ArchaeologyPhilosophia

Felsefeya Jiyana Berê Adem

Fêrgîn Melîk Aykoç

Min çima ev serenav bikaranî, ez berê wê vekim. Anegorî ragihandinên baweriyên Samiyan, ku jê re baweriyên semawî jî dibêjin, Adem 5000 sal piştî Girê Mirazan jiyaye. Çima weke semawî bi nav kirine? Çi têkiliya wan bi xwedawend Teşûb yanê bi ezman û gerdûnê re heye, bi serê xwe pirs û mijareyeke bersiv û nirxandinên bingehîn e. Ev baweriyên Samiyan rastiya xwe di Tewrat, Încîl û Quranê de dibînin. Anegorî naveroka wan pirtûkan Adem û hewa 5 000 sal berê Îsa jiyane. Bi gotineke din têgîhîştina wan ya bi mirovan re têkildar ji 5 hezar sal berê mîladê wê de naçe. Ezê di vê mijarê de vê jî lê zêdebikim; „Adem û Hewa ji mîtolojiya Sumaran „Enkî û Lîldu / Lîl lû“ hatiye wergirtin, ango qopya ye. Divê em vê ji bîr nekin, dîn /ol li ser mîtolojiyên berê xwe rûdinin, têkiliya wan û arkeolojî û rastiyên dîrokî hîç tine. Lema ji yên berê digirin, hinek diguherînin û bi şûr û kotekê peşkêşê civakan dikin. Hêza têgîhîştina baweriya wan ev e. Zanyarîya dîrokî û li ser bingehê arkeolojîyê tişteke din e, li ser daneyên dîrokî û arkeolojîk rûdine. Wê ev mijara me di nava vê çarçoveya Zanyarî û arkeolojiyê de be û xwerû felsefeya jiyana civakî ya destpêkê ragîhîne.

‘Girê Mirazan, Girê Mezrê, Newala Çolî û kavîlên li ser tevahiya xaka Kurdistanê hetanî 10.000 sal berê mîladê û ji wê wêde diçin. Ji ber ku têkilî û wateya felsefê bi jiyan û têgîhîştina mirovan re têkildar e, mirov nikane tenê bi pênchezar salî ve girê de, ji wê min ev serenav bikaranîn rasttir dît. Yanê felsefa berê „Adem û Hewa“ Samiyan, heta berê serdema ‘Enkî û Lîl du / Lîl Lu‘ ya Sumeran. Lewre ew jiyana ku nîşane û belgeyên xwe li ‘Girê Mirazan / Xirabreşkê‘ ji me re diyarî hîştîye, pir ji Adem û Enkî kevntir e. Felsefa jiyan û têgîhîştina wan jî, her wiha pir kevn e, bi belge ye. Heta zanyariya li ser mirovahiyê, felsefeya jiyanê jî, bi tevahî ser û bin kiriye.

Her çendî baş tê zanîn ku rêzdar Alî Girdîllî ev mijara felsefê, xwerû bi kurdî baş vekiriye û hetanî radeyekê daye têgîhîştin jî, em dîsa li ser wateya wê çend gotinan ji bo bibîranînê bêjin. Felsefe ev e: „Hewldanên nasîn, danasîn û hişmendiya jiyanê, hebûna cihanê û li hemberê wê helwest û rawestana mirovan, têgîhîştin û şirovekirina vê diyardeyê bi giştî re mirov dikane felsefe bêje. Jixwe peyvên grêkî „Philo + Sophia“ jî, vê naverokê werdigire. Ev peyva „felsefe“ ya di erebî de jî tê bikaranîn, ji peyva grêkî hatiye wergirtin û bi şîveya erebî hatiye bilêvkirin. Yanê ne peyva erebî ya bi tîpên „flsf“ ye. Ya erebî qopya ye. Jixwe dema mirov li rastiyên dîrokê dinêre, bi zelalî dibîne ku her tiştên erebî qopya, malê diziyê û talanê ne. Yan jî em bêjin; „fersefeya xenîmetê“ ye! Çima min ev got? Zanyarî tirs û bi paş ve gav avêtinê napejirîne.

