Ferheng

Çanda Adaptekar û a Madî (Adaptive and Material Culture)

Alî Gurdilî

1- Çanda Adaptekar û a Madî (Adaptive and Material Culture): Gordon Marshall, çandê (kultur, culture) mîna ‘çanda adaptekar’ û ‘çanda madî’ kiriye du beş û gotiye ku ev herdu cure çand, bi hevre têkildar in û di  têkiliyê de ne. Li gor nêrîna Gordon Marshall, têgiha çanda adaptekar bi pirranî li derûdora mirovnasîya (antropoloji, anthropology) çandî a Amerîkayê dihê bikaranîn û ji bo qada ramanî; ango ji bawerî, nirx û kevneşopîyan re dihê gotin. Li hemberî ‘çanda adaptekar’ jî, ‘çanda madî’ cih digre ku ew jî tiştên mîna avahî, makîne, erebe, malên dêrzwerî (tüketim malları, consumer goods) û hwd. in. Di çanda adaptekar de, civakîbûnîya endamên civakê û ferkirina çanda civakî, bi asta têgihînê (raman, bawerî, nirx, kevneşopî, irf û adet) re bi piştgirîya çanda madî, pêk dihê. tr: adapte edici ve maddi kültür

2- Çavdêrîya Beşdarîparêz a Aşkere (Overt Participant Observation): Çavdêrîya (observation, gözlem) beşdarîparêz, di encama peymanekê ku di navbera lêkolêr û kes an jî qada ku lê vedikolîn, pêk tê. Peyman, dikare aşkere û ne yekser be. Di lêkolînên fermî de civaknas, ji kesên ku li ser wan lêkolînê dikin re bi awayekî aşkere dibêje ku ev lêkolîna wan, lêkolîneke zanistîya sosyal e û destûrê ji wan dixwaze. Carinan jî, lêkolêr dibêje ez kitêbeke dinivîsînim û loma jî, dixwazim çavdêrîyê li we bikim û bi vî hawî, nasnameya xwe aşkere dike. Heta kesên li ser wan lêkolîn pêk dihê nexwazin, lêkolêr ji bo muteberîya lêkolînê, zêde jî agahîyan nade kesên ku dibin mijara lêkolînê. Keyfa gelek lêkolêran jê re tê, ku behsa çîroka lêkolîna xwe bikin: Lêbelê, ev xal gelekî mihim e û divê, lêkolêr hay ji gotinên xwe hebin. Çimkî çêbariya (nitelik, quality) têkilîyê a ku di navbera wan de pêk dihê, dikare tesîrê li ser berdestiyên (data, veri, agahî) lêkolînê bike. Ji ber vê yekê jî, divê lêkolêr baş bala xwe bide ser rola xwe a ku di lêkolînê de girtiye ser xwe. tr:açık katılımcı gözlem

3- Çepê Nû (New Left): Ji tevgera çepê sîyasî û ronakbirî, a dewra şerê sar (gold war) re ‘Çepê Nû’ dihe tê gotin. Dema ku Yekîtîya Sovyetê di sala 1956an de, Macarîstanê û dîsa, di sala 1968an de Çekoslovakyayê vegirtîye, tevgera ‘Çepê Nû’ wekî tevgereke hêzdar, derketiye holê. Herçuqasî jêderên vê tevgerê kevneşopîyên ramanî ên Marksîst bin jî, cudahîyeke dixin navbera xwe û tevgerên ‘Çepê Berê’, ku ew jî tevgerên mîna Troçkîzm, Stalînîzm, Maoîzm û Anarşîzm in. tr: yeni sol / fr: nouveau gauche

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 02.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê: Alî Gurdilî – Weşanên Na: 2021


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button