Nezanî û xîzanî, du arîşeyên me ên mezin in û mixabin, heta roja îroj jî pişta me danîne erdê. Nezanî wiha dike ku meriv xwe nas neke û bibe bîyanîyê xwe, dijminê pêkhateyekê civak û miletê xwe û her wisa dikare bibe bîyanîyê çanda miletê xwe jî. Xîzanî jî, rewşeke aborî û civakî ye û di encama proseya xîzanîyê da, gelek caran hatiye dîtin ku beş û tebeqeyên civakekê bibin rikeber û dijminên hev û rabin niheqîyên mezin li hev bikin. Beş, êl û eşîra ku hêzdar bûye, gelek caran rabûye dest danîye ser erd û milkê bêhêz, jar û mezlûman. A ku hatiye serê me jî, mixabin ev e. Ez vê yekê, ji ber çi dibêjim? Heke me baş bizanibûya ku êzdayetî dîn û çanda me a qedîm e; dînekî qencîxwaz, xweşbîn, xwedan felsefe, mirovdost û mirovhez e, me tu carî dijberî û dijminatîya êzdayetîyê nedikir û me bi çavên dijminên qewmê xwe, êzdayetîyê reş û biçûk nedikir. Em baş dizanin ku dema dînek dertê holê an em bibêjin nazil dibe, bi hêmû hêza xwe û bi zanînên xwe ên dogmatîkî, bi rê û resmên xwe ên dînî, dixwaze hikmê dînê berîya xwe betal bike û bikeve dewsa wî. Li tevahîya cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navê ku dergûşa dînên monotheist e ev yek hatîye dîtin.
Di esasê xwe da dema meriv li ser dînên monoteîst hûr dibe, hingê meriv têdigihêjê ku hemû dîn jî ji ên berê ketumet bûne û di bin tesîra dînê berê da mane, gelek zanînî û rituelên xwe jî, ji dînê berê girtine. Kesên ku hay jê hene dê bînin bîra xwe ku Zerdeştîyê tesîrekê çawa li dînên piştî xwe kiriye. Nimûneyên mîracê, dûcanîbûna dêya pêxemberî, birêveçûna li ser rûyê avê û gelek mîythosên dîn, an jî em bibêjin çîrokên mucîzewî, ji zerdeştîyê hatine girtin. Dînê îslamê jî piştî ku xwe di civakê da organîze kiriye, wekî berê nemaye û bûye rêvebirî, bûye qanûn, bûye şerê pîroz, ango cîhad û wekî dînê herî dawî ê nazilbûyî, xwe pênase kiriye. Herweha kitêba pîroz a misilmantîyê, êdî nema bi tenê wekî kitêba dewra xwe, wekî kitêba neguhêrbar, herheyî û kitêba Xwedê hatiye dîtin û nirxandin. Herweha kes û komên ku bawerîya xwe bi wan zanînên dogmatîkî neanî jî, wekî mirov û komên jirêderketî, kafir û çelqoyî hatine dîtin û fermanên wan rakirine. Piştî vê qonaxê, dîn êdî ne dînê berê ye, ew êdî zilm û zor e, kuştin û talan e, tirs û genosid e li ser bawermend û komên dînên din.
Rast e, dîn unsureke muhîm a nasnameya kulturî ye. Pêşî, mirov heye. Dure dîn heye û dîn (ol), ji bo xêr û qencîya mirova ye. An jî, gereke wiha be. Loma jî, em dibînin ku hinek caran dînên heyî, rê li ber tevlîhevî û kaosan girtine û bûne damezrînkarên şaristanîyan. Dîn, di destpêkê da dengê mezlûma ye, dengê bindesta ye û gelek caran jî bûye sebebê yekîtî, mildan, ewlehî û doz û dawa edaletê. Ji bo pêkhatina vê yekê jî, rê û rêgehan danîye, dure bûye qanûn û rêvebirî. Wate, bûye nîzama civakê. Rewşa êzdayetîyê di vê xalê da ew e ku di civakê de bi temamî nebûye desthilatdar û qanûnên neguhêrbar jî dananîye. Çimkî ev yek bi xwe jî, li dijî mantiq û felsefeya êzdayetîyê ye û loma jî, xwe li ser tu kes, kom û civakan, ferz nekiriye û nebûye destikê zilm û zorê. Wekî gotina dawî dikarim bibêjim ku roja îro, serî li gelek dînên monotheist teng bûye û bawermendên wan jî, di navbera têgihiştina mirovan û bawerîya Xwedê da, asê mane û hêvîya wan a xwegihandina edaletê jî, nemaye. Di destê mûmîn û mezlûman da jî, dûa û rituelên wan ên dînî mane û hêvîya wan jî, reş bûye. Beravajîya dînên heyî ev hêvî, rêzgirî û doz û dawa xwe gihandina edaletê, di êzdayetîyê da her zindî maye, zindî ye û ligel hemû zilm û zoran, ligel hemû zordestî, kuştin û genosîdan jî, bawermendên êzdî bawerîya xwe a siborejekê ronak, xwedan edalet, xweşhal û xweşbîn, didomînin. Bawerîya min ew e ku êzdayetî bi xweşbînî, mirovdostî, mirovhezî û qencîxwazîya xwe, haveyna herî mezin a dînê siberojê ye. Bi hêvîya ku reşkirin û biçûkdîtina vî dînê me ê qedîm ji holê rabe û êzdayetî, bikaribe wê zengînîya xwe a çandî û felsefî, raberî civakên kurdîaxêv bike.
Alî Gurdilî
aligurdili@gmail.com
25.10.2023