Sociology

Tifaqa Çi?

Newaf Mîro

Tifaq xîret e, fedekarî û parastina berjewendiyên gîşti ye. Tifaq ol e, navê vê tifaqê Êzîdayetî ye. Tifaqa Êzîdiyan, 0l û nirxên Êzîdyatiyê yên qedîm in. Ne meriv bi yên xwe re tifaqa û taktîkan çêdike. Meriv bi rêxistinên der Êzîdayetiyê re, tifaqa çêdike. Ol bi xwe, tifaq e. Me wekî olên din terîqet û mezheb jî nîn in. Ew tifaqên ji bo berjewendî û ajandayên biyanî çêdikin, ne ji bo ol û berjewendiyên Êzîdayetiyê tev digerin. Civak û miletên nirxên civakî û olî di ser yên takekesî û xweyî siyasî re nagirin, nikarin tifaq û bernameyên hevbeş û mayîn de, saz bikin.

  • Tifaq û hevkarî, ji neçariyê û ji bo hişmendiya hevbeş pêktên.
  • Yên tim qala “Tifaqê” dikin, ji tifaqa olî pirr dûr in.

Tifaq, pêwîsti ye. Yên nikaribin hevkariyê bikin, xwedî egoyeke narsît û şikestî bin, nikarin fedakariya bikin. Lê divê meriv ji her gav û hevkariya hevbeş re li çepikan bide û bêje mala we ava. Dewleta Êzîdiyan tune, Êzîdî li çar aliyên cîhanê belav bûne. Bi perwerde û îdeolojiyên siyasî rû be rû bûne. Hişê geleka ji wan berhema kesên din, bawerî, netew û dewletê din e. Lê yasa, dadmendî, nirxên civakî û yên Êzîdiyan dike Êzîdî, ola wan e. Ne tevgerên bi navê “demokrasî, şoreşgerî, û mînakên terîqet û îmamên îslamê ne”. Ew tenê nav guhertine, lê armanc têkbirina hizr û nirxên Êzîdyatiyê ye. Êzîdîyan wê li ser, qewl, hed û sed û hizrên xwemalî wê bibin yek, yan jî wê hemû derfetan tune bikin, yek bi yek. Pêşiyên me ne xwedî îman û xîreta olî bûna, mal û ruhê xwe di oxira ola Êzî de nedana, em îro tune bûn. Ne mal û komele, ne jî malê dunyayê nikare Êzîdiyên qelibîn û yên tune dibin, vegerînin. Ne bi kesên weke min, yên bi hizrên xwe carna xwe tehl dikin jî nikarin.

  • Mala Êzdiyan ola Êzî ye.
  • Dunya Êzîdiyan, ol û felsefeya Êzîdayetiyê ye.
  • Hebûn û mayîne wan bi xîretkêşên dilsoz yên vê baweriyê ye.

Her hizr û siyaset berê ji bo berjewendîyên xwe ye. Mafê wan e jî. Helbet endamên her rêxistinê di nav xwe de xwedî heman mafî ne. Di encamê de ol û malbata wan ne girîng in. Yê girîng armanc û daxwazên rêkxistinî ne. Ji bo min jî ne ew çend girîng e, endamekî yê vê partiyê yan wê partiyê Êzîdî be ne Êzîdî be weke hev in. Belkî kesê ne Êzîdî dikaribe ji Êzidiyekî wêrektir be.Lê Êzîdî ne rastmal û alavên wan yê sîyasî û leşkerî ne. Êzîdî berê diçûn Diyarbekirê, pêxwasên sûk û kolanên bajêr dihatin pêşiya wan, yekî xwe qenc, yê din jî xwe xirab nîşan dida. Heta diketin berîka wan û direviyan. Siyaset heyî, mixabin ev e.

Ola Êzî nemîne, Êzîdî wê weke çermiksorên Emerîka bimînin. Kurdbûn û nekurdbûna Êzîdiyan, ne mijara li ser axaftin jî bibin. Em dizanin Alfred Einstein û Karl Marks jî Cihû bûn, lê wekî Almanan têne nasîn. Lê ewan kesan û bi sedan hizrmend û dewlemendên Cîhû ji nekarîn Cihûyan ji Holokostê rizgar bikin. Jixwe nirxandinên mezin û bi jêderên dîrokî li ser Êzîdiyan kêm in. Yan Êzîdiyan dikin Zerdeştî yan tayfeyeke îslamê. Nexwe hemû Olên Rojhilata navîn Cihû ne û ji Cihûtiyê tên. Helbet yên Brahîm î. Kê vê qebûl dike? Ne kesek! Tê gotin ku Êzîdî gava bêjin “em Êzîdî ne” ji Kurdbûn û miraseya Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyik, Mala Celîl û Çaçan, û bi dehan nivîskar, hunermendê din, ji keda Ria Teze û Radyoya Êrîvanê dibihurin. Ji ew kesana ne Êzîdî bûna, belkî ew jî îro bibûna Azerî. Lê ew nirxên giştî û sertaca çand û wêjeya vî zimanî ne. Zimanê me ne tenê yê ragihandinê û jiyanê ye, pêre jî yê Xwedê ye. Dia û Qewlên me bi vî zimanî ne. Zimanê fermî yê vê olê ev zimanê kurmancî ye. Kî kedê bide vî zimanî ji me erkeke pîroz pêktînin. Bi raya min her kesê qedr û qîmetê û wûsa kedê dide vî zimanî endamekî fexrî yê felsefe û jiyana Êzîdayetiyê ye. Mirata me ya hevbeş û dîrokî ev ziman e. Wekî din kî di çi kirasî û rêyê de hizûr û ruhaniyetê dibîne ew biryara wan e.

