Arşîva FelsefevanSociology

Bi Kurtî Li Ser Etymologiya Dewletê

Sultan Arslan

Dewlet çi ye? Li ser peyva  dewletê gelek teorî hene. Di salên 1900an de pir lêkolin li ser  dewlet û  girîngiya dewletê ji aliyê zanyaran ve hatine pêşkeşkirin.  Ji destpêkirina mirovayetî  heta niha dewletên ku hatine avakirin di dîrokê de herdem guherîne,  karakter û şêwazê desthilatiya sîyasî jî li gor demê bi pêşve çûye. Tê gotin ku piştî civakên hoveber,  dewlet derketine holê û  dewlet ji bo têkiliya rêveberiya civakê pêk hatiye û hêza xwe her zeximtir kiriye. Ji roja ku dewlet derketiye holê ta îro, dewlet ji bo civatan bûye wekî instrûmenta saziya herî bilind a birêveberiyê. ‘Bi kurtî meriv dikare bibêje ku dewlet saziya birêxistî, otorîter û çalak  ya civakî ye.’ [1]

  Ji destpêka damezrandina xwe ve dewlet,  wekî dewletên bajarî hatine avakirin. Lê şêwaza dewleta bajarî êdî têra miletan nedikir û karakterê dewletê bajarî piştî demekê diviyabû biguhere. Bi derketina dewletan û  birêxistina dewletan bajarî  yên ku  derketine  holê diviyabû xwe li dijê civakên din, ji bo berjewendiyên xwe dewletê  biparêzin û sermayeya xwe dewlemendtir bikin. Ji ber wê jî her dixwestin ku cihê warê xwe berfirehtir bikin.  Sermaye û dewlemendî,  bi xwe re dewletên mezin ên desilatdar peyda kirin û herwiha ku ev yek bûye sebebê qonaxeke hesûdiyê di nav jîyana mirovayetiyê de û her alî çavê xwe berdane welatên hevdu û bûne sebebê şer û pêvçûnan ku dixwestin erd û sermayeya xwe berfirehtir bikin. Kêm û zêde di nav wan civakan de şerên mezin bi demê re berdewam kirine û bi zerarên mezin gihîştine wê astê ku piştî şerên Napolyon Bonapart yên li Ewrûpayê, dewletên mezin hewl didin da ku bi rêbazên aştiyane, meseleyên ku di navbera miletan de peyda bûne çareser bikin. Prosesa aştiyê, bi çavderiya hin welatên desthelatdar û bi kongreya aştiyê, li bajarê Vîyanayê dest pê kir.  Lê tu carî ne karî li ser rêbazên aştiyane problemên navbera dewletan çareser bike. Li gel hewldana rêbazê aştiyane, şer û zererên mezin di navbera dewletan de heta şerê cihana duyem berdewam kiriye û piştî şerê cîhanê a duyem, karakterê dewletên Ewrûpayê jî di binî ve hate guhertin. Welatên Ewrûpayê êdî ketin ser rêya aştî û dîalogê û sermayeya xwe bi awayek din dixwestin ku birêve bibin û berfirehtir jî bikin.

‘Têgihîştina mirovayetiyê, heq û hiqûk bi pêşve çû  û herwiha bingeha avakirina dewletên lîberal a demokratik li Ewrûpayê dest pê kir.’ [2]

   Kurdan di nav vê pêvajoya dewletan de çi rol leyistine gelo? Li gor hin dîrokzanan miletê kurd di dîrokê de xwedî desthilatdar bûne û tecrûbeyên wan ê birêvebirina ‘dewletê’ çêbûye, lê belê qonaxekî dirêj jî navber dane û wan tecrûbeyê xwe ê rêvebirtiya desthilatdariyê jibir kirine. Tê gotin ku kurd di dîroka mirovayetiyê de, bûne avakarê  dewletên wekî  ‘Dewletên Hurrî (Ji dehan zêdetir bajardewlet, B.Z. 2500-1400an), Dewleta Gutî (B.Z. 2700-1070an), Dewleta Sûbarû (B.Z. 4000-3000an), Dewleta Lûlû (B.Z. 2800), Dewleta Mîtannî (B.Z. 1500-1250), Dewleta Kassîd (B.Z. 1595-1207), Dewleta Ûrartû (B.Z. 860-580), Dewleta Medyayê (B.Z. 727-550), Dewleta Komaganê (B.Z. 162-17), Dewleta Bûweyhî (933-1062), Dewleta Bawendî (665-1349), Dewleta Ziyarî (927-1090), Dewleta Kengarî (916-1090), Dewleta Kekûyî (1008-119), Dewleta Eyûbî (1169-1400), Dewleta Şedadî (951-1174), Dewleta Rewadî (970-1071), Dewleta Hesenweyhî (959-1015), Dewleta Zend (1750-1797), Dewleta Gor (1030-1215), Dewleta Merwanî (372-478), Dewleta Dostikî (983-1085).’ [3]

