Philosophia

Arîşeya Xirabîyê (The Problem of Evil, Kötülük Problemi)

Arîşeya Xirabîyê (The Problem of Evil, Kötülük Problemi)

Meseleya ‘pirsgirêka xirabiyê’ an jî theodîseyê, meseleyeke kevnare ye û ji Serdema Antîk ve gelek ramanwer, teolog û feylesofan hewl dane ku vê meseleyê fam bikin û xwestine ku ev mesele, çareser bibe. Heke em bextewariyê, wekî sebebê hebûna mirovî binirxînin û jê dest pê bikin, wê demê em bi hêsanî dikarin bibêjin ku bextîyarî her dem bi dest nakeve û ne pêkan e. Sebebê vê yekê jî hebûna kul û derdên mirovî (êş, jan, ezyet, nexweşî, xem) û ji ber kul û derdên mirovî, hebûna xirabiyê (neçêyî) ye. Di hemû dem û dewranan de jî, wekî pirsgirêkeke sereke vê meseleyê xwe daye der. Ji ber ku bi awayekî giştî û bi awireke dînî li meseleyê mêze kirine, sebebê hebûna xirabiyê jî di çavkaniyên dînî (dînî) de, hatiye gerîn. Di cîhana ramanî ya Rojavayê de, danezanîna xiristiyanîyê û yekem dogmeya wê ya gunehiyê (Ji biheştê qewirandina Adem û Hawê), di têgihiştina vê pirsgirêkê de bi sedê salan wekî tekane çavkanî hatiye dîtin. Piştre di sedsala 18an de, bi nêzarîbûn û êrîşên ramanwerên dewra Ronîbûnê yên wekî Denis Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach û bi taybetî jî li hemberî şikwerîya Voltaire û David Hume, baweriya xiristiyanîyê derbek mezin xwariye û hejiyaye. Ligel vê yekê jî, bi awayekî eşkere û zelal; hebûn, sebeb û çavkaniya xirabiyê, hatta a niha jî nehatiye şirovekirin.

Ê baş e, gelo meriv bi çi şeklî bawer dikin ku tiştek xirab e yan jî, tiştekê ku heye wekî ‘xirab’ dinirxînin? Meriv, bi hebûna xirabiyê çawa kane dibin? Wate, tiştek çawa dibe xirab? Bêguman ji bo dîtina bersiva pirsên li jor, divê em berê xwe bidin armanca hebûna merivan û li ser wê armancê, rawestin. Di destpêkê de dikarim bibêjim ku li ser vê meseleyê, gelek raman (nêrîn) hatine raberkirin. Yek ji wan nêrînan jî, nêrîna bextewarîparêz e. Wate, ev nêrîn dibêje ku armanca hemû tevgerên merivan bextîyarî (kamranî, şadî, dilşadî, şadîmanî, şadanî, bextiyarî) ye. Li gor vê ferasetê di hemû tevger û kirinên nîjada mirovî de, armanca gihîjtina bextewariyê a veşartî, bi awayekî xwe eşkere dike. Ji bo gihîjtina armanca mirovî ya bextewariyê jî, pêwîst e alav û îmkanên ku hene bi rê û rêbazên baş, werin bikaranîn û divê armanca merivan a sereke jî, ev yek be. Heke di nêrîn û watedayînên me yên li ser jiyanê de jî pirsgirêkek hebe, bêguman girîngiya vê erkê (wezîfe) zêdetir dibe. Lewre, heke meriv hemû perçe û aliyên jiyanê watedar nebîne û bi awireke pûç û vala li wan mêze bike, wê demê dibe ku ji tiştên çê (baş) yên hene jî bêpar bimîne yan jî, ji hebûna wan bextewar nebe. Di rewşeke weha de, ji bo ku em bikaribin li hemberî jiyanê (dinyayê) helwestinên rast û durist nîşan bidin, desta ewil divê em derfetên xwe baş dahûrînin û ji wan sûd werbigirin. Di vê rewşê de jî, ramana ku hemû dinyayê xirab û beradayî dibîne, wekî dijberê armanca hebûna mirovî ya sereke xwiya dike. Dema ku bextîyarî wekî armanca resen ya mirovî xwiya bike, wê demê xirabî jî wekî astengekî ku dixwaze herdem rê li ber bextewariya mirovî bigre xwiya dike û wekî pirsgirêkekî dertê pêşiya me.