     Mirov bi kîjan alî, çavî û perspektîfê re li perestgeh û ziyareta „Girê Mirozan“ dinêre, lê binêre, gelek bi zelalî dibîne ku hewldaneke civakî yekgirtî ya şirovekirina cihan û gerdûnê ye. Di wê serdemê de li piraniya cihanê mirovahî hê hov e, di serdema nîvajalî û civandinê de ne. Di wê serdemê de perestgeh û şiroveyeke wisa hûrjenî û astrolojîk afirandin ne tenê mirovî mat û melal hîştîye, zanîn û têgîhîştina mirovan a dîrokî jî yekber ser û bin kiriye. Wan afrînerên xwedayî ne tenê berhemên bê mirin afirandine, stêrnasî, gerdûnnasî û fîlozofiya jiyana serdema xwe jî bi awayekî gelek berfireh raberî me kirine. Bi van berhemên bêmirin xwestine ragihîne nivşên li pey xwe ku ew di warê zanistî û jiyana gerdûnî şirovekirinê de di çi asteke kemilî û pêşketî de bûne. Ji ber ku mirovahîya îro ji wê serdema neolitîk ev têgîhîştina felsefîk û zanîna stêrnasîyê hêvî nedikir, li hemberê wê metalmayî maye. Zanyar û ramanwer hê nû hewl didin ku wê felsefeya jiyanê, zanyariya wê serdemê û vê şiroveya bê hempa ku wan pêşiyên me ji me re diyarî hîştine têbigîhîjin. Mixabin ku şiroveyên li ser wê tenê weke angaşt û ramanên lêgerînê xuya dikin. Em bi zimaneke şilftazî û vekirî vê mijarê ragîhînin ku herkes bikane bi hêsanî wê felsefeya jiyanê têbigîhîje.

Cihê Girê Mirazan / Xirabreşkê

Di nava gel de hin ji Girê Mirazan re Xirabreşkê dibêjin. Divê mirov vê jî lê zêde bike yên ji vê rêzeçiyayê re çiyayên Xirabreşkê dibêjin jî, hene, dibe ev nav ji wir hatibe. Ji ber ku ev cihê herî bilind e, ji wê navê wê jî li Girê Mirazan kirine. Girê Mirazan bi qasê 18 – 20 km li bakurrojhilatê bajarê Ruhayê, le ser girê herî bilind yê wê rêzeçiyayê ku mirov dikane ji wir bi hêsanî hem çala bajarê Ruhayê, deşta Heranê û hem jî tevahiya rojhilat û rojavayê vê cigeha heri pîroz bi hêsanî raçavîne, hatiye avakirin. Li vê herêmê dema roj derdikeve cara yekem li vê perestgeha navendî dixe, ev jî rasterast baweriya bi rojê tîne bîra mirovan. Bîsta mirov derdikeve dîharê wê, ji ber wê teşîka (Nîv gilovera) ezman bi zelalî dibîne ku ev nav li xwedawendan jî kirine. Navê xwedawendê ezman yê Hûriyan „Teşûb“ jî, ji vir ji wê xuyakirina nîv giloveriya ezaman tê. Teşiya me jî navê xwe ji wir digire. Tişta balkêş jî, ev der ji çevkaniyên avê dûr e. Dibe ku wê demê hin çalên sarincî û delavên ava baranê bikaranîbin. Yan jî li wê serdemê li vir rewşeke din hebûye. Mixabin ev aliyê wê nayê zanîn.

Ta niha perestgehên A, B, C, D, hatine vekirin, lê piştî lêkolînên jeomanyetîk û jeoradar baş tê zanîn ku ji bîstan (20) zêdetir perestgehên wiha gilover û nîvelîpsî hatine lêkirin, hene. Di hin agahiyan de behsa 8 perestgehên ku niha hatine vekirin tê kirin, lê agahiyên li ser wan hê jî nehatiye belakirin. Çima 20 heb, bê guman hêjayê lêkolînê ye. Gelo her yek yê komekê, yê ezbetekê bû? Çima ev pirs? Lewre di her perestgehekê de rolyefê motîfekê xwerû serdest e. Mînak: Di perestgeah „A“ de rölyefê Mar, ya „B“ de rölyefê Rovê, ya „C“ de Rolyefê Berazê kovî serdest e. Di ya „D“ de jî rolyefe qulingê serdestî hildaye. Sembolên ajalên cûda li ser stûnên perestgehên nû hatine vekirin jî hene. Ev jî bi zelalî raberî me dike ku her yek perestegeha komek yan jî ezbetekê ye. Divê em vê jî lê zêde bikin; persetgeh bi kedeke kolektîf û bi xebateke meh û salan hatiye lêkirin, lewra wek alavên teraştina stûnan, kevir hatine bikaranîn. Ev jî tê wê wateyê rezervên wan yê zexîre û xwarinê hebûne, her wiha ev niştehcîhbûna wan destnîşan dike. Her çendî ev der ta di sala 1963 de bi agahîdayîna şivanekî jî, hatibû tespîtkirin. Serkariya Tirk a wê serdemê ya ku di bin siya çunta leşkerî de bû, ji derketina hin rastiyan tirsiyaye, ji wê piştî salên 1990 hê dest bi lêkolînên arkeolojîk û zanistî kirine.

