Sociology

Hin Bîr û Hizir Derbarê Peywendîyên Nabeyna Kurdên Êzidî û Misilman de

Bo seminera „Dîdara 4.“ Riyê Lihevhatinê. Roja 11ê 06.2023 li Kolnê

Beşdaran, amedebûyiyên civînê bi rêzdarî silav dikim. Dost û mêvanên me yên Alman an Almanîaxivan jî silav dikim. Ev civînên ku di bin navê „Lêkarkirin, hevdu têgihîştin û li hevdu lêborîn û lihevhatinê“ de pêktên, giring in. Mixabin, digel ku min dixwest beşdarî seminerên vê projeyê bibim, tenê karibûm li semînarekî (meha donzdehan 2022) heta nîvê civînê amade bibim. Ev xebat û xizmet, karên mirovî û civakî ne. Armanca wan pêkanîna aşitî û aramiya nav mirovan e. Hûn dikarin kar û çalakiyên wisa li nabeyna beşên curbecur pêkbînin, evên nabeyna wan de pirsgirêk hebûye, an hêj heye û berdewam e. Rêkxistina Civaka Kurdî-Ewropî pirsên nabeyna du beşên ji civaka ravenda (diaspora) Kurdî, Kurdên Ezidî û Kurdên musilman kiriya mijara projeya xwe.

Ji aliyekî ve mirov pê diêşe ku nabeyna me Kurdan de ev pirs heye. Heman demî divê em qedrê ev cure kar û xizmetan bigrin ku pirsên me yên navxweyî ra li çareseriyan digere. Eger em li vî karî binêrin, dibînin ku ev çalakî parçeyekî ji qonaxa yekemîn e. Em lê kar dikin, pirsgirêkên xwe navxweyî binasin, bizanin li nav me çi qewimiye, çi diqewime, van bûyeran çi bandore (tesîrê) ser me kiriye û dike. Yanî em di qonaxa destpêkê, ya „verarbeiten“ (lê û ser karkirinê) de ne. Ji bo ku mirov ji pirsekî ra bikare çareseriyekî bibîne, divê wî derdî, nesaxiyê, pirsgirêka navxweyî binase. Nasîn û zelal kirina pirsgirêkê, nîva çareseriyê ye. Destxweşiyê li efriner û hevkarên projeyê dikim. Ezê teblîxa (referata) xwe di sê beşan de pêşkêşî we rêzdaran bikim.

Beşê yekem: Bo min Êzdiyatî çi ye, rûberû bûyina min bi Êzdiyatiyê re çawa bû, dixwazim vî derbarî de bîrûhizrên xwe vebêjim, sê serpêhatiyên xwe ji salên 1979an, 2004an û 2015an bi we ra parve bikim.

Beşê duyem: Bo nasîn û hînbûna Êzdiyatiyê ji aliyê Kurdên musilman ve giringiya serdana dergah û perestgehên pîroz wekî Laliş, Êzîdxan, deverê Şingalê. Her wisa şûn û warên ferman bi serê Kurdên Êzdî ra hatiye, sembol û monumentên wan deran. Li vî beşî dixwazim berhevdanekî (muqayesekî) ji tecrûbeya xwe ji demê xebata min a li dibistanên Almanya bikim ku di dibistanên navînî de ciwanan dibin li kampên (Ausschwitz, Dachau û yên din) ji demê faşizma Hitler digerînin. Ev mijar giring e bo têgihîştina neheqiyên dîrokî civakî, rê vedike li ber hevdu têgihîştinê.

Beşê sêyem: Çend bîr û hizir derbarê peywendiyên nabeyna Kurdên Êzidî û Musilman, an Kurdên Musilman bi Ehlî Heq, Yarasan, Kakaî, Alewî ra. Helwesta parastina komê civakî yên serjimara wan kêm li nav civaka piranî. Pêdiviya peymaneka nivîski û etîkî heye, eger erê, çawa were cîbecîh kirin.

  • Beşê yekem
  • Bo min Êzidiyatî, bîreweriyeke civakî çandî, fîlozofî ye.

Bîrewerî û fîlozofiyeke kevn, ji fîlozofiya antîk ya Yewnaniya jî kevintir e. Bi ya min, em Kurd qedrê vê bîrewariyê û serçaviya fîlozofiya antîk bi têra wê nagrin. Em pê nehesiyane, me çi fîlozofiyeke dewlemend heye. Jiber ku em, piraniya Kurdan qenc pê nizanin, xerîb (biyanî) jî nizanin.

