Hevpeyvîn

Hevpeyvîn bi Omitê Mistefê (Umîd Demirhan) ra

Hevpeyvîn bi Omitê Mistefê (Umîd Demirhan) ra

‘Berê ji bo lalan dibistan tunebûn; tenê xizm û nasên lalan ji zimanê wan fêm dikir. Bi gotineke din berê bi qasî hejmara lalan “zimanên wan ên taybet” hebûn; lê niha bi xêra pêşveçûna karên zanistî êdî zimanekî wan ê hevpar û standard jî heye. Termînolojiyeke wan a edebî, zanistî û siyasî jî heye. Aqûbet li serê “bêzimanê standard” be!’

(Omitê Mistefê)

Pirs: Di nivîseke xwe a bi sernavê ‘Tirs, wekî destpêka bêzimanîyê’ da tu dibêjî; ‘Sebeba sereke ya bêzimaniyê û kêmxîretiya zimanî tirs e.’ Ji kerema xwe, tu dikarî vê gotina xwe şîrove bikî? Bawer dikim tu ne tenê behsa ‘tirsa takekesî’ dikî ne wisa? Tirsa ku tu dibêjî, dibe sebebê encamên çawa gelo?

Bersîv: Wekî ku cenabê te jî dizane, “tirs” rewş û exlaqekî piştre peydabûyî ye; zarok di zikê dayika xwe de û têjik di zikê maka xwe de bêtirs in, pehînan diavêjin û tevgerên wêrek nîşan didin; piştî ji dayikbûnê yan jî zayînê jî hatta demekê ev wêrekiya wan a suriştî berdewam dike; lê belê dê û bav piştre zarokî hînî xetere û teşqeleyên jiyanê dikin, tirsan li wan difirînin û bi tirsê perwerde dikin. Ewropiyan ev tişt dizanibû; lewre ingilîzan li parzemîna Hindistanê û fransiyan li parzemîna Afrîqayê bi zanatî jinên ducanî ditirsandin ku zarokên wan newêrek derkevin. Meriv dikare bibêje ku “wêrekî” tevger û exlaqekî bervejorkî ye û “tirs” jî exlaqekî “serejêrkî” ye; bi gotineke kurt wêrekî surûştî ye û tirs encama perwerdehiyeke şaş e.

Îcar tirsa kurdan ji ber karesatên jiyanê peyda bûye; zarok hê di temenê biçûk de bi polêz, cendirme, esker û sîxuran tê tirsandin ku nekeve kemîna wan, an jî ji bo mebestên gelekî hêsa zarok tên tirsandin. Da ku bi aramî bijî û bejn vede, ev tirs mîna darekê hêşîn dibe û ber bi çavkaniya tirsê ve xwe dikêşe, jê avê vedixwe; lê di rastiyê de meriv çiqasî nêzikî dorhêl û çavkaniyên tirsê bibe, ewqasî zêdetir nêzikî teşqeleyan dibe. Rehmetiya diya min hê di zaroktiyê de hînî me dikir “lawo, gava li cihekî xewle tirs û sehm kete ser we, netirsin û di dilê xwe de bibêjin ku ji bilî Xwedê tu tişt tuneye û Xwedê jî alîkarê bendeyên xwe ye; lewre hewce nake ku meriv bitirse”. Îcar heke meriv vê mijarê hinekî zelal bike, “tirs” du cure ne; tirsa qenc û tirsa badilhewa. Tirsa qenc ew e ku meriv pêşbîniya teşqeleyan bike û tedbîrên pêwist wergire, ev tirseke erênî ye ku divê her kurd vê xisletê bi pêş ve bibe; hem ji bo ziman û çanda xwe hem jî ji bo sebebên hebûn-tunebûna xwe. Tirsa badilhewa û pûç jî ew e ku min beşeke wê di wê nivîsê de eşkere kiriye.

Pirs: Em dizanin ku gelek xebatên te yên li ser ziman û zimannasîyê hene û tu zimannas û ferhengsaz î. Ferhenga te ya ‘Ferhenga Destî’ di dîroka kurdên bakurî de weşana yekem e ku kurdî bi kurdî hatiye amadekirin. Bi qasî ku dizanim di ferhengê da 16 hezar peyv hene û wateyên 1600 peyvên wê jî, bi gotinên pêşiyan ve hatine xurtkirin. Gelo çima ferhengên kurdî bi kurdî, kêm in û derbarê peyv û têgihên zanistî û philosophic de, te rêyekê çawa hilbijart û te, çi zehmetî dîtin?

