Ferheng

Sosyalîzma Demokratîk (Democratic Socialism)

Nasandina Çend Têgihên Philosophic

1- Demiurgos: Di kozmolojîya Platonî de, navê hêz yan jî xwedayê ku dinyayê xuliqandîye ye. Platon, vê têgihê di dialoga xwe a bi navê ‘Timaeus’ê (Timaeus: dialogue) de, vegotiye. Lê belê, demiurgos ne ew hêz yan jî hêmana afirandêr e ku dinyayê, ji tunehîyê xuliqandîye. Demiurgos, cîhana sehekî û madeya ku kaotîk e û naxwaze şekil bigre, li gor formên îdeal û kamil (gihaştî, tekûz) ku naguher, ezelî û ebedî (bêdestpêk û bêdawî) ne, xuliqandîye. Demiurgos ew xweda ye ku li derveyî cîhana madî û hem jî, li derveyî wê dinya ku bi aqil tê têgihiştin e. Lê belê Demiurgos, wesfên cîhana îdeayan û formên ku bi rêya aqil têne têgihiştin, li cîhana sehekî û dinyayê bar dike û bi vî hawî jî, nîzam û formeke dide wê madeya ku bêteşe, serhişk û kaotîk e.

2- Demokrasî (democracy): Bi yewnanî ‘demokratia’. Şeklê rêvebirîya sîyasî a ku gel xwe bi xwe, xwe îdare dike. Şeklê rêvebirîya gel. Ev sîstema sîyasî, axlebî bi rêya têgih û ramanên bingehîn yên mîna nûnertî, rêvebirîya piranîyê, dijberîya ku di navbera partîyên sîyasî de heye, kontrol, rizamendîya mafên hindikanîyan û şansê hikûmeteke alternatîv, xwe nîşan dide. tr: demokrasi / fr: démocratie / al: demokratie

3- Sosyalîzma Demokratîk (democratic socialism): Tevger û felsefeya antî-kapîtalîst, ku giringiyeke mezin dide maf û serbestîya ferdan. Armanc sosyalîzm e, lê ji komunîzma şoreşî cuda ye. Çavdêrîyê (observation) li rêvebirîya meşrû dike û dixwaze ku bi rê û rêgehên aştîxwaz, xwe bigihîne sosyalîzmê. tr: demokratik sosyalizm / fr: socialisme démocratique / al: demokratische sozialismus

4- Dirûvandinên Bingehîn yên Serhatîyê (analogies of experience): Sê hêmanên aprîorî (a priori) yên Immanuel Kant, ku di berhema xwe a bi navê ‘Kritik der Reinen Vernunft’ (Rexneya Aqilê Xwerû) de, behsa wan kiriye. Li gor vê yekê: 1- Di bingeha hemû guherînan de, tiştek heye ku naguher e. 2- Sebebê, her tiştî heye. 3- Hêmû tiştên ku hene, di mekanê de bi hevûdu re têne têgihiştin. Ev hêman, aprîorîyên bingehîn in û ji ber ku dişibine analojîyê, I. Kant vî navî li wan kiriye. tr: deneyimin ternel analojileri / fr: analogies de l’expérience

5- Desmos: Girê (gurz). Terîma bi zimanê yewnanî. Têgiha ku ji bo hebûna mirovî a ku di xwe de hem cîhana madî û hem jî a ruhî, dike yek û bi vî hawî cîhana madî û a ruhî, digihîne hev re tê gotin. Di felsefeya Serdema Navîn a Xiristiyan de, bi taybetî jî di felsefeya John Scottus Erigenayî de, hatiye vegotin.

6- Deus sive natura: Di nêrîna panteîst a Spînozayî de, têgiha latinî ku Xwedê û xwezayê wekhev dibîne, wan di rewşeke wekhevkar de dibîne: Xwedê an jî xweza.

7- Deuterai ousiai: Di felsefeya Aristotleyî de, bi zimanê yewnanî navê cewherên (essence) ji rêza duyem e ku cureya cewherên ji rêza yekem, destnîşan dikin.

8- Dînê Dewletî (state religion): Nêrîna dînî a Hegelê feylesofê sedsala 19an ê alman ku dewletê, mîna ramaneke îlahî ya li dinyayê dinirxîne û bawer dike ku mirov, realîteya xwe a ruhî, ji dewletê digrin. tr: devlet dini / fr: religion d’état

9- Felsefeya Dewletî (philosophy of state): Beşekê felsefeya sîyasetê ye û li jiyana civakî û zayîna dewletê, li wate û xwezaya dewletê vedikole. Herweha, bala xwe dide têkilîyên mirovan û rêxistinên sîyasî ku endamê wan in. tr: devlet felsefesi / fr: philosophie de l’etat

10- Amûrên îdeolojîk yên Dewletê (ideological state apparatus): Biwêja ku ji aliyê Louis Althusserê feylesofê fransî ê marksîst ve, ji bo amûrên îdeolojîk yên mîna perwerdehî, dêr, navgînên ragihandina girseyî (mass media), sendîka (trade union), hiqûq û hwd. ku dewlet wan ji bo hebûna xwe bikar dihêne, hatiye gotin. Herçuqasî li derveyî kontrola dewletê bin jî, ev amûr xizmeta (bi kêrî) berdewamîya dewletê, parastina hebûna wê û bi vî hawî jî, parastina berdewamîya têkilîyên berhênerîya (relations of production) kapîtalîst, dikin. tr: devletin ideolojik aygıtları / fr: appareil idéologique de l’etat



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu