Psychology

Li Kurdistanê Jêrsaziya Psîkolojîya Pêşwazîkirinê

Mîr Bedirxan

Hin mijar henin, mîna xwarina di sarincê de, salê çend caran tên germ kirin û tînin ber me. Bi rastî jî, miraqdarên vê xwarinê gelekî bi îşteh û mehd in. Zû bi zû jê naçin. Di welatên bindest de pêşwazî kirina ‘hunermend’an jî bûyereke basît nîn e. Lewre li gor hinekan psîkolojîya bindestiyê di vir de eşkere dibe. Her wiha, ranêzîkbûna serdestan jî.. Loma bi gelemperî piştî evan dîmenên pêşwazîkirinê lîncek dest pê dike û dihere. Her çi qas atmosfereke neyînî çêbike jî, bêguman di heman demê de xizmetê ji bona têgîhîştin û kamil bûna miletê me jî dike. Ji me re tehl bê jî, piralî wiha ye. Mijar jî ew e ku her sal, bi taybet di  demsala biharî de, hinek kurdên me yên mîna ‘hunermend’ li pîyaseyê tên nas kirin, bona vekirinên navendên kar û bazirganiyê û serdanan li bakur tên xuyakirin. Bi piranî, ji hêla saziyên sivîl û taybet têne birêvebirin û evana weke organîzasyonên bona deng bidin tên plan kirin. Welê dixuye ku digihên armancên xwe jî. Welêt dihejinin! Bi ya min, li gor nêrîn û pêşbînîyên min ev tiştekî di nava çarçoveya xwe de, di nava tebîeta xwe de, gelekî sirûştî ye û tu tiştekî der asayî nîn e. Lê çima? Rehme, hûn berî ez fikr û ramanên xwe îfade bikim, hûn min lînç nakin. Ka bisekinin hela. Niha rastiyeke hêza magazînî ya rêze fîlmên tirkî heye. Divê di serî de ev bête qebûl kirin. Bi taybet jî bandorê li ser milet û dewletên ereb, faris, turkî û pakîstanî dikin. Bes ne evan deveranan jî li Îspanyayê, Îngîlîstanê, Ûris, Brezîlyayê, Emerîkayê.. Hema bigire ev sektor, di nava cîhanê de, bi awayekî bi bandor, digere û aktor û aktîrstên evan rêze fîlman jî dibe favorîyên kesê bi bandor dibe. Tevî wan helbet çand, ziman, dîrok û kultura xwe jî bi xwe re xurttir dikin û digerînin. 

Ser meselê Kivanç Tatlitug di kuçe û kolanên Moskowê de ji ber heyran û fanên xwe yên keç bi zor û heft belayan xwe xelas dike. Dema Îbrahîm Tatlises çû dewleta ya herî demokrat û pêşketî ya Rojhilata Navîn ango Îsraîlê, hema bigire hemû Îsraîl ji kêf û coşê rabûn ser piyan. Cihên konsertan dev re bûn û mîna sterkekî cîhanî hate pêşwaz kirin. Rojnameyên herî mişûr û reytîng bilind di rûpelê ewil de cih dan vê nûçeyê. Di evan mînakan de tu anormalî nîn in. Û bi têra xwe jî zehf in. Lê anormalî di vir de ye ku evan kesên ji bilî Kurdistanê tenezulî xwe nakin pê li axa Îraqê bikin, dema tên bakur, ji ber coş û kêfa kesên ji rêzê perçê din yên Kurdistanê jî hêrsan cih nakevinê.  Bes bi hesteke asayî ya xwe tatmîn kirinê, ji ber dîtina wî kesê di ekranan de dibîne, bo bi çavê xwe yê tazî bibîne eleqeyê didê. Ev encama bandora kulturî ye. Helbet, mirov dil nake ku merivên me yên bakur bikevin ber hêzekêşa kultura populer û bi vî rengî eleqeyê bide evan kesanan. Bi rastî jî kêfa min jî  jê re nayê. Lê rastî tiştekî din e. Welew tehl bê jî. 

Ez dikarim we temîn bikim ku piştî evan dîmenên Îbrahîm Tatlises û Berdan Mardînî rayagiştî ya Îraqê, yanî ehlê ereb, ne bi dilekî bi deh dilî dilê xwe dibijîne halê gelê Kurdistanê. Çimkî evan dîmenan ne mumkûn e li Bexdayê, li Besrayê, Misûlê bên belav kirin. Loma ez di wê baweriyê de me, çalakiyên bi vî rengî di demeke dirêj de xizmetê li popularîzm û nirxên bilind ya Kurdîstana Iraqê dike. Dan û stendina kulturê heya astekê derman e. Hebûna me xurt dike. Piştî astekê, êdî dibe mêtingerê dagirker û xwînê ji reh û rîçalên hebûna me dimêje. Erê, em aciz û nerihet in, lê divê em ji bîr nekin ku ew kesanan ji ber berjewendiyên xwe yên aborî, bi awayekî wazîfedar tên. Li pey nanê xwe nin. Heman demê de divê em ji bîr nekin ku li Mahebadê, li Amedê, li Mêrdînê û bajarên me yên din dîmenên ji evana gelekî xerabtir, nizm û biza mirov ji xwe dibe di bin sîwana festîvalan de der dikevin holê. Qe ne be di vir de piçekî şexsîyet heye. Û di ser de jî evan gelê pêşwaziyê li Îbrahîm Tatlises an jî Berdan Mardînî dikin ev eleqeya wan xwedê giravî ji ber kurdbûna wan e. Ango mezinahiya eleqeyê dibe ku xurtbûn û zîndebûna kurdayetîyê nîşan dide. Dibe ku evan kesên ji rêzê, gelekê wan, ji ber hestên kurdayetîyê  serbilind bin jî. Dibe ku evan dîmenan di esasê xwe de di nava civaka nevnetewî de xizmeta şerefa kurd û Kurdistanê bike jî. Bi min dike jî. Heya ji min tê ku ez dixwazim wiha bawer bikim. Hêvî dikim ku ewan be jî. 

  • Mîr Bedirxan
  • 19.04.2023


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button