Bersîv: Rastiyê bixwazî, dema amadekirina ferhengê ez ne ferhengsaz bûm ne jî zimannasê zimanê kurdî bûm. Min demekê Beşa Ziman û Wêjeya Arebî li Zanîngeha El-Ezherê ya Misirê û Beşa Mafnasiyê (Fakulteya Huqûqê) jî li Xertûma Sûdanê xwendibûn; lê piştî qurseke zimanê kurdî li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê min biryar da ku ferhengeke kurdî bi kurdî amade bikim. Sebeba wê gelekî hêsan bû, hevalan şîroveya peyvan bi tirkî digot û em di navbera xwe de jî mehkûmî tirkî dibûn; lewre diviyabû kurdan bikaribûya bêyî alîkariya zimanekî din bi hev re danûstandinan bikin. Îcar vê ramanê ez ajotim amadekirina karekî ku kesî nekiribû; min ji ferhengên du zimanî sûd wergirt û hewana xwe ya peyvan raxiste ser kaxezê; divê peyvên herî zêde bikarhatî bihatana hilbijartin, lê hinek peyvên devera me jî hebûn ku min dixwest wan jî derxime ber ronahiyê. Bi vî awayî çapa yekem a bi qasî 9 hezar peyvan derket û min di çapa duyem de rêjeya peyvan derxiste 16 hezar peyvî; her weha ji bo bikaranîna peyvan di nava cumlê de, min cumlên sexte çênekirin û min ji gencîneya gotinên pêşiyan sûd wergirt.

Bi rastî ji bo peyvên zanistî û felsefî min werger hilbijart û li kurdî anî; ango bi zimanekî ku kurdên rêzîn bikaribin fêm bikin, min wateyeke kurt û kurmancî amade kir. Piştî çapa duyem, min biryar da ku dosyeya ferhengê daynim ser înternetê tevahiya kurdên xwenda bikaribin jê sûd wergirin; divê vê yekê jî bibêjim ku min her du çap jî ji kîsê xwe weşandin û li benda biryarên weşanxaneyan nesekinîm. Ji ber ku min didît ku nifşa bin 20 saliyê re mîna kesên “war-reş”, “kor-ocax”, “bê-dûm” û “kordunde” zarokên xwe bi firê dixistin, zarok bêyî kurdî ji hêlîna xwe derdiketin û ne mumkin bû ku dîsan vegerin ser dar û berên xwe. Mixabin ev rewş hîn tîrtir û xeternaktir bûye, piraniya kurdên li derveyî Kurdistanê bi tehlûkeya warreşî û kordundetiyê re rû bi rû ne, ev rastiyeke gelekî tehl a bêdewletbûnê ye ku divê kurd demildest jê rizgar bibin.

Pirs: Kurdên bakur, hatta destpêka sala 2022an jî, meseleya dersa hilbijartî piştguh kirin û çawa ku, mafekî wan ê bi wî rengî tunebe, tevgerîyan. Lê belê serê sala nû (2022), bi hevkarîya gelek kesên kurdperwer û dem û dezgeyên sivîl, kampanyayek pêk hat. Li gorî zanyarîyên ne fermî, bi qasî 20 hezar zarokên kurd, dersa kurdî hilbijartiye. Dizanim ku kitêbên te yên hînker jî hene; wekî “Hînkerê Zimanê Kurdî 1-2” û gelekên din, ku li derveyê welêt jî, wekî materyal dihên bikaranîn. Loma dixwazim ji cenabê te jî bipirsim: Li gorî dîtina te, sebebê vê xemsarîya kurdên bakur, çi ne gelo û li ser vê mijarê, tu çi pêşnîyar dikî?