Dema ku em di zimanên Rojavayî de li pênaseya têgeha xirab û xirabiyê mêze dikin, em dikarin bibêjin ku di zimanê ingilizî de têgehên mîna (1) ‘bad condition’ (2) ‘malicious or evil action, wrong, harm’ (3) ‘badness, wickedness’ têne bikaranîn. Lêbelê di wateya xwe ya ku meseleya me ye û wateya xirabiya exlaqî û metafizîkî dide, têgeha ‘evil’ yan jî ‘evil action’ tê bikaranîn. Di zimanê almanî de jî ji bo têgeha xirabiyê têgehên ‘bösheit, schlechtheit, schlechtigkeit, das böse, häßlichkeit, laster, niederträchtigkeit, tücke û übel’, têne bikaranîn. Lêbelê têgeha ku herî zêde me eleqeder dike û xwediyê wateyeke exlaqî û metafizîkî ye, têgeha ‘bösheit’ e. Di zimanê arebî de jî ji bo têgeha xirabiyê, têgeha ‘sû’ û şerr’ têne bikaranîn. Ji hêla etîmolojiyê ve peyva şerr, ku jêdera wê peyva şerare ye, ji bo mijara me guncantir e. Bi kurtasî meriv dikare bibêje têgeha şerr, di wateya xirabî û merivên xirab de, tê bikaranîn. Bi vê wateya xwe şerr, dijberê başiyê (hayr) ye. Dema em li wateya têgeha xirab ya zimanê tirkî jî mêze dikin, em dibînin ku di wateya (1) a ku ji bo armancê ne guncan e, kêm û ne bes e, çavkaniya tirs û şayişê ye, zerer, ziyan û êşê dide û xwediyê bandûreke zeredar e (2), ji hêla exlaqî ve li dijî başiyê ye û nayê pejirandin (3), rewşa ku rê li ber gihîjtina bextewariyê digre û nahêle ku em xwe bigihînin armancê, de tê bikaranîn. Di zimanê kurdî de jî ji bo tevger, rewş û rûdanên ku zerer û ziyanê dide merivan û civakê û ji hêla exlaqî ve jî, nayê xwestin de tê bikaranîn. Gelek caran em dibînin ku di dewsa têgeha xirab de, têgehên mîna bed, nebaş, neçê, neçak, nerind, neqenc û nepak jî têne bikaranîn. Xwiya ye ku têgeha xirab, ji bo dijberiya rewşa baş, çê, qenc û rind, tê bikaranîn. Têgeha ‘xirabî’yê jî ji bo rewşa ku çavkaniya wê surûşt ye, yan jî encameke tevgerên merivan yên hişmend e û li dinyayê zererekî mezin dide hebûna merivan, de tê bikaranîn. Bêguman di çerçoveya têgeha xirab û xirabiyê de, meriv dikare behsa sê xirabiyên cuda bike, ku ew jî xirabiyên ‘metafizîkî, exlaqî û fizikî’ ne. Wateya xirabiya metafizikî, kêmasiya forma tiştekê nîşan dide. Wate, kêmasî yan jî netemambûna tiştekê ye, ku ew tişt jî ne gihiştî ye û ne kamil e. Ev cure xirabî, di temelê xirabiya exlaqî û fizikî de, hatiye bicihkirin. Li gor bîr û baweriya Leibnizî, (Gottfried Wilhelm von Leibniz 1646-1716) kokê xirabiya exlaqî û fizikî, xirabiya metafizikî ye. Bi gotineke din, Leinnizî dibêje ku xirabiyên fizikî û exlaqî, encama kêmasiyên metafizikî ne.