Ji dîroka nêzîk jî kurd pê dizanin û hê jî nehatîye jibîrkirin ku Komara Kurdistana Mehabadê di sala 1946an de avabû û salekê karibûye ku li ber xwe bide.

Dewlet û Kurd

Ez pirî caran bûme şahîdê axaftina di nav kurdan de ku digot in, roja ku dewleta kurdî ava bibe, dê qiyamet rabe. Ev gotin beredayî  di hişê miletê me de çênebûye. Di nav vê gotinê de mirov bi asanî dikare bibîne ku miletê kurd di dîrokê de şikestinek mezin  xwariye û ew şikestin hem bi aliyê civakî de û hem jî di psîkolojiya miletê me de, rûxandinekî mayînde ava kiriye. Herwiha ev şikestin di hişmendiya netewa kurdî de bêmeferî  û bêhêvîtiyê pêkaniye. Her çiqasî dewletên kurdan, heta roja me ya îroyîn nehatibin jî, hêviya wan her xurt maye. Wekî gotinek din jî di nav miletê me de digere û gelek watedar e, tê gotin ku ’di dilê her kurdekê de Kurdistaneke serbixwe heye’. Ev gotin jî remza wê hêviyê ye ku kurd her çiqasî hatine wêrankirin û parçekirin û daxwazên xwe yên xwezayî a avakirina dewletekî serbixwe parastine û heta îro jî, berdewam kirine.

Dîroka Kurdan

Di sedsala 11an de Selçukiyan berê xwe dabûn rojhelata navîn û di navbera sala ‘1042an de, Selçukiyan piraniya beşên Kurdistanê îşgal kirin û kirin axa dewleta xwe ya fireh’.[4]  Li gor  dîrokê jî mirov dibîne ku Selçukiyan bi piştewaniya kurdan karibûne hikûmdariya xwe berfirehtir bikin û gelek navçeyên rojhelata navîn bixin di bin kontrola xwe. Gelek eşîrên kurdan bûne balpiştên Selçukiyan û alîkariya wan kirine. Eynî demê ‘beşek mezin ji eskerên Selçukiyan, li Asya Biçîk ku hejmara wan digihîşt 250 hezar kesan, ji eşîrên Kurdistanê pêkdihatin, bi taybetî jî ew eşîrên ku li Amed û der û dorê dijiyan.’ [5]

Şerê  Çaldiranê a binavûdeng, di hişê miletê kurd de ye, hêj nehatiye jibîrkirin. (1514) Di navbera Osmanî û Iraniyan de şerê li ser Kurdistanê demekê dirêj berdewam kirîbû. Di sala 1639an de, Osmanî û Sefewî li hev hatîn û li bajarê Qesra Şîrîn civiyan û peymana Qesra Şîrînê îmze kirin. Pistî vê peymanê, navçeya  Erdelan kete destê Iraniyan, herêma Mukrî û Şehrezur ku Silêmanî jî nav de kete destê Osmaniyan. Lê şer û dabeşkirina Kurdîstanê bi xwe re  serê birakujiyê jî anîbû ku eşîrê kurdan bibûn dijminên hevdu û li dijî hevdu şer dikirin. Aliyekî ve jî  dagirkeriya Osmanî û Iraniyan li ser miletê me  jî berdewam dikir. Kurdistan êdî hatibû parçekirin û dagirkirina welatê me di nav miletê me de jî bû sebebê perçokandinê. Prosesa peymana Qesra Şîrîn heya sala 1831an berdewam kir, ku dijminên me bi her awayî biserketin û Kurdistan bi tevayî kete bin destê wan û di navbera wan de hate dabeşkirin û bû du parçe. 

