Ferheng

Ferheng: Apollonîst (Apollonian)

Ferheng: Apollonîst (Apollonian)

1- Antroposentrîzm (anthropocentrism): Di wateya mirovnavendî de ye. Çavkaniya vê peyvê, zimanê yewnanî ye. Ji peyvên ‘anthropos, meriv’ û ‘kentron, navend’ pêk tê. Ango, nêrîna ku merivan weke navendê dibîne. Li gor antroposentrîzmê meriv navenda hemû tişta ye û hemû tiştên ku li gerdûnê hene, ji bo mirovî ne. Bi gotineke din; hemû tiştên ku li gerdûnê hene, ji bo merivan û xizmeta wan, hene. Yek ji ramanên bingehîn yên ku çanda musewîtî û xiristiyaniyê pêk aniye jî, antroposentrîzm e. fr: anthropocentrisme / tr: antroposantrizm

2- Antropoteîzm (anthropotheism): Di felsefê de, navê nêrîn û helwesta ku merivan dike Xweda, yan jî merivan mîna Xweda dibîne re tê gotin. wate, xwedakirina merivan. tr: antropoteizm / fr: anthropothéisme

3- Antropozofî (anthroposophy): Hînweriya (doktrine, öğreti) ku dibêje nifteya têgihiştina rast a gerdûn û zanyariyê, li cem mirovî heye. Felsefa ku dibêje zêhna mirovî, dikare bi alema ruhî û giyanî re bikeve têkiliyê û di navbera merivan û gerdûnê de jî, têkiliyek heye. Demezrînkarê vê felsefê, Rudolf Steinerê feylesof û zanyarê avusturyayî ye û di sala 1920an de, bi navê Goetheanumê dibistaneke ava kiriye. tr: antropozofi / fr: anthroposophie

4- Apagoge: Di mantiqa Arîstotelesî de, navê berhevî (kıyas, tasım, comparison) û rêgeheke peyîtandinê a neyekser e. Li gor vê yekê di vê berheviyê de pêşsipara (öncül, premise) wê a mezin misoger e, lêbelê pêşsipara wê a biçûk, dibetî (ne misoger e, lê ixtîmal heye ku misoger be) ye. 

5- Apatheia: Têgiheke yewnanî ye û bi nêrîneke giştî, ji bo xusûsiyet û xisletê merivê ku ne xwediyê hestyariyeke dilînî ye, yan jî ji merivê ku reaksiyoneke dilînî nîşan nade, re tê gotin. Li cem Epikurosparêz û Stoîsîstan jî apatheia, di wateya xemsariya li hemberî zewq û êşê de ye û ji jiyana rojane, destşûştin e. Kesên ku di wê rewşê de ne, ji jiyana rojane xwe didin alî û li ser wateya, armanca rast a jiyanê difikirin û di dawiya wê prosesê de, digihêjine aramiyeke ruhî, bi xwe û bi temamiya pêkhateyên gerdûnî re li hev tên. Li cem feylesofên şikwer yên yewnana kevnare jî, di wateya rewşa aram a ruhî a ku di encama bêdarazîyê de xwe dide der de hatiye bikaranîn. 

6- Apeîron (apeiron): Apeîron, arkheya (madeya resen, madeya pêşîn) Anaksimandrosî ye. Herçiqas ji hêla peyvnasiyê (etîmolojiyê) ve, were wateya ‘a ku bêsînor e’ jî, di heman demê de, tê wateya ‘a ku nikare were destnîşankirin’jî. Lewra ji aliyê Anaksimandrosîve sebebê bikaranîna peyva apeîronê, nepejirandina arkheya Thalesî bû, ku Anaksimandros avê weke arkheyeke kêm didît û weha bawer dikir ku av, ne besî afirandina hemû tişta ye. Li gor ramanên Anaksimandrosî ji bo pêkhatina adaletê, divabû di navbera ax, agir, hewa û avê de, herdem dengeyek hebûya û ku ev dengê dibû sedemê hebûn yan jî tunebûna wan. Heke arkhe yek elementek tenê bûya; weke avê yan jî hewayê, wê demê dê wê elementê dengeya ku di navbera wan de ye xira bikira û dê rewşa dijber ya ku di navbera wan de heye, ji holê rabûya. Herweha, ne pêkan e ku arkhe yek elementek tenê be jî. Li gor ramana Anaksimandrosarkhe, bi awayekî girgîn (dîtbar, concrete, berbiçav, somut) nikare were destnîşankirin û divê ew tişt be, ku li dinyayê peyda nebe jî. Di dawiyê de meriv dikare bibêje ku li gorî bîr û baweriya Anaksimandros apeîron (fr: apeiron, tr: apeiron) bêsînor, naxwiya, bêşekil û bêgewşîn e.