Bersîv: Min ew pirtûk ji bo demeke awarte amade kiribûn; dema ku ez li Bazîdê di Mala Perwerdehiyê ya Orhan Dogan de mamosteyê zimanê kurdî bûm, Şaredariya Bazîdê dereng peyman bi Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê re girêdabû û diviyabû min jî bernameya xwe ya hînkirinê berdewam bikira. Lewre min bi bayekî lez û bez ew her du pirtûk amade kiribûn. Îcar heke em vegerin serê pirsê, sebeba sereke ya vê derengmayînê daxwaza rewa ya siyasetmedarên kurd û bersivnedana desthilatdarên tirk bû. Kurdan di bernameya xwe ya siyasî de wekî xeteke sor nîşan dabû ku divê li bajarên kurdnişîn li dibistanan bi awayekî fermî û bi piştgiriya dewletê ders bi kurdî bihatana dayîn. Ji ber ku wan di çarçoveya mafên merivan û qanûnên Ewropayê de li mijarê dinihêrî ku Tirkiyayê bi Yekîtiya Ewropayê re mizakere dimeşandin. Lewre divê bi awayekî insanî ev mafê rewa bihata radestkirin û wekî lutf û keremeke dewleta tirkan nehata nîşandan. Îcar aliyê tirkan hem çarçoveyên insanî hem jî çarçoveyên peymanî binpê kirin û bi hincetên xwe yên kevneşopî mafên ku nedane hemwelatiyên xwe yên kurd radestî penaberên sûriyayî kirin. Min bi çavên serê xwe didît ku li Stenbolê dibistanên fermî nîvrojî bûn, danê sibehê zarokên hemwelatiyên Tirkiyayê ders werdigirt û piştî nîvro jî zarokên penaberên Sûriyayê bi arebî ders werdigirtin. Bi gotineke zelaltir, penaberên sûrî li ser hîsabê kurdan bi zimanê xwe perwerde wergirtin, komele û saziyên xwe ava kirin, artêş û dezgehên xwe yên diyasporayê ava kirin; lê kurd ji mafên xwe hatin bêparkirin. Siyasetmedarên kurdan jî ev yek didît û nerazîbûna xwe bi boykotê nîşan dida; îcar dema ku wan nihêrî vê prosesa îmha û înkarê ya bi cil û bergên nû zêde kişand û ziyaneke mezin a bêtelafî gihişt zarokên kurdan, siyasetmedar û pêşengên kurdan ên ferhengî bi vê bijardeya biçûk razî bûn.

Heke we li mufredata hîndekariya kurdî ya fermî nihêrî be, zimanê kurdî wekî zimanekî biyanî tê hînkirin; ev biryara han a nerewa û niyêtqirêj jî ji bo pêwistiyên zarokê kurd ne çareseriyek e. Bi min, divê zarok û ciwanên kurdan jî wekî her neteweyeke zindî perwerdehiya xwe bi zimanê xwe wergirin û ne durist e ku ev mijar bikeve ber nîqaş û muzakereyên siyasî; lewre divê kurd li alternatîfên xwemalî bigerin û bi çareseriyên neteweyî birînê derman bikin. Heke kurd xîret bikin, malên xwe bikin dibistan, di nava cînarên xwe yên kurd de serdan, hatin-çûyînên çandî bimeşînin, hatta demekê bêrawestan zimanê xwe di malên xwe de ava bikin, li benda destûr û bexşîşan nesekinin, di mijarê de guh nedine tu kesî û di mijara zimên de hatta şîretên serekên xwe yên nerm jî guhdarî nekin, ew dê teqez bi ser kevin. Ji ber ku divê serok û rêvebirên kurdan jî bizanibin ku ziman xeta sor a agirîn e û destwerdana wê dê dawiyê li desthilatdariya wan jî bîne. Bi min bendek ji bendên peymana surûştî ya di navbera serok û hemwelatiyan de jî parastina ziman û çandê ye; wisan e, qedexe ye ku serokek an jî hemwelatiyek vê benda peymana civakî binpê bike û heke bike jî divê di wijdan û dadgehan de teqez bê darizandin.

Pirs: Di nivîsa xwe a bi navê ‘Bêzimanî wekî cureyekî nivîşkanîyê’ da, te weha nivîsîye: ‘Dibe ku hinek bibêjin: “Te bi peyva ‘bêzimanî’yê mêjiyê me çelqand, êdî bes e!” Na bira, na xwişkê! Na, na, gelî camêr û canikan! Rewş ne wisa ye, îro gelek kurd bi wêjeyê re mijûl in; gelek kes helbest, çîrok, şano, roman û senaryoyên fîlman dinivîsin. Lê belê kêm kes derbarê pîşe û pisporiya xwe de kevirekî didine ser dîwêr.’ Rewşa ku tu behsê dikî, arîşeyeke eyan û berbelav e, mixabin. Baş e, em çawa dikarin xwe ji vê qonaxa malkambax rizgar bikin? Pêdivîya me, bi çi heye û divê, em çi bikin?