Kurdan her çiqasî di nav jîyana Osmaniyan de hin statû peyda kiribin jî, ew desthelatî  zêdetir mihelî bû û kurdan heta Şerê Cîhana Yekem dîsa derfeta afirandina dewletbûyînê bi dest nexistine. Yeknebûyîna kurdan, nîfaqî û şerê navxweyî ya di nav kurdan de, her car bûye sebeb ku  kurd nekarin derfetê peyda bikin da ku ber bi dewletbûyînê ve biçin. Peymana Lozanê jî li ser navê hin kurdan pêk hatîbû û dijminên me karîbûne kurdan bixapînin û li ser navê wan, hin sozan bidin û biçin heta Lozanê û bi peymana Lozanê Kurdistanê parçe parçe bikin. Li Başurê Kurdistanê serhildana Şêx Mahmûd Berzencî  di sala 1919an de dest pê kirîye û Şêx Mahmûd qralîyeta xwe jî ragihandiye. Qralîyeta Şêx Mahmûd Berzencî profîla dewleta kurdî bû, lê prosesa qiraliyetê ji serî heta dawî bi şer berdewam kiribû û bi trajediyeke  dawî lê hat. Ew trajediya ku hate serê wan, naye terîfkirin jî. Piraniya wan hatin kuştin û sirgûnkirin û dîsa hêza kurdan têrê nekiriye ku desthilatiya xwe biparêzin. Herwiha ‘Malbata Berzencî ji salên 1850an ve ii herêma Suleymaniyê û derdora wê, pêşevaniyê dikirin. Bavê wî Şêx Saîdê Suleymanî jî piştî serhildana 1908an hatibû bidardakirin.’ [6]

Di sala 1946an de derfetek nû peyda bû li Rojhelata Kurdistanê û Komara Kurdistana Mehabadê,  bi serokayetiya pêşewa Qazi Mihemed hate avakirin. Komara Mehabad salekê karibûye bijî û ku hilweşandina Komara Mehabadê trawmayekî nû xist nav miletê me.  Trajediya ku hate li ser Komara Mehabadê û bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî li  meydana Çarçira a Mehabadê li ser kurdan û di hişmendiya neteweyê kurd  de birînek mezin vekir û fikra serxwebûyîna Kurdîstanê,  carekê din hate hilweşandin.

Tevgera neteweya kurd li Rojheta Kurdîstanê, piştî rûxandina şahê Îranê derfeteke nû afirand ji bo kurdan û bi serokayetiya Dr. Evdirehman  Qasimlo tevgera kurd dîsa bi hêviya ku statûyekî ji bo miletê kurd re ava bike dest pê kir. Lê herdu serokê kurdan jî, li Vîyanayê hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê serhildana kurdan piştî Peymana Lozanê jî berdewam kir,  ji bo  ku kurd bikaribin bibin neteweyeke serbixwe, serî hildan.  Piştî Serhildana Şêx Said bi dehan serhildanên kurdan  li Bakûrê Kurdistanê çêbûn. Di serhildana Şêx Seîd de Kurd bi hestekî niştimanî  rabûn ser piyan, lê ‘di eynî wextê de beşek biçûk ji derebegên kurdan, balişta xwe bi Îngilîzan ve girêdan û xwestin pêşiya  berfirehbûna ve şoreşê bixitimînin’ [7] 

