekî feylesofên din ên Îslamê hewl daye ku ola Îslamiyetê û felsefeyê li hev bîne. Lê wî di vê li hevhatinê de girîngiyê daye felsefeyê. Farabî dema ku hewl dide ku meseleya tekanebûn û piranîbûnê çareser bike, ango ji bo ku bersiva pirsa ji yekê çawa piranî derketiye bide teoriya sudûrê ya Platînos û bizava Îskenderiyê bi kar tîne û bi vî şiklî fehma maddeyê ya Arîsto (û her wisa ya Yewnana kevnar) û baweriya afirandinê ya Îslamê li hev tîne. Teoriya wî ya deh aqil li ser teoriya sudûrê ya Platînos ava bûye. Her wisa ew taybetmendiyên ku Farabî ji bo reîsê Medînet-ul Fazila hewce dibîne qralê feylesof ê Dewleta Platon tîne bîra mirov. Vê yekê nîşan dide ku Farabî di hevkêşeya ol û felsefeyê de xwe nêzikî felsefeyê kiriye (Medkûr, 2000: 53-57).

Îbn Sîna jî kevneşopiya Helenîstîk ku li ser aqil û ramanê geş bûye li gor Îslamê rave kiriye. Îbn Sîna jî wekî Farabî teoriya xwe ya heyînê li ser ramana sudûrê ava kiriye. Di meseleya qedîmbûna gerdûnê de jî wî hewl daye ku ramana fîlozofên Yewnanî û ola Îslamiyetê li hev bîne. Li gor wî gerdûn ango alem mumkun e û bi saya xwedê bûye wacib. Ango wî di radeya dawîn de heyîna gerdûnê wacib, ango teqez qebûl kiriye. Wî her wisa dualîtiya ruh û bedenê parastiye û îdîa kiriye ku ruh bêyî heyîna bedenê dikare were pê (Rahman, 2000: 123-129).

Fîlozofên wekî Farabî û Îbn Sîna wek misilmanek înkar nedikir ku xwedê afirênerê gerdûnê ye. Le her wisa wan, wek dilsozên Arîsto, bawer dikir ku karê afirandina xwedê çalakkirina derfetên materia prima ango heyûlayê ye. Ev yek li gor fikra guherînê ya Arîsto ye. Lewre li gor Arîsto guherîn ne afirandina ji tunetiyê ye, guherîn li gor wî bi rêya formê çalakbûna heyîna potansîyel (ango materia prima) e (Şeyh, 2000: 168). Xwedayê Yewnaniyan ango Demîorgos nediafirand, lê ava dikir.

Êrişa Xezalî Ya Dij Fîlozofên Îslamê

Di dinyaya ramyarî ya Îslamê de êrişa herî giran a dij li bizava felsefeya Îslamê bi destê Xezalî hatiye kirin. Wî di berhema xwe ya bi navê Tehafutul Felasîfeyê de ango di Hevnegirtîbûna Felsefeyê de fîlozofan wekî materyalîst, xwezaperest û teîst kirin sê beş. Li gor wî materyalîstan bi temamî dij li ramana heyîna xwedê ne û gerdûn qedîm e. Ango li gor wan gerdûn bêyî xwedê dikare heyîna xwe bidomîne. Xwezaperest jî her çiqas dij li heyîna xwedê dernekevin jî li gor wan ruh bi tevî bedenê dimire û ew bi roja heşr (di mehşerê de roja ku ruh dicivin) bawer nakin. Li gor Xezalî yên herî xeternak teîst in, lewre ew wekî materyalîst û xwezaperestan bi awayekî eşkere çewtiyan nakin (Şeyh, 2000: 165).

Xezalî bi giştî di bîst xalan de êriş aniye ser fîlozofan û îdîa kiriye ku fîlozofan di sê xalan de kufr kirine. Xala ewil qedîmbûna gerdûnê ye, xala duyem înkariya zanîna xwedê ya li ser cûziyan e û xala sêyem jî înkarkirina heşr e. Di van sê xalan de Xezalî bêtir girîngî daye mijara qedîmbûna gerdûnê. Wî beşek ji çar beşên Tehafutul Felasîfeyê ji bo vê mijarê veqetandiye. Ji xwe bi giştî mutekellîmên ehlî sunnet wisa bawer kiriye ku parastina fikra qedîmbûna gerdûnê fikra herî zerermend a fîlozofan e. Lewre Îmam Eşarî hîn beriya wê di yek ji rîsaleyên xwe yên pêşîn a bi navê Kîtabul Fusûl de bi dûr û dirêjî dij li fikra qedîmbûna gerdûnê derketiye (Şeyh, 2000: 167-168). Em dikarin bibêjin ku Xezalî dema ku dij li fîlozofon derdikeve ji kelama Eşarî gelek sûd digire. Ji ber vê jî em dikarin dijberiya Xezalî û fîlozofon wek dijberiya mutekellîm û fîlozofan bi nav bikin.

