Di dîroka felsefeyê de teorîya ‘made û formê’ teorîya Arîstotelesî ye. Teorîya îdeayan ya Platon wekî navenda felsefeya wî dihê dîtin. Wekî vê yekê, teorîya ‘Made û Formê’ ya Arîstotelesî jî, wekî navenda (xala herî bingehîn) felsefeya wî dihê dîtin. Arîstoteles wiha xwestiye ku sîstemekê mantiqî, zanistî ku bi temamî xwe dispêre aqil, ava bike. Ji bo vê yekê jî di serdema xwe de hemû zanînên ku mirovan wê demê wan bidest xistibûn, top kiriye û xwestiye ku wan rave bike. Arîstoteles beravajîya Platon, giranîyê zêdetir daye cîhana sehekî a ku em dibînin, dibihisin û dest didinê. Bi vî awayî jî, xwestiye ku dinya me şirove bike.
Platon (Plato) jî, wekî dihê zanîn bala xwe zêdetir daye cîhana ku ne madî (îdea, manewî, ramanî) ye. Li gor bîr û bawerîya Arîstoteles, îdeayên Platon; ji cîhana madî cuda ne û dûr in û di warê şirovekirina cîhana madî de jî, bêhez in û nikarin cîhana madî şirove bikin. Arîstoteles ji ber van sebeban, teorîya Platon rexne kiriye. Li gor bawerîya Arîstoteles; îdea wekî ku Platon dibêje ne li derveyê objektan, war û demê ne. Îdea, cewhera hemû heyîna ye û di naveroka wan de ye. Ew objektên ku em wan bi saya sehekên xwe dinasin, xwediyê cewhereke (hilik, naverok) hevpar in (formeke wan heye) û ev xala hevpar, di nav piranîtiya heyînan de, nûnerê yekîtiyê ye. Ango, yekîtiyê temsîl dike. Form, di heman demê de şekil dide madeyê û form, ew şekl e ku em wê yeko yeko di heyînan de dibînin. Ya ku şekil dide madeyê, ew form e.
Di vê xalê de tê dîtin ku Arîstoteles ji bo pirsgirêkên yekîtî, pirranî, naguhêrbarî û çêbûnê, riyekê nû ya çareserîyê tîne. Made, derfetek (îmkanek) e, dibetîyek e, ya ku wekî hêz e û ya ku dê bigihêje şeklekî (form) ye. Form jî, wê madeyê digihêjîne şeklekî (şeklekî dide madeyê) û wiha dike ku ew dibe tiştekî li holê a xwedan şekil (bilewn) û rasteqîn. Made di destpêkê de ne objektekê diyar (kifş, berbiçav) e, hê ne bûye ‘ew’ an jî ‘ev’ objekt. Sînordar e û hê ne bûye heyîneke misoger û tekûz. Mesela perçeyeke ji mermerê, li gor peykereke ku ji mermerê hatiye çêkirin; hê ne hatiye destnîşankirin, hê şekil negirtiye. Ew bi tenê derfetek e, ku hê ne bûye heyînek misoger, he nebûye heyînekê tekûz. Dema ku li gor forma xwe ew mermer wekî peykerekî derbikeve holê, wê demê wekî heyîneke destnîşankirî (kifş), ango wekî peykerekî dertê holê. Wekî vê yekê, di bingeha hemû heyînan de madeyekê yekem (an jî sereke) heye û a ku li gor formên cihê şekil digre û dibe heyînên destnîşankirî jî, ew madeya yekem e. Bi vê teorîya xwe, Arîstoteles xwestiye ku guherîn û çêbûna ku di heyînê de pêk dihê, ne bi awayekî mekanîk û bi hêzekê ji der; lê bi tesîrekê hindurîn û bi awayekî dînamîk (jîndar, organîk) şirove bike.
Xwepêkanîna formê a di madeyê de, tevger (liv-hereket) e. Bi vî awayî form, made û tevger, ligel hev têne fikirîn û çêbûna di gerdûnê de, bi vê yekê şirove dibe. Li gor Arîstoteles, di derketina çêbûnê de tesîra çar (4) sebeban heye, ku ew jî ev in: 1- Sebebê madî 2- Sebebê formî (lewnî) 3- Sebebê tevgerîn 4- Sebebê mebestî. Heke em mînaka peykerê bidin: Mermer, sebebê madî ye. Şeklê mermerê, sebebê formel e. Peykersazê ku peykerê çêkiriye, sebebê tevgerîn (aktîv, çalak) e. Armanca peykersaz jî, sebebê mebestî ye. Ji bo derketina holê ya peykerê, ev çar sebep peywist in. Ji bo hemû heyînên di gerdûnê de jî, em dikarin vê yekê bibêjin. Arîstoteles gerdûnê, ji hêla made û formê ve wekî giştek qedemebûyî dibîne. Heyîna ku li dereceyekê jêrîn e, ji bo heyînekê ku li jora wê ye (raserê wê ye), made ye. Lêbelê ji bo heyînê ku di binê (jêr) wê de ye, form e. Mesela keresteyên înşaatê li gor xanîyekî, made ne û xanî, forma wan e. Lê li gor darê, kereste form e. Di binê herî kûr ya wê qedemebûnê de, madeya yekem a ku bi temamî bêform e, heye. Di cîhê herî bilind a wê qedemebûnê da jî, ‘Forma Zelal’ heye. ‘Forma Zelal’ ne hewceyê madeyê ye. Ew bi xwe nalive (tevnagere), lê ê ku madeyê dilivîne, ew e. Têgeha ‘Forma Zelal’ a Arîstoteles, dişibe ‘nous’ yan jî ‘qencê herî gewre’ ê Platon.
Alî Gurdilî
aligurdili@gmail.com
23.04.2023