Philosophia

Wêje, Felsefe û Romanên Ramanî

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û li gorê parastina felsefa xwe helwest digre. Gelek ramanên felsefî yên curbecur hene. Ramanên felsefî gerdûnî ne. Di gelek berhemên edebî/wêjeyî de ramanên felsefî hene. Bi taybetî jî di berhemên edebî yên klasîk de meriv rastê cure cure ramanên felsefî tê. Westayê edebiyata klasîk Dostoyevskî di romanên xwe de digel pskîkolojiya (derûnî) însan, ramanên felsefî yên dînî, rewşa însan ya li pêşberê Yezdan, li hemberê bûyeran hilbijartina azad ya însan şîrove dike û bi şêweyeke edebî pêşkêşê xwendevanan dike. Herweha di berhemên Dante, Tolstoy, Zola, Hugo û hwd de jî rengên felsefî hene. Niha nivîskarên post-modern di berhemên xwe de giranî didin ramanên felsefî. Bi kurdî pirtûkên felsefî kêm in. Kêmbûna pirtûkên felsefî ne ji qelsiya zimanê kurdî ye. Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û pê hertişt dikare bê nivîsîn. Qelsî ji ziman na, lêbelê ji qelsîya zanîstîya lêkolînvan û nivîskarên kurd pêk tê. Westayê edebiyata kurdî Ahmedê Xanî sê sed sal berê berhemeke nemir afirandiye û tê de ramanên felsefî jî hene. Zimanê kurdî netenê zimanê nivîsîna çîrokan e. Bi vî zimanî di gel çîrokan, roman, helbest, şano, felsefe, teorî, îdeolojî,  sîyaset, şîrove, ceribandin, analîz, mîzah, magazîn û hwd, anku hemû cure tişt  hatiye nivîsîn û divê ji niha pêve jî bê nivîsîn.

Felsefe lênêrîna li surûştê, cîhanê, civakê û siyasetê ye. Her însan li gor ramanên xwe yên felsefî tiştan şîrove dike, dinirxîne. Felsefa însan bandora xwe dide ser şiklê jiyandina jîyana însan. Felsefe ronahîkirina hizrên ramanên însan e. Zanîna jîyanê û nirxandina civakê bi ramanên felsefî pêk tê. Ramanên îdeolojîk, sîyasî û dînî di bingeha xwe de ramanên felsefî ne. Çawa ku di dînê Cihuyan, Xaçperestan, Misilmanan, Zerdûşîyan  û Budîstan de felsefe heye, herweha di fikrên –ramanên- Marksîzm, Lîberalîzm, Humanîzm û hwd, de jî felsefe heye. Di gel van, di edebiyatê/wêjeyê– de jî felsefe û ekolên felsefî hene. Di edebiyata kurdî ya nûjen de kîjan ekol xurte? Herî pir bandora kîjan ekolê li ser nivîskarên kurd yên ku xwerû bi kurdî dinivîsin heye? Berhemên edebî yên kurdî di nav kîjan kategoriyên edebî yên ekolên cîhanê de ne? Ev mijar babeta lêkolînê ye û divê li ser vî tiştê lêkolîn bê kirin. Sartre di berhemên xwe yên edebî de felsefa ”hebûniyê” pêşkêş dike. Di gelek berhemên edebî de felsefa Realîzmê, Marksîzmê, Surrealîzmê, Lîberalîzmê hene. Di felsefa Ahmedê Xanî de felsefa welatperweriyê, neteweparêziyê heye. Di berhemên Cigerxwîn de, di gel felsefa welatperweriyê, bi giranî felsefa çepîtiyê, enternasyonalîstîyê heye. Di romana Mehmet Uzun ya bi navê ”Mirina Kalê Rind” de felsefa rindîtiyê heye. Felsefe û edebiyat bi hevûduve girêdayî ne. Di berhemên edebî de pir yan hindik, miheqeq rengên felsefî hene. Hinek nivîskarên klasîk yên rusan di romanên xwe de felsefa nihîlîzmê dane nîşandan, hinekan felsefa sosyal civakî ji berhema xwe re kirine bingeh. Di berhemên edebî de pêkanîna ramanên felsefî berhemên edebî xurt dike. Di berhemên edebî yên kurdî de felsefe heye yan tune ye? Heger heye çi qas heye? Ez naxwazim minaqeşa vî tiştî bikim. Divê lêkolînvanên kurd di vê hêlê de lêkolîn bikin. Lêbelê ez dixwazim ku nivîskarên kurd hîn pirtir di berhemên xwe de ramanên felsefî bi kar bînin, çîrok, roman, şano û helbestên xwe bi rengên felsefî binexşînin.

