Ferheng

Category û Categoryên Civakî

Alî Gurdilî

1- Kategorî (Category): Ji civatokên mirovan ên ku di navbera wan de nêzîkatîyek fizikî tune; lê ji hêla civakî ve xwediyê taybetîyên hevpar in re, ‘Kategorîyên Civakî’ dihê gotin. Şexs bi gellek şexsên din re, beyî têkilî û hevnasînê, di heman kategorîyê de cîh digrin. Li gor temenên xwe zarok, xort, kal û li gor zayîna xwe jin, mêr û li gor karên ku pêk dihînin karker, memûr, cotkar, di kategorîyên xwe de cîh digrin.

Texlîdên Kategorîyên Civakî:

A- Çînên Civakî: Karker (worker), karmend (officer), cotkar, bazirgan û hwd. Ji hêla destheqî (hatinî, meaş) awayê jiyanê, arîşe û armancên xwe ve, mirovên ku dişibin hev û kategorîyeke civakî pêk dihînin.

B- Hindikanîyên Civakî: Di civakekê de ji hêla siyasî, aborî û çandî ve li gor civatokên serwer, ji ber cudahîyên xwe ên etnîkî û nîjadî, civatokên ku mafên wan kêm in. Taybetîya ku hindikanîyên civakî kifş dike, ne ew e ku ew ji hêla demografîyê ve ‘hindikanî’ ne.

C- Girseyên Civakî: Girseyên civakî, ji wan mirovan pêk tê ku bala xwe didin heman tiştî, an jî bala wan li ser heman tiştî (babet) ye. Mînak: Ji heman şaxê sporê hez dikin, piştgirê heman şaxê sporê ne, li heman cure muzîkê guhdarî dikin, heman rojnameyê dixwînin û hwd.

2- Malên Serbest û ên Ekonomîk: Ji hemû heyînên xwezayî re ku xwediyê taybetîya pêkanîna pêdivîya mirova ne (hewa, av, ax, kevir, dirext, berbes û hwd.), ‘Mal’ (Goods) dihê gotin. Hemin ên ku bi rêya wan heyînan têne hilberandin jî, mal in. Nimûne: xanî, trimbêl, cil, pêleyîstik, derman, kaxez, qelem û hwd.

1- Malên Serbest (Free Goods): Malên ku ne ji alîyê mirovan ve hatine hilberandin in. Bihayê wan ê ekonomîk tune, rasterast nayên kirîn an jî firotin. Lêbelê meriv dikare bibêje ku hem ji bo mirovan û hem jî ji bo zindîyên din, xwediyê girîngiyeke mezin in. Nimûne: vejena rojê, hewa, behr, ax û hwd.

2- Malên Ekonomîk (Economic Goods): Malên ku bihayekî wan ê pevguhêranê (takas) heye û di dema hilberandinê de, di ber wan de ked û çavkanîyek hatiye bikaranîn.

Malên Ekonomîk du texlîd in:

1- Malên Serfkarîyê (Consumer Goods): Malên ku rasterast pêdivîyên mirovan pêk dihînin in.

Li Gor Dema Bikaranînê du texlîd in:

A- Malên Serfkarîyê ên Zexim: Malên ku dema bikaranîna wan dirêj e. Sarincok, makîneya cilşûştinê, trextor, trimbêl û hwd.

B- Malên Serfkarîyê ên ne Zexim: Malên ku di demekê kurt de têne serfkirin. Lê ji bo parastin û berdewamîya jiyana bîyolojîk û sosyo-kulturî, girîng in. Nimûne: nan, şîr, mêwe, zebze, goşt, çay, kaxez, qelem, pîl û hwd.

2- Malên Hilberînê (Malên Berhêneriyê, Production Goods): Malên ku pêdivîyên mirovan nerasterast pêk dihînin û ji wan re ‘Malên Navbeynê’ dihê gotin in. Nimûne: makîne, febrîqe, hesin, pola û hwd.

Têbinîyek: Malekê ekonomîk, dibe ku carinan hem malê serfkarîyê û hem jî, malê hilberînê be. Nimûne: Leymon dema ji bo selateyê were bikaranîn, malê serfkariyê ye. Lê heke ji bo çêkirina lîmonatayê were bikaranîn, wê demê jî malê hilberînê ye.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 02.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê: Alî Gurdilî – Weşanên Na: 2021


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button