Xirabiyên metafizikî jî ew xirabî ne ku di encama nexweşiyên têger (şewbî), zelzele, bahoz, bager, ziwayî (hişkayî) û hwd. de dertên holê, ku ji tevgerên merivan aza ne û ne girêdayî îradeya merivan in. Ev cure xirabî di heman demê de, bela û kerasetên surûştî, rûdanên surûştî ku dibine sebebê kul û kederan, nexweşiyên bêderman, çolên berfireh û heywanên goştxwer jî digre nava xwe. Ev cure xirabî wekî kiryarên Xwedê, ku dixwaze ebdên xwe bi vê rêyê ceza bike yan jî wekî encamên bûyerên surûştî ku zererê nadin ahenga kozmîk ya gerdûnî têne nirxandin û dîtin. Mesela sermetranê (başpîskopos) Dublînê William King di nivîseke xwe de, weha gotiye: ‘Xwedê, carinan dixwaze ku ebdên xwe ceza bike û lewma jî destûra zelzele, ba û bahoz, lehî û tûfanan dide. Lêbelê ev rûdanên îlahî, zererekê mezin nadin ahenga tevahî. Rûdan û pevçûna van nûveyan (ûnsuran) helbet zererdar e, lêbelê heke ew dernekevine holê, dê zerer û tûfanên mestir rû bidin. Nexwe divabû dinya tu carî nehatiba afirandin, yan jî divabû destûra van kerasetan nehatiba dayîn.’

Lêbelê, Voltaire ramanên Kingî qebûl nekiriye û gotiye ku zelzeleya Lisbonê a mezin (1755 Lisbon earthquake), trajediyeke mezin e û nabe ku em wê zelzeleyê bi teqdîra îlahî şirove bikin. Li milê din xirabiyên wekî jenosîd, îşkence, kûştin û hwd. ku wekî xirabiyên exlaqî têne dîtin jî, wekî xirabiyên duyemînî têne dîtin û nirxandin. Li Cem Feylesofan Pirsgirêka Xirabiyê: Pirsgirêka xirabiyê, mijareke felsefa dîn (dîn) e û li rê û rêbazên lihevanîna xirabî û başiya mutleq, başiya teqez (Xwedê) digere. Ev pirsgirêk cara yekem ji aliyê Epikuros (Epikur, Epicurus) ve hatiye gotin û ji wê rojê ve jî, ji aliyê gelek ramanwer û feylesofan ve hatiye nirxandin û wekî pirsgirêkekî xwe gihandiye hatta roja me. P.Z. di sedsala 2. de Lactantius (P.Z.340), ramanên Epikurosî wekî paradoks, nakokî û dîlemayeke (ikilem), weha veguhastiye: ‘Heke Xwedê bixwaze xirabiyan ji holê rake û nikaribe rake, yan jî dikare rake û naxwaze ku rake, yan jî ne dixwaze ku rake ne jî radike, yan jî hem dixwaze ku rake û dikare rake. Heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û hêza wî têra rakirina xirabiyê neke, bêhêz e û ew rewş, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Na heke dikare xirabiyê ji holê rake; lêbelê naxwaze, nexwe ew hesûd e û ew rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye. Heke ew, ne dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û ne jî ji holê radike, nexwe ew hem hesûd e û hem jî bêhêz e. Ev rewş jî, ne li gor xuy û xisletê Xwedê ye û di vê rewşê de jî, ew ne Xweda ye. Na, heke Xwedê dixwaze ku xirabiyê ji holê rake û radike, ku bi tenê ev rewş li Xwedê tê, nexwe jêderka (çavkanîya) xirabiyan çi ye? Yan jî, çima Xwedê naxwaze xirabiyan ji holê rake?’

Heman pirsgirêk piştî sedê salan, dîsa ji aliyê David Humeyî (1711-1776) ve jî bi şêweyekê din hatiye raberkirin. David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Guftegoyên Li Ser Dîn’ de, ji devê Philo weha gotiye: ‘Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake? Nexwe, hêza wî tune. Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike? Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e. Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?’ Şiroveyeke din a balkêş jî, şiroveya John Leslie Mackie (1917-1981) ê feylesofê hemdem e, ku weha gotiye: ‘Xwedê heye. (I), Xwedê başiya mitleq e. (II), Hêza Xwedê, têra her tiştî dike. (III), Xirabî heye.’ (IV)