Ez li malbateka Kurdê musilman ser mezhebê şafiî hatime dinê, heta 16-17 saliya xwe li qezayeke wisa, li Licê mezin bûme. Li qeza me Êzdiyatî nemaye, Kurd hemî, çi Kurmanc û çi jî Dimilî hemî bûne musilman û ji mezhebê şafîî ne. Li qeza me Ermen û Suryanî hebû, ew fileh (mesîhî) bû. Li qeza me dêrekî jî hebû, “Dêra Spî” navdar e. Bo me firehbawerî pekvejiyana bi Ermen û Suryaniyan re bû. Demê ez bahs dikim heta salên 1975an e. Roja 6ê îlonê 1975an li Licê erdhejêk (zelzele) çêbû, ew sê çar malên fileh ku mabûn wan jî barkir çûn,li Licê fileh neman. Nuha Kurdên musilman mane û hin malbatên memuran ên Tirk li cem me peyda dibin.

Êzdiyatî li cem me wekî çîrokan dihat qalkirin, ew jî bi xerabî. Ji demê zaroktiya min derbarê Êzdiyan de serpêhatiyekî min tune, me tişteki jî nedizanî. Tenê carna hinekan bahs dikir, digotin: “Êzdî zarokên sawa, yên biçûk direvînin, xwîna wan dinisilînin.” Van çîrokên wisa bêbext, derewîn derbarê “qereçî û mitirban” de jî digotin. Diyar e ku ev çîrok şêweyekî  dijminahiya Êzdiyan û xerîban bûye. Ev çîrok jî ji aliyê bajêr (Diyarbekirê) ve dihatin belav kirin. Ez van salên dawî hinekî li dûyê şopa van çîrokan ketim. Min tê derxist ku mirovekî me demê destpêka sedsala berê, yanî di salên 1910-15an de li cem malbata Pirinçîoglu wek maraba kar kiriye. Tê zanîn ku vê malbatê, Pirinçzadeyan zilmê li Kurdên Êzdî li nêzîkî Qercdaxê kiriye, dest daye ser mal û milkê wan. Destê wan ketiya xwîna xûşk û birayên me Êzdî. Ji bo ku ew vê zilma xwe veşêrin, tiştên pîs li ser Êzdiyan dane belav kirin. Bêguman ev di hin dûvçûyinên min de ji min ra zelal bûn, lê hêj texmîn in. Baştir e, ev mijar bi rêkûpêk werin lêkolînkirin.

Lê hewce ye vê derê binê wê xet bikim, van çîrokan ser me bi xwe tesîrekî zêde nehêla bû. Dibe ku li cem me Kurdên Êzdî tunebû jiber vê yekê dijminahiyeke hişk peyda nebû. Bêjim ev jî şansekî me bû. Zilma ku li deverên Bişêriyê, Qarajdaxê, jêrê Beriya Mêrdînê qewimîn, li cem me nebû. Têgeha li Licê tenê ew bû, “ew ne musilman in, şeytên ra secdê dikin.” Bêguman ev têgeh jî bi serê xwe bes bû, jibo dijminahiya Êzdiya were kirin, eger li cem me hebûya û bi taybet xwediyê mal û milk bûya, mal û milkên ku bi bikariya ji wan bisenda! (Êzdiyên ku me wan ser navê dîn û îmanê bikujta, mal û milkê wan talan bikira, li cem me tunebûn!)

Rûberûbuyîna min cara yekemîn bi malbatekî, gundekî Êzdî ra sala 1979an li binê xetê çêbû. Sala 1979an ez û hevalekî me bo karekî siyasî-rêxistinî daketibûn binê xetê, em hatin Qamişlo. Li vegerê kaçaxçiyekî Nisêbînî dê me derbas bikira. Em birin gundekî nêzîkî sînor li hêla Dirbêsiyê. Navê gund Şekeriyê bû. Berî ku em derbasî nav gund bibin, me tenbîh kir, got ev gundekî Êzdiyan e, gundê herî nêz ev der e. Hûnê îşev li vê derê li malekî bin, eger  karê me lihev hat, ji jor de işaret dan, dê we di sînor de derbasî jor bikin. Mala em birin navê zilam Xalê Şakir bû. Yanî em li gundê Şekeriyê li mala xalê Şakir qesidîn. Em derbasî hundir bûn, xalê Şakir eba xwe bi ser xwe ra kişandibû, bi ser balgiyê de paldayî bû. Silava me hilda, bi destê xwe aliyê din hemberê xwe cîh nîşan da em runiştin. Jiber ku kaçaxçî rêberê me bala me kişandibû, baş tê bîra min, ez bi dîqet bûm, gotina “şeytên” bi karneynim. Ji me ra negot, çima jî. Em man heta ber destê sibê û em derbas bûn. Wê şevê qet jibîr nakim. Nivîskî nakevim nav hurgiliyan. Divê ez bêjim, çepîtî û sekularizma me ya wê demê em ji hin hizrên şaş diparast; zirara çepîtiyê jî çêbû, feyda wê jî hebû.

