Dewlet pîroz e, her tiştê ji bo dewletê hatiye kirin “rast e” hemwelatî Zêr, Zîv Kehr û Berxikê mezin ê dewletê ne. Dewlet ji bo mezinê dewletê heye, lê ji bo belengaza kurtan e. Mezinên dewletan, bêguneh û bêqusûr in. Ol, rêya Xwedê ye û oldarên desthelatdar, wekîlê Xwedê ne. Nerewperest, olperest, îdolojîperest û evdperest, xwedî mafê kuştinê ne, ji bi Xwe-dê. Kal û bavê desthelatdaran tu carê çewtî nekirine. Helbet yê bindest û belengazan jî “nakin”. Yê dikuje; bi “namûs”e, yê nekuje dibe bê”namûs”.
Hin ji bo “Xwedê” dikujin û hin jî dimirin. Çawa dibêjin; Xwedê, Heq e. Heq, Xwedê ye. Yê Heq û Hiqaqa wî nebe Xwedayê wî jî nine. Mirov bi mafê xwe, lawir jî bi mafê xwe yê mayîna jiyanê hene. Yê bêmaf namîne. Pirtûkên “pîroz” jî yasa ne, lê tenê mafê hineka, ango; yê XWE diparêz in. Bext û ûjdanê temam Xwedê û mirovê temam e. Yasa hevpeymaniya civak û dewletê ne, yê bêmaf ji miriya û lawira tête hesibandin. Ya rast Xwedê ji bo hejara, brîndara û bindesta heye, ji bo serdesta ne wûsa ye. Serdest tu carê ji karê qenc yê ku pêkanîne nabêjin; Xwedê ev kar kir. Dibêjin; min ya me kir. Pêre pesnê xwe didin. Ger pêkneyne jî “gunehkar”ekî ji bo gunehê xwe dibînin. Ew carna Xwedê ye, carna Melek in, carna jî “dijmin” in.
Ya din ne ji mafê min e, ji qencî û xirabiya Xwedê xeber bidim. Ne me dîtiye û ne jî navnîşana wî heye. Xwedê ne hewceyê min e. Ne yê nimêj, duha, rojî û peyva mine jî. Mirov ne bi duha û rojiya dibe mirovê “baş”, mirov bi kar, erk û dilovaniye xwe dikare bibe yê baş. Mebesta min qet ne Xwedê û karê Xwedê ye. Mebest mirov û karê mirovî ye. Karê, qenc û yê xirab e. Lê di xwezaya mirovî de xirabî heye. Exlaq û marîfeta bi her zindî û xwezayê re, dikare temenê vê dunya kevn ji destê keysperesta dirêj bike.
- Newaf Mîro
- 19.11.18
- Çavkanî: https://kurdishphilosophy.blogspot.com/