1- Bizav, Liv, Tevger (motion): Bi wateyeke giştî, di mekanê de cihguherandina cisimekî. Di nav mekanê de, guherîna cih û pozîsyona cisiman. Wekî dijberê bêlivî û aramîyê, cihguhertina nesneyan (bar, object). Meriv dikare bibêje ku ji her cure guherînê re, liv (bizav, tevger) hatiye gotin. tr: hareket / fr: mouvernent / al: bewegung, gemütsbewegung
2- A ku Bêliv e û Dilivîne (unmoved mover): Di felsefeya Arîstotelesî de, sebebê armancî ê hemû heyînan. Xwedayê Arîstotalesî ê ku li wê de yê xweza û gerdûnê ye. Heyînê ku Arîstotales jê re dibêje bêliv e û dilivîne, ji forma xwerû pêk tê û sebebê armancî, ê temamîya guherîna ye. Ew, bi temamî formek e û ne xwedîyê wesfeke maddî ye. tr: hareket etmeyen hareket ettirici / fr: moteur immobile / os: muharriki gayri müteharrik
3- Harivarman: Ramanwerê budîst ê ku P.Z. di navbera salên 250-350an de, jiyaye. ‘Hînwerîya Nîhîlîst’ geş (berfireh) kiriye û mantiqa nînkirinê, wekî rêya xwegihandina Nîrvanayê dîtiye. Li gor nêrîna wî ne xwebûn (benlik, ego), ne ruh, ne nesneyên ku hatina afirandin û ne jî, têgihên bi wan re pêwendîdar in rastî (gerçek, real) ne. Ew bi temamî, ji bilî tunehîyê ne ti tişt in.
4- Şaşîya Dijminê Xeyalî (fallacy of staw man): Şaşîya ku di dema pûçkirina ramanekê dijber de dertê holê. Di vê şaşîyê de, ramana dijber wekî ramaneke zeîf (sist, bêbingeh) tê nirxandin û yan jî, ew raman tê tewşandin. tr: hayalî düşman yanlışı
5- Ruhê Heywanî (animal soul): Ruhê ku dibêjin (pê bawer in) li cem heywanan jî heye, ku dişibe ruhê (giyan) mirovî. Ev hînwerî, wekî dijberê hînwerîya Rene Descartesî derketiye holê, ku li gor nêrîna Descartes, bi tenê ruhê mirovan heye. Li gor vê hînwerîyê, têgihên fizîkî têra têgihiştina ruhê heywanan nakin û encax, bi hebûna ruhê heywanî ku dişibe ruhê mirovî, dikarin werin têgihiştin û zanîn. tr: hayvan ruhu / fr: âme animale
6- Hayyatiye: Doktrîna (hînwerî, öğreti, doktrine) mutezileyî ku di sedsala 9an de, ji aliyê Ebu’l-Huseyin Abdurrahman el-Hayyatî ve hatiye sîstematîzekirin. Li gor vê nêrînê Xwedê heye (hebûnek e), lê cewhera wî, nayê (nikare were) zanîn. Xwedê berîya afirandinê jî bi heyînan dizane (wan dinase) û hêza wî jî, bi qasî zanîna wî heye. Xwedê, ne litûfkar e. Lêbelê, litûfkarîyê, kiriye wezîfeya (erka) mirovan.
7- Coşî, Keyf, Xweşî (pleasure): Hesta ku ji bo tiştekî xweşik tê hîskirin, hîsa ku bi saya tiştekî xweşik rû dide. Bûyera (olgu, fact) psîkolojîk a ku dijberê êşê (pain, acı) ye. Têgihîya (algı, perception) ku ji xwedîtîya me ya tiştekî xweşik, dertê holê. Dilxweşîya ku di dawîya bidestxistna tiştekî xweşik de, rû dide. tr: haz / fr: plaisir / os: keyf / al: vergnügen / yew: hedone
8- Coşîparêz, Keyfparêz (hedonist): Kesên ku coşîyê (keyfê) mîna başîya tekane dibînin, kesên ku li pey coşîyê (xweşî, keyf) ne, kesên ku coşîyê wekî nirxekî bihagiran dibînin. tr: hazcı / fr: hédoniste
9- Hedonik (hedonics): Beş yan jî şaxê ehlaqê, a ku li ser têkilîya coşî û erkê (wezîfe, vatinî) radiweste.
10- Dibistana Heidelberg (heidelberg school): Dibistana felsefeyî a ku ji aliyê ramanwerên Windelband û Rickertî yên alman ve hatiye damezrandin. Ev dibistan, bi navê Dibistana Baden’ê jî tê nasîn. Windelband, bi felsefeya xwe ya nirxî hatiye nasîn. Li gor nêrîna wî, dibe ku darazek (yargı, dadbarî) nesneya xwe nîşan bide. Lê belê heta em wê darazê nepejirînin, ew nabe rastîn. Ji bo ku darazek bibe darazeke rastîn, lazim e em bawerîya xwe pê bînin û wê darazê, bipejirînin. Rickert jî gotiye ku çar qadên hebûne hene û bi vê teorîya xwe, hatiye nasîn. Li gor vê dabeşkirinê, berîya her tiştî nesneyên zanînê, cîhana sehekî a zanistê heye. A duyem, cîhana ku em tê de nesneyan bi aqil dibînin e. Qada sêyem jî, qada ‘berîya fizîkê’ ye û a çarem jî, qada metafizîkî ye ku nesneya bawerîyê pêk tîne. tr: heidelberg okulu / fr: école d’Heidelberg