Di derbarê vê tîgîhîştin û felsefa jiyanê ya wê serdemê de dîtinên hin zanyar û lêkolîneran:

Li Girê Mirazan levhayeke zinarîn ya li ser wê, wêneyê stêrka herikî ku dibe li cihanê jî ketibe, hate dîtin. Vê jî, serê tevahiya zanyaran tevlihev kiriye. Anegorî hin zanyaran 1000 sal berê avakirina Girê Mirazan (13 000 sla berê) dibe ku ya ev stêrka herikî li cihanê ketibe, bi dilzîzî tê gengeşekirin. Ji wê hin zanyar di wê baweriyê de ne ku piştê wê lêdana „stêrka herikî“ ev perestgeha her kes metalmayî hîştîye, hatiya avakirin. Hin zanyar serdema qeşayê bi wê lêdana strêka herikî ve girê didin. Ji ber vê jî gelek teorî û angaştên cûda li ser Girê Mirazan bûye olana gengeşiyan. Mîna; „Ew mirovên ev avakirine ji gerstêrkeke din hatine, ev der weke navendeke lêkolînê bikaranîne, xwedan zanyariyeke pir pêşketî bûne! Gelo em Kurd ji gerstêrkeke din hatine? Lema hin derdor dibêjin, Kurd ne ji Adem û Hewa, ji Lîlîth û cinan e!?! Hin îslam jî bi rika; ev der cihê Adem û Hewa yê ne! Ev der deriyê bihuştê ye!“ derdikevin pêş ku rengek bidin baweriya xwe. Hin jî dibêjin; ev der cihê xwedawendan e û her wisa. Bes em dizanin ku Sumeran ji vir re „Êdin“ yanê deşt (deşta Heranê), Akad û Asuran jî „Beth Edin“ gotine. Li gel wan mirov hunera li vir li ba Sumeran jî dibîne. Yanê ne ji gerstêrkeke din hatine. Di vî warî de hin angaştên zanyaran û lêkolîneran gelek balkêş in. Em hinek wan angaştan vekin daku em bikanin bibînin, çi zanyariyeke felsefîk li vir olan daye, ser û têgîhîştina cihanê çendî tevlihev li hev asêbûne…

Lêkolîner Andrew Collin berê bi navê „From the Ashes of Engels (Di nava Ariyên Ferîşteyan de)“ berhemekê lêkolînî dinivîse. Di wê berhemê de li bingehê şarestaniyê digere. Ew ji Atlantîsa Grêkan bi rê dikeve, li ser Misirê re tê Mezopotamyayê û ji wir jî, berê xwe dide navenda Zagrosan. Bi gelek belge û daneyên heyî, radigîhîne ku şarestanî li Zagrosan derketiye, li ser Mezpotamya, Misir û Atlantîsa Girêkan re li cihanê belav bûye. Ew bi wê jî namîne, li pey wê berê xwe dide Girê Mirazan û li ser Girê Mirazan bi berfirehî radiweste. Berhema wî ya li ser Girê Mirazan jî, di bin serenavê „Göbekli Tepe; Lê Zayîna Xwedawendan, Perestgeh, pawan û lêrasthatina Baxê Îrem“ de hate weşandin. Di vê berhemê de ew li ser van mijareyan radiweste: „1 – Lêkirin, 2 – Kosmos / Gerdûn, 3 – Karesat, 4 – Têkilî, 5 – Hûr û kûr nêzbûn, 6 – Baskê wenda.“ Yanê hewl dide ku di ronahiya têgîhîştina zanyariyê de vê diyarde, têgîhîştin û felsefeya jiyana wê serdemê li Girê Mirazan bi dilzîzî hatiye afirandin, bi awayekî zanistî şirove bike. Dema mirov şarestaniyên Kurdistanî hûr û kûr lêdikole, mirov bi zelalî dibîne ku ev beşên Andrew Collin di berhema xwe de li ser radiweste, di tevahiya berhem û têgîhîştina wan ya jiyanê de bi zindî hetanî vê roja me hatiye. Heta gelek baweriyên me jî li ser wê têgîhîştina felsefîk rûniştine. Jixwe hetanê ev têgîhîştina ku di nava çand û baweriya gelê me de rûniştiye baş neyê lêkolîn û zanîn, wê ew dazanîna li Girê Mirazan jî baş neyê fêmkirin.

