Philosophers

Arthur Schopenhauer: Şahê Bedbînan

Alî Gurdilî

Schopenhauer di sala 1788an de, li Danzigê ku di dema me a niha de di nav sînorên Polonyayê de ye û jê re Gdansk jî dihê gotin, hatiye dinyayê. Malbata wî, malbateke zengîn û bazirgan bûye. Malbata wî wiha dixwest, ku ew jî bi kar û barên malbatê mijûl bibe û bibe bazirgan. Schopenhauer, ti carê vê yekê qebûl nekiriye, li hemberî vê daxwaza malbata xwe serî hildaye û hemû îmkana xwe, daye perwerdehîya xwe a şexsî. Berhema wî ya ‘On the Über die Vierfache Wurzel des Satzes vom zureichenden Grunde’ (Çar Kokên Pêşniyarîya Têr Sebeb, 1813) ku teza wî a doktarayê bû, bû berhemeke klasîk a biçûk. Hê di bîst saliya xwe de, şahberhema xwe ya ‘Die Welt als Wille und Vorstellung’ (Dinya Pêşnûma û Îradeyê) di sala 1818an de, nivîsandîye. Wiha bawer dikir ku bi vê berhema xwe, têgihiştiye hemû sirên (xefî) gerdûnê. Lê mixabin, berhema wî zêde bala xelkê nakşîne û ji ber vê yekê jî, gelekî şaş dibe û nema dizane ka dê çi bike. Piştî demekê dûv û dirêj, ku wê demê hinek pêşketinên zanistî rû dabûn, bi kitêba xwe ya ‘Über den Willen in der Natur’ (Li Ser Vîna Xwezayê, 1836) dixwaze bipeyîtîne ku pêşketinên zanistî, piştgirîya teoriya wî ya navendî dikin. Piştre jî bi navên ‘Über die Freiheit des menschlichen Willens’ (Li Ser Serbestiya Vîna Mirovî, 1841) û ‘Die beidenGrundproblemeder Ethik’(Du Pirsgirêkên Serekê yên Etîkê, 1841) du kitêbên biçûk, lê bêhempa dinivîsîne û wan dide çapê.

Arthur Schopenhauer, bi reşbîniya (bedbînî, ) xwe dihê nasîn. Schopenhauer, îradeyê (vîn, will) wekî hêzekê mirovî a xwezayî ku li derveyê aqil e, wesfandiye. Hunerê jî, wekî zanayîya (bilgi, knowledge) tekane ya ku li hemberî îradeyê serî natewîne dîtiye. Li gor baweriya wî di dinya a ku ji aqil bêpar e de, rêya tekane a rizgarîyê, huner e. Di sala 1844an de, kitêba wî ya bi navê ‘Die Welt als Wille und Vorstellung’(Dinya Pêşnûma û Îradeyê)ê bi çend lêzêdekirinan, ji nû ve hate çapkirin. Lê têbinîyên (şirove) xwe yên nû, tevlî çapa a yekem nekir û wekî cildeke nû da çapê. Ji wê rojê ve, formata wê kitêbê wiha maye û cilda duyem, wekî şiroveya li ser cilda yekem hatiye dîtin. Piştî wê kitêbê, ceribînên xwe yên ku heta wê demê nivîsîbû, top kiriye û dîsa wekî navên kitêbên xwe yên berê, bi navekî ecêb daye çapê. Navê ‘Parerga und Paralipomena’ ê (1851), daye vê kitêba xwe ku di zimanê yewnanî de tê maneya ‘Nivîsên  Xiçviçandî (Nelihev)’. Wê demê, Schopenhaur 63 salî bûye û bi vê kitêba xwe, hatiye nasîn. Di 72 saliya xwe de, berîya ku here ber heqiya Xwedê, gelekî navdar bûye û ji aliyê bîr û raya giştî ya cîhanê ve jî, gelekî hatiye nasîn.