Bersîv: Mixabin, wekî ku min di wê nivîsê de jî gotibû, kurd ji bilî karê xwe yê sereke bi hinek karên din re mijûl in. Tu dinihêrî ku mêrik siyasetmedar e, li şûna ku bi zimanê kurdî qala projeya xwe ya siyasî bike roman an jî dîwaneke helbestan dinivîse. Tu dinihêrî mêrik endazyar e, lê gotinên pêşiyan û mamikan berhev dike, tu dinihêrî mêrik pizîşk an jî dermansaz e, li şanoyekê lîstikvaniyê dike. Diyar e ku ev kes karên xwe bi kurdî nakin, lê wekî hobiyekê beşdarî tevgera kurdan a zimanî dibin. Dermanê tekane yê vê birînê ew e ku her kes li gorî pisporiya xwe dîwarê kurdî bijene û kesek baznede qada kesekî dîtir. Gotinek heye ku dibêjin “Feqîran lanet li belengaziyê aniye û çûne ku xwe bi dar ve bikin; îcar wan nihêriye ku zengînan berî feqîran xwe daliqandine û lingên wan dihejin.” Gava kesek ji kesan di beşeke wêje û çandê de cihekî berbiçav bi dest xist, tu dinêrî her kes êrişî wî cihî dike û hewl dide ku bibe kesê duyem an jî yekem. Madem ku pisporên kurd dê mijara xwe ya zanistî amade nekin, bi pêş ve nebin, ferheng û ansîklopediyên xwe nenivîsînin îcar kî dê were û bi ber wan ve binivîsîne?

Tiştê herî trajedîk ew e ku hinek nivîskarên kurdan çav berdane Nobela wêjeyê jî? Bi rastî mafê wan e; lê piraniya nifşa bi ser 40 saletiyê re bi kurdî perwerdehî nedîtiye û nikare bi awayekî wêjeyî termînolojiya zanistî bi kar bîne. Gava tu li wergirên Nobelê dinihêrî, hemûyan bi zimanê xwe yê zikmakî xwendiye û bi dûrbîna zimanê xwe li cîhanê dinihêre. Lê belê wêjenasên kurd hema hema tevahiya pîremêrên wan ji perwerdehiya kurdî bêpar maye, tenê dikare jiyana gundewarî û çapemeniyê bike mijara wêjeya xwe. Wekî ku min got, dermanê tekane ew e ku meriv bi destekî deh zebeşan negire, zebeşekî têra quweta xwe hilde û bi silametî bigihêjîne ser sifreyê. Ji ber ku hatta beşên zanistê di zimanekî de nekemilin, ew ziman nakemile. Wisan e, divê her kes pisporiya xwe bigihêjîne lûtkeyê, li ber siha dara pisporiya xwe bêhn vede; heke nikaribe di beşekê de bibe pispor divê xwe bide aliyekî û kalîteya wêjeyê danexîne, rojevê nelewitîne, alîkariyê bide pisporan û qe nebe, nebe kelemê ber lingan, ev jî rûmetek e.

Pirs: Dizanim ku te li Misirê perwerdeya zimanê arebî dîtiye û huqûq jî li Sûdanê xwendiye. Di Medreseya Kesk a Bazîdê da gerînendetî û seydatî kiriye. Li gorî hinek zanînan berê di medreseyên kurdî da dersên ilmê mantiq û felsefê, didane şagirtan. Bi taybetî jî, dersên felsefa îslamî. Li Medreseya Kesk a Bazîdê jî, gelo ew ders hebûn û bi çi zimanî, şagird perwerde dibin?

Bersîv: Bi rastî medreseya kurdî ya kevnare ne tenê avahiyên perwerdehiya kevneşopî ne; ew pergaleke birêkûpêk a tevahiya astên xwendina kurdan bûn. Wekî ku ji berhemên Seydayê Cigerxwîn, Zeynelabidînê Amedî (Zinar), Evdirehman Dure, mamoste Qedrî Yildirim û M. Emîn Bozarslanî dixuye, medreseyên kurdî roleke aktîf lîstine; lê mixabin niha ev karîzmaya wê nemaye. Ji ber ku xwendina medreseyê bûye pêlekanek ji bo bidestxistina meqameke melatiya romê; dema ku şagirt digihêje dersên mafnasiyê (huqûqê) êdî zikê wî dinepixe û li ser miaşekî difikire û êdî jê zêdetir naçe. Lewre dersên mantiq û felsefê êdî pir pir kêm tên xwendin; heke bê xwendin jî, melayên temenmezin û pir xwenda dixwînin. Sebeba wê jî ew e ku mantiq û felsefe digel dersa pragmatîkê tên xwendin. Pirtûkeke bi navê “Muxteser”ê heye ku lûtkeya edebiyatê nîqaş dike û di vê çarçoveyê de êdî dersên munazara, muhekemat, mantiq û felsefê jî tên xwendin. Ev demeke dirêj e ku nabihîzim kesek van pirtûkan dixwîne. Îcar zimanê medreseyan hema hema her dera Kurdistanê yek e; metnên arebî bi kurdî tên şîrovekirin û nîqaşkirin. Pirtûkên kurdî ji bo şagirtên biçûk û heyama destpêkê tên xwendin. Piştre dîwanên helbestvanên gewre wekî derseke bijarte tên xwendin; lê giranî li ser rêziman û zanistên îslamî yên pratîkê ne. Ji ber ku divê mela û seyda bikaribin pirsgirêkên jiyanê di çarçoveya huqûqa îslamê de bibersivînin.

