Philosophia

Derbarê Siberoja Felsefeyê de Çend Gotin

Alî Gurdilî

Wekî gotina pêşî meriv dikare bibêje ku felsefe lêgerînek bêdawî, a mirovî ye û heta hetayê jî, dê ev lêgerîna mirovî berdewam bike. Felsefe, bi rêya bikaranîna aqil û hişê mirovî dest pê kiriye û wisa xwiya dike ku dê hebûna xwe a bi vî hawî, herdem berdewam jî bike. Felsefe, ne zanistek e û tu carê, nexwestiye ku xwe bigihîne encamên (zanyarî, zanîn) misoger û naguhêr. Jixwe, di demên dawî de hatiye destnîşankirin ku zanînên zanistî jî, ne mayende û neguherbar in û dikarin biguherin yan jî, dibe ku şaş jî hatibin zanîn. Di vê xalê de, em carekê din rastê hêzdarî û mafdariya felsefeyê dibin. Heke felsefeyê ji hemû tiştan gumanê nekiriba, bêyî guman nikaribû bibe maka hemû zanistên îroyîn. Ji xwe, tiştê ku felsefe û zanistê, ji hev cuda dike jî ev helwesta felsefeyê a şikwer û rexnekar e.

Lewma jî, em dikarin bibêjin ku heta mirov aqilê xwe bikar bihînin, bi awayekî aqilane tevbigerin û bişik nêzî mijarên têkildar bibin, dê felsefe jî ji holê ranebe û hebûna xwe bidomîne. Heta radeyekî, meriv dikare bibêje ku dê mijarên felsefeyê, berfirehtir jî bibin. Çimku feylesof jî, di civakê de dijîn û jê ketumet dibin. Girêdayî vê yekê; pirs yan pirsgirêkên ku di civakê der rû didin, bala feylesofan jî didin ser xwe û dibin mijara lêkolanên wan. Mesela piştî Şoreşa Sanayîyê, Şoreşa Fransî û Daxuyaniya Gerdûnî ya Mafê Mirovan, têgiha demokrasîyê zêdetir derketiye pêş û vê yekê, bala feylesofan jî daye ser xwe.. Niha jî, di civakên hemdem de, ‘rewşa biyabûna mirovan’ xwe daye der û di civakên wê de yê sanayîyê (civakên pişt hunerwerî, sanayi sonrası, post industrial society) de, tenêtîya mirovan her zêdetir dibe. Di vê xalê de, em dibînin ku ev pirsgirêk zêdetir dibe mijara feylesofan û felsefeyê.

Li gelek welatên Ewropayê, niha navendên felsefeyê dihêne vekirin. Li wan navendan (fêrgeh, dibistan), felsefeyê fêrî mirovan dikin. Bi saya rê û rêbaz û zanayîyên felsefeyî, mirov dest ji zanîn û nêrînên xwe yên dogmatîk berdidin û dibine xwedîyê awireke felsefeyî a rexnekar û kêrhatî. Qanûna bingehîn a xwezayê, wekî zanîna we ye ku guherîn bi xwe ye. Hemû tişt, diguherin û nema wekî xwe dimînin. Di vê rewşa guherîna lezgîn û hêzdar de, bêyî guman têgihiştina pêhatî (olay, event) û bûyerên (olgu, fact) xwezayî û civakî jî, gelekî zehmet e. Lê bi saya felsefeyê, mirov dikarin têbigihêjinê wê guherînê, dest ji ramanên xwe yên berê berbidin û li xwe werin, bi xwe re aşt bin. Di siberojê de mîna navendên ruhnasîyê (derûnnasî, psychology), dibe ku navendên felsefeyê jî zêdetir bibin û ji bo têgihiştineke çak, xizmeta mirovan bikin.

Ê baş e, tiştên ku felsefe fêrî mirovan dike çi ne?  

Bi saya felsefeyê, mirov fêrî fikirîna kûr a nedîtbar (soyut, abstract) dibin. Aqilê xwe, çêtir bikar dihînin. Bi awayekî çavkorî, hemû ramanan qebûl nakin. Li hemberî daxwazan, gumanbar in û li wan, vedikolin. Bi saya felsefeyê, mirov çêtir têdigihêjine hêjahîya (nirx, qîmet) mirovan, civak û xwezayê. Bi saya felsefeyê, mirov hesta xweşdîtin û toleransê, çêtir dinasin û bi çavekî pîroz, li meseleyan mêze nakin. Helwesta felsefeyê a rexnekar û gumanber, rê li ber pîrozîyên naguher digre û zanayîyê dike tiştekî guhêrbar û kêrhatî. Mirovên ku haya wan ji felsefeyê heye, girîngiyê didine ramanên mirovên din jî. Çimku ew baş dizanin ku ramanên rast, ne tenê ramanên wan in û hewlesteke mirovî, nîşanî mirovên din jî didin. Hasilê di roja me ya îro de, meriv dikare bibêje ku felsefe êdî ne tenê tiştekê utopîk e. Di pratîkê de jî, gelek tiştan fêrî mirovan dike. Mîna ehlaq, dîn, siyaset, huner, edebîyat û zanistê, felsefe jî karwerîyeke mirovî ye û di civakên hemdem de, dê bêtir bikeve xizmeta mirovan.

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 26.04.2023
  • Çavkanî: ‘Tarîxa Felsefeyê’ – Alî Gurdilî / Ji Berhema Neçapbûyî


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button