Mafê Êzidiya ye, hêviyên xwe ji vê têgeha “Kurd” qut bikin. Di dema kurdekî siyasî serwerê dewleta Iraq’ê bû, ferman û jenosîd bi serê êzîdiyan de hat. Ka wî serokomarî çi kir? Nekarîbû tiştek bikira, bila xweliya gundê Koço li serê xwe bikira. Di demekê de ku partiyên kurdan, xwedîhêz û derfetên herî zêde bûn, Şengal tevî mal û namûsa xwe wêran bû. Her kesî dizanî metirsiya DAIŞê heye. Çima van hêzên PDK’ê, YNKê û PKKê nebûn yek û Êzîdî ne parastin? Çima piştî bûyerê xwe dikin qehreman? Ma qehremanî ma? Gava jin û zarokên Êzidî ketin ber tofanê? Ev partî her qala bedelên xwe dikin, lê Êzîdiyan di dem û dewranên herî zehmet de ew hêz parastin û xwedî kirin. Ma ev ne nankori ye? Heta niha jî, lêkolîneke dadmendî û ya dewletî û navdewletî di derheqê vê jenosîdê çênebûne. Heta niha, Êzîdî nikarin vegerin warê xwe Şingalê. Şerê PKK’ê û dewleta Tirk, ne yê Êzîdiya ye. Nabe Êzîdî ji dewleteke weke Tirkiyê bihêz re bibin armanc û hedef. Ev, jenosideke din e.

Di civînekê hin hevalên me yên rêvebirinên mal û komeleyên Êzîdî de, di gotarên xwe de dubare kirin ku; “Tirsa wan û metirsî ew e, ku Êzîdî ji Kurda dûr bibin e”. Baş e em qala kîjan Kurda bikin? Yên birayên ometê, û ji bo vê biratiyê bi hezaran Êzîdî dane kuştin û îro jî ji bo ometê dadikevin kolanên Batmanê û Diyarbekirê. Bila herin ji wan bipirsin; hûn Kurd in, yan misilman? Ka wê bersiv çi be? Axa û mîrekî Kurdên Misliman nîne ku bi darê zorê Jinê Êzîdiyan nebirine û li xwe mar nekirine. Beşa din ya “birayên gelan” e. Ev biratiya gelan çima li ser tunebûna biratiya netewî, niştimanî ye? Ka bila ji wan jî bipirsin, kî neyarê we ye? Ger encam ne her kesê di çarçoveya wan ya siyasî ne ez tiştekî nizanim. Jixwe Kurdan, dewlet nîne û çanda dewletê nîne. Yasa û qanûnên navxweyî û yên navdewletî jî nîn in. Dikarin mezinê her dewleta xirab birêzdarî bipejirînin. Lê yên xwe, na. Kêm û komikên xwe re, rehm û bernameyekî parastina madî û ehlaqî nîne. Li civaka, her hêz û siyaset karibe her tiştî weke daxwaz û berjewendiyên xwe, yan yên aliyekî din tevbigere teror serdest e. Mixabin divê ev jî bête gotin, hemû zanyar, rêberbir, û pêşengên Kurdan, yan Şêx in, yan Mella, yan xwedî nasnameyeke îslamî ne. Ev di wêjeyê û çandê de wûsa ye. Helbet mafê wan e, ev jî. Lê mafê Êzidiya ye ku nirx û sînorên xwe yên Olî biparêzin.

Tiştê meyî hevbeş, zimanê me ye. Ew ziman, yê ebadet û Xwedayê me ye. Yên wan, qet ne wûsa ye. Yên nan û mirovên Êzîdî heram bikin, ne mirovên meriv pişta xwe bide wan. Ger ew rêzê ji pêşiyên xwe re bigirin, ne neçarin ola xwe biguherîn. Divê rêzê ji ol û nirxên pêşiyên xwe re bigirin. Êzîdî mexdûr in, şerpeze, malwêran û birîndar in. Nabe birînên Êzîdîyan, êş û xemên Êzîdiyan bibin alavên siyaseta birakujî. Mebest, partiyên Kurdî ne. Rêjeyeke mezin û di aliyê hizrî de, birakujî serwer e. Helbet, ew ne arîşeya Êzîdiya ye. Hemû partî, divê hevkar û hevalbendên Êzîdiyan bin. Ne Êzîdiyên xwe çêbikin û di nava Êzîdiyan ferq û cûdahîyên sîyasî bikin. Ev yek, dikare wan tenê bilind bike. Û bihêle cîhana hevdem rêzê ji wan re bigire. Dem hatiye ku Êzîdî ji bo siberoja xwe biryarê bidin û dibuhure jî. Hela hela bi Xîret û pêsîra Êzî.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button