Pirs: Di rûpela xwe a li ser Facebookê da, bawer dikim te hinek gazinên xwe kirine û weha gotiye: ‘Helal be ji kurdan re! Hemû zanistên xwe bi kurdî amade kirine (!?) Bi gotineke din êdî siyaset, leşkerî, aborî, bîrkarî, fîzîknasî, kîmyagerî, biyolojî, endazyarî, bijîjkî, civaknasî, derûnînasî, erdnîgarî, dîrok û zanistên mayî digel ferhengên termînolojiya wan ve bi kurdî ne (!?) Tenê kêmasiyeke wan mabû ku ‘rêbera rastnivîsandinê û xalbendiyê’ amade nekiribûn. Sipas ji Xwedê re ku ew jî amade ye. Mixabin di vê zanistê de ne zanyar im ku alîkariyekê bikim.’ Ji vê têbinîyê ez weha têdigihêjimê ku di qada ilmî û zanistî da, kêmasîyên me gelek in û bi lezginî, divê ew kêmasî ji holê rabin. Gelo, ‘Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê’ di mijarên ku tu behsê dikî da, çi xebatan dike? Kesên ku endamê komê ne, tenê zimannas in yan pispor û zanayê wan beşên din ên zanistî û felsefî ne jî?

Bersîv: Ez dikarim derheqa Koma Kurmancî de agehiyeke weha kurt bidim; hemû endamên kevn nêzikî 40 salî ye ku serên xwe bi mijarên giştî yên zimên û zimanê kurdî re diêşînin. Piraniya wan zimannas in, an jî di beşeke zanistê de pispor in; gelek caran alîkariyê ji pîşekarên serbixwe jî werdigirin û bi vî awayî valahiyekê dadigirin. Her weha di nava komê de kesên ku li ser felsefa zimên û teoriyên zimanê kurdî dixebitin jî hene. Bêguman ev komxebat li gorî rewşa kurdên penaber dixebite û derfetên wan gelekî kêm in, salê du caran du civînan li dar dixin; lê belê pêwistiya kurdan bi xebatên xwemalî û li nava mala Kurdistanê heye. Divê kurd çi bi aşkerayî û çi bi veşartî û sergirtî pêwistiyên xwe dabîn bikin; li benda zembîlfiroşan nesekinin û mêweyên darên xwe bêxwedî nehêlin.

Pirs: Gelek caran te balê daye ser pergaleke perwerdehîyê a yekgirtî û hişmendîya neteweyî. Gelo, bi çi şeklî em dikarin wê pergalê ava bikin? Yanî, ez rê û rêgehên wê dipirsim. Proseya avakirinê û avêtina gavên yekem?

Bersîv: Rastiyê bixwazî, beşeke kurdan hê di salên 30î de li Kurdistana Sor pirtûkên perwerdehiya Sovyetê wergerandibûn kurdî û zarokên xwe bi wan materyalan perwerde dikirin. Îcar di van salên dawîn de li başûr û rojavayê Kurdistanê jî pergala yekgirtî ya perwerdehiyê hatiye avakirin; lê ev pergal di rewş, şert û mercên şeran de hatine avakirin û gelek kêmasiyên wan hene. Divê kurd her sê pergalên amadebûyî berawird bikin, sentezeke xurt ji wan derxin û kevneşopiya medreseyên kurdî jî paşguh nekin. Gava meriv li pergalên perwerdehiyê yên cîranên kurdan dinihêre, rewşa kurdan a heyî ji salên wan ên 20î gelekî pêşdetir e. Wisan e, divê kurd xwedî li kelepora xwe ya heyî derkevin û wê bi pêş ve bibin; ne ku tiştên nedîtî û nebînayî biafirînin û hemû cîhanê mat bikin. Jixwe berpirsiyariyeke kurdan a wisan jî tuneye; divê tenê ji malê xwe yê heyî re sexbêriyê bikin û li gorî rojgara xwe rojane bikin.

