Philosophia

Taybetîyên Felsefeya Sokrates

Sokratesê ku navê wî ketiye gelek efsaneyan û wekî feylesofê herî navdar yê dîroka felsefeyê tê hesibandin, hevokek jî nenivîsandiye. Em ramanên wî ji nivîsên şagirtên wî Platon (Eflatûn) û Ksenophonî, fêr dibin. Sokrates B.Z. di navbera salên 469-399an de jiyaye û ne li ser rastîya der û xwezayê, lê bi taybetî li ser pirsgirêkên ehlaq û mirovî, xebitiye. Lêkolînên li ser ehlaqê yên Sokrates, li ser jiyana ehlaqî û fazîletdarîyê bûn û bi vê yekê re jî, aqilê mirovî cara yekem û bi awayekî misoger, berê xwe dabû xwe û li xwe, vedikoliya. Ji bo feylesof zanîna herî nirxdar, zanîna derheqê mirovî de bû. Maneya gotina Sokrates ku gotiye: ‘xwe binase, bi xwe bizanibe.’, ev e. Sokrates dema ku maneya mirovî û jiyana ehlaqî (fazîletî) şirove dikir, digo ez bi tiştekî nizanim û wiha dest bi karê xwe dikir. Ji her tiştî gumanê (şik) dikir, li her tiştî vedikoliya û her tiştî rexne dikir. Em ji wan şiroveyan, dizanin ku di vê xalê de Sokrates dişibe sofîstan. Bi rastî jî helwesta Sokrates ya ku ji hemû tiştî gumanê dikir û ne li ser xwezayê, lê li ser jiyan û maneya mirovî radiwestiya, wî gelekî nêzî sofîstan dike. Ligel vê yekê, Sokrates wiha bawer dikir ku meriv dikare xwe bi bigihîne rastiyên derbazî. Loma ji sofîstan, bi awayekî mitleq cihê dibû.

Li gor bîr û bawerîya feylesof, rastîyên ehlaqî yên wekî başî, xirabî û fazîletê, li gor mirov û civakan nayên guherîn. Ew rastîyên gerdûnî bûn ku bi awayekî rêbazî, hemû mirov dikirin xwe bigihînin wan zanînîyan. Li gor dîtina wî, wezîfeya feylesof ew bû ku bi rêya guman, înkar, rexne û vekolanê, xwe bigihîne zanînîya têgihên wekî , ‘başî’, ‘xirabî’ û ‘edaletê’ û wan bide nasîn. Lêbelê ev zanînî, di ruhê mirovî de ji xwe hebûn. Ya girîng di mijara derxistina wan zanînan de, alîkarîya mirovan bû.  Ji bo vê yekê Sokrates navê rêbaza xwe danîbû  ‘hunera maîotîk’. Ji bo pêkhatina vê yekê jî, bi mirovan re xeber dida û bi wan re, minaqeşe dikir. Dema ku diyalogê dest pê dikir, Sokrates digo ez di derheqê mijarê de tiştekî nizanim û wiha dikete guftegoyan û pirsan dikir. Dema mirovê li hember wî bersiva pirsa wî dida, bi awayekî xwemalî Sokrates nîşanî wî dida ku di vê babetê de zanînîyên (bilgi, knowledge) wî kêm in û têrê nakin. Li ser mijara ehlaqê feylesof dibêje, divê zanînîyên me yên misoger û derbazî hebin. Lewra li gor nêrîna wî ehlaqdarî (fazîletdarî), hemin zanyarî ye jî. Herweha, mirovê zana ew mirov e ku jiyanekê bextewar dijî. Di destpêkê de, ev nêrîn dikare ji me re wekî nêrîneke ecêb were. Lê Sokrates vê nêrînê diparêze û li gor vê nêrînê, mirovê ku bextewar dijî û xwediyê jiyanek bextewar e, hemin ew mirovekê xwedan fazîlet e jî. Navê vê nêrîna ehlaqî ‘Bextewarîparêz’ (Eudaimonist) e.

Ev nêrîna wî a ehlaqî, di ramana Serdema Pêşîn de hatiye pejirandin. Sokrates bi vê rêbaza xwe, di felsefeya ehlaqê de rêya vekolanên zanistî vekiriye. Lê dîsa jî dijwar e ku meriv bikaribe bibêje Sokrates felsefeyekê berfireh û bi kitekit a ehlaqê afirandiye. Ligel vê yekê helwesta wî a aqilane (rasyonalîst) di dîroka felsefeyê de, jê re cîhekî girîng peyda kiriye. Sokrates li ser hemçaxên xwe û nemaze li ser ramanên ciwanan, tesîrekê mezin hiştiye. Sebebê vê yekê jî jiyana wî a sade û feylesofî bû ku tu carê li pey îhtîrasên xwe nebeziyaye û her dem di lêgerîna, heqîqetê de bûye. Raman û tevgerên wî, li hev dihatin û ew çawa be, wiha tevdigerîya. Ji ber ku bawerîya xwe bi zanînîyên vala û beradayî neanîbû û bawerî, irf û adetên civakê û pêşhukmîyan rexne kiribû, cezayê mirinê dane wî û bi jehrîyê hatiye kuştin. Sokrates ji girtîgehê nereviyabû, vê yekê li xwe dananîbû û di dawiyê de hatibû kuştin. Bi jiyan, kirin û kesîtîya (kişilik, personality) xwe û bi rêbaza xwe a lêgerîna rastiyê, di nav feylesofan de bûye pêşengekî gelek baş.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 30.04.2023
  • Çavkanî: ‘Destpêka Felsefeyê’ – Ali Gurdilî – Weşanên Soran – 2015


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button