Herwiha li ser serhildana sala 1925an dijminê me karîne tevgera serhildanê wekî tevgerekî kevneperestiyê nîşanî dinyayê bidin. Piştre bi hezar fêlbazî û sozdariyan xwestin kurdan bixapînin, heta belavokan li navçeya Colemêrgê û Araratê jî belav kirine ku di wan belavokan de wiha gotine: ‘Hevwelatîno! Hukûmeta Komara Tirkiyeyê bi temamî qerardar e kû hemû pêwistiyên şaristaniyetê di welatê xoşewîstê me yê Kurdistana Tirkîyê de belav bike. Rê û dirbên we dê bên qîr kirin. Gund û bajarên we de bêdibistan û mamoste nemînin, di jîyanekî gelek xweş de xezanên we dê şad û bextîyar bin, asayîş û qanun dê  bibin sebebê pêşveçûn û berfirehbûnên me di bin parêzgerîya rasteqînî û dilsozî ya qanunên komarê de nin.’ [8]

Di 29ê hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê Şêx Seîd û hevalên wî hatin darvekirin. Li darvekirina  Şêx Seîd û hevalên wî, trajediyek bû û di nav kurdan de û herwiha di nav miletê me de tirs, panîk û trawmayeke pêkanî û hêviya kurdan, bi her awayî hate şikandin. Di salên 70 û 80an de jî gava me bi kurdan re diaxaft û digot kurd divê bibe yek û dewlet, gotina gelek kesan qet ji bîra min naçe ku digotin ’ma we aqlê xwe xwariye û hûn  jî dixwaz in ku bila karesata Şêx Seîd were serê we.’ Komkujî, jenosid, asimilasyon êdî bûye jîyana me ê rojane.  Qetlîama Geliyê ZilanHelebçeEnfal û bi sedan ew cure gelkujî, hatine serê miletê me. Di nava tu miletan de hewqasî serok nehatine kuştin, darvekirin û sirgûnkirin û zîndankirin. Cînarên me bi sedan sale kurdan talan dike û bi sedan sal e ku li ser miletê me gelkujiyan pêk tîne û ji birîna komkujî û jenosîda ku li ser kurdan ve hatî,  hêj jî xwîn têt û em hemû kurd, bûne şahîdên bûyera Şingalê jî û li ber çavê me, komkujiyek din hate serê me kurdan. 

Ev travmaya ku hatiye serê kurdan, ev e sed sal in ku li ser nifşên nû bûye trajedî  û bîrhatinên gelek tehl û tijî. Piştî jenosîda ku  bi sedan  sal e ku li ser kurdan berdewam kirîye û ew asîmîlasyona ku hatiye serê kurdan, bûye sebebê du bendî û li hev ketina kurdan di nav xwe de û heta  îro jî ev trajediya bêhêvîtî û rûxandinê, di nav nifşên nû de berdewam kiriye. Em hemû kurd bûne şahîdê karesata Şingalê jî ku  piştê karesata Şingalê,  du bendî û li hev ketina kurdan dîsa derket holê û kurd nekarin bi hevdu re hemahengî û hişmendîya netewî ava bikin. Nav wan trawmayan de miletê kurd xistine haletêkî sendroma nexweşiyê û dijminên me, bûne pispor li ser serê kurdan û ligel fêl û fêtlên xwe, bi asanî dikarin kurdan bixapînin.  Ew hunera sîyaseta dijminên me bûye jîyana rojane û bi wan fêlan, rê li ber fikrandina netewa kurdî her roj li ber çavê me tê perçiqandin. Kurd hewqasî ketiye ku, êdî bi menfîetên/berjewendiyên biçûk mijûl dibe û gava tiştekî bi dest dixe, ku  li gor miletên din qet ne nirxdar e jî; wekî ji esmanan hatiye xwarê  lê dinêrin.

