Bandêr û sazûmana sîteyê a Platon xwe dispêre xwezayê, bi taybetî jî xwezaya cihana mirovî. Sofîstên yewnana kevnare jî, li ser vê mîjarê mîna Platon fikirîne û lihevhatin û guncaniya sazûmana (pergal) siteyê û xwezayê, parastine. Herweha gotine ku sazûmana sîteyê, divê li gor sazûmana xwezayê were verastkirin. Çimkî li gor dîtin û dinyabinîya Sofîstan xweza, xwedîyê sîstemeke taybet e û di vê sîstemê de hêzdar serwer in, xwedîyê mafê hikumraniyê ne û herdem, zordestîyê li yên jar dikin. Lewma jî, heqî (dirustî) û edalet, li xwezayê peyda nabin û vedîtinên niştecihên sîteyê ne. Lê di vê xalê de, Platon mîna Sofîstan nafikire.
Çimkî dema Platon dibêje xweza, mexseda wî ne ew xwezaya ku Sofîst behsê dikin, e. Xwezaya ku Platon qala wê dike, xwezaya xwiyakirî nîne. Mebesta wî, îdea (ideas) bi xwe ne. Lewra ji bo Platon, cîhana girîng ya îdeaya ye û cîhana rasteqîn jî, ew cîhan e. Çavkaniya (binyad) wê ramana feylesofên Sofîst, ku dixwestin ji bo sîteyê bikar bihînin, sazûmana xwezayê a tekoşer bi xwe bû. Heçî Platon e, xwezayê ne wekî tiştekê xwiyakirî, lê wekî tiştekê ramanî (îdea) fikirî ye û edaletê, mîna îdeaya herî gewremend (raser) dîtiye. Bi vê dîtina xwe re jî, edaletê kiriye perçeyekê avahiya xwezayê. Herweha gotiye ku mînakeke baş a sazûmana îdeal, li asmên heye û sazûmana asîmanî, ji bo sererastkirina sazûman û pergala sîteyê jî, dikare were bikaranîn. Li gor nêrîna Platon, zanyarîya îdeayan ya sazûmana rast û dirist, ji zayinê ve li cem mirovan heye û lewma jî, berê mirovan beravajiya gotinên Sofîstan (ku digotin têkoşînek xedar li ser kar e); ber bi rastî, edalet û fazîletê ve ye.
Zanyarîya prensîpên sîteya dadwer û rastgo, ji xwe li cem mirovan ji zayînê ve heye. Lêbelê, zanyarîyên ku li cem mirovan ji roja zayînê ve hene, encax bi rêbaza diyalektîkê dikarin werin bikaranîn yan jî têgihiştin. Em dibînin ku di vê xalê de pirsgirêka sazûmana sîteyê, vediguhere pirsgirêka perwerdekirina ruhê mirovî û fêrkirina rêgeha gihêjtina heqîqeta raser (bilind), ku ew jî encax bi rêya mirovên têgihiştî û kamil dikare pêk were. Ew mirov jî, ew kes in ku têgihiştine zanyarîya îdeayan. Ji ber vê yekê ye ku taybetîya esasî a dewleta Platon, perwerdehî ye. Sazîyekê perwerdehîyê a mezin, ku welatîyên xwe ji hêla ehlaqê ve dixwaze gelekî baş perwerde bike, dibe pêdivîyeke jêneger. Di nav feylesofan de, kesê ku cara yekem perwerdekirina ciwan û navsereyan parastiye, beyî guman Platon e. Li gor dîtina Platon, di her tiştî de a girîng destpêk e. Ji bo rêveberîya sîteyê jî destpêka herî baş, perwerdehî ye. Ji astên hêsan, ber bi astên tevlîhev û dijwar ve perwerdekirina mirovan, mîna qanûnên xwezayê; dê rê li ber rêveberiya sîteyê vebikin. Mînakên bi vî rengî jî nîşanî me didin ku di feraseta sazûmana sîteyê ya Platonî de, rola perwerdehîyê gelekî mezin û girîng e. Li gor baweriya Platon; tiştên li cîhana xwakirî, heta ji destê wan tê îdeayên xwe bi awayekî xwazayî pêk dihînin û vê yekê, li gor rewşa xwe dikin. Darek, nikare îdeaya xwe ji îdeayan çêtir pêk bihîne. Tiştekê wiha, dûrîaqil e. Lê, li cem şexsan û civakan, pêkhatina îdeayan, naşibe pêkhatina îdeayên di xwezayê de. Lewma jî, ji bo ku îdea bikaribe li cem şexsan û li civakê, xwe bide der û pêk were, pêdivî bi perwerdehîyeke baş û jidyayî heye. Encax wê demê, îdea dikare derkeve holê.