7- Aphairesis: Têgiheke yewnanî ye. 1- Rêbaza Arîstotalesê feylesofê yewnana antîk a nedîtbarkirinîyê (abstraction) ye. 2- Di felsefa platonparêziya nû de, rêbaza neyînîkirina a ku ‘Yek’ e. Têgihiştina giştî ya Xwedayê ku li derveyî dinyayê ye, raserî dinyayê ye û ji hemû heyînan, cihê ye.

8- Apodeîktîk (apodictic): Têgiheke yewnanî ye û wateya wê, pêşniyariya (önerme, proposition) ku bi awayekî aşkere û zelal, dikare were nasandin yan jî peyîtandin e. Pêşniyariya ku bi awayekî bêgav rast e, pêşniyariya ku misoger e, ye. 1- Di felsefa Arîstotalesî de, ji zanîniya (bilgi, knowledge) ku bêgav e pêk were re, zanîniya apodeîktîk tê gotin. Ev cure zanînî tevbar (tumel, universal), mecbûrî û rast e. 2- Di mantiqa Arîstotalesî de ji pêşniyariya mecbûrî (bêgav), rast, zelal û aşkere re, yan jî ji pêşniyariya ku bi metodeke berjêrwerî (tümelgelim, deduction) dikare were peyîtandin re, pêşniyariya apodeîktîktê gotin. Ligel vê yekê bêgavîtiya ku di pêşniyariya apodeîktîk de heye, ne bêgavîtiyeke formel yan mantiqî ye û bêgavîtiyeke derbarê naveroka pêşniyariyê de ye. Ango ev bêgavîtî aîdê nesne û rewşa ku pêşniyarîya wê îşaret dike, ye. Ji ber vê yekê jî di epîstemolojiya (zanînnasî, epistemelogy) nûjen û felsefa zanistê (philosophy of sciense) de, ev pêşniyarî nehatiye pejirandin û rexne lê hatiye girtin. Lewre nabe ku pêşniyariyên me, ji hêla naverokê ve mecbûrî bin. tr: apodeiktik / os: zarurî / fr: apodictique / al: apodiktisch 

9- Apodosis: Di zanista mantiqê de, ji beşa encamê a pêşniyariyeke (önerme, proposition) hîpotetîk (ferazî) yan jî pêşniyariyeke bişert re, tê gotin. Ji beşa merc (şert), a pêşniyariyeke hîpotetîk a heman cureyî re jî, di zimanê yewnanî de ‘protasis’ tê gotin.   

10- Apolîtîzm (apolitism): Ji helwesta merivên ku naxwazin di siyasetê de cih bigrin û têkiliyeke wan bi siyasetê re hebe re tê gotin. Merivên ku xwediyê vê helwestê ne, ji siyasetê dûr dimînin û beşdarî nîqaş yan jî çalakiyên ku ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî pêk tên, nabin. Armanceke wan a bidestxistina rêvebiriyê tune, naxwazin ku di rêvebiriyê de temsîliyeta wan hebe û dîtin, raman û çareseriyên xwe jî, li ser tu kesî ferz nakin. Kesên ku xwediyê vê helwestê ne, apolîtîk in. tr: apolitizm / fr: apolitisme

11- Apollonîst (apollonian): Hêmana (nûveya, unsûra) ku Friedrich Nietzscheyî di berhema xwe ya bi navê ‘Zayîna Tragedyayê, Die Geburt der Tragödie aus dem Geiste der Musik’ê de behsa wê dike. Ev hêman di jiyana merivan de temsîliyeta meylên bingehîn yên dijber dike, temsîliyeta ahenga klasîk, otokontrol û hevsengiyê dike. Li gor şiroveya wî Apollon, Xwedayê Rojê ye. Ango xwedayê şewq û ronahîyê ye, tîroj e û îluzyana spehîtiyê, raberî me dike, ku bi saya wê spehîtiyê jiyan dibe jiyîn. Girêdayî vê xalê ji wê tecrûbeya xiyalî, ji wê tecrûbeya ku îluzyona spehîtiyê raberî me dike, ji wê tecrûbeya ku bi saya wê em xwe girtî hîs nakin, xwe aram û ewle hîs dikin re, Tecrûbeya Apollonîst tê gotin. Li milê din, Nietzsche ji meyl û daxwaza jêneger a ku ber bi nîzam, hevgirî, guncanî, pîvan, rasyonelî û raveya entellektuelî ve ye re jî, gotiye Apollonparêzî. Li gor vê yekê Apollonparêzî, qîmetek pirr mezin dide ahenga ku di form yan jî, di bîçîmê de heye. Axirî, meriv dikare bibêje ku Apollonparêzî terz û şêwazek e û çavkaniya wê jî, Xwedayê Apollon e. tr: apolloncu / fr: apollonien

