1- Dharma-cakra-pravartana: Şîreta dînî a yekem, ku Gautama Buddha daye şagirtên xwe. Terîm, çar rastîyên bingehîn û heşt rêyan digre nava xwe. Wate, wan diguncîne.
2- Dharma: Di hînwerîya budîst de, perçeyên herî biçûk ku xwe digihînin hev û hebûnatîyê pêk dihînin re tê gotin. Li gor vê teorîyê hejmara dharmayan bêsînor e û dharma, perçeyên bêruh in. Li gor nêrîna budîzmê, hemû heyînên candar û bêcan, zinar û çiya, ji dharmayên biçûk pêk tên. Heyîn, xwiyabûna dharmayên biçûk e û dharma, ne mayende û bi berdewamî ye. Lê belê, pêk tê û dîsa, tune dibe û xuyanekek demkî ye.
3- Dianoia: Heke meriv bi nêrîneke giştî binasîne, wê demê meriv dikare bibêje ku di felsefeya yewnan a Serdema Pêşîn de, meleke û karwerîya (act, edim) ramînê ye. Di felsefeya Platonî de, zanîna (bilgi, knowledge) diskursîf a ku di navbera ‘doxa’ (bawerî, zen, qeneet) û ‘noesis’ê de ye. Di felsefeya Aristotales jî, çalakîya entelektuelî ye ku Aristotalesî, wê kiriye çend beşên mîna theoria, episteme, tekhne û phronesis’ê.
4- Didaktîk (didactics): 1- A ku derbarê perwerdehîyê de ye, a ku armanca wê perwerdehî ye. Bineşaxê perwerdehîyê a ku bala xwe dide rêgehên perwerdehîyê, teqdîk û hunera dayîna dersan û hîndekarîyê. 2- Di dîn û dînnasîyê (teology, teolojî) de şeklê perwerdehîyê a ku mijarên wê bingehên hînwerîya dînî û hêmanên bingehin yên hînwerîya dînî ne. tr: didaktik / fr: didactique / al: didaktik
5- Dikaiosyne: Di felsefeya Platonî de, rewşa dadmendîya pergala temamîya civakê û fazîleta adaletê. Li gor nêrîna Platon, rastî û dirustîya derûnî a ku li cem qral-feylesofan heye.
6- Rexneya Dînî (religious criticism): Rexneya ku dibêje dîn (ol) bi temamî îcadeke mirovî ye û loma jî, bingeheke wê a xwedayî û serxwezayî tune. Gelek ramanwerên xwedênenas, vê rexneyê bikar hanîne û bûyera dîn, red kirine. Cara yekem di dema Serdema Ronahîdarîyê a Yewnan de, ji aliyê sofîstan ve hatiye vegotin. tr: dinî eleştiri / fr: critique de la religion
7- Determînîzma Dînî (religious determinism): Bawerîya kifşîparêz a dînên yekxwedayî. Li gor vê nêrînê, ji berê ve û bi awayekî naguher, hemû tişt hatine kifşkirin. Meriv dikare bibêje ku ev nêrîn, encameke sîfetên Xwedê ye. Ew sîfet jî, hêza mitleq (hêza Xwedê heye û têra her tiştî dike) û zanîna mitleq (Xwedê, her tiştî dizane) e. Li gor vê yekê Xwedê, gerdûnê (alem) û temamîya mirovan xuliqandîye, qudreta wî têra her tiştî dike û bi her tiştê ku çêbûye û dê çêbibe, dizane. tr: dini determinizm / fr: determinisme religieux
8- Psîkolojîya Dînî (psychology of religion): Şaxê psîkolojîya ku ji hêla derûnî ve, xwe nêzî bûyera dîn dike. Ev bineşax li hest û heycana ku ji bo Xwedê û heyînê serxwazayî tê hîskirin, çêbûna (pêkhatin, derhatin) bawerîya dînî û faktorên ku rê didine vê yekê, vedikole. Li çalakîyên hişî (zind, mind) û tevgerên normal yên mirovî, di nav têkilîyeke dînî de vedikole. tr: din psikolojisi / fr: psychologie de la religion
9- Dissoi logoi: Ji têgiha ku ji bo pêşnîyarî û gotinên dualî yên ku li Yewnanîstana Antîk hatine bikar hanîn, re tê gotin. Bi vê gotinê xwestine ku bibêjin her tişt (mijar, problem) xwedîyê wesfeke dualî ye û gormirovîtîyek, derbasbar e.
10- Docta ignorantia: Têgiheke latinî ye û ji zanîna mirovî a ku derbarê Xwedê û afirandêr de heye, re tê gotin. Tê wateya, zanîna nezanan û yan jî, nezanîya zanyarî. Li gor vê nêrînê, mirov nikarin bi temamî bi Xwedê bizanibin, yan jî ew encax dikarin di çarçoveyeke sînordar de pê bizanibin.