Arşîva FelsefevanPsychology

Adler: Zarok û Feydedariya Civakî

Mahmut Ozçelik

“Em ji bo çi dijîn?” navê pirtûka Alfred Adler e. Li gorî Adler “em ji mirovekî pirsa “wateya jiyanê çi ye?” bikin belkî ew mirov nikaribe vê bibersivîne. Bi gelemperî mirov li ser vê pirsê serê xwe naêşînin û hewl nadin ku çareseriyekê biafirînin. Lê ev jî rastiyek e, ev pirsgirêk bi dîroka mirovahiyê re hemsal e û rast e ku îroj jî xort -û kal û pîr- dikin hawar, dibêjin“ lê ev hemû ji bo çi ne? wateyeke çawa ya jiyanê heye?” Tenê di dema binkeftinên me de ev pirs xwe dide der.” Dema erebeya me sazgar e û kêfa me li cî ye, ev pirs nayê bîra me. Di dawiyê de Adler bersiva xwe wiha aşkere dike: Divê her mirov di xizmeta civakê de be. Ji bo feydedariya civakê bi dilsozî bixebite. Dema ev yek pêk hat jiyan jî watedartir dibe. Çimkî Adler baş dizanîbû ku ji ber di xwezaya mirov de bêhêzî heye, bi tena serê xwe nikare hemû armancên xwe pêk bîne. Ji ber vê rewşê her mirov hewceyî alîkariya mirovên din e.

Adler me hişyar dike ku em ji armancên biçûk yên xisarê didin civakê dûr bisekinin û nebin koleyên berjewendiyên xwe yên takekesî. Çimkî faktora bingehîn a ku hebûna me mîsoger dike karbeşiya civakî ye. Karbeşiya civakî ji bêhêziya mirov re, ji kêmasiyên mirov re dibe palpişt. Ji ber vê yekê divê em di her gav avêtina xwe de hewl bidin ku jiyanê wekî xizmeta ji bo civakê bibînin. “Her mirov hewl dide ku bibe şexsiyetek biqîmet; lê mirov nebîne ku kana qîmeta me ji xizmetên me yên ji bo kesên din pêk hatiye, ev dibe xeletîyek.“

Ji bo civakek bihizûr û lihevhatî divê dê û bav zarokan bi hişmendiya “feydedariya civakî” perwerde bikin. Bi taybetî di merheleya çar- pênc saliya xwe de, ger zarok bi hestên “karbeşiya civakî” û “feydedariya civakî” mezin bûbe dê di pêşerojê de bibe endamekî lihevhatî yê civaka xwe. Belkî welatên pêşketî hay ji vê raza Adler hebûn ku zarokên wan hêj çar pênc salî ne, wan di pêşdibistanan de li hev kom dikin, hestên parvekirinê, hestên cîvakîbûnê û karbeşiyê bi wan didin nasîn û jiyandin. Mixabin zarokên welatên Rojhilata Navîn jî carinan di çardeh- panzdeh saliya xwe de hêj nuh çav bi dibistanan dikevin û nema kesayet û karekterên wan tên guhertin û herdem ji bo civakê dibin kana gellek gelşan. Bi hêviya em hay ji girîngiya perwerdehiya zarokên xwe hebin.

  • Mahmut Ozçelîk
  • Çavkanî: Alfred Adler, Em ji bo çi dijîn, Weşanên İlya, Gulan 2013, İzmir. Wergêra ji bo tirkî: Lûtfi Yarbaş
  • Ji malpera https://kurdishphilosophy.blogspot.com/ ê hatiye girtin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button