Nirxandineke girîng jî ya arkeolog û Ägîbtolokê (zanyarê çanda misrî) Alman Ludwîg Davîd Morenz e. Ew piştî bi awayekî zanistî – lêkolînerî nivîsên Hieroglif yên Misira kevn, Mezopotamya û yên welatên din baş lêdikole, digihîjê wê baweriyê ku ev wêne û rolyefên li ser zinar û stûnên li Girê Mirazan rasterast destpêka nivîsandina Hieroglifan e. Bi rêya wê destpêka nivîsandinê jî ji welatê me dide destpêkirin. Yanê ne tenê felsefa jiyanê, nivîsandinê jî ji welatê me digihîne cihanê. Mixabin ku hê piraniya me ji vê bê hay in. Divê mirov vê jî lê zêde bike: Nivîskarê Îngîlîz Graham Hancock di vî warî de li gel dîtina Prof Giulio Maglî ye. Bê Graham, anegorî daneyên Profesor Robert M. Schochê Zanîngeha Bostonê ragihandiye. Ew bawer dike ku avakarîna Girê Mirazan bi rêya vê perestgehê koma stêrkên Orionê jî raçavandine û    agahiyên têr bi dest xistine.

Arkeolog – astronomê îtalyanî Giulio Maglîyê profesorê Zanîngeya Polîteknik a Mîlanoyê ye, di derbarê Girê Mirazan de vê angaştî derdixe pêş: „Ev parestgeha Girê Mirazan weke Stonehenga li Îngîlîstanê, ji bo raçavandin û perestina tevgerên gerstêrk û stêrkan hatiye lêkirin!“ Her wiha ew di wê baweriyê de ye ku cih guhertina stêrkan, xwerû jî 10 000 sal carê xuyakirina stêrka herî ronî Sîrrusê jî li vir hatiye raçavandin û wan ew weke agahî ji nivşên li pey xwe re kirine diyarî. Ev kurahiya têgîhîştina wan a gerdûnî û stêrknasiyê raberî me dike.

Ev paşmayî û berhema bi mîmariyeke hosta û têgîhîşti hatiye avakirin; piraniya ramanwer, arkeolog û zanyaran metal hîştiye. Mînak: Profesorê zanîngeha Reading Steve Mithen li hember vê rastiyê metalmayî dimîne û wiha dibêje: „Ev der ciheke wisa xwerû ye, hişê mirovan nagire, mîna ku ji cihaneke nû be!“ Belê bav û kalên me bi berehemên xwe bi felsefeya jiyanê, avakirin û razên xwe ragihandinê de herkesî metal dihêle, çi heyf ku me nekaniye ku em wê bêhempayiya têgîhîştina wan di serweriyeke bikane di vê serdemê de jî pêşengiya cihanê bike de bigîhîne rastiyê. Heta piştî hin lêkolînan têgîhîştim ku piraniya me ji van rastiyan bê hay in.

Li Girê Mirazan Zanyariya Derê Hişan

Carê ti zanyar, pleantropolog, ramanwer û dîrokzanî hêvî nedikir ku di vê serdema neolîtîk de berhemên wiha zanistî ji hêza mirovên serdemê der, bi felsefeya jiyan û têgîhîştinê dagirtî, li ser bersandin û pîvaneke zanistî bi awayekî zelel şirovekirina gerdûn û stêrnasiyê behata afirandin. Lema her kes metal maye. Em wê bêhempayîya li Girê Mirazan xal bi xal bigirin:

1 – Hemû perestgehên (20) li vir hatine lêkirin, bi bereyeke 30 metreyî, lê di forma giloveriya teşiya ezman de hatiye lêkirin.

2 – Di her Persetgehê de du stûnên navendî yên bi 15,16 tonî giran û 12 stûnên di nava çemberê de hene. Ev jî tê wê wateyî ku wan ta wê serdemê 12 mehên salî tespîtkirine.

3 – Rolyefên bi forma hîeroglîf bê nexşendin bikaranîne û bi rêya wan, dîtinên xwe, bawerî û forma jiyana xwe ya wê serdemê bi zelalî ji serdema me re kirinin diyarî.