Schopenhauer û Kant

Schopenhauer, gelekî ji Kant bawer dikir û li gor baweriya wî; hemû tiştên ku bi behredarîya (hunerdarî, yetenek, ability) têgihiştina mirovî re têkildar in, Kant wan destnîşan kiriye. Dema meriv li dîroka felsefeyê mêze dike, bêguman meriv dikare bibêje ku gelek feylesof, di bin tesîra felsefeya feylesofên berîya xwe de mane û ji wan, ketumet bûne. Lêbelê, ti carê yekeyek felsefeya wan teqlîd nekirine, felsefeya wan wekî destpêkekê bikar anîne û felsefeya xwe ya xweser jî, bi vî hawî damezrandine. Mînakên vê yekê gelek in û meriv dikare ji bo vê têkiliya di navbera wan de, têkiliya feylesofên wekî Sokrates û Platon, Platon û Arîstoteles, Kant û Fichte, Fichte û Schelling, Heidegger û Sartre nîşan bide. Schopenhauer jî, di bin bandûra Kant de maye û felsefeya xwe ya xweser, li ser felsefeya wî ava kiriye. Di felsefeya Schopenhauer de, xala destpêkê pirsa ‘dinya çi ye?’ ye. Schopenhauer, ji bo dîtina bersiva vê pirsê, ji xala ‘em, bi yên ku hene çawa dizanin?’ dest pê dike. Ango, bi teorîya zanayîyê (zanînnasî), dest pê dike. Di kitêba xwe ya ‘Die Welt als Wille und Vorstellungê’(Dinyaya Pêşnûma û Îradeyê) de, dibêje ku ‘dinya, tesewireke min e.’ Li gor nêrîna Schopenhauer, ev yek ji bo hemû heyînên ku hene û têdigihêjin (dizanin), derbazî ye û heqîqetek e. Li gor baweriya wî dinya, ji ber ê/a ku têdigihêjê heye. Di vê xalê de, tê dîtin ku subject destnîşankar (aktîv) e. Hemû tiştên, ku aîdê dinyayê ne û yên ku dê rojekê bibine aîdê dinyayê, bi awayekî demîngirtinî, bi subjectê re têne girêdan û bi tenê, ji bo heman subjectê hene.

Helbet ev nêrîna wî ya ku dinyayê, bi subjectê ve girê dide û dinyayê wekî tesewirekê subjectê (Vorstellung) dibîne, di dîroka felsefeyê de  ramaneke ne nû ye. Berkeleyê ingilîz ê ezmûnger berîya Schopenhauer, vê ramanê gotibû. Ferq û lêzêdekirina Schopenhauerî, li ser nûve (unsûr) û avahiya wê tesewirê, ramaneke xweser e û nû ye. Li gor ramana Schopenhauer, cudahiya herî bingehîn a ku di navbera tesewirên me de heye, cudahîya di navbera yên dîtbar (somut, concrete) û nedîtbar (soyut, abstrakt)de ye.Ya duyem, tenê beşekê tesewiran pêk dihîne. Ango têgînan (mane) û li ser rûyê erdê, ew bi tenê aîdê (malê) mirova ne. Ev taybetî, mirovan ji heywanan cuda dike, ku ji berê ve jê re aqil hatiye gotin. Lêbelê, Schopenhauer behredarîya famkirinê û aqil, ji hev cuda dike. Li gor nêrîna wî: ‘li cem heywanên herî sade jî, behredarîya famkirinê heye û ev behredarî, li cem heywan û mirovan, eynî ye û li her derê, xwedîyê heman forma ayan e: ji sebebê derbasbûna karîgeriyê (tesîr) û ji karîgeriyê, derbasbûna sebebê. Ev zanayî jî, zanayîya sedemwerîyê (nedensellik, causality) ye. Di vê xalê de xweş xwiya ye ku li cem Schopenhauer, cudahîya bingehîn cudahîya behredariya famkirinê û aqil e. Çimkî ew wiha bawer dike ku behredarîya famkirinê, bi temamî ji aqil cuda ye û pejinîdarî (intuitiv) bi tenê aîdê behredarîya famkirinê ye û ji tesîra aqil, serbixwe ye. Ango, ne di bin bandûra aqil de ye. Di vê xalê de jî, bêguman ji Kant cuda dibe.