Wekî ku tê dîtin di navbera mutekellîm û fîlozofan de dijberiyeke dîrokî pêk hatiye. Di vê dijberiyê de gelo kî bi ser ket? Her çiqas bersiveke teqez a vê pirsê tune be jî mirov nikare bibêje ku fîlozof bi ser ketin. Eger ev serkeftin ya bizava kelamê be jî mirov dikare bibêje ku ev, ne serkeftineke teqez e. Lewre piştî Tehafutul Felasîfeya Xezalî jî di nav cîhana Îslamê de gelek kesên wisa derketine ku xwedî li mîrata fîlozofên Îslamê derketine. Her wisa piştî mirina Xezalî, Îbn Ruşd bi berhema xwe ya bi navê Tehafutut Tehafut (Hevnegirtîbûna Hevnegirtîbûnê) xal bi xal bersiva rexneyên Xezalî yên dij li fîlozofên Îslamê daye (Ehvanî, 2000: 314). Bêguman piştî Îbn Ruşd jî gelek mutekellîm derketine û êriş birine ser ramanên fîlozofan. Ev dijberiya dîrokî û mezin sedan sal tesîr li ser cîhana ramyariya Îslamê kiriye. Her ramyarekî Îslamê bixwaze nexwaze naçar maye ku di vê dijberiyê de bibe alîgirê aliyekî. Bêguman Ehmedê Xanî jî ji vê yekê azad nebûye. Wî jî di berhemên xwe de li ser vê dijberiyê bi awayekî eşkere helwestek daniye. Piştî ku me bala xwe da vê nîqaşa dîrokî, em niha dikarin cihê Ehmedê Xanî yê di vê gengeşiyê de dest nîşan bikin.

Helwesta Ehmedê Xanî Ya Dij Fîlozofên Îslamê

Ehmedê Xanî bi taybetî jî di Eqîdeya Îmanê de bi awayekî berçav alîgiriya kelamê kiriye, fikrên Xezalî dubare kirine û xwedî li argumentên dij fîlozofên Îslamî derketine. Dema ku em ji serî heta dawî li vê berhemê dinihêrin, em dibînin ku Ehmedê Xanî ewil dijberiya xwe ya li hember bizava Mutezîle û alîgiriya xwe ya ji bo Eşariyan nîşan daye. Gelek beytên Eqîdeya Îmanê ji delîlên Eşariyan ên dij bizava Mutezîle pêk hatine. Ji ber vê çendê Mûrad Ciwan dibêje ku Eqîda Îmanê ji serî heta binî bersivek e li hember baweriya Mutezîle (Ciwan, 1997: 146). Wek mînak, Ehmedê Xanî di beyta 17’an a Eqîdeya Îmanê de wiha dibêje (Xanî, 1998: 373):

  •             Helanî Xwadê perde, rakir nîqab
  •             Cemala Xwudê dît ewî bê hîcab

Ehmedê Xanî li vir argumenta Eşariyan ku dibêje xwedê di axiretê de jî dê were dîtin, diparêze. Li gor Eşariyan ji ber hebûna heyînan em bi heyînan dihesin. Madem xwedê jî heyîneke ku hebûna wî heye, hiş dibêje ku ew ê jî were dîtin (Yildirim, 2008b: 206).

Her wisa beyta 35’an jî argumenteke berçav a bizava Eşariyan a dij bizava Mutezîle ye (Xanî, 1998: 375):

  •             Musilman bi qetl û zînayê tu car
  •             Ne kafir dibit, ne muxelled di nar

Li gor baweriya Mutezîle kesên ku ji xeynî kufrê gunehên mezin kiribin ew her çiqas kafir nebin jî wek mumîn jî nayên qebûlkirin. Ango li gor vê baweriyê kesên wisa di navberê de ne. Jixwe ji bo vê rewşê el menzîle el menzîletey (rewşa navberê) tê gotin (Corbin, 2010: 216). Lê belê Ehmedê Xanî li vir dibêje ku Misilman gunehên mezin ên mîna kujerî û zînayê bikin jî kafir nabin û heta hetayê di dojehê de namînin û ew bi vê beyta xwe dijberiya Mutezîle dike û ramanên Eşariyan diparêze.