4 – Di rolyefan de du kom zelal dibin, yek rolyefên li ser stûnan, ya din jî formên peykerî ne. Hin zanyar di wê baweriyê de ne ku ev stûnên bi teşeyê tîpa „T“ mirovan vedinivîsînin.

5 – Hê jî nehatiye zelalkirin, wen ew stûnên 15, 16 tonî ji ku anîne, çawa anîne, li vir çawa çikandine, bi wê xwestine çi ragîhînin….

6 – Bereyên her perestgehekî li komeke stêrk û gerstêrkan e. Heta di pozîsyoneke wisa bi pîvan de ne ku mirov li hember wê prezisyona wan heyran dimîne.

7 – Mijareya Eylo û kesexwirê jî pir girîng e, lew re ew, li gel bihêzbûna li ezman, derbasê baweriya Zerdeştî jî bûye. Zerdeştiyan li dîharê girekî hewşekê lêdikirin, miriyên xwe li wir dadianîn, ew kesexwirana (sîsolek) dihatin, goştê mirîyan dixwarin, pişt re ew hestî dikirin gornan. (Ji bo ku erd bi don û ava goştê mirovan neherime.)

8 – Hin zanyarên mîna Sweatman û Tsikritsis di wê baweriyê de ne ku rolyefên li ser stûna 43 an komstêrkên weke dûpişk, kesexwir û Sygnusê vedinivîsîne. Ev jî rasterast mijara astrolojiyê yanê stêrnasiyeke pir bi pîvan e.

9 – Hima bigire her bîst perestgeh wekî hev û bi qasê hev mezin hatiye lêkirin. Ev jî wekhevî û ji hev re rêzgirtina civakê tîne bîra mirovan.

Belê dema mirov van rastiyan di serada mejî re derbas dike, di warê civakî, felsefîk û bi giştî zanistî de dinirxîne, wê pêşketin û têgîhîştina di pîleyeke herî berz de dibîne. Divê em vê bipirsin, çima em wek civak di vê serdema asûmanî û dîgîtal de ne di pêşengiya cihanê de ne, di rewşeke gelek xirab de ne? Pirs û pirs! Belê êş û axîn!

Kevneşopiya Girê Mirazan li Welatê me Hîç Qutnebû

Li hember wê perestgehê metal û lalmayîn, angaştên pispor û astronoman çi dibe, bila bibe, hin dane û rolyefên li ser stûnên Girê Mirazan rasterast nîşanê me dide ku ew bav û kalên gelê herêmî, ango pêşiyên me Kurdan bûne. Ji bo vê rastiya heyî poşandinê, wê ji bala giştî veşartinê, yan jî ji holê rakirinê, gelek hewldanên koloniyal û xiniz hebûn û hê jî hene. Mînak; çend meh piştî Doç. Dr. Klaus Schmidt ê serokê lêkolinên Girê Mirazan bû, got „DNA yê hestiyên wir û yê Kurdan hev digirin û yek e,“ bi carê ve mir, (kuştin !!?) lê rayedaran nehîştin ku otopsiya termê wî jî, were kirin. Gelo çi ma? Yan ji hin rastiyan ditirsiyan?

Dema em vê bingehê çanda ser xaka me ku bi Girê Mirazan re zelalbûye, bigirin û gav bi gav berbi roja me werin, emê bikanin rastiyê bibînin. Dema em li heremê digerin, dibînin ku Girê Mirazan ne tenê ye. Newala Çolî, Girê Mezrê û deverên din jî hene û ev têgîhîştin û avakirin ji hev hîç qut jî nebûye, di pêvajoya dîrokê de berhemên nişaneyên vê rastiyê li pey xwe hîştine. Mînak: Nîşaneyên niştecihbûna mirovan ya li Geverê hetanî berê 9 000 salî diçe. Dîsa li Zozanê Tirşînê ya li nêzê Geverê, di şikeftên li berpalê çiyayê Cîlo, di şikeft û li ser zinarên cûda xêzewîne û rolyefên 8 000 sal kevn hene. Her wiha sê Stêlên bi rolyefên hinek ji yên Girê Mirazan hostatir ku di binya keleha Hekarî de hatine dîtin (Li Muza Wanê ne) vê mijarê ronê dike. Ev rastiyana tenê hezarsal piştî bi axê porkirina Girê Mirazan hatine xêzkirin.