Rewşa Kurdan ya Îro

Rewşa dinyayê, ne weke berê ye û gelek hatîye guhertin û kurd jî dikarin ji wan  derfetan sûdwerbigrin. Piraniya welatê dinyayê, berê sad salan berê xwe dabû miletên biyanî, da ku dagir bikin û bi vî şiklî, dixwestin ku hikûmdarîya xwe bihêztir bikin. Lê wijdana mirovayetiyê, îro êdî wan kiryar û kirinan naperijîne û ji demên berê zêdetir, girîngiyê didin miletê bindest û li ser heq û hiqûqê miletan, zêdetir hestyar bûne. Heq û hiqûqê miletan piştî hilweşandina Sovyeta berê, zêdetir derket holê û gelek miletan piştî wê qonaxê, dewleta xwe ava kirine.  Ew miletê ku bêdewlet mane, gelek kêm bûne û hema heman ne mane. Di raya giştî a dinyayê de êdî hatîye fêhmkirin,  kurd mezintirîn milet e ku nebûye xwedî dewlet. Bi dîtina min dinya amadeye alîkariya kurdan bike, lê kurd bi xwe hêj ne amade ne û di nav xwe de jî, nakok in. Li Bakurê Kurdistanê piştê serhildana PKKê ku eva bû sih salê zêdetir berdewam dike, potansîyelek mezin afirand.  Kurd ji demên berê zêdetir, bi rêxistin bûne û çalaktir bûne, lê belê hestê netewayetiyê  li gor rewşa îro gelek lewaz e û daxwaziya wan jî, ne li gor pîvanê şerê sih  salî ye.  Li Bakurê Kurdistanê miletê me ketîye pêy guherandina destûra (makezagona) dagirkeran û bi wan rêyan, dixwazin ku rewşa xwe baştir bikin.

Li rojhelata Kurdistanê bêdengî durust bûye û piranîyan wan ketine pêy farisan, ka yê çi  bidest bixin? Li Rojavayê Kurdistanê derfetek zêrin û dîrokî  ketiye destê kurdan û dikarin rewşa xwe ya desthelatdariyê bihêztir bikin û ber bi dewletbûyînê ve gav bavêjin. Lê ew derfeta mezin a ku ketiye li destê wan, nizanin çawa bikar bînin û hewl didin ji bo ku  deskeftiyên xwe, bi miletê din re parve bikin û ketine di bin fîlozofiya demokrasiya Rojhelata Navîn.

Li Başurê Kurdistanê rewş li hemû deman baştir e û şert û zirufê dewletbûyînê gihîştiye wê astê ku dikarin dewleta kurdî ragihînin, lê çavê wan li ser Bexdayê digere û hem ji tirsa neyekbûna kurdan û hem jî tirsa metînkaran, nikarin biryarê bidin. Kurdên ku belav bûne li vê dinyayê û bûne penaber û koçber, piraniya wan di bin şertên giran û zehmetiyan de dijîn û çavê wan li ser welêt e û ku dilê wan ji bo Kurdistanê dişewite.  Kurdên dîasporayê, di nav  wan welatan de wekî hemwelatiyên tirk, îranî, iraqî û sûrî têne naskirin û gava kurd tê gotin,  wekî kêmnetew dibînin û rastê gelek zehmetiyan tên, gava nasnameya xwe didin naskirin. Ji ber wê ye,  divê kurd karên xwe bikin.

Hedî-hêdî divê ber bi xewna xwe a hezaran salan ve bimeşin û ji bo heviyên xwe têbigoşin, xewna xwe bi cîh bînin. Ew roj jî, nêzîk e. Gelek zanyar jî bal kişandine, ser  miletên ku bêdewlet in, ku di nav wan miletan de şerê navxweyî, nenasî, zordarî û hêzdariya kesayetiyê rû dide. Filozof Thomas Hobbes (1588-1679) dibêje; ‘di nav miletê ku  bêdewlet in, di demekê kurt de  tenhayî,  gelemşeyî, zordarî û feqîrtî têne dîtin.’ [9]