Mirov dikare gelek beytên Eqîdeya Îmanê ji bo vê mijarê wek mînak nîşan bide. Lê em ê bi beyteke din dawî li mijara dijberiya Mutezîle ya Ehmedê Xanî û alîgiriya wî ya ji bo Eşariyan bînin. Ev beyt, beyta 46’an e (Xanî, 2008: 376):

  •             Eger tiştekî pur mucezza bikî
  •             Qebûl nakit êdî mucezza bikî

Li vir Ehmedê Xanî dibêje ku eger tu tiştekî parçe bikî, ew tişt dê ewqas parçe bibe ku êdî hew tê parçekirin. Ango li vir Ehmedê Xanî ramana atomê ya Eşariyan diparêze. Wekî ku Kadrî Yildirim jî dibêje li gor Îmam Eşarî hemû tişt ji parçeyên ku êdî hew parçe dibin, pêk tên (Yildirim, 2008b: 268).

Ehmedê Xanî di Eqîdeya Îmanê de ne tenê dij li Mutezîle, lê belê dij li fîlozofên Îslamê jî derketiye. Beyta 47’an a vê berhemê wiha ye (Xanî, 2008: 376):

  •             Heyûla tu nîne ‘edîm û ‘edîm
  •             Dinê, kafir e, ê dibêjit, “qedîm”

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de jî helwesta xwe ya mutekellîmî domandiye. Wî, di beşa dîbaceyê de dema ku pesnê xwedê dide, mîtosa afirandinê, ango afirandina ji tunetiyê ku di her sê olên semawî de dişibin hev vedibêje. Xanî di vê beşê de bi dûr û dirêjî xwedê çawa dinya, roj, heyv, Edem, ferîşte, heywan, maden û nebat afirandine, qal dike (Yildirim, 2010: 127-130). Ango ew wekî mutekellîman neql dike, rêbaza eqlê bi kar naîne û ji çarçoveya olî dernakeve. Di beşa duwem a Mem û Zînê de Ehmedê Xanî di beyta 49’an de dîsa dij li baweriya fîlozofên Îslamê yên ku dibêjin gerdûn qedîm e, radiweste û argumenta Xezalî û mutekellîman dubare dike (Yildirim, 2010: 132):

  •             Her yek ji ‘edem kirin te peyda
  •             Îbda’î kirin te bê heyûla

Di destpêka beşa sêyem a Mem û Zînê de Ehmedê Xanî ramaneke wisa vedibêje ku ev raman ji hêla Xezalî ve dij li Îbn Sîna û fîlozofên din ên Îslamê hatine bikaranîn. Beytên 94 û 95 û 96 ên Mem û Zînê wiha ne (Yildirim, 2010: 139):

  •             Eşya bi heseb delîl û burhan
  •             Nabin çû meger wucûb û îmkan
  •             Wacib yek e Zatê Kîbriya ye
  •             Mumkin pirr e cem’ê masîwa ye
  •             Wî wacibê mumkînati berqe’
  •             Mumkin wî ji bo xwe kirine metle’

Di van beytan de Xanî bal dikşîne ser xala hevdemîn a Tehafutul Felasîfeya Xezalî. Xezalî di vê xalê de berevajiya fîlozofên Îslamê, dibêje ku di navbera tiştan de peywendiyeke sedemî wacib (şert) nîn e (Şeyh, 2000: 187). Ango Xezalî, wekî Eşariyan rêbaza îlliyetê red dike. Li gor Xezalî tenê xwedê wacib e û her pêvajoyeke xwezayî ji hêla xwedê ve tê destnîşankirin û xwedê dikare wan biguherîne û ji ber vê jî her pêvajoyeke xwezayî ne wacib e, lê belê mumkun e ango şert nîn e. Wek mînak, fîlozofên Îslamê digot ku ya ku şewatê dide destpêkirin agir e û agir ji ber xwezaya xwe dişewitîne. Lê belê Xezalî vê îlliyetê red dike. Li gor wî di vê pêvajoyê de ya ku dide şewitandin ne agir e, vîna xwedê ye ku bi rêya ferişteyan pêk tê (Corbin, 2010: 327). Wekî ku tê dîtin Ehmedê Xanî di van beytan de wekî Xezalî dibêje ku tenê xwedê wacib e, ango tenê heyîna xwedê wacib e, teqez e, lê belê heyînên din hemû mumkun in, ango şert nîn in.