Dîsa dema mirov mîtolojiya Sumeran ya bi navê „Enuma Elîş“ mîna ku agahiyên perestgeha Girê Mirazan ragîhîne, di bin serenavê; „Demekê li ezman“ mijareya bi naveroka Girê Mirazan re têkildar vedike, 12 meh, 12 bircên stêrkan ya li ser xeta Zodekê vedinivîsine. Mijara salê 12 caran li dora cihanê re gerîna heyvê vedike. Li gel wê di nava deştê de Zîgurat, yanê perestgeh avakirina Sumaran jî weke berdewamiya Girê Mirazan e. Em vê li Deşta Mûşê, li ser erdnîgariya Gilîdaxê, di perestgehên baweriyên Kurdan yê îro de dibînin. Kêliya em li şarestaniyên Subaru, Kasît, Lolan, Hurî û Mîtaniyan dinêrin. Bi taybetî xwedawend „Teşûb“ yanê xwedawendê ezman, xwedawend „Hanahana, Şîva“ mîtolojiyan wan pir girîng in. Mîna ku ev Girê Mirazan ji bo wan xwedawendan hatibin avakirin, Yan jî wan xwedawendan ev cigeh avakiribin. Jixwe ew bawerî jî di wê heremê de ye. Bi gotineke kurt ew felsefeya jîyan, têgîhîştin, stêrnasiyê di nava gelê me de hîç qut nebû.

Di ferhengên etîmolojiyê yên welatên Ewropî de peyva „Magier“ yanê sêhrkar, stêrnasî têgîhîştin, bi rêya stêrnasiyê siberojê xwendin“ bi kasta „Magan“ ya rêveberi û ruhanîya Medan ve girê didin. Mînak di „Herkunfts Wörterbûch“ ya bi almanî de wiha dinivîse: „Magier = Medische Prîster (ruhaniyên Medan). Belê di dibistanên Magan Mihrgehan de perwerdeyeke gelek taybet hebû. Zerdeşt jî wek kurekî ruhaniya Magan li Ragayê (Nêzîkê Tahranê ye) çavên xwe li cihanê vedike û di dibistanên Magan yanê di Mîhrgehan de dixwîne. Mirov bi zelalî dibîne ku ew çanda li Girê Mirazan çendî li ser xaka me belav bûye û di giyana me de rûniştiye. Ew zanyarî û fîlozofî xwerû di mijareya „yekitiya dijberan“ de bûye bingehê felsefeya jiyana vê serdemê. Ezê di hêjmarên din de xwerû vê mijarê jî vekim.

Girê Mirazan di Çand û Têgîhîştina me ya îro de

Belê, me çawa di bin serenava berê vê de gotiye, ew bawerîya bi wan perestgehan di nava me de hîç qut nebû. Em niha jî wê baweriya li Girê Mirazan ya îro di nava çanda me de dijî, di giyana xwe de dihewînin. Lê mixabin ku zanyar, lêkolîner û ramanwer ji ber pêşîlêgirtina dagirkeran nikanin, newêrin, yan jî nizanin vê têkiliyê bibînin, li ser wê bingehî bigîhîjin rastiyê. Vê rastiyê, vekirin şirovekirin û ragihandina zanyariya cihanê jî li ser milê me dimîne. Em ji bo ragihandina rastiyê sembol û rolyefên Girê Mirazan yên hetanî vê roja me jî, di bîr û baweriya gelê me de dijî, yek bi yek bi mînakan vebikin:

1 – Rolyefê qulingê ya li ser stûnên Girê Mirazan: Hê îro jî di çanda me de çivîka Qulingê pîroz e, nayê kuştin, hêlîna wê nayê ruxandin, hêkên wê nayê xwarin. Pîroziya wê di çîrok û vegotinên me de, her zindî olan dide. Heta mijara Evdalê Zeynikê û qulinga perşikestî jî ji rastiyê bêtir, ji ber vê baweriya 12 000 sal e ku êdî di nava genê şaneyên me de rûniştiye, tê. Kê dest davêje kerika guh û hima „Wî qulingo di bextê te de…“ dibêje û distirê. Yanê hêvî li ser perê qilingê ye. Zerdeşt jî li teyrê Simir siwar dibe, diçe mîhracê û bi rêya Vonûmenah bi Xwedê re diaxive. Her wiha…