Şiroveya L. Mackie, bi vî şeklî ye: ‘Kesekê ku her sê madeyên ewilî bipejirîne, divê ew xala çarem red bike. Yanî heke Xwedê hebe, (xala yekem) û dixwaze ku başiya mitleq pêk bîne (xala duyem) û ji bo pêkanîna hemû tiştî hêza wî hebe (xala sêyem), divê xirabî tunebe. Na heke Xwedê hebe (xala yekem) û başiyê dixwaze (xala duyem), lêbelê li dinyayê xirabî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê nikare bi a xwe bike. Nexwe, Xwedê ne desthilatdarê her tiştî ye. Heke Xwedê hebe (xala yekem) û qadirê (serwer) her tiştî be (xala sêyem) û xirabî jî hebe (xala çarem), nexwe Xwedê xirabiyê afirandiye û ne başiya mitleq e. Heke Xwedê başiya mitleq be (xala duyem) û qadîrê her tiştî be (xala sêyem) û ligel vê yekê jî xirabî her berdewam be, (xala çarem), nexwe xwedayekî weha tune.’ Di felsefa dîn (dîn) de, navê vê lêgerîne danîne theodîse (ing: theodicy, fr: théodicée) û bi vî hawî xwestine ku xwe bigihînin bersivan. Pirsgirêka xirabiyê,  di heman demê de dibe sebebê gelek pirsgirêkên teolojîk jî û lewma jî, desta ewilî feylesofan xwestine ku têgeha ‘xirabî’yê, şirove bikin.

Theodîse di Ramanên Platon de

Li gor bîr û baweriya Platon, çavkaniya xirabiyan ne Xwedê ye. Wate, xirabî ji Xwedê nayên. Di dîroka felsefê de şirovekirina theodiseyê a yekem, ji aliyê Platon ve hatiye kirin. Lewre di gelek ramanên Theodiseyî yên ku piştî Platon hatine kirin de, bandûra ramana Platon eşkere xwiya dike. Platon weha bawer kiriye ku çavkaniya xirabiyên li dinyayê, ne Xwedê ye. Lewre jî, divabû xirabî ji derekê din werin. Xwedê, ji hinek bûyerên ku têne serê merivan berpirsiyar e, lê ne ji tevahiya bûyeran. Ew ne sebebê hemû tişta ye, bes sebebê bûyerên baş e û tu têkiliya wî, bi bûyerên xirab re tune. Ji ber ku Xwedê baş e, xirabî jê nayên. Tiştên ku baş in, em dizanin ku ew gelek kêm in, lewma jî ji Xwedê ne tiştên xirab, tiştên baş têtin. Lewre, ji Xwedê kêm tişt têtin. Loma jî, nabe ku em Xwedê mîna sebebê xirabiyê bibînin û divê em weha nebêjin. Platon (Plato) madeyê jî, wekî çavkaniya xirabiyê nabîne. Lêbelê meriv dikare bibêje ku li gor nêrîna wî çavkaniya xirabiyê, ruhên xirab in. Mesela di Timaeus’ê de dibêje ku hatta ji destê Xwedê hatiye wî xwestiye ku dinyaya me bişibîne heyînên herî xweşik, spehî û bêhempa yên ku dikarin werin têgihiştin. Lêbelê ramanwerên Platonparêz û Plotinus bi xwe jî, madeyê wekî çavkaniya xirabiyê nirxandine.  

Theodîse di Ramanên Irenaeus (P.Z. 130-202) de

Irenaeus di navbera salên (P.Z.130-202)an de jiya ye. Irenaeus zilamekî dêrê bûye û pirsgirêka afirandinê şirove kiriye. Li gor bîr û baweriya Irenaeusî, Xwedê di du qonaxan de û di terzekî tekamulî de merivan xulqandiye. Qonaxa yekem, xwiyabûna Xwedê (image of God) ye. Qonaxa duyem jî, manendiya (lêçûnî, hevşibî) Xwedê (likeness of God) ye, ku hê jî berdewam dike. Xwedê di destpêka wê rîya ku meriv xwe digihînine wî de, merivan xulqandiye. Lêbelê di vê xulqandinê de, meriv ji bêhempatiyê dûr in û kêm in. Wate, kêmasiyên merivan hene. Potansiyela bêhempatiyê, li cem merivan heye û Xwedê vê yekê daye wan. Lêbelê, divê bi hişmendî tevbigerin û ji asta sehkirin, lêkolîn, derana aqlî, têgihiştin û ravekirinê, derbas bibin û bibin heyînên zana û xwedîehlaq. Ji bo ku meriv bikaribin xwe bigihînin başiyê yan jî başiyê bi dest bixin, pêwîst e bi xirabî û tengasiyan re rûbirû bibin. Lewma jî, dûrahiyek (epistemic distance) ketiye navbera Xwedê û ebdên wî.

