Philosophia

Felsefe, Vajbawerî û Dilwasiyê Tazî Dike

Felsefe, Vajbawerî û Dilwasiyê Tazî Dike

Dema ku meriv di nava rûpelên çanda mirovahiyê de lêkolîn bike, wê bibîne ku meriv ji bo watedayîna jiyana xwe gavên mezin yên ramandinê avêtine. Ji vedîtina agir û bikaranîna amûran hêdî mejî ketiye dewra ramandinê. Ji bo vê yekê divê em hêz û karîna meriv baş têbigihîjin. Li rex vê rastiyê divê tu caran ji surûşt û gerdûnê neyê birandin. Ji lewre ravekirin û naskirina mekanîzmeya mejiyê meriv, wê ji bo mijarê bi kêr bê. A rast meriv hevkombûna hemû zekayên gerdûnê ye. Ji kûarkeke tarûmar bigire, heya Makro Kozmosê jiyan xwedî hişmendî ye. Jixwe ezmûna du kunan a quantumê vê rastiyê diçespîne.

Elektrona ku xwedî pakêtên taybet yên enerjiyê (şiyanê) ne, dîsa jî li gor rehenda (dimension) xwe, xwedî çalakiyeke jiyanê ya pir xurt e. Ev mejiyê hanê di gewda meriv de digihîje lûtkeyê. Hêdî meriv van pisportiyan berhev dike û di kesayeta wî/ê de teqîneke ramanî -ya ku dê piştre bandoreke mezin li gerdûnê bike- çêdibe. Heta meriv dikare ji vê pêngava dîrokî re bibêje dema bi wate ya kaosê. Weke tê zanîn ti nirx, ango heyber û heyîn ji ber xwe çênebûye. Di berdewamiya pêvejoyê de bi afirîneriya surûştî pêşketin çêbûne. Zihnê meriv, hizir û ramana wî di encama hilberîna civakî de hatiye parzinandin. Her berhem di encamekê de hatiye afirandin. Bi van çend gotinan em dikarin bibêjin mirovahiyê dest bi rêwîtiya xwe ya têgihîştin û serwextbûnê kir.

Ji pirsa ku dibêje ez kî me? Û çima ez hatime? Û ev çi ne? Hêdî zengila vî şerî lêdide. Lewma meriv dikare bibêje fikirandin erkekî surûştî ya civaka meriv e, kengî em li wateya jiyan û gerdûnê geriyan, fikirandin bû mala meriv. Jixwe ramandin hêzekî metafizîk e, ango çalakiyeke derûnî ye. Wexta ku meriv bi rûdanekê difikire, her tim lêvegerandin, qulibandin, encam jê derxistin û hevrûkirinê, bi kar tîne. Ev rêbaz te digihîne encameke ango awêneyeke jiyanê yê ku pêdivî û pêwîstiyên te yên jiyanê pêk tîne ye. Ji ber ku êdî doz û arîşeyên civakî gihandin lûtkeyê, hewce bi rêbazeke ramanî hebû. Li vê derê felsefe destpêkirina xwe radigihîne. Hem ji aliyê diyardeyên ku pê tên hîskirin, û hem jî mijarên ku hêza pêhesandinê derbas dike û dikeve rewşa metafizîkê, felsefe bersivê dide. Ji ber vê meriv dikare bibêje di lêgerîn û têgihîştina kûrahiya jiyanê de rista felsefê bêlî ye. Dema ku meriv hewl dide li hebûna xwe ya dem-cih serwext bibe, dest bi çalakiya fikirandin û lêpirsînê dike. Her bi xwe û derdora xwe difikire, ew qasî jî hêza famkirin û peresînê jî pêşdikeve. Bi gotineke din têkiliyên civakî-zihnî sebeba peresîn û pêşketina mejî ye.

Bi gotineke din felsefe heqîqet bi xwe ye. Di tevahî serdemên civakî de felsefe bi rengên cuda û têvel derketiye pêş, eger em dibêjin felsefe û heqîqet du hemwate ne; wê çaxê kengî kozmosê xwe di meriv de têgihîşt û xwe nas kir, felsefê dest bi rêwîtiya xwe kir. Êdî şanoya jiyanê li ser dike rastiyê di bin sernavê FELSEFE û rahêneriya MERIV de dest pê dike. Felsefe tu desthiltdarî, kirêtî û bêmafiyê napejirîne, bi qasî felsefe pêş dikeve û xwe di rehên mejî de dipeytîne ew qasî azadî jî dibe rasteqîn û heqîqeta teqez!

Tê hizirîn ku li hember felsefê şaristaniya navendî hewldanên qirkirin û tunekirinê pêk anîne. Gîordano Brûno, Hallacî Mansûr, Galîleo Galîleî û bi hezaran evîndar û nûnerên heqîqetê (felsefê) bi destê van fêlbaz û nûkerên hemcinsê xwe, hatine kuştin lê ew her dem di me de zindî ne. Di serdema modernîteya kapîtalîst de Stephen Hawking mirina felsefê radigihîne! Bêyî ku bizanibe rê li ber krîz û aloziyên civakê yên pir mezin vedike. Eger îro li rojhilata navîn û li tevahî dunyayê alozî, kuştin û mirin hebe, sebeb jiyana bêfelsefe ye.. Ji ber di wê kêliya kambax de meriv bê heqîqet dimîne! Êdî xweda çep û rast lêdixe. Di vê sedsalê de herî zêde pêdiviya me bi felsefê heye! Eger meriv dixwazin ji van aloziya derkevin divê ji nû ve li felsefê bigerin ji ber felsefe winda nebûye lê lawaz bûye. Hatta meriv dikare li ser pêdiviya me bi felsefê hinek xalan jî diyar bike;

1- Ji ber meriv berhema dawî ya gerdûnê ye ango yê li derveyî xwe serwext dibe meriv e, ji lew re divê hêza exlaqî û manedenê (felsefe) li ba meriv li pêş be da ku meriv mirovbûna xwe winda neke.

2- Bêtar û krîzên civakî encax bi felsefê bên çareserkirin.

3- Felsefe, vajbawerî û dilwasiyê (ewhaman) tazî dike û li hember wan pirs û gumanê pêşdixe. Netenê xurafeyan belam li hember zanistê jî pirsyaran dike, û zanistê ji tiralî û dogmabûna ramanî felat dike.

4- Zanist xwedî armancên taybet yên xwe ne. Lêbelê divê neyê jibîrkirin ku ev zanist berhemên civakê ne. Belam gengaz e ku armancên van zanistan û ya civakê li hev nekin. Ji ber vê yekê erka felsefê ya bingehîn ew e, armanca van zanistan bike armanceke civakî. Da ku ev zanist li ser civakê nebin bela!! û mînaka; hîroşîma jî berbiçav e!? Divê felsefe li vê derê şoreşeke exlaqî pêk bîne û zanist têxe xizmet civakê.

5- Civaka bê felsefe civakê herî zêde bê parastin hatiye hiştin. Helbet çarenûsa civakeke wisa jî belavbûn û tunebûn e.

6- Hêza ku mejiyê civakî palvedanî pêşketinê dike dîsa felsefe bi xwe ye.

  • Nûrhat Heftaro
  • 25.04.2022
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button