2 Rolyefê Marê reş: Her kes dizane ku li ser çengê dîwarê Lalişê marekî reş heye. Ev sembola baweriyeke dîrokî ye. Di destê xwedawendê Sumerî „Lîl du“ de jî marê reş heye. Li Serhedê dema jinekê nû zarok dianî ku jê re jina „duxaskan“ digotin, carê agir ti car nedihat vemirandin. Êvaran dema diçûn radiketin. Ji bo parastinê, werîsekî reş ê dişibiya marê reş li dora jina duxaskan û derguşa nû bûyî re digerandin. Di baweriya gel de giyanên xirab (cin, perî û û) nikanin, yan jî newêrin ji marê reş derbasbin, ji marên reş ditirsin. Bi vê nêyatê ji bo dayîk û derguşê parastinê ew werîs di dorê re digerandin, yanê bi çembera pastinê ew digirtin bin ewlekariyê. Kuştina marê reş gunehê herî mezin e. Mijara şahmaran jî bi vir ve têkildar e. Belê baweriya ji serdema Girê Mirazan di nava gelê me de dijî.

3 – Rolyefê rovî; rovî bi dehan metelok, çîrok û vegotinên me de bi zindî dijî. Mînak: „rovî rovî roviyê rindik, serê dêlya rovî pincik, rovî çûya mala xalan, bijmêr nejmê eger nehat bîst û çara!“ Her wiha di gelek govendê me de jî wek sembolekê heye, şanoya wî jî tê lîstin. Di dewetan de rojekê berê ku şahêlya dewetê bigihîşta mala bavê bûkê, kesekî bi dizî diçû, mala bavê bûkê ku xizmet bike. Ji wî re jî „rovî“ digotin. Ev jî tê zanîn ku ew hima bigire di nava piraniya çandan de sembola qurnazî, dekbazî, fend û fûtan e, lê ne nerênî, hezkirinî ye. Di nêçîrê de jî xwedan taybetiyekê ye.

4 – Li gel li Girê Mirazan serbixwe hebûna rolyefên roj û heyvê, li ser pişta çivîka betê jî sembola rojê heye. Jixwe roj sond û baweriya gelê Kurd e. Heta Kurdê misliman jî ne bi quranê bi agir baweriya xwe tîne. Mînak dema zarokek nû tê dunê, hetanî çel rojan agir nadin der, lê hezar quran jî li mal hebe, didin. Ev tê wateya, ne quran agir dikane dergûşê biparêze. Dîsa sondên wekî „bi gurya agir!“ yan jî; „wî jixwe destê min li ber rojê vekirîbû!“ Yanê di vê baweriyê de jî, ji roja avakirina Girê Mirazan hetanê îro, tişteke nehatiye guhertin.

5 – Rolyefê ga: Em dizanin ku di tevahiya dîroka me de „ga /conaga“ sembola bihêzbûnê ye. Ew ajaleke pîroz e. Di nava gelek peyvên wek nav tên bikaranîn de jî peyva „ga“ derbas dibe. Mînak „Gil-ga-mêş, Ga-û-mada (gayê Medan) Gabar, Garê, Zerga û û. Yanê hê jî conega pîroz tê dîtin.

6 – Li Girê Mirazan genimê ku li ser agir hatiye qewirandin û hêrandin jî hatiye dîtin. Bi taybetî ev ji bo têkiliya mirovên li Girê Mirazan jiyane û Kurdên vê roja me li ser heman xakê dijîn, pir girîng e. Hê jî li ba Kurdan bi heman pîroziyê tê bikaranîn. Mînak: Li ba Kurdên Êzdî di cejna piştî rojiya Xidir Nebî û Xidir Elyas de „poxîn“ (genimê qewirandî û hêrandî), li ba Kurdên Rêya Heq jî jê re „Qawit“ tê gotin. Her wiha Kurdên misliman jî qawit (xwerû Serhed) dibêjin. Bes ev tenê di rojên pîroz de tên amadekirin.

7 – Girê Mirazan li ciheke herî bilind ya heremê hatiye avakirin. Mirov ji wir dikane tevahiya deşta Heranê raçavîne. Me di mijarên berê de behsa zîgûratên Sumeran jî, kiribû. Hê îro jî hemû ziyaretên Kurdan, heta goristanên Kurdan jî li ser û dor bilindan e. Yanê di çanda me de bilindahî tim pîroz, nêzîkê xwedê û rojê hatiye dîtin. Mînak pir in, weke Dizgun Baba, Goşkar Baba, Qolî Baba her wiha keleh û perestgehên Xaldî û Magan her li bilindan hatine avakirin. Belê bilindahiya Girê Mirazan di giyana me de dijî.

