Ferheng

Ferheng: Antînomî, Hevdijî (Antinomy)

Ferheng: Antînomî, Hevdijî (Antinomy)

1- Angst: Têgiheke almanî ye û wateya we metirsî,sayîş, jan û tirsa metirsîdar e. Feylesofên hebûnparêz vê têgehê ji bo rewşa tevlîheviya zêhnî û rewşa metirsiyê ya heyînan bi kar anîne. Li gor baweriya wan, ev yek rastiyeke bingehîn (esasî) a hemû heyînan e û di vê rewşê de, heyîn têdigihêjine nexuyatî û bêwateyîya nesneyan. Loma jî heyîn têdigihêjinê ku jiyan û tercîhên (bijartinên) me yên li jiyanê, derûnî ne û divê, em bikaribin ji bin berpirsiyariyên xwe rabin. Meriv dema têdigihêjê hîçayîya (tuneyî) xwe a ku jê hatiye û rewşa siberoja xwe ya nexuya, wê demê fam dike ku hebûnatiya meriv, di navbera hebûn û tunebûnê de li hewayê ye. Ev yek jî, tewşikiya jiyanê nîşanê me dide û dibe, sebebê bêhêvîtî û diltengiyeke bêpayan.

Li hemberî bêdawîtiya gerdûnê, rewşa me a bêhêvî, ku jêdera wê jî jiyana me ya dawîdar (bidawî) e, diltengiya me ya ji ber bijartin, berpirsiyarî û dudiliyê. Li gor nêrîna felsefa hebûnparêz, bi saya torbenda berhêneriya (hilberandin, production) mekanîk û bi belavbûna kultura girseyî (mass culture), civak bêtir ber bi wekheviyê ve diçe, lêbelê bêdengiya şexsan jî zêdetir dibe û şexs, azadiya xwe wenda dikin. Meriv encax bi xwebûnê û bi lixwevegerînê dikare xwe ji wê pergal û prosesa bêkesayet û bêdeng rizgar bike. Ji bo vê yekê jî divê di dilê meriv de tirs, sayîş, metirsî û waswas hebe û ku li gor felsefa hebûnparêz, ew li cem merivan ji xwe hene. Lewre meriv, di gerdûna bêdawî de bi serê xwe ne û wekî ku xweda, wan bi tenê hiştiye dijîn. Lêbelê di jiyana civakî de, di nav kultura girseyî de çuqasî bixwazin xwe ewle bikin, xwe ewle bibînin, hewqas ji tirs û metirsiya xwe, didewsînin û piştguh dikin. Di vê xalê de a girîng ew e ku ji bo xwebûn û lixwevegerînê, divê meriv wê angstê (sayîş, metirsî) hîs bikin.    

2- Antîhumanîzm, Dij-mirovperwerî (anti-humanism): Ji nêrîn û helwesta ku dijberê her şiklê humanîzmê (mirovperwerî) ye û li hemberî humanîzmê, xwediyê helwesteke rexneyî ye re, antîhumanîzm tê gotin. Ev helwest di sala 1960an de ji aliyê ramangirên avahîwarparêz (structuralîst, yapısalcı) ve hatiye pejirandin ku li gor vê nêrînê, azadiya mirovî îluzyonek e. Li gor nêrîna aligirên postmodernîzmê, humanîzm merivan wekî navenda gerdûnê dibîne û mîna ku meriv serdestê surûştê bin, biryara her tiştî didin û her tişt, di bin venerîna wan da ye tevdigere. Lewma jî rexne li felsefa humanîst digrin û dibêjin ku ew felsefeyeke zordest e û barbirê (özne, subject) mehkûm dike. Humanîzm, li hemberî postmodernîzmê dibêje ku em li adaletê digerin. Lêbelê baş tê zanîn ku humanîzm ji aliyê civaka lîberal ve, ji bo meşrûkirina newekhevî û bêedaletiyê, xweş hatiye bikaranîn. Wekî vê yekê dîsa meriv dikare bibêje ku humanîzm, ji bo raserkirina kultura rojavayê, belavkirina kultura wan ya emperyalîst û ji bo pest û pêkûtiya li ser kulturên biyanî jî, mîna îdeolojiyekî hatiye bikaranîn. tr: antihümanizm / fr: anti-humanisme  