Lê Schopenhauer, hînwerîyên Kant rast dibîne û ji bo felsefeya xwe, wekî bingehekî bikar dihîne. Ev bingeheke wiha ye, ku Schopenhauer ji bo vê yekê wiha gotiye: ‘Tesîra ramanên Kant a ku di hişê (zêhn, mind) mirov de xwe dide der, dişibe emeliyata kataraktê a miroveke kor.’ Bawerîya Schopenhauer  ew bû ku digo, ‘berîya felsefeya min, divê felsefeya Kant baş were têgihiştin. Nexwe, ne pêkan e ku mirovek bikaribe têbigihêje felsefeya min.’ Ji ber gelek sebeban jî, meriv bi hêsanî dikare bibêje ku xala destpêka felsefeya Schopenhauer a mantiqî, rexneya felsefeya Kant e. Rasteqîniya ku ne Takekesî ye: Wekî dihê zanîn Kant, rasteqîniya tevbar (tevdeyî, tumelî, universal) wekî ‘fenomenal’ û ‘numenal’ kiribû du beş û di vê mijarê de Schopenhauer, Kant mafdar dîtiye. Lêbelê di mijara numenande, bawer nedikir ku numen mîna ku di xwe de bin (bi awayekî tevayî), ne pêkan e ku ji tiştinan werin holê. Lewre, heke tiştên cihêreng hebin, divê ciherengîtî jî hebûya û ev yek jî, encax li war û demekê cihêreng dikaribû derbiketa holê. Heke object (nesne, bar) ji yekê din cihêreng be, divê ew li war (mekan, cih) û demê jî cihêreng be, nexwe meriv nikare bibêje ku ew objekteke cihêreng e. Encax, meriv dikare bibêje ku ew heman object e. Heta ev yek, ji bo heyînên nedîtbar (mesela jimar) jî wiha ye. Ji ber vê yekê jî, li derveyê cih (war, mekan, space) û demê, cihêrengbûn (cihêrengîtî) ne pêkan e: her tişt, divê yek (tekan) be û ne hatibe guherîn. (Di vê xalê de, meriv dibîne ku têkilîya ramanên wî bi ramana Parmanîdesî a ku gotibû ‘Hemû tişt, yek in.’ re heye.)

Herweha dîsa Schopenhauer gotiye ku, ne pêkan e ku numen bikaribe bibe sebebê fenomenê. Lewra Kant bi xwe jî gotiye ku têkilîya sebeb û encamê (sedemwerî), encax di cîhana fenomanan de dikare pêk were. Ji ber vê yekê jî sedemwerî, nikare wî cihî (mekan, space), bi wî cihî ku li derveyê xwe ye ve, girê bide. Mînak: Kant berê gotibû ku tevgerên (xwepêşandan) îradeyê ku li cihê (war) numenan xwe didine der, sebebê tevgerên (livdarî) bedena me a ‘azad’ in. Lêbelê, Schopenhauer dibêje ku ev yek bêîmkan e. Li gor baweriya wî: tevgerên îradeyê û tevgerên bedenî ku bi îradeyê re têkildar in, yek û heman bûyer in ku bi du awayên cihê têne têgihiştin yan jî dîtin; di rewşekî de, di hundirû de tê jiyîn û di rewşa din de jî, li derve çavdêrî lê dibe. Dûajo (içgüdü, instinct), ew sebeb in ku li hundirû têne jiyîn. Yên fenomenî (diyardeyî) ji yên numenî, rasteqîniyek cihê nîne, lê heman rasteqînî ye ku bi rê û şeklên cihê, dihêne zanîn.

Li gor nêrîna Schopenhauer tiştê ku taybetîya (wesf)  xwe dide hemû qada numenê, îrade (vîn, will) ye. Hemû kozmos, vejenê (enerjî, energy) dike tiştekê cismî. Tu têkiliya wê vejena fenomenal, bi hişê me re tune. Ev hêz ne hêzeke kesane ye, bêmebest, bêarmanc û bêhiş e. Numenîya wê hêzê, li dinya  fenomenî xwe dide der. Di destpêkê de Schopenhauer dixwaze ku di dewsa peyva ‘fenomenal’ ê de, peyvekê din peyda bike û wê peyvê bikar bihîne. Demekê, xwestiye ku jê re bibêje ‘hêz’, lê piştre biryarê bi peyva ‘îrade’yê daye. Di maneyeke wiha de bikaranîna peyva ‘îrade’yê, di destpêkê dibe sebebê gelek têgihiştinên şaş. Çimkî ew îrade, ne takekesî û kesane bû û armanc û mebestekê wê jî, tunebû. Lewma jî, gelekî zor hatiye têgihiştin. Lêbelê, mebesta Schopenhauer jî, tam jî ev yek bû. Heke imrê wî têrê bikira û heta Sedsala 20an karibûya bijiya; dê bidîta ku toklînên fizîkzanan, ramanên wî yên li ser vejen û qada hêzê, xweş dipeyîtînin. 

