Ferheng

Kapîtalîzm (Sermiyandarî, Capitalism)

Alî Gurdilî

1- Kapîtalîzm (Sermiyandarî, Capitalism): Navê sîstemeke civakî û aborî ye, ku di vê sîstemê da mulkiyeta taybet heye û şexs bi xwe, xwedîyê makîne û alavên hilberandinê ne. Di vê sîstemê da, bihayê mal û xizmetan, li gor daxwaz û pêşkêşkirinê têne danîn. Di kapîtalîzmê da şexs û kom, bi rêya şirîkatîyên fermî beşdarî jiyana aborî dibin û bazirganîyê dikin. Pratîka vê sîstemê a aborî, li Ewropayê di sedsalên 16 û 19an da, xwe birêxistî kiriye. Lê di Serdema Pêşîn da jî, meriv dikare hinek wesfên vê sîstemê bibîne. Di Serdema Navîn da, hinek lewnên pêşwext ên kapîtalîzma bazirganîyê derketine holê. Piştî hilweşîna feodalîzmê jî,kapîtalîzm li cîhanaRojavayê wekî sîstemeke serwer, berdewam kiriye. Ji Ewropayê, bi taybetî jî ji Ingilîstanê li dinyayê belav bûye.

2- Materyalîzma Dîrokî (historical materialism): Ji aliyê ramanwerên Karl Marks û Friedrich Engelsî ve hatiye damezrandin û navê, avahiyeke rêbazî (metodîk) ye ku dixwaze qanûnên xwezayê ber bi civakê ve berfireh bike û bi riya wan rêbazan, demajoyên dîrokî şirove bike û têbigihêje sebebên wan. Li gor hinek ramanweran, Materyalîzma Dîrokî rê û rêbazeke felsefî, zanistî û teorîk e. Lêbelê ev awira ku me qala wê kir, li gor hinek hînwerîyên Marksîst cihêreng e. Marks û Engels, di destpêkê de rêbaza diyalektîkê di nav avahiya xwezayê de destnîşan kirine û piştre jî xwestine ku li gor prensîpên têgihiştina madeparêz, wan zagonan ji bo têgihiştina avahiya dîrokî û civakî bikar bînin. Ji vê sîstemê re, Materyalîzma Dîrokî hatiye gotin. Bi wateyeke gelemperî meriv dikare bibêje ku Materyalîzma Dîrokî ew rêbaz e ku dixwaze şiroveyeke madeparêz ya berfirehbûna dîrokî bide, qanûnên wê berfirehbûnê destnîşan bike û teoriyeke amizgerê vê yekê raxe holê, ye. Marks û Engels, gotine ku bi vê rahişmendiya rexneyî, me wê diyalektîka Hegelparêz daxiste ser lingan. Bi vê yekê jî dîrok dê bikaribe li gor qanûnên diyalektîk were şirovekirin û dê ji wê rewşa xwe ya nedîtbar (soyut, razber) jî xilas bibe.

3- Kabbala (Kabbalah): Bi wateya xwe a giştî di mysticisma (sêrparêzî) mûsawî (cihû) da navê disipilineke ezoterîk, ecola ramanî û tevahîya rê û rêzika ye. Bi vegotineke taybet jî, navê hînwerîya ezoterîk a Xwedê û gerdûnê ye. Li gor vê yekê koka mysticisma mûsawî, xwe dispêre serdemên kevnare. Ev mysticism, xwedîyê wesfên kiryarî (practice) ye û têkilîya wê, bi kozmogonî (cosmogony) û xwezaya Xwedê ra heye. Di Serdema Navîn da jî, di navbera kabbalaya spekulatîf û felsefeyê da, têkilîyeke xurt peyda bûye. Mesela di ramanên Îbnî Cabirî da. Li gor nêrîna kabbalaparêzan, ji hêla cewherê ve Xwedê nayê zanîn û nikare were zanîn. Loma jî, jê ra gotine ‘bêdawîtî’ (sonsuzluk, bênayî, eternity).   

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 02.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê: Alî Gurdilî – Weşanên Na: 2021


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button