Ferheng

Marksîzm û Marksîzma Rojava

Alî Gurdilî

1- Marksîzm (Marxism): Marksîzm, navê tevgerekê felsefî û siyasî a xweser e. Marksîzm, di heman demê de nêrîneke dinyayê a civakî û aborî ye û xwe dispêre, raveya materyalîzma diyalektîk a dirokî. Herweha, teorîyeke guherîna civakî ye û ji hêla marksîzmê ve, dahûrîna sîstema kapîtalîzmê ye. Dîsa meriv dikare bibêje ku sîstema marksîzmê, hevgirtineke siyasî, aborî û felsefî ye jî. Ramana bingehîn a marksîzmê xwe dispêre şerê çînên civakî û wiha diparêze ku dê di dawîya şerên çînên civakî de zorbaşîya (dîktatorî) proletaryayê pêk were û piştre jî, dê sîstema komunîzmê ava bibe, ku ew jî cîhana azadî û wekhevîyê ye. Navê xwe ji feylesof, siyasetmedar, aborîzan û şoreşger Karl Marx girtiye, ku damezranerê Materyalîzma Dîrokî ye.  

2- Marksîzma Rojava (Western Marxism): Nêrîna marksîst a ku li dijî nêrîna marksîst a ortodoksî ye. Di sedsala 20an de, li Ewropayê derketiye holê. Alîgirên vê nêrînê, bingeha marksîzmê û naveroka wê, rast dibînin. Lêbelê, li dijî bandûra pozîtîvîst û determînîst (kifşîparêz) in û li hemberî gelek hêmanên marksîzma ortodoks radibin, ku gelekî di bin tesîra Partîya Komonîst de bûye.  Karl Kautsky û Antonio Gramsci, di vê komê de wekî serek û aktîvîst, cih digrin. Ji hêla felsefî ve jî kesên mîna Louis Althusser, Jean Paul Sartre û ramanwerên Dibistana Frankfurtê, cih digrin.  Bi gotineke din, nûnerên vê nêrînê yên pêşîn Georg Lukacs, Karl Korsch û Joseph Revai, ne. Piştre jî, wekî nifşa duyem ramanwerên Karl Manheim, Herbert, Marcusel, Lucien Goldmann û Louis Althusser, cih digrin. Marksîzma Rojava, di şûna Engelsê marksîstê ortodoks de, zêdetir cih daye Marksê ciwan ê hegelparêz û bi vê yekê jî, xwestiye ku ji madeparêzîyê zêdetir, berê xwe bide dîyalektîkê. Girêdayî vê helwestê, di hînwerîya marksîst de, dîyalektîkê bikar anîne û gormirovîtîya (relativism, görecelilik, îzafiyet) zanînîyê jî, pejirandine. Dîsa gotine têkilîya ku di navbera zanîniyên me û dîroka kulturê de heye, têkilîyeke dîyalektîkî ye û nabe ku nêrîneke dinyayê, bi temamî rast yan xelet be. Li gor vê çerçoveyê, rexne li madeparêzîya (materyalîzm) dîrokî girtine û gotine ku divê hînwerîya marksîst, mîna dogmeyeke nemîne. fr: marxisme occidental / tr: batı marksizmi

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 02.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê: Alî Gurdilî – Weşanên Na: 2021


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button