Pêdiviya Me Çima Bi Felsefeyê Heye?
Heye û zêde jî heye. Çenko felsefe nêzîkbûna hişe, û hiş di peyvê û ramanê de, li bersivê digere. Ew li kiryar û encamê kirinê de, li encamên dikarin werin qewimîn, û pêre jî di berisivê de li pirseke din, ya ku xeyalî û resteqînî digere. Her kiryar encamekê bi xwe re tîn e. Çawa zarokek di zikê dayika xwe de dixuliqe bi encamekê, û di zikê diya xwe de li rêya mayinê digere, bi derketina ser rûyê erdê, li ciyekî din yê germ weke zikê dayikê û pê re jî bi qasî zanebûna xwe li qûtê jiyanê diger e. Pê re jî hemû encamên di zikê dê de, û yê bi rewşa aborî, civakî, olî re nasnameyekê û qadên nû yê jiyanê diger e.
Carna şertê aborî û civakî meriv dikin yekî din. Her weha kêm agahdarî û hizr, meriv dike weke robotekî avzûm kirî. Û ev encamên neyînî jî bi xwe re anînê û tînin. Lewma jî felsefe grîng e, û ya bi kurdî grîngtire, ji bo kurda. Çawa mirov nasnameya olî, netewî û çandî heye, lê felsefe nasnameya mirovî bi xwe ye. Ava kirina felsefê û ziman jî li ser nasnama mirov ya yekem bi xwe ava dibe. Çawa gotineke Almanan heye dibêjin: Dayikek dikare deh zaroka xweyî bike, lê deh zarok nikarin dayikekê xweyî bikin! Meriv dikare bêje, felsefe dikare deh hizr, û beşê zanistê bigira nava xwe, lê deh sazûman û beşê zanistî nikarin bibin felsefe û felsefeyê xweyî bikin. Meriv dikare bêje; felsefe dayika hemû hizr û ramana ye, û her hizr û raman bi zimanekî ji xwe re nasnameyekê çêdikin.
Newaf Mîro
Çavkanî: Malpera Felsefevan