Ehlaqê Hevxemîyê (Empatî, Hemhestyarî)

Laşên (beden) me yên ku wekî objektekê di mekan û zemanê de hene, aîdê cîhana numenê ne û xwe dana der, a ‘yek’ ên ku cihêreng nebûne ne. Schopenhauer bi vê bûyerê (heke wekî bûyereke were dîtin), metafizîkê ji bo etîkê dike bingehek (spartek) û wekî bingeha felsefeya xwe a ehlaqê bikar dihîne. Lêbelê dibêje ku bi tenê di cîhana fenomenan de, em cihêreng xwiya dikin. Di cîhana numenê de, em yek in û ne cihêreng in, ku ew der esasê hebûnatiya me ye. Ev yek jî hemhestyarî, empatî, sozyarî, hezkirin, dilovanî, rehm û xîreta mirovan şirove dike. Bi niheqî û zeredayînê, ez zerer û ziyanê didim hebûna xwe a nîhaî. Li gor nêrîna wî; bingeha etîkê, ev hemhestyarî ye. (Kant, di vê xalê de gotibû ku aqil e.) Herweha,  ev yek bingeha têkilî û danûstandinên mirovî ye jî.

Têgihiştin û Rûbirûkirina Rojhilat û Rojavayê

Schopenhauer dibêje piştî ku min ramanên xwe berfireh kir, min felsefeya rojhilatê naskir. Berîya dewra wî, meriv dikare bibêje ku metnên klasîk yên hinduîzm û budîzmê, zêde ne dihatin zanîn. Ji ber vê yekê jî, felsefeya rojavayê beyî ku hay ji wan hebe, heta vê qonaxê hatiye. Berhemên klasîk yên felsefeya rojhilatî, encax di Sedsala 19an de li zimanên rojavayî hatine wergerandin. Ji bo zimanê almanî meriv dikare bibêje ku pêşengê vê nûjeniyê, rojhilatnasekî bi navê Friedrich Majer e, ku Schopenhauer di 20 saliya xwe de wî nas kiriye. Schopenhauer, wê demê kitêba xwe ya yekem dabû çapkirin û dest bi şahberhema xwe jî kiribû. Kesê ku hinduîzm û budîzmê bi Schopenhauerî daye naskirin, Majer e. Dema Schopenhauer dîtiye ku hinek hînwerîyên wan yên sereke û encamên ku wî û Kant bidest xistibûn gelekî dişibine hev, gelekî şaş bûye. Xebat û lêkolînên Kant û Schopenhauerî, di nav loda kevneşopîya Felsefeya Rojavayê de dihatin dîtin, ku ew kevneşopî jî, xwe digihîne yewnana kevnare. Bi felsefeya Sokrates, Platon û bi Felsefeya Rojavayê, baş dizanibûn. Bi taybetî jî, xwe wekî perçeyekê wê rahişmendiya ku ji aliyê Locke û Humeyî ve hatibû destpêkandin dihesibandin. Piştî Platon, meriv dikare bibêje ku kevneşopîya rojavayê di têgihiştina cîhana toklînî de, rola fizîka ku li ser hîmê matematîkê hatiye damezrandin, gelekî mezin hatiye dîtin û heta digotin ku nifteya têgihiştinê jî, fizîka matematîkî ye. Lêbelê, bawer nedikirin ku hemû tişt ji cîhana toklînî têtin. Lê li derveyê qada felsefeyê, bawerîyê bi dînê xwe jî anîn û ji bo ku bikaribin xebatên xwe yên felsefî, bi rê û rêbazên aqilî bipeyîtînin, li ber xwe dan. Lêbelê, felsefeya rojhilatê a ku Schopenhauer wê kefş kiribû, ji vê yekê cihê bû. Xwe nespartibû zanistê, xwe spartibû dîn, heta dikare were gotin ku dîn serwerê wê felsefeyê bû jî. Ligel vê yekê jî, xwe gihandibû heman encaman.

