Arşîva Felsefevan

Hêza Xwedê Çuqasî Heye?

'Ma Xwedê Dikare Kevirekî ku Nikaribe ji Erdê Hilîne Biafirîne?'

Nêzî mala me, sebzefiroşek heye û carinan, ez diçim ji wir hinek mêwe û sebzeyê dikirim. Çar pênc meh in ku ez bi berdewamî diçim wir û xebatkarên li dikanê, hema bibêje min dinasin. Berîya çend rojan ez dîsa çûm wir, ku bikaribim hinekî pêdîvîyên malê bikirim. Ciwanê li ber qasê rûniştî dema çav bi min ket, hema di cih de bişirî û xêrhatinê li min kir. Piştî demekê dema dikan hinekî vala bû, go mamoste dixwazim pirsekê ji te bikim û beyî ku ez destûre bidimê, vê pirsê kir: ‘Mamoste li gor dîtina te, Xwedê dikare kevirekî ku nikaribe ji erdê hilîne, biafrîne? Tu çi dibêjî?’ Rastî, pêşî min nexwest ku ez bi lawik re bikevim wê goftegoyê û bêdeng mam. Ez hinekî bêdeng mam û li ser pirsa wî fikirim. Pirs xefikeke dualî bû û divabû min bi maqûlî bersiva wî bida. Heke min bigota erê dikare, hingê dê bigota ma Xwedê zeîf e ku nikare kevirî ji erdê hilde. Min bigota na wele nikare jî, hingê jî dê dîsa bigota ma Xwedê ne hêzdarê her tiştî ye. Wiha bêdeng ez difikiriyam û di wê navberê de, gotina Amûdîyan ku dibêjin ‘zarê xelkê pîç in, ên me jî kerpîç in.’ hate bîra min û min go, ka li vî pîç î û pirsa wî. Axirî, ji bo ku bikaribim bela wî ji xwe vekim, min jî wiha go: ‘xwarzîyê delal, wele ez nizanim. Ma tu çima jê napirsî?’



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Lê mêze bike
Kapalı
Başa dön tuşu