Feylesofên pêşîn, bi du awayan xwe ji awira rabirdûyê cuda kirine. Di desta yekem de beyî ku serî li dîn, wehî, desthilatî yan kevneşopîyê bidin, bi rêya aqilê xwe xwestine ku dinyayê fam bikin. Ev yek, bi serê xwe tenê rûdaneke nû bû û ji bo pêşveçûna mirovî jî, gavekê gelekî girîng bû. Feylesofên pêşîn bi vê yekê, rê û rêgehên fikirîna aqilî jî fêrî mirovan kirine. Herweha, ew ne li bendê bûne ku şagirdên wan jî herdem fikrên wan biperjirînin û wekî wan bifikirin. Rêzê, ji fikrên cuda re girtine û vê yekê, fêrî şagirdên xwe jî kirine. Çimkî, ew mamosteyên pêşîn bûn û nedixwestin ku ramanan, wisa hazir û di nava qalibên naguhêr de, vebiguhezînin şagirdên xwe. Mamosteyên pêşîn, dixwestin ku şagirdên wan jî fikrên xwe bi serbestî bînin zimên, li dijî fikrên ku napejirînin rabin û bikevin guftegoyan. Herdu pêşveçûnên ku di jiyana hişê (zêhn, mind) mirovî de hatine dîtin, bêguman girêdayî hev in û xwediyê taybetîyên şoreşgerî ne.
Sebebê rûdana wan ya di heman demê de, ev yek e. Herdu pêşveçûnên ku wê demê hatine dîtin, bingeha tiştê ku em îro jê re dibêjin ‘fikirîna zêhnî’ pêk dihînin. Dema ku derketine holê, di zêhn û zanyarîya mirovî de bûne sebebê berfirehbûneke gelekî mezin û nedîtî. Feylesofên ku xwediyê taybetmedî û terzê navborî bûn, B.M. di sedsala 6an de li Yewnana Kevnare hatine dîtin. Di nav wan feylesofan de, Thales wekî feylesofê pêşîn tê dîtin. Thales (Thales of Miletus), li bajarê Mîletosê hatiye dinyayê, ku Mîletos dikeve aliyê keviyên rojavaya Asya a Biçûk û di nav sînorên Tirkiyeya îroyîn de ye. Thales û şopgerên wî, ji ber navê bajêr bi navê ‘Xwendegeha Mîletosê’ hatine zanîn û nasîn. Roja bûyîn û mirina Thalesî bi awayekî misoger neyê zanîn jî, em dizanin ku ji ber pêşbînîya xwe ya girtina rojê, di navbera salên B.M. 58Oan de, gelekî navdar bûye û baş hatiye nasîn. Hêla herikana çemê Halîsê (Kizilirmak, Halys) guherandiye û wiha kiriye ku Kroîsosê qralê Lydîayê, bikaribe ji çemî derbas bibe. Ango, yek ji wan endezyarên pêşîn bû jî.
‘Tişt, ji çi çêbûne?’
Thales, herî zêde pirsa ‘Dinya, ji çi çêbûye?’pirsîye. Li gor nêrîna wî, divabû hemû tişt ji tiştekê der biçûna. Ev nêrîn, nêrîneke gelek nefambar û metelhişt (şaşker) e. Çimku, em îro bi rastiya wê dizanin. Hemû objektên madî, dikarin wekî vejenê werin dîtin (sepandin). Thales nikaribû bi vê yekê bizanibe, çimkî wê demê zanista fizîkê ku rêya vê yekê vekiriye, tunebû. Thales wiha fikiriye ku hemû tişt, bi awayên cuda ji avê çêbûne. Wî dîtibû ku av di pergalekê gelek sar de, dibû kevir (cemed) û di pergalekê pirr germ de jî, dibû hewa (dûkel). Her wextê ku baran dibariya, ji axê giya (dirext) hêşîn dibûn. Nexwe dirext jî, lewnekê cuda ê avê bûn. Pêdivîya tevahîya zindîyan, bi berdewamî û bi awayekî jêneger, bi avê hebû (Em îro dizanin ku pirraniya laşê me, ji avê pêk hatiye.) Ji ber vê yekê jî Thales wiha fikiriye ku ser rûyê erdê, di nava avê de dilive. Nexwe, ser rûyê erdê ji avê der çûye û ji avê pêk hatiye. Feylesofê Anaksîmandros (B.M. 610-546) jî, li Mîletosê hatiye dinyayê û şagirdekî Thales e. Anaksîmandros jî, hinek zanînên din li ser teorîya Thalesî zêde kiriye. Li gor baweriya Anaksîmandros jî heke ser rûyê erdê bi saya avê hebe, nexwe divê av jî bi saya tiştekê din hebe û ev rewş, heta hetayê wiha berdewam dike. Di vê rewşê de, bi awayekî mantiqî meriv dikare heta hetayê jî here rabirdûyê. Kesê ku cara yekem nexşeya dinya me çêkiriye û gotiye ku dinya, xwe naspêre tiştekê û wiha xwe bi xwe li hewayê ye, Anaksîmandros e. Ligel vê vedîtina girîng jî, mirovan demekê dirêj wisa bawer kirine ku dinya ripîrast e.
Anaksîmandros vê pirsgirêkê, bi ramanekê metelhişt çareser kiriye: Dinya me, bi tiştekê ve ne girêdayî ye. Ser rûyê erdê, objektekê hişk e û di valahiyê de, daliqandiye. Anaksîmanros wiha fikiriye ku em li ser zemîneke rast in û ji ber vê yekê jî, gotiye ku dinya (ser rûyê erdê) mîna diskeke pehn e. Û wiha pêde çûye: ‘Dinya, li hewayê bi tiştekê ve ne girêdayî ye û ji hemû tiştan, bi dûrahiyên wekehev dûr e û ji ber vê yekê jî, di ciyê xwe de wiha rawestî (sekinî) dimîne. Lewnê dinyayê, dişibe bîdonekê û dema ku em li ser rûyê aliyêkê bi rê ve diçin, rûyê din li aliyê din dimîne.’ Ligel vê yekê Anaksîmenesê şagirdê Anaksîmandros, bawerîya xwe zêde jî bi teorîya mamosteyê xwe neaniye. Li gor bîr û bawerîya Anaksîmenes jî: ‘Beroşekê devgirtî piştî ku ava wê baş dikele, devgirtek bi hêza dûkelê radibe hewayê. Ser rûyê erdê jî, mîna wê devgirtekê bi saya hêza rakirina hewayê, li hewayê dimîne. Di vê xalê de divê meriv bibêje ku tesîra felsefeya Anaksîmenes, ji a Anaksîmandros zêdetir bûye û di nav gel û feylesofan de jî, cihekî wî ê taybet hebûye. Lewma jî, ji alîyê nifşên nû ve, wekî feylesofekî sereke hatiye dîtin û pejirandin. Bûyerên bi vî rengî, di dîroka felsefeyê de herdem hatine dîtin. Çimku berê felsefeyê, wekî xetekê rast herdem ne li pêş e. Gavên xwe, carinan berepaş avêtiye û carinan jî berepêş avêtiye û bi vî awayî, bi pêş ketiye.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 26.04.2023
- Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî