Ev pirsa ha, gelek caran ji min hatiye pirsîn û min jî, her hewl daye ku bi kurtî be jî bikaribim bersiva vê pirsê bidim. Di esasê xwe da daxwaz, armanc, rê û rêgehên dîn û felsefeyê, ji hev cuda ne. Lêbelê, herdu jî dixwazin ku xwe bigihînîn heqîqetê û li gor zanînên xwe, tevahîya qada jiyanê şirove bikin. Heta vê qonaxe, arîşeyek tune û heta ku dîn û felsefe, li ser a xwe bin, dibe ku pev jî neçin. Lê dema ku dîn bibêje ez xwedîyê ‘heqîqetê’ me, min xwe gihandîye heqîqeta misoger û naguhêr û rabe, karê tevahîya zanistan (science, bilim) bigre ser xwe û bixwaze xwe wekî zanisteke mayende nîşan bide, hingê dibe sebebê gelek arîşeyan. Çimkî, dema dîn bibêje ez bi heqîqetê dizanim û xwedîyê wê me, hingê felsefe jî jê dipirse û dibêje, gelo tu ji kû dizanî ku heqîqet a ku tu dibêjî ye.
Dema meriv bi çavikekê alînegir, li arîşeyê mêze bike, meriv dibîne ku felsefe tu carê negotiye û nabêje ku min xwe gihandiye heqîqetê. Tenê, dibêje ez di rêya lêgerîna heqîqetê da me û li gor rê û rêgehên xwe, dixwazim vê yekê bikim. Lê dîn (dînên yekxwedayî) ne wisa ye û dixwaz ku bawerîyên xwe, mîna berdestîyên ilmî û philosophic, raberî bawermendên xwe bike. Loma jî, meriv dikare bibêje ku rewşa hişî a ku dîn wê dixwaze û rewşa hişî a ku felsefe wê dixwaze, ji hev cuda ne. Bawermendek dikare bibêje ‘wele şaş be jî, tewş be jî ez jê bawer im.’ û hîç kesek nikare jê ra tiştekî bibêje. Çimkî, wiha bawer dike û wiha bawerî pê anîye. Ligel vê yekê, feylesofek hîç nikare tiştekî wiha bibêje. Çimkî ew mecbûre zanînên ku raber dike, bispêre berdestîyên aqlî û mantiqî. Daxwaza bawermendan, bawerîpêanîn e û a feylesofan, xwegihandina berdestîyên aqilî û mantiqî ye.
- Alî Gurdilî
- 19.07.2022
Çavkanî: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/