Peyva libîdoyê peyveke latînî ye û tê wateya xwestek û şehwetê. Di psîkanalîzê de ji hêla Sigmund Freudî ve têgîna libidoyê weke esasê zayînê dihê şirovekirin. Carînan têgîna Eros jî dihê bikar anîn. Freud wiha bawer dikir ku libîdo ji bo hemû mirovan bingehîn (esas) e û ji ber vê yekê, libîdo ji ajotina jiyanê re jî dihê gotin. Freud bawer dikir ku nîşanên nexweşiya neurotîkî, ji ber necîbicîkirina libîdoya têkçûyî ye û diyardeyên civakî, hunerî û dînî yên herî bilind di rastiyê de hilberên veguheztinê yên libidoyê ne û di encamê de, xwedan cinsiyetek hestyar in. Wekî din, freud li gor psykoterapîyê bawer dikir ku ger libîdo nikaribe kanalên xwe pêk bihîne, ew ê bibe xemgînî an jî di encamê de, heye ku bi evîna xweser a narsîstîyê ve biçe û ber bi egoyê ve, were kişandin.
Sigmund Freud teoriyek hevpar a derûniya mirovan pêş xist û destnîşan kir ku hişê mirovî bi hewildanên zayendî, bi ezmûnên hewildanê cinsî ya cîhana zarokatiya pêş-zimaniyê dest pê dike. Sigmund Freud, bi rêya psîkoterapiyê nexweşên xwe hîpnotîze dikir û mîna ku di xewnê de bin bi wan re diaxivîya. Freud bawer dikir ku sedema herî mezin a nexweşiya derûnî libîdo ye û şehwet e. Sigmund Freud mijandina û şîrdana bi diya xwe re jî di warê libîdoyê de dinirxîne.
Freud diyar dike ku sedemên wan hêmanan bêhiş dibin ji ber ku mirov mekanîzmayên parastinê yên psîkolojîk pêş dixin û ava dikin da ku bi awayekî çalak xwe ji vekişîna ji hişmendiyê biparêzin. Yek li ser ‘hişmendiya yekem’ disekine. Ango a ku dikare di hiş de, derkeve holê û ya din jî bêhişiya mirovî ye ku wekî din di rewşên tirsnak de û di xewnan de derdikeve holê. Wê demê, meriv têgihîştina xwe ya hişmendî diguherîne û hişê xwe parçe dike. Li ‘ew’ zêde dike û ‘ez’ tu û ew tê wateya hiş û binehişê. Kûrahiya hişmendiyê di psîkolojiya mirovan de, roleke bingehîn dilîze. Di derbarê veguheztina travmaya bêhiş de, Freud bawer dike ku ger hişmendî û xemsarî neyê axaftin, ew dikare bibe sedema tevlihevî û neurozan. Serpêhatîyên kûr ên trawmatîk ên di bin hişê mirovan de cih digirin, bi serpêhatiyên zarokatiyê ve girêdayî ne û dibin sedema nexweşiyên derûnî, yên wekî fikar û depresyonê.
Lêkolîna derûnî diyar dike ku mirov bi gelemperî bûyerên trawmatîk bi zelalî bi bîr tîne ji ber ku ew ji hêla hestyarî ve bêtir tengezar in. Dema ku dor tê ser zextê, dibe ku ew bêtir hewldanek e û tişteke ku meriv ji bîr nake. Ji ber ku ji hêla hestyarî ve pir bi êş e. Freud hate tawanbarkirin ku her tiştî bi cinsî û bi libido re şirove dike, lê Freud di dawîyê de xwe diparêze û dibêje; libido tenê nîvek hêzên ajotina giyanî pêk tîne, lê ajotinên xweser ên ku ji bo saxbûna laşî ya kesane peyda dikin nîvê din in. Psîkiatrist Sigmund Freud 1856
Sultan Arslan
23.okt.2021
Çavkanî: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/