Mirovek, heke ji zayîna xwe feylesof û mirovekê baş be jî, divê bi awayekî şidyayî perwerde bibe. Heke perwerde nebe, ev yek dikare ji bo sîteyê xeteriyên mezin jî derxe holê. Armanca perwerdehîyê fêrkirina başî, rindî û jiholêrakirina, xirabiya ye. Di encama vê proseyê de jî; ew dibine xwedan aqilekî kêrdar, ku dê ew aqil jî parastkarîya sîteyê bike. Platon, aqil wekî sebebê hemû sîstemên mirovî dibîne û li gor nêrîna wî armanca perwerdehîyê jî, fêrkirina bikaranîna rast a aqilê mirovî ye. Di berhema ‘Dewlet’ê a Platonî de, bernameyeke berfireh a perwerdehîyê hatiye nîşandan, ku li gor wê bernameyê perwerdehîya zarokan di malzarokê de dest pê dike û heta ku mirov navsere dibin, bi awayekî şidyayî perwerdehî berdewam dike. Hê di temeneke gelek biçûk de, xelk zarokên xwe teslîmê saziyên dewletê yên perwerdehîyê dikin. Li wan sazîyan, di çîrokan dest bi perwerdehiyê dikin û zarok, fêrî bedenparêziyê dibin. Piştre, mijarên fêrkirina ‘îdeaya başiyê’ dest pê dike û demekê dirêj, wisa berdewam dike.
Di nav zarokan de, hejmareke gelek kêm xwe digihînin asta zanînên (bilgi, zanînî, knowledge) pirtexlîd û lewma jî, zarokên ku derbasî asta (derece, pol) perwerdehîya diyalektîkî dibin, gelekî kêm in, ku ew jî ji xwe ji zayîna xwe ve xwedîyê behremendîya feylesofîyê ne. Di ‘Dewlet’a xwe de Platon dîsa gotiye ku divê welatî, bi awayekî teqez xwe baş fêrî sê cure zanînan bikin: Ew jî, hesab û zanayiyên arîtmetîkî, geometrî û stêrnasî ne. Ev sê cureyên zanînê, dê mirovan ji zanînên demdemî rizgar bikin û berê wan, bidin zanînên heyînên xwedayî. Ji ber vê yekê jî ji bo çalakîyên diyalektîkî, ev sê cure zanînî; wekî bernameyekê pêşîn hatine pejirandin. Çawa ku perwerdehî ji bo ewlehîya sîteyê destpêkeke rast be, mûzîk jî bo perwerdehîyê, destpêkeke rast e û di cih de ye. Platon dibêje beden, bi bêdenparêzî û bi reqsê, ruh (giyan) jî encax bi mûzîkê dikare perwerde bibe. Armanca perwerdehîya mûzîkê jî, lihevanîna (guncanî) aqil û ruhê mirovî ye.
Platon bi vî awayî di navbera sazûmana sîteyê û mûzîkê de, têkilîyekê xurt ava kiriye. Armanca perwerdehîya mûzîkê ya welatîyan, lihevanîna aqil û ruhê mirovî ye. Perwerdehîya mûzîkê, dê qanûn û sazûmanê, bike taybetîyeke xweser a welatîyan. Lewre li gor Platon, herî zêde tesîra mûzîkê li ser giyana mirovî heye, ji ber ku di mûzîkê de aheng û guncantîyek heye. Herweha, mûzîk temînata rêkûpêkîya sîteyê ye jî. Û divê nobedarên sîteyê, bala xwe baş bidin mûzîkê. Lewre bêrûmetîya li hemberî qanûnan, bi mûzîkê dest pê dike û ji wir jî, xwe berdide nava kevneşopîyên civakî. Ji wir jî, tesîrê li têkilîyên mirovî dike û ya herî dawî jî, di qanûnan de xwiya dike.
Di vê xalê de, divê meriv bibêje ku binyada girîngiya mûzîkê, felsefeya Pythagorasparêz e. Li gor nêrîna Pythagorasparêzan; li gerdûnê ahengeke (denge) harmonîk heye, qanûnên harmoniya mûzîkê bi qanûnên xwezayê re di nav têkiliyeke xurt de ne û mûzîk, dibe sebebê lihevkirina sazûmana gerdûnê û mirovan. Û mûzîkê, mîna hêzekê mezin hesibandine. Platon jî, di bin tesîra nêrînên wan de maye û harmoniyekê mezin di mûzîkê de dîtiye û xwestiye ku bi rêya mûzîkê, ruhê mirovî û sazûmana sîteyê, lihev bîne. Axirî meriv dikare bibêje ku di felsefeya perwerdehîyê ya Platonî de, ji bo sîteyê destpêka (gava) herî baş perwerdehî û ji bo perwerdehiyê jî, gava pêşîn a herî baş, mûzîk e. Bi qasî mûzîkê, tu tişt tesîrê li ruhê mirovî nake û mûzîk, ji bo bandêr û sazûmana sîteyê û parastina wê, amûreke sûdmend û girîng e.
- Alî Gurdilî
- aligurdili@gmail.com
- 23.04.2023