Information

Ji Raya Giştî ra

Ji Raya Giştî ra

Wekî dihête zanîn van çend salên dawîn, di kovargerîya kurdî da pêşketinên baş pêk hatin û nuha gelek kovarên li ser warên cihê dihên weşandin. Lêbelê, kêmasîya kovareke felsefî a xwerû bi zimanê kurdî, gelekî berbiçav e. Berî 6 salan me bi navê ‘Felsefevan’ dest bi weşandina kovareke felsefî kiribû, lê mixabin ji ber hinek kêmasîyan temenê kovarê dirêj nebû. Tenê sê hejmarên Kovara Felsefevan hatin weşandin, û çend hejmar jî li ser internetê bi formata Pdf hatin weşandin. Piştî şeş 6 salan  me dîsa biryara xwe daye ku em kovareke felsefî a xwerû bi kurdî biweşînin. Xwedîya kovarê Weşanxana Na ye, ewê bi hemkarîya Weşanxana Na were weşandin û çarmehane be. Em dê hewl bidin di kovarê da cih bidin zarê (dialect) kirmanckî (zazakî) û şêwezarê (subdialect) soranî jî. Ji bo vê yekê jî, em ê têkilîyê bi felsefeperwerên soranîaxêv û kirmanckîaxêv ra dahînin. Karger û gerînendê giştî ê kovarê, sociolog û felsefezan Ali Gurdilî ye, û editoria kovarê jî dê ji alê philolog û nivîskar Raif Yaman ve were kirin. Armanca me a sereke di hinek warên felsefî da berdestîya zarûzimanê kurdî ye, û îdiayeke me a mezin jî tune. Ji bo me a giring ewê qualita guncawtîya (content) metnan û xwegihandina xwendevanên felsefeperwer be. Hêvîya me heye em dê bikanibin weke komeke xebatê karê xwe bikin û xwe bigihînin terminologiayek baş a felsefê. Hejmara destpêkê dê taybet be û pişt ra dê hejmara pêşîn were weşandin.

Kovar dê li ser hindik principan were weşandin. Nivîsên werin divêt xwedî guncawtîyek felsefî bin, ji aliyê zimên ve sade û zelal bin. Nivîs, divê bi programa ‘Word û bi kertên (letters) ‘Times New Roman hatibin nivîstin û çavkanîyên wan jî zelal bin. Nivîsên ku ji bo weşanê hatibin şandin, li nivîskaran nahên vegerandin û biryara weşanê dê redaction bide. Ji bo navê kovarê jî, em li ser gelek navan fikirîn. Wekî ‘Philosophy Kurdî’, ‘Philosophia Kurdî’, ‘Feylesofîya Kurdî’ û ‘Philosophia’. Ji ber ku peyveke resen e û baş dihête zanîn, me biryar da ku navê kovarê ‘Philosophia’ be. Em ê hewl bibin ku bikanibin salê hejmarekê jî ‘Philosophia Werger’ biweşînin û tê da tenê cih bidin wergerên ji zimanên resen. Bi hêvîya rojên xweş û geş, her şad û bextîyar bin.          

Li Ser Navê Kovara Philosophiayê  



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button