Encam

Wekî ku tê dîtin, Ehmedê Xanî di gengeşiya fîlozofên Îslamê û Xezalî de bûye alîgirê Xezalî. Wî di berhemên xwe de gelek caran ev yek nîşan daye. Ango xwestiye ku ev yek bila were zanîn. Wî tim delîlên kelamê parastine û bi taybetî jî di Eqîdeya Îmanê de nîşan daye ku ew alîgirê bizava Eşariyan a kelamê ye. Em ji her sê berhemên wî yên sereke fêm dikin ku ew ji nêzik ve nasyarê ramanên fîlozofên Îslamî, Xezalî û Eşariyan e. Her wisa dûr nîn e ku di ser berhemên van bizavan re ew li ser felsefeya fîlozofên Yewnana kevnar serwext be. Digel vê helwesta eşkere û zelal a Ehmedê Xanî, hin lêkolînerên Kurd Ehmedê Xanî wek alîgir û hevbîrê fîlozofên Îslamê bi nav kirine. Gelo sedema vê yekê çi ne? Di cîhana ramyariya Îslamê de li ser dijberiya kelam û fîlozofên Îslamê û her wisa Xezalî û fîlozofên Îslamê nezelaliyek heye. Dibe ku vê nezelaliyê tesîr li ser van lêkolîneran kiribe. Lê bi ya me egereke din a vê yekê heye: Di nav Kurdan de meyleke wisa heye ku ew meyl dixwaze Ehmedê Xanî wek fîlozofekî mezin nîşan bide û ji bo wê jî di navbera ramanên Ehmedê Xanî û fîlozofên Îslamê de peywendiyek tê danîn. Em li vir, nabêjin ku Ehmedê Xanî fîlozof e an jî ne fîlozof e. Jixwe ev, mijara gotareke cihê ye. Em li vir dixwazin bêjin ku ramanên felsefî yên Ehmedê Xanî ji fîlozofên Îslamê nayên. Ji bo ku em felsefeya Ehmedê Xanî vekolin, divê em serî li çavkaniyên cihê yên dîrokî û her wisa serî li ramanên din ên Ehmedê Xanî bidin.

Çavkanî 

  • 1- Açar, H. R. (2008). Di Dîwana Ehmedê Xanî Yê Rûspî De Temayên Felsefî. Di nav Sempozyuma Ehmedê Xanî Ya Navneteweyî de. Amed: Weşanên Şaredariya Mezin A Diyarbekirê. r.103-108.
  • 2- Ciwan, M. (1997). Ahmedê Xanî, Jiyan, Berhem û Bîr û Bawerîyên Wî. Stochholm: Weşana Weqfa Kurdî Ya Kulturî Li Stockholmê.
  • 3- Corbin, H. (2010). İslam Felsefesi Tarihi. Berga Yekem. (wer. Hatemi, H.). Stenbol: İletişim Yayınları.
  • 4- Durre, A. (2002). Şerha Ehmedê Xanî, Felsefe û Jiyana Wî. Stenbol: Avesta Yayınları.
  • 5- Ehvanî, A.F.E. (2000). Kindî. Di nav Klasik İslam Filozofları ve Düşünceleri. (wer. Bilen, O.) Stenbol: İnsan Yayınları. r. 7-22.
  • 6- Libera, A.D. (2005). Ortaçağ Felsefesi. (wer. Meral, A.). Stenbol: Litera Yayıncılık.
  • 7- Medkûr, İ. (2000). Farabî. Di nav Klasik İslam Filozofları ve Düşünceleri. (wer. Bilen, O.) Stenbol: İnsan Yayınları. r. 43-64.
  • 8- Rahman, F. (2000). İbn Sina. Di nav Klasik İslam Filozofları ve Düşünceleri. (wer. Bilen, O.) Stenbol: İnsan Yayınları. r. 121-154.
  • 9- Resul, İ.M. (2007). Bir Şair Düşünür ve Mutasavvıf olarak Ehmedê Xanî ve “Mem û Zîn”. (wer. Yildirim, K.). Stenbol: Avesta Yayınları.
  • 10- Şeyh, M.S. (2000). Gazzalî. Di nav Klasik İslam Filozofları ve Düşünceleri. (wer. Armağan, M.) Stenbol: İnsan Yayınları. r. 155-200.
  • 11- Xanî, E. (2008). Hemû Berhem. Amed: Lîs Basın Yayın.
  • 12- Yildirim, K. (2008 a). Ehmedê Xanî Kulliyati I, Nûbehara Biçûkan. Stenbol: Avesta Yayınları.
  • 13- Yildirim, K. (2008b). Ehmedê Xanî Kulliyati II, Eqîdeya Îmanê. Stenbol: Avesta Yayınları.
  • 14- Yildirim, K. (2010). Ehmedê Xanî, Mem û Zîn. Stenbol: Avesta Yayınları.
  • Di Hejmara Pêncan (5) a kovarê da, hatiye weşandin.  


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button