Pirs: Hinek dibêjin zimanê kurdî, têra felsefê nake û valahîya di vî warî da, piştguh dikin. Dema vê yekê dibêjin, bi giştî xwe dispêrin du faktoran: 1- Di warê peyv û têgihên philosophic da, termînolojîyeke me ya tekûz tuneye. 2- Hatta hinek kes vê nêrînê gelek şaş têdigihêjin û weha difikirin ku çalakîya felsefî jî, bi kurdî nabe. Derbarê vê mijarê de, gelo tu çi difikirî?

Bersîv: Bi rastî binê vê gotinê ne vala ye, lê bi min niyêta wan a ji vê gotinê ne paqij e. 1. Felsefe lûtkeya zimên e û kurd hê li qûntaran îdman û temrînan dikin; rêjeyeke sivik dikarin bi alîkariya hinek amûran derkevin jorê. 2. Tu zimanek bi felsefa xwe ya pêşketî ve nehatiye afirandin; zimanê ingilîzî yê ku bûye zimanê felsefa navneteweyî jî demekê di bin nîrê fransî de bû û piştre xwe jê rizgar kir. Îcar ji bo ku bi zimanekî felsefe bê kirin, divê meriv asta hînbûna zimên qedandibe û derbasî hilberîn û afirandinê bûbe. Heke meriv hertim heman tiştî dubare bike, helbet ew dê çav bernede zirweyê. Felsefe encameke bikaranîna zimên e, nîqaşeke berdewam a li ser gihiştina encamên têkûztir e, modelên baştir e. Divê pêşiyê projeyek hebe ku nîqaş li ser hebin, li ser bendên wê yên ziravk nîqaş bên kirin, nirxandin û rexnekirin. Bêguman hînkirina felsefê jî riyek ji riyên hînkirina zimên e; kesên ku dixwazin ji qalibên rêzimanê yên sar û hişk derkevine qada ramanên nerm û velezok, ew jî dikarin bi riya felsefê bigihêjin armanca xwe. Divê bê zanîn ku hincet û bihaneya wan kesên ku dibêjin “zimanê kurdî têra felsefê nake” pûç e û hatta meriv dikare bi aşkerayî bibêje ku derewan dikin û xwe û xelqê dixapînin jî.

Heke tu ji wan re bibêjî “madem ku bingeha zimanê me tuneye, werin em zimanên dagirkeran jî mîna zimanê xwe bêbingeh bikin” wê bibêjin “ma tiştê wisan dibe?” Îcar divê ev pirs ji wan bê pirsîn “madem ku bingeha zimanê me tuneye, werin em zimanên xwe bi qasî zimanên dagirkeran xurt bikin, tu jê vê yekê re amade yî yan na?” Bêguman bersiva wan kesan dê neyînî be; ji ber ku ew ji hilberandinê hez nakin û tenê tiştên malhazirî û fastfoodên biyanî dimezêxin. Divê neyê jibîrkirin ku ziman jî mîna merivan di astên pêkhatin, zarokatî, xortanî, navseretî, pîrbûn û mirinê re derbas dibin. Madem ku zimanê me heye û di asta zarokatiyê de ye, divê em mîna ku zarokên xwe bi firê dixin û mezin dikin, ziman û çanda xwe jî bigihêjînin mirazan. Her kesek mîmarê dîwarê xwe ye, her kesek xwediyê zimanê xwe ye û her kesek berpirsiyarê serdema xwe ye. Bav û kalên me ji pergaleke perwerdehiyê ya yekgirtî û fermî bêpar bûn; lê wan zimanekî têkûz û zengîn ji me re mîrate hişt. Îcar xwelî li ser wî mîratgirî be ku zimanê xwe firotibe bavkujên xwe; diranên xwe yên resen ji bo xatirê protez û zirdiranên xelqê kişandibin.

Pirs: Gelo Enstîtuya Kurdî a Parîsê û Enstîtuya Kurdî a Stenbolê, hevkarîyê dikin? Çi projeyên wan ê hevpar hene? Ji ber ku tu wekî mêvan beşdarî xebatên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dibî û lêkolerekî kovara Zendê yî dipirsim.