Rûberû û gengeşeyekî me bi xuşk û birayên Êzdî ra sala 2005an çêbû jiber belav kirina nivîsekî li heftenameya “Peyama Kurd” ku ez yek ji xwediyan û sernivîskarê wê bûm. Keçikekî Kurdê Êzdî li Almanya hatibû kuştin. Berpirsiyarê beşê kurmancî bi tipên latînî Sîrwan Hacî Berko vê xeberê nivîsîbû û rexne li kuştinê girtibû. Ev xeber li nav xwendevanên me Kurdên Êzdî bû sedemê nerazîbûnê. Min fehm nekir, bo çi ji me aciz bûn. Piştî hin peywendiyan em çûn Oldenburgê cem Mala Êzdiyan. Wê derê di axaftinan da min rastiyekî fehm kir ku xuşk û birayên me Kurdên Êzdî, li xweşa wan nayê, eger Kurdên Musilman rexnê li wan bigrin, ser wan gotinan bêjin. Ez di wê hevdîtinê da têgihîştim, êşa birîna nabeyna herdu aliyan giran e, dive Kurdên Musilman gelekî bi dîqet bin. Me meseleya xwe axaft, em hevdu têgihîştin, me lêborînê xwest, safîtî û dilsoziya xwe diyar kir. Sax bin wan em kirin mêvan û em ji hevdu razî vegeriyan hatin Koln/Bonnê. Ev buyer bo min gelekî balkêş bû.

Bûyera sêyemîn ku ez bi we ra îro parve bikim, sala 2015an qewimî: Ez mamosteyê HSU bûm, sala par xaneşîn (teqawit) bûm. Rojekî li dibistana navîn rêvebirê gote min, pirsgirekekî me bi xortekî Êzdî ra heye, me dive bi bav û dê û wî ra xeber bidin. Dê û bav bi Kurdî dizanin. Gelo tu dikarî wergera vê hevdîtinê bikî û alîkar bî.

Demê gote “Eine jezîdische Familie” min yekser got, dê bi keyfxweşî bikim. Ji bo ku ez xwe pêşî da amade bikim, navan da min.Navê ku rik Saddam, navê bavê wî jî Huseyn bû. Demê min van navan dît, wekî tu ava kelandî di ser serê min re birijînî, ez şaş û metal mam. Min careka din pirsî: Gelo rast e ku ev malbat Êzdî bin? Min got, dibe ku malbatake Ereb bin, bi erebî biaxivin. Me li ewraqên din nêrî, belê rast bû, ev malbat Êzdî ne û zimanên ku diaxivin jî Erebî û Kurdî hatiye qeydkirin. Hevalên Alman sedemê matmayîna min pirsîn, min ji wan ra îzah kir. Ku navên kurik û bavê wî bala min kişandiye, min nedipaya malbateke Kurd navê kurê xwe Saddam dayne.

Roja qewlê me hat, hevdîtin pêkhat, tişta pêwist me kir. Piştî hevdîtinê ez bi wan ra heta deriyê derve pêş dibistanê jî meşiyam. Min gelekî bi dîqet li ber gohê wî xist, got, xwezî ev xort ji bin barê vî navê qirêj, navê mucrîmî xilas bibûya. Min dît qet xema wî nebû, min dengê xwe birî. Bûyera 2005an hat bîra min. Ji xwe ra fikirîm, min got, xwezî xuşk û birayekî me din Êzdî yekê/a serwext li vira bûya, bikariya karekî xêrê bikira. Min çima bahsa vê serpêhatiya xwe kir? Mînakekî biçûk û besît e. Lê em dibînin, civaka xuşk û birayên me Êzdî jî gelekî pirsên xwe yên navxweyî hene, yên ku li benda xwegorînê ne.