Schopenhauer, di zûtirîn demê de dest bi xwendina metnên Budîzm û Hinduîzmê yên ku heta wê demê li almanî hatine wergerandin, kir û hewl da ku xalên cuda yên felsefeya xwe û wan metnan, destnîşan bike. Ji ber vê yekê hate gotin ku Schopenhauer, tevahiya felsefeya xwe ji wan dînan girtiye. Bêguman ev yek ne rast bû. Schopenhauer, bi awayekî xweser felsefeya xwe ava kiribû û xwe gihandibû heman encaman. Çavkaniya wan gotinan jî, ev yek bû û bi wan xebatên xwe, wisa kir ku ewropîyan zêdetir bala xwe dane wan dînan (ol, religion) û Schopenhauer jî, bû yekem nivîskarê ewropî ku bala xwendevanan daye ser wan dînan. Bi rastî jî meriv dikare bibêje heta dema me jî, feylesofê ku derheqê felsefeya rojhilatê de herî zêde xwedîyê zanîn û têgihiştineke kûr e, Schopenhauer e. Schopenhauer, di heman demê de bi awayekî wêrek û aşkere gotiye ku ez ji Xwedê bawer nakim û xwedênenas im. Meriv dikare bibêje feylesofê ku cara yekem xwedênenasîya xwe aşkere kiriye, dîsa Schopenhauer e. Li gor felsefeyên xwe, tiştekê normal bû ku Locke û Hume xwedênenas bin. Lêbelê di dema wan de gotina vê yekê, wekî sûceke mezin dihate dîtin. Lewma jî, tu carê negotine ku em xwedênenas in. Lêbelê Schopenhauer digo wekî şexsekî dîtina Xwedê, hişê min dibe (şêlû dike). Lewre, ew bi tenê tesewireke hişê (zihin, mind) mirovî ye û ev rewş, ji bo ramana ruh jî wiha ye.

Hîçayiya (Tuneyî) Dinyayê: Schopenhauer wiha bawer dikir ku di cîhana toklînî î de, mane û armancek tune û di xala dawî de jî, hîçayiyek di xwe de ye. Ji ber ku cîhana toklînî bi temamî girêdayî objectê ye; encax li cem me, ji ber wiha tê fikirîn ku ew bi temamî ji me serbixwe ye, rê li hesteke wiha vedike ku ew bi temamî, şaşitiyek e. Ji ber vê yekê jî ji bo ku ew me danequrtîne, divê em jê bawer nekin. Bêguman hemû hînwerîyên wî, bi awayekî ecêb dişibiyan hinek hînwerîyên Budîzmê. Ligel vê yekê jî, meriv dikare bibêje beyî ku haya Schopenhauerî ji Budîzmê hebe û bi awayekî serbixwe, wî xwe gihandibû heman encaman.

Tirsa Hebûnê

Schopenhauer, ji jiyanê û ji rewşa dinyayê, gelekî ditirsiya û zêde, ji dinyayê hez nedikir. Ev qada ku xwezaya heywanî serwerê wê bû, jê re gelekî tirsdêr (sawdar) dihat. Piraniya candaran, nêçira candarên din dikirin, wan dixwarin û wiha dijiyan. Herweha her serê saniyeyê, bi hezaran heywan bi zindî dihatine perçekirin û xwarin. Biwêja ‘xwezaya ku bi lapûşk û diranbixwîn e’ bi temamî, rastiyeke xwîndar e. Derheqê xwezaya mirovan de, ramanên Schopenhauerî gelekî dişibiya vê yekê. Li her deverê, şîdet û bêedaletî hebû û her jiyana şexsî jî, ew trajedîya bêmane bû ku dê bi mirinê dawî bibûya. Mirov, di temamiya jiyana xwe de koleyê xwestekên xwe bûn û dema yek dihat bidestxistin, yekê din dest pê dikir û yan jî, yeke din dikete dewsa wan. Ji ber vê yekê jî, mirov tu carê têr nedibûn û nabin. Çavkanîya êşê (janê), tam jî ev hebûnatiya me bû. Çawa ku Spînoza wekî şahê panteîstan û John Locke jî wekî şahê lîberalan dihê naskirin, Schopenhauer jî wekî şahê bedbînan (reşbîn) hatiye nasîn û bi rastî jî, derheqê hebûna mirovî de gelekî bedbîn bûye.

