Arşîva FelsefevanPsychology

Li Gor Perspektîfa Psykologiyê Pêşketina Mirovan

Sultan Arslan

Di nav hin welatan de, têkilîya însanan bi hevdu re zêdetir asymetrîk e û asymetrî jî dijraberê symetrî ye. Ez dixwazim bi zimanekî siviktir bidim fêmkirin ku, asymetrî tê wateya ”newekhevî” û maneya symetrî ji ”wekhevî” ye. Hin rêxistin û mirov dixwazin bi hêza xwe civakê bide fahmkirin û mafdarîya xwe bi hêza xwe bide pesendkirin. Hin derodor jî bi awayekî heçko guhdarî dikin têkilî bi civakê re datînin. Li gor zanyarî ev têkilî jî symetrîk e û tê wateya gava mirov xwe di eynikê de mêze dike, vebeyîna xwe di eynike de dibîne. Di nav têkili dayina insanan de asymetrî tê wateya hêzdarî, ku ew kesên bi hêza xwe pêywendiyên xwe datîne. Peywendiyên symetrî ji tê maneya rastênhevan ji paralel, wekî mînaka ”erê dengê te hate min, an jî erê erê min zanî te çi got.” Hem asymetrik û hem jî têkilîya symetrîk li hin civatan de wisa xuya dike kû li ber bi pêşveçûyîna civatê astengî dirust dike û nahêle ku însan bi hevdu re têkilîya çareserîyê ava bike.

Îcar têkilîya komplîmet heye. Komplîmet jî tê wateya ku mirov cihêtîya digere da ku hevbeşîya hevûdu bibîne. Têkilîya komplîmet li ser lêgerîna cudabûna mirov û herwiha li ser lêgerîna hevpişkan hatîye ava kirin. Bi rastî, gelek xwezayî ye ku her mirov dixwaze helwesta xwe bi hevdu re parve bike û bi awayekî bi hevdu re têkildar be da ku bikaribe helwest û dîtinên xwe bide guhdarîkirin. Ji alîyê etîkê ve jî, rastî ew e ku mirov bi hev re pirsgirêkan gengeşe bike û ji tecrûbeyên hevûdu sûdwerbigre. Helbet divê mirov li xwedî helwestê xwe be û helwestê xwe bide ravekirin. Hewce nake ku mirov wekî hevûdu bifikirin. Lê gava mirov wekî hevûdu nefikire jî, divê cihêwazbûna ramanan bête daxuyandin û bersîvandin û divê mirov bi hev re berdewam têkildar be, da ku zêdetir û bi dorfirehî li ser helwestan raweste, da ku têgihîştinekî hevbeş peyda bike. Ji bo ku mirov bikaribe bi hev re têkildar be divê li hin regez (prensîp) re lihevhatî be. Wekî guhdarîkirin, têgihîştin, lihevanîn, xweşbîn û fêhmber be.

Divê meriv hem guhdarî bike û hem jî bide guhdarîkirin.

Divê meriv hem fam bike û hem jî bide famkirin.

Divê meriv hem hez bike û hem jî bide hezkirin.

Divê meriv hem bide û hem jî hilde.

Divê meriv hem alîkariyê bike hem jî alîkarîyê bistîne.

Sultan Arslan
05.11.2015

  • Çavkanî
  • Asplund, J. (1983): Tid, Rum, Individ och Kollektiv. Liber Förlag, Stockholm.
  • Bernth, I. (2003): En etologisk tilgang til personlighedsudvikling, Psyke & Logos, Temanummer 2, årgang 24 
  • Ji malpera https://kurdishphilosophy.blogspot.com/ ê hatiye girtin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button