ÇEND GOTIN DERBARÊ PEYWENDIYA NABEYNA ÊZDIYATIYÊ Û KURDBÛNÊ DA

Di vê mijarê de gotinên dilovan Baba Şêx û rêzdar Mesûd Barzanî de hertim li bîra min in. Piştî fermana dawî li Şingalê sala 2014an Baba Şêx û şanda pê ra sardana wê demê Serokê H. Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin. Di wê hevdîtinê da Baba Şêx bi êş û keserekî giran dibêje: „Êzidî qelihîn, Êzdiyatî nema“! Ev gotin tesîrekî zêde li Mesûd Barzanî dikin. Ew li Baba Şêx vedigerîne, dibêje: „Dilê xwe teng neke, Baba Şêx! Wisa nebêje, Êzdiyatî namîne, yanî Kurd namîne.“ Û sozê dide Baba Şêx ku dê tolê hilde, gunehbar jî dê bigihîn cezayên xwe. Rêzdar Mesûd Barzanî van gotinan piştre di civînekî vekirî de li Duhokê bi amadebûna Baba Şêx û pêşiyên ruhanî ên Êzdî got. Di wan gotinan da, „Êzdiyatî nemîne, yanî Kurd namîne!“ giring in, gotinên dîrokî ne û rastiyekî vedibêjin. Ew jî ew e, Êzdiyatî û zimanê Kurdî û Kurdbûn jihev nabin. Gotin, bêje û wateya bêjeyan jî vê rastiyê nîşan dide.

Berhevdanekî besît:

Musilman – Erebên musilman, Tirkên musilman, Kurdên musilman, Farisên, Çerkezên, Arnawidên, Boşnaxên, Azeriyên, Pêştuyên, Maleziyên, Sudaniyên, Mexrîbiyên, Berberiyên, Somaliyên, Efxaniyên musilman

Mesihiyên – Elman, Fransiz, Brîtî, Rus, Denî, Lehî, Bulgarî, Romanî, Yewnanî û yen din.

Museviyên – Elman, Fransiz, Rus, Kurd, Tirk, Eritreyî, Etopyayî, Amerîkî

Budistên – Tîbetî, Japonî, Kambocî, Vietnamî, Miyanmarî, Çînî, Taywanî, Taylandî

Êzdiyên – Kurd / Kurdên Êzdî û hew

Êzdiyeka Tirk, Ereb, Faris an neteweyekî din heye? Na! Baş e em gengeşeya çi li ser vê girêdanê dikin? Êzdiyatî bawerî û bîreweriya Kurdan e, zimanê wê Kurdî (Kurmancî) ye. Bawerî û bîreweriya herî kevn ya Kurdan e. Kurdên musevî, mesîhî û musilman ola xwe ya berê berdane, derbasî baweriyekî din bûne.

Di vê mijarê de hewce ye serê her Kurdekî zelal be. Demê em vê rastiyê têbigihîn, piranî bin jî dê Kurdên musilman, musevî, mesîhi qedrê Êzdiyatiyê bizanin. Êzdiyatî wekî bawerî û bîrewerî ji olekî din ne kêmtir e. Mixabin em hêj vê rastiyê xweşik tênegihîyane. Pirsgirêk ev e. Pispor li dûyê medeiyeta Maya ne, li dûyê Aborciyan in, li dûyê êl û qewmên din li Afrîka, Latîn Amerîka, Asyayê ne. Baweriyên herî kevn keşif dikin.

Lê em Kurd dijminahiya bawerî û bîreweriya xwe ya herî kevn dikin. Kurd dive vê muhasebeyê bi xwe ra bike. Em ji Kurdekî musilman, mesîhî an musevî naxwazin, dev ji dînê xwe berde, li dînê kevn Êzdiyatiyê vegere, lê bila dijayetî û dijminahî neke,hewl bide vî bawerî û bîreweriyê têbigihe.

Ji bo vê yekê projeyên bi vî rengî giring in. Li ser vê mijarê xebat, hewldana têgihîştinê bike û dijminahî neke, piştevanî bike. Lê ji bo ku mirov piştevaniya baweriyekî, bîreweriyekî, nêrîn û nirxandinekî bike, dive mirov wî tiştî nas bike, bizane. Tiştên hûn bizanin, hûn bi dil û can piştevaniyê dikin. Hevdu têgihîştin dê hevdu bexişandinê jî bi xwe ra bîne. Nabeyna Kurdên musilman û Kurdên Êzdî da pêvejoyeke wisa, peywendiyeke wisa pêwist e.

DI PÊVEJOYA “LÊKARKIRIN, LÊBORÎN Û LIHEVHATINAN” DE BANDORA SERDANA DERGEH, PERESTGEH Û MONUMENTAN

Di prosesa “lê kar kirin û hevdu têgihîştinê” de bandora (tesîra) nasîna perestgeh, monument û dergahan, medreseyan û dezgehên din giring e. Ji bo destanîna zanînên derbarê Êzdiyatiyê de serdanên bo Laliş, Şingal, Mezarê Şerefedîn, Navendên li Şêxan û bajarên din pêwist e.