Meriv di destpêkê de mîna xwiyabûna Xwedayê herheyî hatiye xulqandin, bav plana hemû tiştan daniye û piştre jî fermanê daye, kur jî prosesa xulqandinê pêk aniye, rih jî zexim kiriye û bi vî hawî nîjada afirîdeyên Xwedê zêde bûye, rewşa wan her çûye baştir bûye û zêdetir nêzîkî bêhempatiyê bûye. Lewre a ku nehatiye xulqandin bêhempa ye, ku ew jî Xwedê ye.  Teolojîya Irenaeusî, ji teolojîya xiristiyanîya îroyîn cuda ye. Têgehên mîna ‘ji çav ketina mirovî’, ‘gunehê yekem’, û ‘kefaret’ (bedelê ku ji ber gunehekê yan tawanekê tê dayîn) di teolojîya Irenaeusî de xwiya nakin. Di mijara îradeya azad de Irenaeusî ji Augustînusê Xoşewîst cihê difikire, îradeya azad wekî armanceke siberojê dinirxîne û ji ber vê yekê jî, bêtir nêzîkê xeta optîmîst dibe. Ev feraseta Irenaeusî ku beriya Augustînusî pêşnûma kiriye, ji aliyê teologê xiristiyan John Hick ve jî, hatiye parastin.

Theodîse di Ramanên Xoşewîst Augustînusî de

Li gor bîr û baweriya Augustînusî (P.Z. 354-430), ‘Xwedê merivan bê guneh xulqandiye û şandiye dinya me ya ji gunehan pakijkirî. Lêbelê merivan, wê azadiya xwedêdayî bi xirabî bikar anine û guneh kirine. Wate, hemû meriv ji ber gunehê Adem, bûne gunehkar û lanetlêbûyî. Bêguman, hêza Xwedê heye ku merivan di wê sefaleta wan de bihêle û tu carî, neyê hewara wan. Lêbelê, dîsa jî ji ber ku baş e, beşeke merivan rizgar dike. Lewma jî, hinek meriv dê bi inayeta Xwedê rizgar bibin û yên mayî jî, dê werin cezakirin.’ Herweha, Augustînus bi wateyeke hilweşîner li xirabiyê mêze nake.

Li gor bîr û baweriya wî xirabiya ku bi destên merivan pêk tê û xirabiya ku ji bo cezayê tê bikaranîn, di gerdûnê de dibin sebebê ahengê. Lewre jî dinya me, çawa ku têde qet xirabî tunebe xweşik û spehî ye. Augustînus jî mîna Plotînus, xirabiyê bi madeyê şirove dike. Li gor baweriya Augustînus xirabî, tunehiya başiyê ye. Xwedê, başiya saf û dawînî ye, mitleq û neguher e. Xwedê, gerdûnê ji ‘tunehiyê’ xulqandiye. Gerdûn guhêrbar e û pêkhatina madeyê jî, ji tunebûna başiyê ye, lewre mîna Xwedê, ne saf e û ne mitleq e. Gerdûn jî mîna Xwedê bi başiyê hatiye dagirtin, lêbelê di hemû tiştan de û bi heman qasî başî peyda nabe. Çimkî li cem heyînan hiyerarşiyek heye û li cihê herî bilind a vê hiyararşiyê, yên baş hene. Roj, heyv, stêrk, ferîşte, meriv, çivîk, masî, ronî û tarî, herdem baş in. Lêbelê, mîna Xwedê ne bêhempa ne û asta wan cuda ye. Helbet, Heyv bi qasî Rojê ne ronîdar e û hemû heyîn jî, bi qasî hev ne baş in. Li gor baweriya wî zelzele, bahoz, nexweşiyên têger û kerasetên mezin yên surûştî, encamên gunehên merivan in. Lêbelê ji ber ku ev ceza adîlane ne, ahenga bêhempa ya gerdûnê xira nakin. 

