Ferheng

Amûrên îdeolojîk ên Dewletê (ideological state apparatus)

Amûrên îdeolojîk ên Dewletê (ideological state apparatus)

1- Amûrên îdeolojîk ên Dewletê (ideological state apparatus): Biwêja ku ji aliyê Louis Althusserê feylesofê fransî ê marksîst ve, ji bo amûrên îdeolojîk yên mîna perwerdehî, dêr, navgînên ragihandina girseyî (mass media), sendîka (trade union), hiqûq û hwd. ku dewlet wan ji bo hebûna xwe bikar dihêne, hatiye gotin. Herçuqasî li derveyî kontrola dewletê bin jî, ev amûr xizmeta (bi kêrî) berdewamîya dewletê, parastina hebûna wê û bi vî hawî jî, parastina berdewamîya têkilîyên berhênerîya (relations of production) kapîtalîst, dikin. tr: devletin ideolojik aygıtları / fr: appareil idéologique de l’etat

2- Analîtîk, Tahlilî (analytic): 1-A ku bi analîzê re têkildar e, a ku analîzê wekî rêgeheke (metod) bikar tîne. 2- Teknîka analîza mantiqî ya Arîstotales. Li gor vê yekê berhema wî ya bi navê ‘Analîtîkên Yekem’analîzên ku di derbarê tasimê (kemper, berawird) de ne, dihewîne û berhema wî ya bi navê ‘Analîtîkên Duyem’jî,analîzên ku di derbarê şert û mercên peyîtandina zaninîya zanistî ne, dihewîne. 3- Dadbariya (judiciary) ku lêkerê di barbira (subject) xwe de dihewîne. 4- Li cem Kant, beşa mantiqa gelemperî a ku hemû karjeniyên (function) aqil bi riya analîzê keşf dike: teoriya têgeh û prensîpan. Li gor vê yekê li cem Kant, analîtîka têgehan, bergî teorîya zêhnî ya têgehan tê û analîtîka prensîpan jî, bergî prensîpên aprîorî tê ku zêhn bi saya wan prensîpan, kar dike. 5- Navê ku Hegel li mantiqa formel (ji dema Arîstotalesî ve) kiriye. tr: analitik / fr: analytique / al: analytisch

3- Analîz, Dahûran, Tehlîl (analysis): Ji ‘analysis’ayewnanî. 1- Lêkolîna perçeyên tişt, pirsgirêk û tevahîyekê. Lêkolîna têkiliya perçeyên wan tişt, pirsgirêk yan tevahîyê. Bi armanca lêkolîna têkiliya perçe û tevahiyê, xebat yan karê jihevqetandina wan. 2- Tiştê ku ji perçekirina tevahîyekê derketiye holê. 3- Di wateya analîza felsefî yan têgihî de jî, li gor pêkhate û naverokê,  ravekirina (explanation) têgih (têgeh, concept), teorî (theory, dîtwarî) yan jî bawerîyekê. Di vê xalê de armanc, ji bo têgihiştinê, ravekirin û zelalkirin e. Çalakîya derxistina holê, ya wateya veşartî a sîstemekê baweriyê yan pêşniyarîyekê (önerme, proposition). Bi rîya perçekirinê, çareserkirina problemekê. Karê, perçekirina beşên xwe yên mantiqî yên tevahîyekê. Feylesof çawa ku di warê metafîzîk, exlaq, siyaset û zaninîyê de sîsteman ava dikin (sentez, synthesis), weha jî ji bo sentezê, xwe amade dikin. Ramanên bingehîn rave û rohnî jî dikin (analîz). Li milê din hinek feylesofan bi teybetî jî feylesofên ku di ekola felsefa analîtîk de ne, weha parastine ku divê feylesof bi temamî dest ji sentezê berdin û berê xwe bidin analîzê. Girêdayî vê xalê, mesela ramanwerê G. E. Moore gotiye ku armanca bingehîn (esasî) a felsefê, analîzkirina pêşniyarîyên (önerme, proposition) ne misoger e. tr: analiz / fr: analyse / alm: analyse / os: tahlil 

4- Analogon Rationis: Peyveke latînî ye û di wateya ‘mîna aqil, dişibe aqil’ de ye û ji aliyê Leibnizê feylesofê alman ve ji bo formên hişî yên herî jêr, hatiye bikaranîn.

5- Analojî, Hevşibînî, Dirûvandin (analogy):Çavkaniya têgihê, analogia’ya yewnanî ye. Di destpêkê de wekî têgihekê matematîkî hatiye bikaranîn, ku hevkarî yan jî têkiliya di navbera du tiştan de nîşan dide. Lêbelê, piştre ji bo danberheva dirûvtiya (lêçûnî, hevşibî) têgihan hatiye bikaranîn. Li gor vê yekê analojî muhakemeyeke aqlî ye. Di analojiyê de, di navbera du tişt yan jî cihên ku dişibine hev de, muhakemeyeke aqlî tê kirin û wesfeka yekê, li a din jî tê barkirin. Lêbelê ne mecbûr e ku ew wesf, di a duyem de jî hebe. Lewre analojî, herdem encamên rast nade me, lêbelê lêçûn çuqasî zêde bin, encam jî hewqasî rast derdikeve. Li milê din, di analojiyê de tu carê gelemperîkirinek xwiya nake, lewre muhakemeya aqlî di navbera du yekbaran (tikel, particular) de tê kirin. Ligel gelek faktorên neyînî, dîsa jî meriv dikare bibêje ku di pêşveçûna zanistê de, rola analojiyê gelekî zêde ye. Mesela di stêrnasî (astronomî) û civaknasiyê (sosyolojî) de gelekî tê bikaranîn. Lewre zanistên civakî û stêrnasî, ji toklînê (deney, experiment) zêdetir çavdêriyê (gözlem, observation) bikar tînin. tr: analojî, benzeşim / fr: analogie / al: analogie 

6- Ancien Régime: Biwêja ku li Fransayê ji bo nasandina pergala (sazûmana) civakî, siyasî û îktîsadî a beriya Şoreşa Fransî ku di sala 1789an de pêk hatibû, tê gotin. Di destpêkê de ji bo avahiya civakî û siyasî ya monarşiya fransî, saziyên wê û ji bo pergala wê ya ku li ser hîmê newekheviyê hatibû damezrandin, hatiye gotin. Piştre, wateya wê berfireh bûye û ji bo terzê jiyana îktîsadî û avahiya çandî ya wê dewrê jî, hatiye bikaranîn. Ev sazûman bi avahiya xwe ya ku pêşikê dida çandiniyê; bi xela, bi kêmasiyên xwe yên teknîkî û guherînên xwe yên sînordar, bi temamî li dijî ekonomiya bazarê ye.    

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 09.05.2022
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefê: Alî Gurdilî – Weşanên Na’ê – Sal: 2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button