3- Antînomî, Hevdijî (antinomy): Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, hevdijiya (tezat, nakokî) di navbera qanûnan de ye. Têgîneke palpiştiyê ye. 1- Di mantiqa modern de, encama ku ji hêla mantiqê ve ne pêkan e. 2- Di felsefa Immanuel Kant de, nakokiya ku di navbera du hêmanan de ye. Kant, vê nakokiyê di berhema xwe ya bi navê ‘kritik der reinen vernunft’ (rexneya aqlê xwerû) de, di beşa ‘transendental diyalektik’ê de, pêşkêş kiriye. Li gor vê yekê di têkiliya çar hêmanên (prensîpên) ku mîna çar tezên metafîzîka rasyonel têne hesibandin de, her yek bi serê xwe yan yeko yeko rast xwiya dikin. Lêbelê herdu bi hev re, rast dernakevin û di navbera wan de, nakokiyek xwiya dike. Li gor nêrîna Kant, meriv dikare ji bo wan çar antînomiyan hem tez û hem jî antîtezên qewî, peyda bike. 1- Di nav demê de, destpêkekê gerdûnê heye û gerdûn, ji hêla mekanê ve, sînordar e. Di nav demê de, destpêkekê gerdûnê tune û gerdûn, ji hêla mekanê ve bêsînor e. 2- Hemû tişt, ji pêkhateyên basît pêk tên. Tu tişt, ji pêkhateyên basîd pêk nayên. 3- Sebebê her tiştî heye. Sebebê, her tiştî tune. 4- Heyîneke bêgav (bivênevê) a ku gerdûnê rave dike, heye. Heyîneke, bêgav (bivênevê) tune. Li gor nêrîna Kant, tezên pêşîn encamên daxwaza aqlê mirovî ne ku aqil dixwaze ji bo hemû tiştên bişert, sebebekî bingehîn (sebebekî pêşîn) peyda bike. Antîtezên di rêza duyem de jî, encamên daxwaza aqlê mirovî ne ku aqil dixwaze her rewşê, mîna rewşekê ku ji aliyê hinek tiştên din ve hatine demîngirtin bihesibîne. Kant dibêje em dikarin weha bifikirin ku di nav wan antînomîyan de, ji du hêmanên nakok yek aîdê cîhana fenoma ye û a din jî, aîde cîhana numena ye û bi vî hawî, em dikarin nakokiyan ji holê rakin. tr: antinomi / fr: antinomie / os: tesâvii nakîzeyn / al: antinomie

4- Antînomîan (antinomian): Ji hevedûdaniya peyvên yewnanî yên anti (dij) û nomosê(qanûn) pêk tê û di wateya kesên ku dixwazin xwe ji rê û rêzikên civakî xilas bikin yan jî kesên ku dixwazin ji wan bexşandî bin, de ye. Miroveke weha yan mîna kynikan li derveyî civakê, li serê çol û çiyayan û yan jî di nav civakê de, weha bêdeng û li çend normên civakê lihevhatî, dikare bijî. Merivên antînomîst mîna anarşîstan ji bo hilweşandina sazûmana civakê li ber xwe nadin, tenê dixwazin ku jê dûr bijîn. Girêdayî vê xalê, ji feraseta ku dibêje qanûnên civakî ne krîterên tevgerên baş yan xirab in, derbarê başî û xirabiyê de wijdana mirovî tekane krîter dibîne û baweriya dînî, ji kodên hiqûqî û exlaqî yên civakî serbixwe dibîne re jî, antînomiyanîzm tê gotin. 

5- Antîtez, Dijtezî (Antithesis): Çavkaniya vê peyvê ‘thesis’a yewnanî ye û bi pêşqertafa xwe ya antî ku wateya dij dide, di wateya asûn yan jî pêşniyarîyê de ye. 1- Bi awayekî giştî pêşnîyariya (önerme, proposition) ku li dijî raman, dadbarî yan jî pêşnîyariyekê ye. 2- Biwêja ku di retorîkê (xweşbêjî, rhetoric) de, pevgihana hevkêş ya du ramanên dijber yan jî pevçûna wan ya hevkêş, dide. Di felsefa Hegelî de antîtez qonaxa duyem e, ku antîtez li hemberî tezê serî radike, tezê înkar dike û hinek rastiyên tezê û yên xwe, tîne cem hev û di derketina holê ya sentezê de, dibe xwediyê rolekê (tez- antîtez = sentez).

Di materyalîzma diyalektîk de jî, antîtez li dijî qonaxa yekem (tez) a prosesa guherîn û pêşketinê ye û qonaxa duyem (antîtez) temsîl dike. Di felsefa Hegel û Karl Marx de antîtez ne tenê ji bo raman û pêşniyariyên nakok, herweha ji bo hêzên dîrokî û civakî jî ku herdem pev diçin, hatiye bikaranîn. Ev cure nakokî yan pevçûn, bi saya senteza (synthesis) ku hem tezê hem jî antîtezê diguncîne, ji holê radibe. tr: antitez / fr: antithese / al: antithesis / os: nakîzi kaziyye

6- Antropolojîzm (anthropologism): Nêrîna felsefî a ku merivan mîna ber û berhema herî raser a surûştê dibîne û temamiya çêbariyên (quaality) mirovî, bi reha (koka) wan a surûştî rave dike. Ev nêrîn, bi tenê ji hêla madî û biyolojîk ve li merivan vedikole û merivan, mîna perçeyeke surûştê dinirxîne. tr: antropolojizm / fr: anthropologisme

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 09.05.2022
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefê: Alî Gurdilî – Weşanên Na’ê – Sal: 2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button