Theodîse di Ramanên Wilhelm Leibniz (1646-1716) de

Leibnizî bi ‘teoriya cîhana pêkan’, pirsgirêka xirabiyê şirove dike. Li gor vê teoriyê Xwedê, dinyayeke ku pêkan e (a ku maqûl e) xulqandiye û ji bo pêkanîna vê yekê jî, mecbûr bû ku çavê xwe ji hinek xirabiyan re bigre. Derbarê xulqandina gerdûnê de, Leibniz mîna Augustînus nafikire û bawer nake ku Xwedê gerdûnê ji tunehiyê xulqandiye. Ramana wî ya derbarê vê yekê de, bêtir dişibe ramana Platonparêzan a ‘madeya ku heye’. Lêbelê Leibniz nabêje made, dibêje ‘monad’. Xwedê ji nav monadên ezelî û ebedî, ku hejmara wan bêsînor e, yên guncan çalak dike. Wate, xulqandin aktîvîzekirina îdeayên ku mîna hêzê ne. Di dema pêkanîna vê yekê de, bêguman Xwedê hêza xulqandina alemên bêsînor e. Lêbelê piştî hesabeke kûrûdûr, vê dinyaya a ku herî pêkan e û bêhempa ye xulqandi ye. Lêbelê heyîn, kêm in û netemam in û tekane heyînê ku temam e, Xwedê ye. Heke hemû heyîn temam bûna, dê ew jî bibûna Xwedê. Ji ber vê yekê jî, li dinyaya me normal e ku xirabî heye. Sebebê vê yekê ne Xwedê ye, kêmasiyên mirovî ne.

Ango ‘heyîn’ tekûziya xwe ji Xwedê, netekûziya xwe jî ji tebîeta xwe digrin. Ji ber xulqandina Xwedê tiştek (heyînek) nabe baş, lêbelê ji ber ku ew baş e ji aliyê Xwedê ve hatiye xulqandin. Wate başî yan jî tevgera exlaqî, ji Xwedê serbixwe ye û xulqandina dinyayê, ji nexulqandina wê çêtir e. Leibniz weha bawer dike ku dinyaya me di rewşa xwe ya herî baş de ye û îmkan tune ku em bikaribin vê dinyayê baştir bikin. Hemû meriv, dikarin ji xwedayekî afirîner bawer bikin. Lêbelê a girîng ew e ku meriv bikaribe ligel hebûna xirabiyan jî, ji Xwedê hez bike.    

Dewra Ronahîdarîyê (Age of Enlightenment) û Theodîse

Di Serdema Ronîbûnê de ku di sedsala 18an de derketiye holê, li hemberî feraseta theodîseyê rexneyên tund pêk hatine. Voltaire, di berhema xwe ya bi navê ‘Candide, Xweşbînî’ê de, rexneyên tund li felsefa Leibnizi a ‘Teoriya Cîhana Pêkan’ girtiye. Di berhemê de Pangloss’ê ku felsefa Leibnizî diparêze, bi du hevalên xwe re li gelek deverên dinyayê digere û li gelek bûyerên xirab rast tê. Zelzeleya Lizbonê ya sala 1755an jî, bandûreke mezin li rewşenbîrên Ewropayê kiriye. Piştre David Hume di berhema xwe ya bi navê ‘Dîroka Surûştî ya Dîn’ de, derbarê derketina holê ya dîn (dîn) de şiroveya sosyolojîk a yekem dinivîsîne û weha dibêje: ‘Meseleya dîn û Xwedê, xaçepirs û nehêniyeke weha ye ku nayê şirovekirin. Derbarê vê meseleyê de tekane encama lêkolînên me, tirs û kesnezanî (nexuyatî, nediyarî) ye. Lewre jî, ne pêkan e ku em bikaribin xwe bigihînin encam yan jî biryareke zelal û eşkere.’ Feylesofên Ronîbûnê yên mîna Diderot û Paul Henri Thiry d’Holbach jî, di bin bandûra ramanên Voltaire û Hume’yî de dimînin û weha dixwazin ku bandûra baweriya xiristiyanîyê a zordest ku piştî Serdema Navîn jî berdewam dikir, ji holê rakin.                 

