Science

Etîka Zanistî: David B. Resnik

Etîka Zanistî: David B. Resnik

Etîka Zanistî

 Gelek nivîskarên ku li ser mijarên dîroka zanistê vedikolin, dibêjin ku zanist (science) ne hewl û keda, xwegihandina zanînîya barnas (objektive) e. Li gor nêrîna wan zaninî (bilgi, knowledge, zanayî), li gor nêrîneke dinyayê a kifş, li gor hin ferzweriyan (varsayım, assumption) û li gor hin berjewendiyên civakî û siyasî, diguhere û lewma jî, guhêrbar e. Dema civakek derbarê standardan de li hev tê, lêbelê ferdên wê civakê nikarin li gor wan standardan bijîn yan di wî warî de bi ser nakevin, wê demê helwest û bedkariyên ne li gor etîkê rû didin. Pirsgirêkên etîkî nîşan didin ku civak, derbarê standardan de bi temamî li hev nehatiye û di rewşeke wiha de ye. Zanistmend, baş dizanin, ku dizî û qopîkirina ramanan û sextekariya di dema lêkolînê de, li dijî etîka zanistî ye û pêdiviya wan pê tune ku rabin bikevin nîqaş û gengeşeyên felsefî û exlaqî. Bi vî hawî, zanist xwe ji nexuyatî û arîşeyên etîkî ku dor li qadên din yên hebûnatiya mirovî girtine, diparêze û dibe mabedeke alînegir. eriyê zanistê, ji mijarên etîkê re û ji ramanên dijber re, vekirî ye. Lewre zanist, çalakiyeke lihevkirîparêz e û gelek aliyên wê yên sosyopolîtîk hene. Wiha tê fikirîn ku zanistmend jî, xwediyê wesfên rexneyî ne û gelekî baldar in. Lêbelê ew jî mîna mirovên din bi tenê tiştên ku bi dilê wan e dibînin. Zanistmendeke ku xwe dixapîne, bi hêsanî dikare bawer bike ku hîpotezeke (hypothesis) toklînê peytandiye.

Di dilê hemû toklînên derbarê mirovî de, rageşiyeke ku nakokiya di navbera hêmana parastina şexsan û hêmana bidestxistina encamên baş yên bo civakê de heye dihewîne. Ji bo aşkerekirina rastiyê, rêya herî baş îronî ye. Têkiliya şagirt û mamosteyan bi sûdwergirtina herdu aliyan, dibe têkiliyeke hevkar. Gelek caran ev hevkarî ji bo wan û zanistê, sûdmend e, lêbelê carinan jî dibe sebebê hinek arîşeyên etîkî. Arîşeya sereke a ku destê ewil tê bîra meriv, jê xwarina keda şagirta ye ku mamsoteyên wan keda wan dixwin. Xwerina keda şagirtan, dikare bi çend awayan pêk were. Zanistmend carinan ji bo keda şagirtan, para wan a şanaziyê nadine wan. Carinan jî zanistmend gunehê çewtiyên xwe yên dema lekolînê dixin stûyê şagirtan. Carinan jî şagirdek bêgav dimîne û berpirsiyariya lêkolîneke hîledar digre ser xwe. Hinek caran jî hinek mamoste dixwazin ku şagirtên xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî yan jî cinsî, bikar bînin.

Carinan jî mamoste dixwazin ku şagirtên wan, hemû wextê xwe di ber lêkolîna wan de derbas bikin. Ev yek jî wiha dike ku ji bo lêkolînên xwe wexta şagirtan namîne. Tê zanîn ku gelek şagirtên lîsansa bilind di derbarê şert û mercên kar û xebatên xwe de gilî û gazin kirine. Lewnên hîlekariya di zanistê de, gelek caran  di dema analîz û hilberandina zanîniyan (knowledge) de xwiya dikin. Enformasyona çewt bi rêya belavkirina zanîniyên bêbingeh pêk tê, ku zanistmend bi xwe vê yekê dikin. Carinan jî enformasyonê, yan jî encaman diguherînin. Tehrîfat û xerakirin, gelek caran di encama guherandina encaman û bi rêya, terefgiriya zanistmendan pêk tê. Tehrîfata ku herî baş tê zanîn jêbirina enformasyonê, belavkirina encamên çewt û şêlîkirina encaman e. Jêbirin ji aliyê zanistmendan ve veşartina encamên ku piştgiriya hîpoteza (hypothesis) wan nake ye. Bandûra çavdêr û xwesteka çavdêriya pêhatiyeke, dema kesek destûra ‘çavdêrîkirina’ tiştekî ku ne li wir e dide, derdikeve holê. Mînakeke beloq a lêkolîna alîgir, di salên 1800an de kevneşopiya pîvana kiloxê ye: Kranyologan wiha bawer dikirin ku şekl û ebada kiloxê mirovan wesfên kesayetîyê û zêhna mirovan destnîşan dike. Lewma jî digotin kesên ku kiloxê wan dişibe ê meymûnan yan jî kiloxê wan biçûk e zêhna wan ne zêde ye, yan jî zêhna wan kêm e. Vê texmîna çewt, temamiya kevneşopiya kranyolojiyê (carinology) pûç kiriye. Rêya veşartina herî baş a enformasyonekê tunekirina wê ye. Li gor têkilî û bandûra zanist-çapemeniyê, meriv dikare behsa çend rêbazên pêşkêşkirina zanîniyan bike: 1- Bavkanitiya Hêzdar: Zanînî, ji bo sûda xelkê tê bikaranîn û bi vê yekê rê li ber zerer û ziyanê tê girtin. 2- Bavkanitiya Jar: Zanînî, bi tenê ji bo sûda xelkê tê bikaranîn. 3- Azadî: Ji bo ku ferdên rasyonel bikaribin biryarên xwe bigrin, beyî destlêdanêkê pêşkêşkirina zanîniyan. Li gor teoriya ‘patalojiya psîkolojîk’, zanistmendên ku li gor etîkê tevnagerin û tiştinên der etîkî dikin, arîşeyên wan yên psîkolojîk hene. Lewre mirovên zanyar yan jî zanistmend, baş dizanin ku nikarin xwe ji dîzîya fikran, sextekarî û bedkarîyên (suistîmal) etîkî xilas bikin. Zanyarên ku wiha difikirin bêguman dîn yan jî ehmeq in. Di warê zanistî de sûc veşartî namînin. Lewre rêgehnasiya (methodology) zanistê, sîstema şêwirmendiya zanistê û xwezaya lêkolînên civakî û zanistî zanistmendên ku dizîya fikran û sextekariyê dikin dide dest. Heke karê xapandinê ji ê rastgotiye zêdetir be wê demê em ê çima rastgo bin?’

David B. Resnik



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button