Romanên ramanî, felsefî

Min di nivîsa xwe ya sernavê “Di edebiyatê de motîfên siyasî” de behsa pêwîstiya motîfên siyasî di berhemên edebî de kiribû. Kurd wisa di rewşeke de ne ku, êdî navê “kurd” bi xwe bûye siyasî. Yanê êdî peyva “kurd” ev sifeta navê netewî bi xwe siyasî ye û hêj jî navê welat -Kurdistan- qedexe ye. Di gelek pirtûkan de ji bo ku peyva “Kurdistan” derbas buye, ji alî dewleta dagirker a tirkan ve hatine qedexekirin, pirtûk ji alî polîsan ve hatine civandin, nivîskar hatine mehkemekirin. Di edebiyatê de romanên ramanî, siyasî, felsefî ciheke girîng digrin. Hem di nav edebiyata klasîk a cîhanê de û hem jî di nav edebiyata nûjen -modern- de gelek romanên ramanî, siyasî, felsefî hene. Di romanên ramanî de diyalog û minaqeşeyên îdeolojîk, siyasî, felsefî, ravekirina rewşa gelêrî, ciheke fireh digre û car heye derdikeve pêşîya çîroka romanê. Hatta, di hinek berheman de çîroka romanê bi xwe di sîya van gengeşeyên ramanî, siyasî û felsefî de dimîne. Di diyalogên Platon de, Sokrates û hinek hevalên wî li maleke rûnî dikin, şerab vedixwin û sohbet dikin. Berhem li ser vê sohbetê tê saz kirin. Minaqeşeyên ramanî û felsefî di wê sohbetê de derdikevin pêş. Di hinek romanên ramanî de, propaganda siyasî jî hene. Ji bo îdeolojîyek bê bilindkirin, siyaset û felsefe bê parastin, berhem li ser çîrokek siyasî tê hunandin. Ji bo bala xwendevanan bê kişandin, çîrokeke romantîk, leheng û fîgurên balkêş, ji pêşkêşkirina raman û felsefê re dibe hacet. Nivîskar bi wasita leheng û çîrokê ramanên xwe rave dike, mesaja xwe dide.

Nivîskarên navdar, herwekî Jean Paul Sartre, Tolstoy, Dostoyevskî, Turgenyev, Nîetzsche, Gothe û hwd, berhemên ramanî û felsefî afirandine. Wan di romanên xwe de fikr û ramanên xwe, felsefa ku diparêzin pêşkêşê civakê kirine. Dostoyevskî di romana xwe ya bi navê “Notên Binerdê” de, dîn, exlaq, polîtîka û pirsgirêkên sosyal û civakî derdixe pêş. Dîsa ew di romana “Ecinî” de felsefa Anarşîstan minaqeşe dike. Nîkolay Çernîşevskî di romana “Çi Bikin?” de îdeolojîyeke civakî pêşkêş dike û bi hal û hareketê leheng vê îdeolojîyê diparêze. Tolstoy di berhema xwe ya bi navê “Di taritiyê de ronahî çirisî” de felsefe û jiyana merivên azad rave dike. Turgenyev, di romana xwe de felsefa Nihilîstan dinirxîne. G. Orwel li hemberê dîktatoriyê berhemeke siyasî û felsefî afirand. Gogol di berhemên xwe de rizandina civakî derdixe holê. Ji hêla berhemên -romanên- ramanî û felsefî de edebiyata kurdî a nûjen qels e. Mem û Zîna Ahmedê Xanî wek zerya ye. Di hêla raman û felsefê de jî gelek tişt têde hene. Di nav edebiyata kurdî a nûjen de, pir nebin jî, hinek berhem hene ku meriv dikare wan di nav kategoriya berhemên-romanên- ramanî û felsefî de bihesibîne. Romana min a bi navê “Fîlozof – Katibê Şêx Saîd” romaneke ramanî, siyasî û felsefî ye. Pêwîstiya edebiyata kurdî bi romanên ramanî, siyasî û felsefî heye. Divê nivîskarên kurd, romanên weha jî biafrînin.

  • Lokman Polat
  • 11.04.2022
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button