Rexneya David Hume a Feraseta Theodîse

David Hume di berhema xwe a bi navê ‘Guftegoyên li ser Dîn’ de, li ser vê meseleyê sekinî ye û ji devê Philo weha gotiye: ‘Ma Xwedê dixwaze ku rê li ber xirabiyan bigre û hêza wî têrê nake? Nexwe, hêza wî tune. Yan jî hêza wî heye, lêbelê naxwaze ku xirabiyan asteng bike? Nexwe, ew ne dilsaf (dilpak) e. Heke ew hem hêzdar û hem jî qenc be, nexwe xirabî çawa peyda bûne?’ David Hume, pirsgirêka xirabiyê bi aliyên xwe yên fizikî, exlaqî û psîkolojîk şirove dike û bi inyad, li ser du pêşniyaran radiweste. Di pêşniyara yekem de dibêje, gerdûn wekî ku tê zanîn ne birêkûpêk û ahegdar e. Pêşniyara duyem jî li ser hebûn yan tunebûna Xwedê ye, ku weha gotiye: ‘Heke di gerdûnê de nîzam û rêkûpêkiyek hebe jî, em nikarin ji vê yekê dest pê bikin û xwe bigihînin ramana hebûna Xwedê.’ Humê, hem felsefa theodîseyê pûç dike û hem jî tinazên xwe pê dike: ‘Dibe ku rojekê yek bibêje ku gerdûn, di zemanekê de weke pêşnûmayeke derketiye holê û vê yekê biparêze. Lêbelê ji bilî vê ramanê, dê nikaribe tiştekê din bibêje û di teoriya wî de, gelek aliyên vala yên ku li benda destnîşankirinê ne dê bimînin. Herweha ew kes dikare têbigihêjê ku ev dinyaya me, ji bêhempatiyê dûr e û gelek qisûrên wê jî hene. Zarokek, dikare bibe ceribandina yekem ya Xwedê. Dibe ku Xwedê ji naşitiya xwe şerm kiribe û lewma jî, wî weha hiştibe. Gerdûna me, bi tenê dikare berhema heyîneke xwedayî a rajêr û pêgirêdayî be. Dibe ku heyînên raser yên xwedayî, tinazên xwe jî pê dikin, yan jî dibe ku ev gerdûna me, karê xwedayekî kal î xurufî be jî.’ Humê li dijî wan ramanên ku gerdûnê dişibînin makîneyeke û Xwedê jî dişibînin afirînerê makîneyê derdikeve û dibêje ev raman, dermantiqî (ne mantiqî) ye. Li gor ramana Hume, di vê angaştê de du nakokî hene: ‘Yek, nabe ku em gerdûnê bişibînin makîneyekî. Dido, nabe ku em bibêjin afirînereke vê makîneyê heye. Lewma jî, ev raman çewt e û nakok e.’               

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Immanuel Kant

Ji bilî rexneya David Hume, meriv dikare bibêje ku li hemberî feraseta theodîseyê rexneya herî cidî, ya Immanuel Kant e û derbarê vê meseleyê de, Kant gotareke berfireh nivîsandiye. Navê wê gotarê ‘Li Ser Biserneketina Felsefeyên Theodîseyî’ (On The Failure of All Attempted Philosophical Teodicies) ye. Immanuel Kant teoriyên theodîseyî dike du beş: Theodîseyên Teorîk û Teodîseyên Otantîk. Kant theodîseyên di pirtûkên pîroz de, wekî yên otantîk dihesibîne û theodîseyên feylesofan jî, wekî theodîseyên teorîk. Li gor baweriya wî merivên ku theodîseyê diparêzin, ‘parêzerên Xwedê’ ne û parastina vê yekê jî, ‘doz’ e. Li gor baweriya Kant ev doz, li hemberî ‘dadgeha aqil’ (the tribunal od reason) yan jî ‘dadgeha felsefê’ (the tribunal od philosophy) tê meşandin. Kant dibêje, divê ‘parêzerên Xwedê’ hinek xalan zelal bikin û ji bo zelalkirina vê mijarê jî sê xalan destnîşan kiriye:

