1- Dynamis: Di felsefeya yewnan a serdema pêşîn de, hêz û qudreta ku dibe sebebê guherînê, hez û enerjîya ku guherînê dide destpêkandin. Potansîyela guherînê a tiştekî (rewş, nesne) ku vediguhere tiştekî din. Qudreta, veguhastina çalakîyekê.
2- Ars combinatoria: Huner û teknîka ku ji têgihên basîd, têgihên kompleks çêdike. Ev teknîk, ji aliyê Leibnizî ve hatiye pêşnîyarîkirin. Li gor vê yekê bi rêya hevedudanîkirina hinek têgihên basîd, têgihên kompleks têne çêkirin. Leibniz vê teknîka xwe, ji bo hemû disiplinan pêşnîyar kiriye û gotiye ku, metodeke sûdmend e. Li gor nêrîna wî bi rêya wan têgihên basîd (seretayî), dê zimanekî gerdûnî geş bibe û piştre jî, dê bi rêya matematîkeke gerdûnî û bi sîstema xebitîna aqlî, ew zimanê gerdûnî, dê temam bibe.
3- Hsun Tse: Ramanwerê çînî, ku B.Z. di navbera salên 395-288an de, jiyaye. Ramanên Hsun Tse, wekî ramanên dijber yên Mensîyusê hevdemê wî hatine nirxandin. Li gor nêrîna Hsun Tse, mirov xirab in û wiha diwelidin û tiştê ku jê re dibêjin başî, ne ji dil e. Berevajîya gelek ramanwerên çînî, giringîyê nedaye xwezayê û lênerîna navxweyî û gotiye ku lazim e xweza, bikeve bin hukmê mirovî. Dîsa gotiye ku heke pêwîst be, mirov dikarin keda xwezayê bixwin û bikar bihînin.
4- Cognitio approbationis: Di felsefeya xiristiyan ya Serdema Navînî de, navê zanîna Xwedê a derbarê heyînên ku wî wan afirandî ye. Mesela Bonaventurayê Ezîz gotiye ku Xwedê, bi hemû tiştên ku hene û yên ku dê çêbibin, dizane. Herweha, bi hemû tiştên baş û xirab jî, dizane. Li gor nêrîna wî Xwedê vê yekê, bi awayekî ebedî û bi karwerîyeke (edim, act) ezelî-ebedî dizane. Xwedê heyînekî serbixwe ye û bi rêya îdeyên xwe yên mînakî, bi temamîya heyînên li derveyî xwe dizane.
5- Coincidentia oppositorum: Têgiha bi zimanê latinî ya ku ji bo lihevhatinî, hevgirî û tifaqa, dijberan hatiye gotin. Ji aliyê Nikolaus Cusanusî ve hatiye bikar hanîn. Li gor vê têgihê, dijberî di ebedîyetê de ji holê radibin û Xwedê jî, senteza yên dijber e. Li gor nêrîna Cusanusî, Xwedê ji hemû dijberên ku li cem mexlûqan hene derbas dibe (raserî wan e) û wan çareser dike. Mesela cudahîya cewher û hebûnê ku li cem hemû mexlûqan heye, li cem Xwedê tune. Lew ku li cem Xwedê, cewher û hebûn, yek e.
6- Conatus: Rehenda (boyut, dimension) dilxwaz a bîrewerîyê. Ev têgih, dîyariya Spinozayî ye û wateya wê jî, hêz û meylên mirovên ku berê xwe dane armanca xwepêkanîn û parastina berdewamîya jiyan û hebûna xwe ye.
7- Consequentia: Navê ku mantiqzanên Serdema Navînî, li pêşnîyarîya (proposition, önerme) bimerc a rast kirine.
8- Contradictio in adjecto: Têgiheke latinî ye û ji bo têgih û pênasên ku di nav xwe de nakok in, hatiye gotin. Mesela, wekî nakokîya di hevoka ‘maseya gilover a çarkoşe’ de.
9- Coşîparêzî (enthusiasm): Nêrîna ku dibêje mirov bi coşîyeke xweser û di rewşeke jibîrveçûnî (bêhişketî) de, dikarin têbigihêjine temamîya heqîqeta xwedayî û cewhera rastîyan. Ev nêrîn di felsefeya antîk yewnanî de ji aliyê Platon, Phytagoras û Plotinosî ve hatiye parastin û piştre jî, xwe berdaye dînên yekxwedayî. tr: coşumculuk / fr: enthousiasme
10- Creatio ex nihilo: Xuliqîna ji tunehîyê. Nêrîna dînên monîst a afirandina xwedayî. Li gor vê nêrînê Xwedê, temamîya heyînan ji tunehîyê afirandî ye, ji tunehîyê wan kiriye hebûn. Hemû tişt bi fermana Xwedê, ku gotiye ‘Çêbibe!’ pêk hatiye. Ev nêrîn dijberê nêrîna grekîyan e, ku bawerîya xwe bi vê yekê ne anîne û gotine ku tiştek, ji tunehîyê çênabe.