8 – Mijara beraz: Di nava gelê me de bi giranî weke semboleke nerênî tê dîtin. Dema roviyê rindik, ga, quling dibêjin, dijberiya wan jî ji bîr nakin. Bes di têkiliya baweriya wê serdemê û îro de hin guhertin pêkhatiye. Di tevahiya baweriya Kurdistanî de başî û xirabî di giyana mirov de ye. Dibe wê serdemê bi rengekî din hatibe bikaranîn. Di baweriya Zerdeştî de ji aliyê baş ya giyanê re Spenta Manyû, ji aliyê xirab re jî Angarya Manyû hatiye gotin.

9 – Li ser stûnan hebûna rolyefa tîpa „H“ jî bi me ne xerîb e. Di gelek nexşeyên ber û xalîçe û çûxikên Kurdan de hê jî tîpa „H“ wekî senboleke xwerû di nava rolyef û nexşan de cih digire.Di hin rolyefên xaldiyan de wek „Hakû“ tê zanîn. Di baweriya Rêya Heq de, bi giranî peyva Heq“ tê bikaranîn. Têkiliya vê peyvê bi erebî re tine. Ji serdema Hûrî û Xaldiyan tê.

Bi gotineke kurt û kurmancî; ew felsefeya jiyan û baweriyê ya wê serdema neolitik ya li Girê Mirazan reng vedaye, bê guhertin hatiye gîhîştiye vê serdema me. Bes mixabin ku lêkolîner, ramanwer, dîrokzan û Antrepologên cihanê hewlnadin, carê jî li ser vê bingehê ku bi aliyê gelê me ve jiyîna bi baweriya wê serdemê bibînin, bi rûberandina vê baweriya qedîm bigîhîjin rastiya wê felsefeya jiyanê, wê têgîhîştinê. Di bingehê xwe de ev rastiyana mijareyeke gelek kûr û bingehîn e. Bes kolonyalîst jî rê nadin.

Encam

Gelo ew felsefa jiyana civakî ya li Girê Mirazan ta navenda Zagrosan kulîlk veda û tirîjên ronahiya wê pejna xwe berda çaravêlê cihanê neba, wê peşketina mirovahiyê niha di vê astê de ba? Yan jî mirov pirseke wiha bike: Eger ew mija tarî ya paşverûtîya ji welatên ereban nereşiya ser cihana Rojhilata navîn, emê niha di kîjan asta felsefeya jiyanê de bana? Ma tenê ew, divê mirov wê sawa bêbaviyê yanê kabosa xwînxwariyê ya ji bajarê Hazaranceta Afganîstanê derket hat Pasar Gedehê bû Axamenît û dolê wan Darios I. her der tar û markir ji bîr neke. Li gel wê bi hezaran salan li pey wan jî, komeke mejîgenî ji heman bingehî û bajarî hatin, li Thebasion (Hittaî Bîd) yanê Sögutê danîn û bûn Osmanê jî weke kurmê jiyan û felsefa jiyan fetisandinê bibîne. Eger ew herdu komikên wehş nebana, dibû ku niha me ew perestgeh û navendên raçavandina gerdûnê li Marsê yan jî gerstêrkeke pergala rojeke din avakiriba, ji wir berê xwe dayîba galaksiyan.

Ev ragihandina rastiyê ne tenê rik û têgîhîştina min e. Gelek zanyar jî di wê baweriyê de ne. Mînak; arkeolog û ramanwer Vera Gordon Chîlde wiha dibêje: „Mirovahî di wê seyr û sefera demdirêj ya serdema neolîtîk de, civandin û gerên dirêj cih hîştiye, derbazê jiyana niştecîhî bûye, vê jî di jiyan û felsefa jiyana mirov de rengê şoreşeke pir mezin wergirtiye….“

Belê li ser vê mijarê bê hêjmar nirxandinên kûr û dijberên hev hene. Ya girîng em li kêdera van nirxandinan e? Em çendî di têgîhîştina bingehê vê dîroka xwe ya pêşeng de ne? Çima wan kanîne ku di wê serdemê de bi yekîtî û kolektîvîzmê berhemekê wiha giranbiha li pey xwe bihêlin, hê em li welatê xwe bêwelat, li warê jiyanê bê jiyan, di yekitî û kolektîvîzmê de ji hev qut, di çembera têkbirinê de hima hima noqî bin zerya dîroka qirêjgirtî bibin? Divê em bi têgîhîştin û felsefeyeke nû wê afirandina di serdema bê derfet de li vê serdema bêndera derfetan de bigihîjin serfiraztiya xwe û dilê wan afrîneran şad bikin.

Fêrgîn Melîk Aykoç

24.03.2023

Çavkanî



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button