 Miletê dinyayê  li ser dewletan ava bûye û tenê dewlet dikare bikire û bifiroşe û bikeve bazara dinyayê. Her tişt û îmkan, bi destê miletê ku xwedîdewlet in bireve diçe. Tenê miletên xwedî dewlet dikarin beşdarê civînên Welatên Yekbûyî bibin. Tenê miletê ku dewletên wan hene, dikarin axa xwe baş biparêzin. Miletê bê dewlet, wekî kêmnetew  tê hesibandin û heq û hiqûqê wan jî, li ser kesan e.  Mirov dikare bi hezaran mînakan nîşan bide ku dewletbûyîn çi  maf û feyde dide milletan. Li ser gotina dawî ez dixwaz im behsa gotina birêz Mesût Barzanî bikim ku dibêje, ’eger hûn alîkarî bidin min û piştevaniya min bikin, ez amade me dewleta kurdî ragihînim.’ Mesût Barzanî jî dîroka kurdan, ez bawerim ku agahdar e û dizane ku tenê yekbûyîna pêkhateyên kurdan dikare parastina Kurdistanek serbixwe bike. Eger dewleta kurdî bête avakirin, hin dimenê çanda kurdan niha ve nîşan dide ku, dewleta kurdî , di warê heq û hiqûqê mirovan û kêmneteweyan de,  ji piraniya welatê ereban û ji hin welatên Afrîkayê û Asyayê  dê pêşdetir be.  Mirov dibîne û rêvebertiya hikûmeta Heremê Kurdistana  Başur jî nîşan daye ku piranîya kurdan aligirê welatekî  sekuler, demokrat û pirdeng in. Îcar çi dibe bila bibe û dawiya derbederiya me jî wekî,  gotineke Sartre heye ku dibêje ‘dojeh, serhildan e’, bila dewleta kurdî ava bibe û ku qiyamet jî rabe û ji bo xêra avakirina Kurdistaneke serbixwe ye û wekî hemû miletan, miletê kurd jî layiqê wê serweriyê ye û ne tenê  daxwaz e, lê heqekî xwezayî ye ku kurd bibin xwediyê desthilatdariya xwe. Ew dewlet dê bibe bingeheke nû, di hişmendiya kurdan de deftereke nû biafirîne û ew deftera spî  dikare li ser Bakur, Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê jî tesîrê bike, da ku kurd bi giştî bigihêjine armanca xwe; çawa ku tê gotin, di dilê her kurdekî de Kurdistana serbixwe heye.

  • Sultan Arslan
  • 29.05.2015, Copenhagen

Çavkanî

1- Hvad er en stat, Mogens Herman Hansen. Det Kongelige Danske Videnskabernes Selskab-The Royal Danish Akademy of Sciences and Letters,2014.

2- Statsdannelse,regimeforandring og økonomisk udvikling, Jørgen Møller, Hans Reitzels Forlag. 2012.

3- Malpera Felsefevan. Ali Gurdilli, kurd û dewlet.

4- Çend rûpel ji dîroka gelê kurd, Dr.K.Mezher Ehmed,Stokholm 1991,Çap û weşanxana Apec.

5- Kovarabir 13 Mart 2015.

6- Magt og Menneske, Historie på tværs,  af en gruppe forsker, Gldendal, 2013.

7- Statsdannelse,regimeforanring og økonomiske udvikling, Jørgen Møller,2012, Hans Reitzels Forlag

8- Filosofi, Politikens bog om politiske ideer, Paul Lübcke, politikens forlag 1995.

9- Demokrati som styreform og som ideologi, Morgens Herman Hansen, Museum Tusculanus Forlag, Københavs Universitet 2010.


[1] Hvad er en stat, Mogens Herman Hansen. Det Kongelige Danske Videnskabernes Selskab – The Royal Danish Akademy of Sciences and Letters, 2014.

[2] Statsdannelse, regimeforandring og økonomisk udvikling, Jørgen Møller, Hans Reitzels Forlag. 2012.

[3] www.felsefevan.org, Ali Gurdilli, kurd û dewlet.

[4] Çend rûpel ji dîroka gelê kurd, Dr. K. Mezher Ehmed, Stokholm 1991, Çap û weşanxeyna Apec.

[5] Çend rûpel ji dîroka gelê kurd, Dr. K. Mezher Ehmed, Stokholm 1991, Çap û weşanxana Apec.

[6] Kovara bir 13 Mart 2015.

[7] Çend rûpel ji dîroka gelê kurd, Dr. K. Mezher Ehmed, Stokholm 1991, Çap û weşanxaneya Apec.

[8] Çend rûpel ji dîroka gelê kurd, Dr. K. Mezher Ehmed, Stokholm 1991, Çap û weşanxaneya Apec.

[9] Magt og Menneske, Historie på tværs,  af en gruppe forsker, Gldendal, 2013.

Çavkanî: Kovara Felsefevan. Hejmar 03. Sal: 2015 

Ji malpera https://kurdishphilosophy.blogspot.com/ ê hatiye wergirtin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button