1- Pêwîst e sebebê dijberiya tiştên ku li dijî armanca dinyayî ne (li dinyayê armancek heye), were şirovekirin. 2- Yan divê dijberiya wan were pejirandin, yan jî divê werin şirovekirin. 3- Pêwîst e, were peyîtandin ku Xwedê hêzeke mitleq e û ne çavkaniya xirabiya ye û sebebê xirabiyan yan meriv in, yan jî rihên raserî mirovî ne. Li gor baweriya Kant, ‘parêzerên Xwedê’, li ‘dadgeha felsefê’ têk diçin. Di dawiyê de Kant digihêje wê qeneetê, ku hikmeta îlahî û rasteqîniya xirabiyê, ne li hev in. Di vê xalê de Kant girêdayî ramana Xwedê ye, lêbelê di çareserkirina vê meseleyê de aqlê mirovî bêhêz dibîne. Li gor bîr û baweriya Kant, pêwîst e meriv xwe radestî hêzeke raser û gewre bike û bizanibe, dê tu carê nikaribe meseleyên li derveyî sînorên aql çareser bike. Di dawiyê de kant weha parastiye ku ev mesele, tu carê çareser nabe.                

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya A. Schopenhauer

Arthur Schopenhauer (1788-1860) jî mîna mamosteyê xwe Kant, dibêje ne pêkan e ku meseleya hebûna xirabiyan çareser bibe. Dîsa dibêje, rêyeke çareserkirina vê meseleyê qet tune û nabe ku ev pirsgirêk, bi rîya theodîseyê were şirovekirin. Çimkî çavkaniya xirabiyan heke Xwedê be jî, ev yek rê li ber xirabiyan nagre. Axirî, Schopenhauer weha bawer dike ku pirsgirêka xirabiyan bi teoriyên theodîseyî tu carê çareser nabe. Lêbelê, bi daxwaza jiyanê û bi rîya huner, exlaq û hezkirinê, meriv dikare li dijî xirabiyan li ber xwe bide û têbikoşe.

Guherîna Lewnî ya Pirsgirêka Xirabiyê 

Bi Schopenhauer re, pirsgirêka xirabiyê ji rewşa xwe ya berê dûr dibe. Di destpêkê de ev pirsgirêk, wekî pirsgirêkeke di navbera ‘xirabî’ û ‘Xwedê’ de dihate dîtin, piştre bûye meseleyeke ku di navbera ‘xirabî’ û merivan de xwiya dibe. Schopenhauer, Kierkegaard û Nietzsche, hewl dane ku çavkanî û sebebê vê pirsgirêkê, destnîşan bikin û jê re çareseriyeke nû bibînin. Nihîlîzma (Hîçperestî, Hîçparêzî) ku di sedsala 19an de Nietzsche û Kierkegaard pê mijûl bûne, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê wekî hewldaneke xwiya dike. Nietzsche vê yekê weha şirove kiriye: ‘Pesîmîzm (bedbînî, reşbînî), şeklê pêşîn ê nihîlîzmê ye. Pesîmîzm, bi hêza mantiqê dijîtiyan radixe holê û dibe sebebê rageşî û giraniyê. Hatta ku di binê nirxên jor de ehlaqekekê jêr hebe û hatta ku sîstem muteberiya xwe wenda bike, nirxên me nikarin jiyanê berhêlî bikin û jê rû badidin. Rageşiya bedbîniyê, dibe sebebê hîçparêziyê. Wate, ji binî ve û seranser redda hemû nirxan.’ Di Serdema Ronîbûnê de li dijî feraseta theodîseyî, êrîşên mezin pêk hatine û vê feylesofan, derbên mezin lê dane. Ligel vê yekê jî, şirovekirina vê pirsgirêkê di roja me de jî berdewam dike û meriv dikare xebatên Alvin Plantinga û John Hick, wekî du mînakên îroyîn bide. os: felsefei ilâhîyye / fr: theodicee / al: theodicee

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 20.04.22
  • Çavkanî:
  • Ferhenga Felsefê – Weşanên Na – Sal:2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button