Sociology

Civakên Vekirî û ên Girtî (Open Societies and Closed Societies)

Alî Gurdilî

Ev herdu têgih (kavram, concept), cara yekem di kitêba Karl Popperî a ‘Civaka Vekirî û Dijminên Wê’, (Open Society and its Enemies, 1945) de hatine bikaranîn û piştre jî, dîsa di kitêba wî a bi navê ‘Sefaleta Dîrokîsîzmê’ (Poverty of Historicisim – 1957) de, bi awayekî berfiheh hatine nasandin. Li gor baweriya Popper, zanist û dîroka mirovî, di esasê xwe de nexuya û herkoyî ye. Dema meriv vê gotina Popperî dide ber zanînên dîrokîsîzmê (historicism), meriv têdigihêjê ku Popper bi dijwarî êrîşî dîrokîsîzmê dike. Dîtwariyên (kuram, theory) Platon, Hegel û Karl Marks ku dibêjin dîrok bi qanûnan bi pêş dikeve û meriv dikare bi siberoja (qedera) mirovan bizanibe, ji aliyê Popperî ve wekî dîtwariyên derzanistî û xeternak hatine dîtin û loma jî, Popper wan rexne kiriye.

Çimkî li gor nêrîna Popper dîtwariyên navborî, ji demajoyên guherînê re girtî ne û ji ber vê yekê jî, dikarin bibin sebebê rejîmên otorîter ên dermirovî ku Popper navê civakên girtî li wan kiriye. Berevajiya civakên girtî di civakên vekirî de jî dewlet xweşbîn e, hemhestyar e û ji burakrasiyê, dûr e. Sîstemên siyasî jî, şefaf û xwedîyê helwesteke nerm û erênî ne. Devlet, tu sirî ji gelê xwe venaşêre û meriv dikare bibêje ku ev modela civakî, bi temamî dijberê otorîteriyê ye. Loma jî, di civakên vekirî de cuntayên (derbeyên) leşkerî û şoreşên ku civakê serobino dikin tune nin û pêk nayên. Dewletên civaka vekirî jî ew dewlet in, ku tu carê rê nadin dîktatorîyên zordest. Bingeha ramana civaka vekirî a Popperî, felsefeya wî a zanistê ye. Civaka vekirî di heman demê de divê civakek pluralîst (piralîparêz) û kozmopolît be jî, da ku bikaribe bi awireke giştî arîşeyên xwe çareser bike. Popper, wiha difikire ku dîroka mirovahîyê nexuya ye û herikbar e. Lewre jî li dijî nêrîna Platon, Hegel û Karl Marks derketiye, ku gotine geşedanîya dîroka mirovahiyê dikare were zanîn. Ji bilî vê yekê gotiye ku fikrên wiha, ji hêla siyasî ve xeter in û dikarin bibin sebebê civakên girtî. tr: açık ve kapalı toplumlar

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 02.5.2023
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê: Alî Gurdilî – Weşanên Na: 2021


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button