Bersîv: Bêguman di van salên dawîn de hinek xebatên wan ên hevpar çêbûne; lê belê ji ber ku ez li Bazîdê dijîm, beşdarî van xebatên hevpar nebûme û herwiha ji bo van xebatên hevpar ên her du saziyan nehatime vexwendin jî. Ez tenê beşdarî civînên Koma Kurmancî bûme û min ji weşana perîyodîk a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, ango ji kovara Zendê re lêkolînên xwe şandine. Ji aliyekî din ve ez ne endamekî organîk ê her du saziyan im jî. Di van dawiyan de Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hem ligel Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hem jî ligel Weqfa Mezopotamyayê hinek komxebatên li ser rastnivîsîn û xalbendiyê meşandin; van civînan demeke dirêj di rojeva kurdan de deng veda.

Pirs: Di gotareke xwe da, tu çarê di avakirina ‘hebûna kurdan’ û rûxandina ‘tunehesibandina kurdan’ de dibînî. Ji kerema xwe, tu dikarî vê ramana xwe hinekî şirove bikî?

Bersîv: Bi min, gava kesek bi zimanê xwe hebûna xwe isbat neke, diz e; yan dizê malê xwe ye yan jî dizê malê xwe ye. Bi rastî gelek kurd cezayê vê diziyê dikêşin û bêyî kesayeta xwe ya kurdî beşdarî têkoşînên xelqê dibin; ango dîl, birîndar û kuştiyên di ber doza xelqê de ne. Dixwazim wê gotina pêşiyan bînim bîra cenabê te û xwendevanan “jina xelqê ramûsanek, hespa xelqê meydanek û kinca xelqê ro û danek”. Civak û dewletên xelqê malên xelqê ne, li ser navên wan tapûkirî ne, çîna jorîn mêrên wan û çîna jêrîn jî jin û zarokên wan in; lê ez nizanim kurd di civakeke biyanî de kîjan pozîsyonê ji xwe re hildibijêrin. Gava kurd hewl bidin ku têkevin dilqê çînekê, ew civaka biyanî piştî demekê dê wan diz bihesibîne û cezayekî giran bide wan. Lewre divê kurd bi ziman û ferhenga xwe, ango çanda xwe ya zimanî her du çînên xwe ava bikin, ji malên xelqê cihê bibin û malbata xwe bi rê ve bibin, wekî cînaran li civakên din binêrin û li ser bingehê beranberiya yeksan bi civakên din re pêwendiyan girêdin.

Ziman û raman kirasê mirovî ye, hebûna ruhberan a di nava wî kirasî de nîşan dide û mixabin beşeke kurdan xwe bi mirîtiyê diavêje, gava xwediyê mala xelqê bi karekî re mijûl dibe bi mala wî bi ba dikeve. Ziman, raman û felsefa mirovî wî didin bazarkirin; di dilqê xelqê de, di bin siya xelqê de û bi mineta xelqê tu birînek çareser nabe. Rast e, dagirkerên kurdan wekî aksesuareke mala xwe miameleyê bi kurdan re dikin; lê wekî Melayê Meşhûr jî gotiye, ma sûcê dizan tuneye? Ev çendî çend sal in, kurd muzîka xwe werdegerînin tas û legana xelqê, çîrokên xwe dikin xamê wêjeya xelqê, mîrateya xwe ya çandî bi dizîka difroşin mûze û pirtûkxaneyên xelqê, enerjî û sînerjiya xwe valayî cendekê xelqê dikin. Gava kurd hebûna xwe îsbat bikin, jixwe teza tunehesibandinê têk diçe; ango gava sifir (0) li pêş yekê (1) be tu qîmeteke wê tuneye û kengî derbasî pişt yekê dibe qedr û qîmetek jê re çêdibe. Yek yekîtiya kurdan e û sifira lê pêşiyê jî hem asteng e hem jî bêqîmet e; divê kurd wê sifira hîç û pûç bi wêrekî biavêjin paş guhên xwe û bi yeka xwe re eleqedar bibin, hemû jimare ji yekê dizên û sifir jî piştî nehan (9) dibe aksesuar û zêdehiyeke sûdwer ji bo jimareyên carandî.

Li ser navê xwendevanên kovarê, gelekî sipasîya cenabê te dikim û di kar û xebatên te da, serkeftinê dixwazim. Mala te ava be.

Bersîv: Ez jî sipasiya cenabê te, desteya weşanê ya kovarê û xwendevanên we dikim ku ez belengaz layiqî vê hevdîtinê dîtime. Bi giştî ji koma philosophiayê re û bi taybetî ji te cenabê amadekarê ferheng û mijarên felsefê re hêvî û niyazên xweşbextiyê, serkeftinê û tenduristiyê dixwazim. Mala we tevan jî ava, tijî xebatên bûk û xwendevanên zava be.