11- Credo quia absurdum est: Gotina Tertullianusî a ku ji bo dijberîya aqil û rastîyê gotiye û xwestiye ku bi vê yekê, piştgirî û bawerîya xwe ya ji bo ferman û desthilatîya Îsa Mesîh, destnîşan bike. Wateya wê, ‘ji bo ku dûrîaqil e, jê bawer dikim’ e. Ev gotina wî, carinan jî wekî ‘credo quia impossibile est’ (ji bo ku bêîmkan e, jê bawer dikim) hatiye vegotin.
12- Credo ut intelligam: Gotineke Anselmusê ramanwerê xiristiyan ê Serdema Navînî ye ku derbarê hebûna Xwedê de, wekî argumenteke (delîl, palpişt) ontolojîk hatiye nirxandin. Wateya wê, ‘ji bo ez fam bikim, bawer dikim’ e.
13- Heqîqeta Cotik (double truth): Nêrîna ku dibêje heqîqetên felsefeyî û yên teolojîyê, ji hev serbixwe ne. Lê belê, dibe ku ramanek di felsefeyê de şaş û di dîn de, rast be. Li gor nêrîna heqîqeta cotik, heman heqîqet dibe ku di felsefe û teolojîyê (dînnasî, teology) de, bi awayekî din were vegotin. Bi vî hawî, wiha hatiye xwestin ku felsefe û dînnasî, li hev bikin û bibin palpiştên hev. tr: çifte hakikat / fr: double vérité
14- Hînwerîya Hêla Cotik (double aspect theory): Nêrîna ku dibêje hiş (zihin, mind) û made û yan jî, hiş û bedenên takekesî, du hêlên cuda yên heman cewher û xwiyabûnîyê ne. tr: çifte yön teorisi / fr: théorie du double aspect
15- Pirxwedayî (polytheism): Bawerîpêanîna gelek xwedayan, bawerîpêanîna ji xwedayekî zêdetir. Li gor vê nêrînê, rastîya xwedayî, ji yekê zêdetir e û pirr e. Ev bawerî, di encama hebandina hêzên xwezayî û ruhê miriyan de, derketiye holê. tr: çoktanrıcılık / fr:polythéisme
16- Dadaîzm (dadadism): Tevgera wêjeyî ya ku di dema Şerê Cîhanî ê Duyem de, ji aliyê komeke helbestvanan ve li Swîsreyê hatiye damezrandin, ku ji ber şer revîyane wir. Di rastîya xwe de, tevgereke ramanî û hunerî a hilweşîner e û peyva dadaîzmê, ji ber bêwate bûye hatiye hilbijartin. Peyva ‘dada’yê, di zimanê fransî de, di wateya ‘hespê darinî’ de ye û bi vê yekê, bêhêîtîya xwe ya di dema şerî de û dijberîya xwe ya li hemberî nirxên burjûvazîyê, vegotine. tr: dadaizm / fr: dadaisme
17- Daimon: Di felsefeya yewnan a Serdema Pêşîn de, texlîdekî xwedê û yan jî, hêzeke xwedayî ye. Di felsefeya Platonî de, hêza di navbera xweda û mirovan de ye û qasidîyê dike. Derd û êşên mirovan, ji xwedayan re dibêje û fermanên wan jî, digihîne mirovan. Heyîn yan jî, dengê ruhanî, ku carinan xwe gihandiye Sokratesê kal û xwestiye ku rê li ber şaşiyên wî bigre.
18- Definiendum: Bi zimanê latinî têgih, term û vegotina ku pênase dibe (tê danasîn) û lazim e, were pênase kirin. Têgiha ku wateya wê, ji aliyê term û têgihên salixwer ve tê pênase kirin.
19- Definiens: Têgiheke (kavram, concept) bi zimanê latinî ye û ji bo peyvên salixwer yên ku tiştekî pênase dikin tê gotin. Perçeyê pênaseyekê ku wateya a ku pênase dibe, dibêje ye.
20- Dehriyyûn: Di îslamê de, navê koma ramanwerên ku girêdayî nêrîna Dehriye’yê ne ye. Ramanwerên dehriyyûnî, bawerîya xwe tenê bi madeyê tînin û xwedan nêrîneke materyalîst in. Li gor nêrîna wan a ku rastîn e, cîhana madî ye û rih û Xwedê jî, tune nin. Îbnî Rawendî, nûnerê vê nêrînê ê sereke ye. Li gor vê nêrîna materyalîst, gerdûn ezelî ye û nehatiye afirandin û hêzeke li derveyî gerdûnê jî, tune.