Hêjayiya Hunerê

Li gor bîr û baweriya Schopenhauerî, ji bo demekê kurt be jî mirov dikarin xwe ji wê zîndana tarî a dinyayê rizgar bikin. Rêya vê yekê heye, ku ew jî huner bi xwe ye. Encax bi riya helbest, wêne, peyker, drama û muzîkê, em dikarin xwe ji wê îşkenceya ku îrade dibe sebebê wê, xwe rizgar bikin. Ji bo demekê kurt be jî, bi rêya hunerê em dikarin xwe ji cîhana toklînî rizgar bikin û bi tiştekê (cîhan) cihêreng a heyînî re têkiliyê deynin. Schopenhauer pêkhatina vê yekê, bi awayekî dûr û dirêj vedibêje. Yeko yeko, li hemû cure huneran vedikole û ji gelek feylesofên navdar zêdetir, li ser mijarên navborî disekine. Meriv dikare bibêje ku bi tenê Schelling, jê zêdetir li ser wan mijarên navborî vekolaye û li wan, vekolaye.

Schopenhauer, ji hemû huneran zêdetir girîngiyê daye muzîkê û muzîkê, ji hemû huneran bilind nirxandiye. Piştî Schopenhauer, gelek muzîkjenên naskirî yên wekî Wagner û Mahler nivîsên wî yên li ser muzîkê, wekî nivîsên herî kûr dîtine. Tesîra wî ya li ser hunermendên afiraner, meriv dikare bibêje ku ji hemû feylesofan zêdetir bûye û taybetî jî, romannivîs gelekî di bin bandûra fikrên wî de mane. Leo Tolstoy, Ivan Turgenyev, Guy de Maupassant, Emile Zola, Marcel Proust, Thomas Hardy, Joseph Conrad û Thomas Mann, di terzên xwe de ji Schopenhauerî gelekî hez kirine. Li derveyî muzîkê jî, tesîra wî ya herî zêde li ser jiyana Richard Wagnerî xwe daye der. Herweha, li derveyî hunerê jî li ser feylesofên wekî Nietzsche, Wittgenstein û Popper, tesîra wî gelekî mezin e. Nietzsche bi navê ‘Dersdar Schopenhauer, 1874’ kitêbeke biçûk dinîvîsîne û Sigmund Freud jî gotiye ku sazgêra dewisandinê a hiş, beriya min jî ji layê Schopenhauerî ve bi temamî hatiye nivîsandin. Heke meriv bi kurtasî bibêje; wê demê meriv bi hêsanî dikare bibêje ku tesîra felsefeya Schopenhauerî ya li ser çanda serdema xwe, gelekî mezin e û ew têsîr, hê jî berdewam dike.

Berhemên Schopenhauer yên Sereke: 1- On the Über die Vierfache Wurzel des Satzes vom zureichenden Grunde (Çar Kokên Pêşnîyarîya Têr Sebeb, 1813), 2- Die Welt als Wille und Vorstellung (Dinyaya Pêşnûma û Vînê, 1818), 3- Über den Willen in der Natur (Li Ser Vîna Xwezayê, 1836), 4- Über die Freiheit des menschlichen Willens (Li Ser Serbestiya Vîna Mirovî, 1841), 5- Die beiden Grundprobleme der Ethik (Du Pirsgirêkên Serekê yên Etîkê, 1841), 6- Parerga und Paralipomena, (Nivîsên Xiçviçandî, 1851)

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 30.04.2023
  • Çavkanî: ‘Destpêka Felsefeyê’ – Ali Gurdilî – Weşanên Soran – 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button