Information

Agahdarî ji bo Hejmara Yekem

Agahdarî ji bo Hejmara Yekem

  • PHILOSOPHIA
  • KOVARA ÇARMEHANE A PHILOSOPHIC

Kovara Philosophiayê, bi armanca têgihiştin û geşkirina ramana felsefî, dê weşana xwe bidomîne. Ji bo gihêjtina vê armancê di kovarê da em ê cih bidine gotarên akademîk, wergera gotarên akademîk, raveyên felsefî, nivîsên derbarê jiyan û felsefeya feylesofan de û gelek nivîsên felsefî yên babetcihê. Herweha derbarê beşên felsefeyê yên wekî ontolojî (ontology), nirxzanî (axiology), estetîk (aesthetics), felsefeya dînî (philosophy of religion) û hwd. da, dê cih bide gotarên resen, nivîsên lêkolînî û nivîsên danasîn û nirxandina kitêban. Ji bilî nivîsên li jorê, her cure nivîsên birêkûpêk û resen yên derbarê felsefe û dîroka felsefeyê de, dê werin weşandin.

Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide. Di hejmara 1em de em ê wekî dosyayê, em ê li ser ‘beşên philosophiayê’ û ‘philosophia antîk yewnanî’ hûr bibin. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her şad û bextîyar bin.   

e-mail: kovaraphilosophia@gmail.com



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button