Psychology

Hiş û Binehişê Mirovan

Sultan Arslan

Pir zehmet e ku meriv rave an jî penaseyeke hêsan bide, bo hiş û binehişê merivan, bi rastî çi ye. Ji ber ku hişê merivan ji du beşan pêk dihê. Yek hiş e û ya din jî binehiş e. Binehişê merivan arşîveke a nehinîye û hatîye ji bîr kirin. Li gor psîkiyatrîstê Swîsrî C.G. Jungî pêlên binehişê merivan, dikarin xwe di êrişên tirsnak ên giran, wekî depresyon, çavnebarî, obsesyon û rewşên neçarîyê de nîşan bidin. Em nizanin binehişê merivan heyînek berbiçav e? An ew heyînek razber (nedîtbar) a nedîtîyê ye? Ji ber ku di mêjî de qadeke taybet tune ku meriv rave bike û bibêje, ev der binehiş e an jî jêrzemîna hişê merivan e. Têgîna binehişî weke raveker, dihe bikaranîn da ku em bi awayeke din têbigîhînê û li gor têgihîştineke din, têkilîyan bi xwe re û bi hevûdu re ava bikin. Binehişê merivan bi gelemperî wekî cîhê ku tiştên di hişmendiya me de dimînin, a ku em ji bîr nakin dihê zanîn. Binehişê merivan weke avahîyeke hişmend dihê hesibandin. Lêbelê, ev danasîn ne rast e. Ji ber ku hişê merivan ji hişmendîya ku em xeyal dikin pir mezintir e. Tiştê ku em niha dikarin bînin bîra xwe di hişmendiya me de heye, lê ya ku naye bîra me hişê me a bêhiş e.

Di binehişîya me de hest, raman, tevger, bîranîn û hwd. her tişt dihên parastin, lê naye bîra me. Ger em hişmendiya xwe li gel binehişê xwe, wekî cîhana ku em tê da dijîn bihesibînin, meriv bi asanî dikare bibêje, hişmendîya me ba qandê tevahiya gerdûnê ye. Çima hewqasî serpêhatîyên me hene, ku rasterast em jibîr dikin û nayên bîra me? Çima em nikarin bi bîr bihînin ku me hewqasî dem derbas kiriye? Binehişê me, arşîvek e. Haya me jê tune be jî, hemû tiştê ku em rojane li ser rê dibînin, hemî serpêhatîyên ku têne serê me, zarokatîya me, ciwanîya me û pîrbûna me û hwd. bi hemû beşen biçûk û bi hemû hûrgilîyan re, di binehişê me de dimînin û wenda nabin. Bi kurtî; hişê me hişmend e, aktif e û beşa pisîkolojîya me ye a ku em dikararin pê re bin û bişewirînin. Beşeke ku em wekî kesayetiya xwe, xwe pê dihesibînin. Bi hiş re raman, biryar û kiryarên xwe bi kar dihînin. Binehiş ew beşa derûnîyê ye, ku em ne rasterast pê re ne. Hişê binehiş, bi wêneyan diaxive. Em binehişê xwe bi mînakan, xewnan, sembolan rave dikin.

Derew û Cureyên Derewan – Sultan Arslan

Du cure, derew hene. Derewên sipî û derewên rûtîn. Derewên sipî, ji bo ku mirov pê kêfxweş bibin û mirov, pê bikenin têne kirin. Ji xwe derewên wisa ne rûtîn in û tu zererê nadine mirovan û derobera xwe. Gava derewên sipî derdikeve holê jî, kes pê aciz nabe. Lê derewên rûtin, ji derewên sipî gelekî cihêwaz in û hem zererê didine xwedîyê xwe û hem jî ji bo derodora xwedîyê xwe, dibin sebebê rewşekê xirab. Bi derewên rûtîn re nexweşîya derûnî jî çêdibe ku ji vê nexweşîyê re ‘dîagnos’ jî hate dayîn. Sendroma nexweşîya patologî. Patologiyên derewker… Mirovên wisa, bi berdewamî derewan dikin û êdî, ji bo wan derewkarî dibe rûtînek û herweha, ew bi xwe jî ji derewên xwe bawer dikin. Gava behsa xwe dikin, li ser jîyana xwe diaxivin an jî serpêhatîyên xwe pêşkeş dikin, ji sedî not, derewan dikin û derewên xwe jî, dixemilînin. Ew kesane her dixwazin balê bidin ser xwe û dixwazin, ku herkes li wan binêre û qala mezinatîya wan bike.

  • Sultan Arslan
  • 27.05.2017

Çavkanî: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button