Ferheng

Ferheng: Aksiyom (Axiom)

Ferheng: Aksiyom (Axiom)

1-Pêşniyarîya (onerme, proposition) ku rast tê pejirandin, lêbelê ne dikare were peyîtandin û ne jî dikare were pûçkirin. Pêşniyariya ku bingeha sîstemekî ye û li ser wê, sîstemek hatiye avakirin û di dema hevnegirtina sîstemê de, dikare were înkarkirin. Xala destpêkî a ku pêşniyariyên din, jê dertên. Pêşniyariya ku bingeha temamiya pêyîtandinê ye, lêbelê ew bi xwe nikare were peyîtandin. Pêşniyariya ku bi awayekî formel (şeklî, fesalî) ne hatiye peyîtandin û teoremên din, li gor rê û rêzikên deranî (jêderî, inference) ligel pêşniyariyên din, jê zêde dibin, jê dertên. 2– Pêşniyariya ku rastiya wê di çerçoveyekê epîstomolojîk de aşkere (zelal) ye, rasterast û bênavgîn, bi awayekî alînegir pêşniyariya rast vedibêje. Li gor vê yekê kesên ku rastiya aksiyomê dipejirînin, bi awayekî ferasetî (pêhesî) bi rastiya wê dihisin û dizanin ku rast e. fr: axiome / al: axiom / tr: aksiyom / os: mebdei bedîhi

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 09.05.2022
  • Çavkanî:Ferhenga Felsefê: Alî Gurdilî – Weşanên Na’ê – Sal: 2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button