Hevpeyvîn: Alî Gurdilî
aligurdili@gmail.com
29.03.2022

  • Jêder
  • https://umiddemirhan.wordpress.com/
  • https://www.facebook.com/umiddemirhan
  • https://www.instagram.com/omitemistefe
  • http://independent.academia.edu/UmîdDemîrhan
  • https://www.bernamegeh.org/
  • https://krd.riataza.com/
  • http://www.kurdishstudies.pl/?ku_pirtûk-û-nivîs,33

* Omitê Mistefê (Umîd Demîrhan)

Ferhengsaz, nivîskar, helbestvan, wergêr û zimannas Omitê Mistefê (Umîd Demîrhan) kurdekî ji Bazîda bakurê Kurdistanê ye. Sala 93an navê xwe li Zanîngeha Ezherê ya Misirê, beşa Ziman û Wêjeya Arebî tomar kiriye; ji ber ku hukimeta tirk a wê demê dîplomayên Ezherê betal kirin dev ji xwendinê berdaye û 95an qeyda xwe li Zanîngeha Xertûmê ya Sûdanê, beşa Mafnasiyê çêkiriye. Vê carê jî maweya pasaporta wî nehatiye dirêjkirin, lewre dev ji xwendinê berdaye û vegeriyaye Kurdistanê. Dema ku li Sûdanê maye Enstîtuya Hînkirina Zimanê Ingilîzî ya Sûdanê (English Language Teaching Institute of Sudan – ELTIS) qedandiye. Piştî vegera xwe, di navbera salên 2000 – 2001an de li medreseyeke klasîk a Bazîdê xebitiye; her weha bi kurdî û arebî metodolojiya zanistên îslamî xwendiye. Di navbera salên 2002 – 2004an de bi riya pêwendiyên bazirganiyên bi Îranê re hînî zimanê farsî bûye.

Sala 2005an beşdarî kûrseke Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bûye û sertîfîkaya mamostetiya zimanê kurdî wergirtiye. Bi qasî 6 mehan ji malpera www.yekbun.com re seredîtorî kiriye û di navbera salên 2010 – 2012an de li Bazîdê wekî mamosteyê zimanê kurdî xebitiye. Ji sala 2012an û pê ve wekî endamê mêvan beşdarî xebatên Koma Xebatê ya Kovara Kurmancî (Enstîtuya Kurdî ya Parîsê) dibe; her weha ji bo kovara Zendê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê lêkolînan amade dike. Sala 2015an ji bo malpera Sputnîk Kurdistanê (ajansa fermî ya Rûsyayê) edîtoriya beşa kurdî û rojnamevanî kiriye. Di navbera salên 2013-2018 de beşdarî projeyeke Zanîngeha Jagiellonskî ya Polonyayê bûye (Projeya “Deng çawa dikare bê bihîstin: Berdewamî û guhartinên çand û realiteya civakê yên kurdî di perspektifên postkolonyal de”, Enstîtuya Lêkolînên Kurdî, Beşa Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Jagiellonskî-Polonya) û lêkolînên wî di kovara wê ya sêmehî ya bi navê Fritillaria Kurdicayê de hatine weşandin. Sala 2016an li Zanîngeha Anadoluyê Beşa Pêwendiyên Navneteweyî kuta kiriye; sala 2020an mastera xwe ya li ser ziman û wêjeya rûsî temam kiriye û wekî xwendekarê Erasmûsê li Bulgaristanê xwendiye. Umîd Demîrhan -ji bilî kurdî- tirkî (tirkîya nûjen, osmanî, azerîkî), arebî, farsî, rûsî û ingilîzî dizane; berhemên li ser kurdnasiyê ji van zimanan werdigerîne, hatta niha bi dehan gotarên wî yên zimannasiyê di kovarên Zend, Nûbihar, Peyam, Kurmancî, Fritillaria Kurdica, Philosophia û Bernamegehê de hatine weşandin.

Berhemên kurdî: Ferhenga Destî (ferhenga kurdî bi kurdî), Peyama Cenabê Pêxember Eleyhiselamî (wergera Kurtasiya Sehîha Buxariyî), Hînkerê Zimanê Kurdî 1-2 (materyala perwerdehiya destpêkî), Destpêka Xwendinê (materyala perwerdehiya destpêkî), Dîwana Giştî (hemû helbest), Nifira Sedsalê (kurteçîrok), Hêvî û Têkoşîn (roman). Teza akademîk: Aktualnost’ ofitsial’no-delovogo russkogo yazika v Turtsii (2020), Zanîngeha Agiriyê.

– Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.



Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Lê mêze bike
Close
Back to top button