Hewce ye li wan cîhên demê hêrîşên Daişê komkujî çêbûye, an xelkê me ji wan deran hatin revandin, momumentên yadkirinê werin danîn, muzexane werin vekirin. Ev karana parçeyekî giring in bo li ser pirsgirêkan karkirinê. Pirsgirêk dive neyên veşartin, berevajî hewce ye zor û zilma hatiye jiyin were aşkere kirin û li ser “mexduriyetan” were axaftin. Monument û muzexane dikarin agehiyên rast bidin ber destê mexdûran û meqtûlan, Herdu alî jî dive ser mijaran kar bikin, rastiyên dîrokî û civakî bizanin.

Bi ya min, ku ev heman demî pêşniyariyekî min e bo vê projeyê, hewce ye komên hevbeş ji Kurdên musilman û êzdiyan werin rêkxistin û ew bi hevra sardana Lalişê û cîhên din bikin. Rastiyan li cîhê wan bibînin û bi hevra ser wan agehiyan nirxandinan bikin.

Hewce ye komik ji kesên multiplaktor werin avakirin û hevra herin Lalişê, Şingalê û cîhên din. Komikên wisa, divê bi taybet pirsgirêkan li cîhê wan bi xuşk û birayên me ra xeber bidin, binasin.

ÇEND BÎR Û HIZR DERBARÊ PEYWENDIYÊN NABEYNA KURDÊN MUSILMAN Û ÊZDIYAN DE Û PÊDIVIYA KARÊN BO LIHEVHATINÊ Û BANDORA RÊKEFTNAMEYEKÎ BI VÎ ARMANCÎ

Li nav Kurdên musilman û Kurdên Êzdiyan de mixabin pirsgirêk hene, vî mijarê de bêdengî ne rast e. Veşartin û paşdexistina vê pirsgirêkê çare nine. Ya rast ew e, em vî birîna xwe binasin û jê ra li dermanan bigerin. Di pêvejoya miletbûnê de ev cure pirsgirêk aşitî û aramiya navxweyî li civaka me têkdide. Divê li nav civaka Kurdistanê rihê pêkvejiyanê serdest be, esil be. Yanî hevdu qebûl û rêzliyekdu girtin giring in.

Civak pirreng û pirdeng in, nabe aliyekî xwe li ser beşekî din civakê ferz bike, an dengê aliyekî bi destê zorê bîte birîn. Ev cure muamele ji aliyê dewlet û desthilatê ve jî bê, ji aliyên beşên civakî ve jî were, zirareke mezin dide aşîtî û aramiya navxweyî, bingehê pêkvejiyanê têkdide.

Birîneka me, ya civaka Kurdistanê ku dijminên me pê dilîzin, yek jê ev e. Şik û guman û tirsa nabeyna Kurdên musilman û xuşk û birayên me Êzdî de heye, dijmin vê yekê dizane û lê kar dike, her kûrtir û berfirehtir bike. Li vê derê derece yekê de erkên giring dikeve ser milê Kurdên musilman ku li civaka Kurdstanê piraniyeke zêde ye. Di dîrokê de jiber sedemên aborî û siyasî, bi hinceta oldarî gelekî caran hêrîşê xuşk û birayên Kurdên Êzdî kirine. Heta nuha 73 Ferman bi ser wan ra hatiye û gelekî caran mixabin Kurdên musilman jî pişka wan di van hêrîşan de hebûye. Ev jî bûye sedemê bêbaweriyê û tirsê. Li vê derê, hewce ye Kurdên musilman rewşa xuşk û birayên xwe Êzdî fehm bikin, dive xwe bixin dewsa wan! Berevajî ev zilim bi serê Kurdên musilman ra bihatiya, Êzdî bibûya şirîkên van êrîşan bêguman dê ji mafê Kurdên musilman bûya beramberê hêrîşkarên xwe, an evên ji zaliman ra bûne alîkar, şik û gumanan bikin. “Empatî” giring e û pêwist e. Eger em xwe bêxin dewsa mexdûran, dê bikarî rikaviyên wan, şik û gumanên wan têbigihin.

Nabeyna Kurdên musilman û ên Êzdî de hewce ye empatiyeke xurt hebê. Ev proje xizmetê dikin ku hevdu têgihîştin zêde bibe. Eger ev pêk were, dê xuşk û birayên me Êzdî bikarin lêborin û bingeha lihevhatinên civakî xurt bibe. Ji bo vê yekê rêkeftina lihevhatinê, ev hizir û pêşniyarî cîhê rêzê ye.

  • Bayram Ayaz
  • 12.06.2023
  • Koln


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button