12- Apologetîk (apologetic): Têgiheke yewnanî ye û 1- Bi nêrîneke giştî di wateya parêznameya li hemberî rexneya dijminane, sext û rûxîner (hilweşînêr) de ye. Temamiya rê û rêgehên ku ji bo parastina hînweriyeke (doktrine, öğreti) têne bikaranîn. 2- Helwesta teolojîk a ku dixwaze çavkaniya baweriya xwedayî, bi rê û rêbazên aqlî bipeyîtîne. Helwesta ku dixwaze bi rê, rêgeh û delîlên rasyonel, li hemberî rexne û nerazîbûnên ku li dijî dîn û dogmeyên dînî pêk tên, raweste. Bineşaxê teolojîya xiristiyaniyê, a ku dixwaze dogmeyên dînî bi delîlên aqlî biparêze û wan, heq nîşan bide. Apologetîk di sîstemên teolojîk yên katolîk û ortodoks de, xwediyê cihekî girîng e. Lêbelê, protestanî apologetîkê red dike û li hemberî aqil, pêşikiyê dide bawerîyê. Girêdayî vê xalê, ji dîndar û ramangirên ku ji bo têgihiştina dînê xiristiyaniyê kar kirine û xwestine ku xiristiyaniyê li hemberî felsefa pagan biparêzin re, apolojîst (apolejîst) tê gotin. Xoşewîst Justin, Tatianus, Athenagoras, Îrenaeus û Tertullianus, çend apolojîstên sereke ne. Li gor baweriya apolojîstan, li dinyayê şopên aqil û nîzamê hene û lewma jî, ev yek sebebekê yekem nîşanî me dide. Ev sebebê yekem baş, edaletxwaz, naguhêr, bêdestpêk û bêdawî ye û lewma jî, çavkaniya jiyan û hebûnê ye. Dîsa tê gotin ku sebebê yekem bi zanîn, hêz, başî û gewremendiya xwe, li derveyî zanînîya (bilgi, knowledge) mirovî ye. Ligel vê yekê jî ew heyîneke rasyonel e, ku em ji nîzam û armancdariya dinyayê, têdigihêjine wê rastiyê. Li gor apolojîstan, afirandina bêdestpêk û bêdawî, berhemeke başî û hezkirina Xwedê ye. Meriv xwediyê îradeya azad in û xwediyê guneheke pêşîn in (gunehkar têne dinyayê). Ligel vê yekê heke meriv li gor ferzên xiristiyaniyê bijîn, dikarin xwe bigihînin Xwedê. tr: apolojetik / fr: apologetique / al: verteidigend 

  • Alî Gurdilî
  • aligurdili@gmail.com
  • 09.05.2022
  • Çavkanî: Ferhenga Felsefê: Alî Gurdilî – Weşanên Na’ê – Sal: 2021
  • Di hejmara yekem de, hatiye weşandin.


Piştgirî jibo Philosophia Kurdî
PayPal Xwedevanên hêja, dilsozên zarûzimanê kurdî. Bi rêya vê sepana Paypal’e, hûn jî dikarin piştgirîya xebatên malper û kovara Philosophia Kurdî bikin û mil bidin xebatên me. Perê ku hûn bexşê malperê dikin, bi tevahî dê ji bo geşkirina malperê û çapkirina kovarê were xerckirin. Em hêvî dikin Philosophia bi nivîskar û xwendeyên xwe bibe xwedî temenekî dûr û dirêj, bibe çiraxek di şevên tarî ên kurdan da, hawaê ramîna philosophic li ber dilê rêber, serek û kargerên kurdan şîrîn bike, da ku ew jî bikanibin mîna ên milletên bi rûmet karê xwe rast bikin. Philosophiaê bi xweşî bixwînin, jê ra binivîsin û mil bibin xebatên wê...

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button